“Azadiya rengan” –

Pêşangeha hunermend Reşad Yûsif

efrin.net, 06.02.2004

Hunermendê kurd yê hêja Reşad Yosif roja 13.02.2004-an li bajarê Salzbach-ê pêşangeheke hunerî li dar dixe. Pêşangeh dê ji aliyê serokbajarê Salzbachê rêzdar Hans-Werner Zimmer were vekirin.
Hêjayî gotinê ye ku ev pêşangeh, ya ku di bin sernavê “Azadiya rengan” de tête lidarxistin, dê heta roja Pêcşemê, 04.03.2004-an berdewam bike.
Helbet herkes vexwendiyê vê pêşangehê ye. Dimîne em bêjin ku hunermend Reşad Yosiv li Başûr-rojavayê Kurdistanê li herêma Çiyayê Kurmênc ji dayik bûye û nuha li Almaniyayê dijî.

Pêşangeha hunerî ya hunermend

Reşad Yûsif

Dem
13.02.2004


Salzbrunnenhaus
Auf der Schmelz
66280 Sulzbach
Saarland

Bixêrhatin
Dr. Dieter Staerk

Vekirin
Hans-Wernaer Zimmer
Serbajarê Salzbach-ê

Laudatio
Dr. Brigitte Quack


Pêşangeh heta roja Pêncşemê, 04.03.2004-an
berdewam dike

Em weke efrin.net serkeftinê ji hunemendê xwe, rêzdar Reşad Yosif re hêvî dikin. Hêvîdar in hemû çalakiyên wî bi serkeftinê sertackirî bin

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]