Berhem Salih: Kerkûk bajarekî Kurdistanê ye

efrin.net, 16.01.2004

ANQERE (KK) — Duh serokwezîrê Kurdistanê (Silêmanî) rêzdar Berhem Salih hat Tirkiyê da digel berpirsên dewleta Tirkiyê danûstandinan li ser rewşa nû ya Kurdistanê û Iraqê bike.
Dema ku rêzdar Berhem Salih li balafirxaneya Esenbogayê daket li ser pirsa rojnamevanan, yên ku ew bi pirsan pêşwazîkirin, got ku ew li vê derê ye da ku danûstandinê li ser pêşketinên li "herêma Kurdistanê" bike. Di heman demê de rêzdar Berhem Salihî got ew tê nagihe bê çîma Tirkiye ewqas gengêşîyê li ser nasnameya Kerkûkê dike, ji ber "Kerkûk Kurdistan e û hertim ji aliyê erdnîgarî û dîrokî ve jî wekî bajarekî Kurdistanê bû".

Weha diyar e ku rêzdar Berhem Salih dê bi zimanekê vekirî kurdistaniyeta Kerkûkê û Kurdistanê bi xwe jî digel berpirsên dewleta Tirkiyê baxive û ji wan bixwaze ku ew xwe êdî fêrî realîteya Kurdistanê bikin.

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]