Analîz – Bask û perên Mesûd Barzanî şikestin
KK-Nûçe-Analîz *
HEWLÊR, 01.02.2004 — Îro li Hewlêrê bask û perên serokê Partiya
Demokrat ya Kurdistanê Mesûd Barzanî şikestin. Êrişa îro ne tenê
karesateka neteweyî ya gelê kurd bû. Di vê êrişê de hevbîr û hevkarê
herî nêzîk yê Mesûd Barzanî, cihgirê serokwezîrê Kurdistanê û sekreterê
Partiya Demokrat ya Kurdistanê Samî Ebdurehman hat kuştin. Samî
Ebdurehman pîrê siyasetê û dîplomasiya kurdî ya van 40 salên dawiyê bû.
(Wêne: Samî Ebdulrehman)
Samî Ebdurehman siyasî û bîrewerekê wisa bû ko Mesûd Barzanî bi
piştrastiyeka temam hemî karên neteweyî yên kurdî dispart wî. Gava ko
karek teslîmî Samî Ebdurehmanî dibû hêdî pêwistî bi xem û mereqa ka ew
kar dê çawa bi rê ve biçe, yan ka berjewendiyên neteweyî yên kurdan di
wî karî de dê çawa bêne parastin nedima. Ji ber hindê jî Mesûd Barzanî
danana qanûna bingehî ya nû ya Iraqê û Kurdistanê spart Samî Ebdurehmanî
û got bila ew nûnerayetiya kurdan di komîsyonên amadekirina qanûna
bingehî de bike.
Samî Ebdurehman wekî cihgirê serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
bûbû pişta Niçîrvan Barzanî û di têkiliyên dîplomatîk yên nêvneteweyî de
palpiştê herî pêbawer ya Nêçîrvan Barzanî bû. Piştî ko herdu hikûmetên
Kurdistanê dest bi prosesa yekkirina herdu hikûmetan kirin Mesûd Barzanî
sekreteriya Partiya Demokrat ya Kurdistanê spart wî ji ber ko Samî
Ebdurehmanî bi îhtimaleka mezin cih di hikûmeta yekgrtî de nedistand.
Ji bo Mesûd Barzanî peydakirina yekê ko cihê Samî Ebdurehmanî bigire ne
mimkin e û di van çend mehên bên de tesîrên karesata îro dê hem li ser
Partiya Demokrat ya Kurdistanê û hem jî li ser neteweya kurd diyar
bibin. Aktorekê herî naskirî û jêhatî yê dîplomasiya Kurdistanê hêdî ne
di meydana siyasetê de ye û cihê wî heta demekê dirêj jî dê vala bimîne.
*) ev analîz ji malpera
www.kerkuk-kurdisatn.com hatiye girtin
|