
Televizyoneke kurdî di înternêtê de
efrin.net, 08.01.2004
Televizyoneke kurdî, ku navê wê KNN TV e, li ser pelên înternêtê
dest bi weşana xwe kir. Ev televisyona înternêtî ji Holendayê weşana xwe
dike. KNN TV di malpera xwe de nivîsandiye ku ew telvizioneke taybet û
serbixwe ye û dixwaze bala raya giştî berve rewşa miletê kurd li
Kurdistanê bi giştî û li Başûr-rojavayê Kurdistanê bi taybetî bikşîne.
Herweha wê daye poêş xwe ku di navbera Kurdên li hundir û derveyî
Kurdistanê bibe alaveke girêdanê.
Li gor agahiyên ku ji berpirsiyarên KNN TV de gihane efrin.net-ê,
armanca vê weşana înternêtî ew e ku ji Kurdên Başûr-rojavayê Kurdistanê
re bibe pencereyeke siyasî û çandî. Wê herweha piştgirya Tevgera
Azadîxwaz a Kurd li Başûr-rojavayê Kurdistanê û parastina ziman, çand,
kultur û folklora kurdî daye pêş xwe û ji xwe re weke armanc destnîşan
kirî.
Hêvî ew e ku KNN TV di kar û armancên xwe de hertim serkeftî be.
Tu dikarî li vir li
KNN TV bimeyzînî >>>
|