Êrişên xwekuj li Hewlêra paytext


efrin.net, 01.02.2004

HEWLÊR – Pêla terorê îro xwe gihande Hewlêra paytext. Li gor agahiyên ji Hewlêra peytaxt terorîstan di heman demê de êrişên xwekuj bi riya du kesan, yên ku teqemenî li xwe pêçabûn, birin ser barehagên Partiya Demokrat ya Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê. Li gor agahiyên dawiyê hejmara birîndaran gihaye 200 kesî û deh kes jî hatine şehîdkirin.

Di van êrişên terorane de hin berpirsiyarên bilind yên PDK-ê û YNK-ê hatine şehîdkirin. Li gor serkaniyên herdu partiyan di nav şehîdan de cihgirê serokwezîrê Kurdistanê û sekreterê Nivîsgeha rêzanî ya PDK-ê rêzdar Samî Ebdulrehman û serokê kabîneya wezîran Şewket Şêx Yezdîn, Seed Ebdullah, Mehdî Xoşnaw, Ekrem Mentiq, serokwezîrê berê Ednan Muftî û Şaxewan Ebas di nav şehîdan de ne.

Hate naskirin ku ev êrîşa reşekuj û teror ji aliyê du kesan de hatiye kirin, ku yek ji wan jin e yê din jî bi cilên îmamekî xwe becawîş kiri bû. Weke tête zanî baregehên PDK-ê û YNK-ê bi boneya Cejna Qurbanê deriyê xwe ji xelkê Kurdistanê re vekiri bûn û pêşwaziya wan dikirin. Vêca herdu kujer jî, bi bombeyên li xwe pêçandî, derbasî baregehan bû bûn û xwe dabûn teqandin.

Wezîrê Iraqê yê Derve rêzdar Hoşiyar Zîbarî ragihand ku rêxistinên el-Qaida û Ensar el-Islam li pişt van kirinên teroristiyane ne.

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]