Radyoya Tahranê dema weşana xwe ya bi kurdî kurtir kir
efrin.net, 16.01.2004
STENBOL (DÎHA) – Radyoya Tehranê, ya ku ev 57 sal e bi kurdî jî
weşanê dike, mixabin bernameya xwe ya kurdî ji 7 katjimêran daxist 4
katjimêran.
Radyoya Tehranê hem bi kurmancî hem bisoranî weşanê dike û di bernameya
xwe de cih dide nûçe û bernameyên civakî, çandî û hunerî.
Li gor vê guhartinê dê di 21-ê Çele 2004-an pê ve dema weşana radyoyê ya
bi kurdî bi vî rengî be:
Li gor dema Tehranê dê weşana serê sibê ji 7-an heya 8-an li ser pêla
kurt 13720 KHz beranberê 22 metroyan û pêla navîn 639 û 1161 KHz be.
Weşana êvarê jî dê ji 17.00-an heya 20.00-an li ser pêla kurt 13790 KHz
beranberê 22 metroyan û 9485 KHz û beranberê 31 metroyan be.
Li gorî agahiyan kêmkirina dema weşanê bûye sedema nerazîbûna Kurdan.
Radyoya Tehranê ligel Kurdên Rojhilatê Kurdistanê, ji hêla Kurdên Bakur
û başûrê Kurdistanê jî tê guhdarîkirin.
|