Têrorîstê Hewlêrê erebekî yemenî ye
efrin.net, 04.02.2004
Piştî
ku Partiya Demokrat ya Kurdistanê duh wêneya wî reşekujî, yê ku xwe di
baregeha PDK-ê li Hewlêra paytext teqandi bû, da bû belavkirin îro, li
gor agahiyên ku ji Kurdistanê tên, şofêrekî kerkûkî ew xwediyê wê wêneyê
– terorîst nas kiriye û ji asayîşê re dayî xuyakirin ku wî ew kes sibeha
roja Cejna Qurbanê ji Kerkûkê ji pêş hotêla el-Zehra biriye garaca
Hewlêrê.
Li ser vê agahiya girîng hêzên asayîşê operasyonek birine ser hotêla
el-Zehra li Kerkûkê û mirovekî yemenî, ku gelek teqemenî pê re bû,
girtine. Vepirsîna bi vî kesê yemenî re hîn berdewam e. Ev jî li gor
pêşdîtinan dê bibe kêndirê.
Ji aliyekî din ve terorîstê ku xwe di baregeha Yekîtiya Niştîmanî ya
Kurdistanê de da bû teqandin jî hino-hino tête naskirin. Di kasêteke
videyoyê de, ku di dema teqîna têrorane de de hatiye girtin, wî kesî
dide xuyakirin. Lê mixabin wêneya wî ji piş ve hatiye kişandin.
Hewildanên naskirina wî jî hîn li dar in.
|