Partî û Yekîtî di çarenivîsa Kurdistanê de hevhelwest in


– Projeya Perlemana Kurdistanê Bingeh e
– Bo her biryareke çarenivîssaz dizîvirin bo Perlemanê û raya cemawerê Kurdistanê
– Yekirina herdu îdareyên Kurdistanê jî gelek ne maye

efrin.net, 07.01.2004

DUKAN – Bi mebesta dan û standina di derbara pêşhatin û rûdawên nû li Kurdistan û Îraqê duh (06.01.2004) kek Mesûd Barzanî û mam Celal Talebanî bi beşdarbûna şandên serkirdayetiyên herdu aliyan, Partiya Demokrat ya Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, li havînegeha Dokan civiyan.

Di vê civênê li ser pşeroja Kurdistanê û Îraqê, li ser federalîsmê û rewşa bajarê Kerkûkê, herweha li ser yekirina herdu îdareyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û li ser gelek pirsgirêkên dî hate axaftin û gengeşe kirin.
Li dawiya vê civîna girîng kek Mesûd Barzanî û mam Celal Talebanî di daxuyaniyên xwe de, yên bo rojnamevanan hatine dayîn, xalên giring yên vê civînê ragihandin.

Kek Mesûd Barzanî go: “Delîveke gelek baş bû, ku em seredana birayê birêz mam Celal û birayên serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bikin, da ku basê bar û doxên niha bikin û helwestên xwe bikin yek. Spas ji bo Xweda ku helwestên me yek in û em bi hev hatin û li ser hemî xalan, yên ku me gengeşe kirine, giheştin encamên gelek baş, çi derbarî mesela destûra ayinde ya Îraqê, çi federaliyê û çi gir û giriftên barê navxwe. Biryar ew e ku em di van sê çar rojên dahatî de zincîreke civînan bikin, her li navxweyqa me û her partiyên dî yên Îraqê, ji bo ku em bigehin encamekê…”

Mam Celal jî di daxuyaniya xwe de li ser yekhelwestî û yekboçunên herdu layan sebaretî tewerên serekî yên civinê, weke destûrê Îraqê û federaliya Herêma Kurdistanê, rawestî.
Mam Celal Got: “Em herdu alî bi projeya federalîsma neteweyî û erdnîgarî, ya ku Perlemana Kurdistanê biryar li ser daye, pêgir in.”

Her di vî warî de kek Mesûd Barzanî got: “Ji bo her karekî ku peywendî bi çarenivîsa Kurdan hebe emê bizîvirn bo Perlemana Kurdistanê û bo raya cemawerê Kurdistanê.”
Sebaretî yekirina herdu îdareyên Hikûmeta Kurdistanê mam Celal ragihand ku “gelê kurd dê di demeke pir nêzîk de nûçeyine baş di vî warî de bibîse”.

Bi vê helwesta xwe ya wekhev û yekgirtî PDK û YNK dê bi hev re li wê yekê bixebitin, ku federalîzma ew dixwazin bi Ereban bidin pejirandin û bi wan bidin fêm kirin ku ev mafekî Kurdan e, ku divêt Ereb jê re rêzê bigirin.

Piştî vê civînê, helbet, kurd dê bi helwest û hêzeke xurtir li daxwaza xwe ya federalîzma netewî, siyasî û erdnîgarî xwedî derkevin û wê bidin pêş û dê, bê guman, bikari bin pirtir di meydana siyasetê de bibin xudangotin.

Ji aliyekî din ve îro wezîrê karûbarê derve yê Emerîkayê jî tevlî gengeşeya daxwaza Kurdan ya federalîzmê bû û got: ku aşkera ye ku kurd dixwazin nasnameya xwe ya dîrokî bi erdnîgariyê ve girê bidin. Colin Powellî berdewam kir û got ku divêt ew di çarçeweya Îraqê de be û îraqî bi xwe biryarê bidin ka awayê têkiliya wan bi hev re çawa be.
Ajansa nûçeyan ya emerîkî AP-ê vê gotina Colin Powellî wekî piştgiriya wî ji bo daxwaza Kurdan ya federalîzmê rave dike û dibêje ku desthilata emerîkî û brîtanî soz dane Kurdan ku ew Başûrê Kurdistanê îdare bikin.

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]