Kongreya dudoyê ya Hevbendiya Demokrat a Sûrî


efrin.net, 15.01.2004

Piştî kongira xwe ya yekem, ya di 15. û 16. Çiriya Paşîn de li Waşîngtonê li dar xisti bû, Hevbendiya Demokrat a Sûrî (SDC) kongireyeke din îcar di rojên 17., 18. û 19. meha Çile de li Belcîkayê li dar dixe.
Di vê kongirê de, li gor agahiyên ku ji efrin.net-ê re hatine, wê hinek siyasetvanên sûrî yên jêhatî tev li xebata (SDC) bibin; yek ji wan hêja Nîzar Neyûf e, yê ku berê li ba Kurdan navdar e.

Weke tête zanîn, ev hevbendiya erebî - kurdî, ya ku tê da nûnerên komikên din ên nijadî û olî jî cî digirin, bi xebata van partiyan hatiye avakirin:
– Partiya Nûkirin û Demokratiyê bo Sûriye
– Partiya Demokrat ya Kurdistan – Sûriye (PDK-S)
– Partiya Rêformê ya Sûrî

Ji bo ferehkirina çarçewa SDC-ê komîta amadekar gelek vexwendin ji partî, rêxistin û kesayetiyên sûrî yên curbecur re şandine.

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]