Girtiyên kurd îro li Dadgeha Ewlekariya Dewletê hatin “dadgehkirin”
efrin.net, 11.01.2004
Bi tawana endametiya
partiyeke îlegal û perçekirina beşekî ji Sûriyê bona girêdana wî bi
dewleteke biyan re îro li Şamê dest bi “dadgehkirina” heşt girtiyên
kurd, yên ku roja 25.06.03-an li Şamê di xwepêşandana zarokên kurd de
hati bûn girtin, bû.
Li gor agahiyên ku ji efrin.net-ê re hatine bêtirî 10 parêzvanan
(advokatan) di dadgehê de beşdar bû bûn. Li gel ku bêtirî 127 parêzeran
xwe ji bo bervedêriya girtiyan amade kiri bûn, lê xuya ye ku rêjîma sûrî
ta ne pejirandiye ku ew hemû beşdar bibin.
Li gor heman jêderê hemû girtiyan di dadgehê de dan xuyakirin ku ew ne
endamên tu partiyan in. Herweha girtiyan ew yeka dan çespandin, ku ew di
dema vepirsîna bi wan re toşî lêdan û hingavtineke dijwar bû bûn, û hemû
“lixwenandinên” di bin zor, lêdan û gefûguran de ji wan hatine standin û
bêyî viyana wan dewsa tiliyên wan dane ser.
Hêjayî gotinê ye ku du girtî ji wan di avahiya dadgehê de jî toşî lêdan
û lêxistinê bû bûn.
Ji aliyekî din ve bêtirî 300 mirovî li pêş avahiya dadgehê kom bû bûn,
da ku piştgiriya xwe ji girtiyan re bidin xuyanîkirin.
Piştî ku dadgehê guh li gotinên wan kir, dadgehkirin ji bo roja
22.02.2004-an biu şûn de xist.
Heşt girtiyên kurd ên ku di xwepêşandana zarokên kurd de hatine girtin
ev in:
– Mesûd Hamêd
– Amêr Mihemed
– Hozan Îbrahîm
– Husên Remedan
– Mihemed Mistefa
– Mihemed Şerîf Ferman
– Salar Salêh
– Xalêd Mihemed Elî
|