Serokkomarê Gurcistanê basa Kurdan dike


Dr. Zorab Aloian

efrin.net 27.01.04

Roja Yekşembê, 25.01.2004, Mîxayîl Saakaşvîlî bi awêrdeke fermî li paytextê Gurcistanê bajarê Tibîlîsî (li gor devoka Kurdên wêderê, Tilbîs) bû Serokkomar. Bi dehan hezaran temaşevan li ber Parlamenta Gurcistanê civiyabûn û digel wan mêvanên payebilind mîna wezîrên karên derva yê Amerîkayê (Colin Powell) û Rûsyiayê (Îgor Îvanov) jî li wir amade bûn. Mîxayîl Saakaşvîlî, yê ku li Ewropayê ciwantirîn serokkomar e û bi xwe li Amerîkayê xwendina dadmendiyê qedandiye, sond xwar û piştre axavtinek li ser rewşa dewleta xwe pêşkêş kir. Serokkomarê teze got, ku Gurcistan niştimanê hemû Gurcan e, yên ku li welêt yan li derveyî welêt dijîn, û herweha dewleta hemû kêmneteweyan e, mina Rûs, Ûkranî, Ermenî, Azerî, Yûnan û Kurd. Belê eger, Mîxayîl Saakaşvîlî bi fermî nave Kurdên Gurcistanê, hejmara kîjanan 40 000 e, anî zimên, bi mîliyonan Kurdên, ku li ser xaka xwe dijîn, di bûyerên fermî de nayêne bîra birêvebirên Tirkiyê yan Sûriyê.

Hêjayî gotinê ye, ku mafên hindikahiyan li Gurcistanê ji bo Kurdan jî hene wek saziyên çandî û dînî (piraniya Kurdên wir Êzdî ne), şano, kovar, bernameyeke radiyoyê û kûrsên zimanê kurdî di hinde dibistanan de.

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]