Dîsan gefûgurên vala

efrin.net, 17.01.2004

Mirovê didoyê yê ordiya Tirkiyê Ilker Başbug duh li ser rewşa Başûrê Kurdistanê û Iraqê ji medyaya Tirkiyê re peyivî û got heger federalîzmeke etnîkî li Iraqê bête avakirin, dê xwîn biherike û encamên wê dê pir xirab bin.
Ji wan gotinên Ilker Başbug bihna gefûguran hildikele. Ew rasterast gefan li Kurdan dixwe û ji bîra dike ku Kurdan, û di serî de jî kek Mesûd Barzanî, li ser ton gefûgurên weha çi bersiv da bû.

Ilkes Başbug di heqê rewşa siyasî ya Iraqê de weha axivî:

– Eger li Iraqê pergaleke federal çê bibe, nemaze eger ew li ser prensîbên etnîkî be, hingê em mecbûr in bibêjin ku paşeroja Iraqê dê pir zehmet û bixwîn be. Pergala federal li gor mercên nuha yên Iraqê ne çareyeke îdeal e. Eger gelê Iraqê biryarê li ser avahiyeke federal bide, divêt ew avahiya federal ji avahiyeke etnîkî zêdetir bi avahiyeka cografî ve bête girêdan.


Lê wî diyar ne kir ka mebesta wî ji federalîzma cografî jî çi ye. Ji xwe Kurd jî federalîzmeke cografî, ku mafê grupên etnîk jî tê de parastî be, dixwazin. Lê ji ber ku ev daxweza Kurdan e, Tirkiye wê wekî federalîzmeke etnîkî bi nav dike û li dij derdikeve.

Ji helwêsta Tirkiyeyê wisa têt fêm kirin, herçend mafê tirkmen û grupên dî li Kurdistana federal de parastî jî bin, Tirkiye naxwaze kurd dewleteka federal ava bikin. Di vî warî de jî Tirkiyê di vê dema dawiyê de ligel Sûriyê û Îranê, ji bo yekirina va ton ra û helwestên dijminane, civîn û hevdîtin pêk anîn. Kurd jî ji bo parastin û xwedîderketina li vîn û daxweza gelê Kurdistanê, ango li federaliyeta erdnîgarî-siyasî, tu caran bi qasî îro roj ne bûne yekhelwest. Vêca ka paşeroj çi dibêje?!

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]