Kurd li ser vê yekê sûr in:
Federaliyeta netewî, siyasî û erdnîgarî
Dr. Kamiran Bêkes
efrin.net, 06.01.2004
Êdî
baş diyar dibe ku endamên ereb yên Encûmena destlata Îraqê û endamên
kurd ji bo paşeroja Kurdistanê û Îraqê wekî ne hemraman û –awaz in.
Piraniya Ereban li dijî federalîzma neteweyî ne, ya ku kurd dixwazin.
Belê êdî ew yeka berz û beloq bûye, ku Encûmena Destlata Îraqê di pirs
federalîzmê û paşeroja Îraqê de bûye du beş: beşek federaliyeta netewî û
siyasî dixwaze (Kurd), beşek jî federaliyeta wilayetan ji dêvla wê (û
belkî ji bo têkbirina wê) pêşkêş dikin.
Di heyameke weha nazik de Partiya Demokrat ya Kurdistanê dîsan sûrbûna
xwe li ser avakirina federaliyeteke netewî di navbera Kurd û Ereban de
li Îraqê da xuyanîkirin. Lê federaliyeta wilayetan dikare di navbera
wilayetên din de, ji bo bicihkirina reveberiyeke ne navendane.
Partiya Demokrat ya Kurdistanê di daxuyaniyeke xwe de, ku îro piştî
civîna komîta wê ya navendî hatiye belavkirin, aşkere dike ku
federaliyeta wilayetan, herçend ewê ji beşên din yên Îraqê re sûdmend be
jî, lê ew nikare bersiva daxwaza gelê kurd bide, ya ku divê li ser
bingeha yekîtiya arezûmendane di navbera Herêma Kurdistan, weke
yekîneyeke erdnîgarî, netewî û siyasî ji aliyekî ve, û herêm yan herêmên
din yên Îraqê ji aliyekî din ve.
Herweha daxuyanî dide xuyakirin ku “mera dikare federaliyeta wilayetan
di çarçewa her herêmeke federal de bi ich bike”. Herweha PDK di
daxuyaniya xwe de giringiya wê yekê dide xuyakirin, ku divê yasaya
rêvebirina dewletê ya nuh durv û awayê federaliyetê, ya ku nûnerên kurd
di Encûmena Destlatê de pêşkêş kiri bûn, bide xuyakirin, da ku ev yeka
jî bibe bingeheke girîng ji bingehên destûra Îraqê ya bê.
Hêjayî gotinê ye ku serokê Partiya Demokrat ya Kurdistanê kek Mesûd
Barzanî di hemû axaftin û helwestên xwe de bi xurtî li dijî federalîzma
li ser bingehê wilayetan (muhafeze) derdikeve û dibêje ku kurd
federalîzmeke erdnîgarî, siyasî û neteweyî dixwazin. Di vê çarçewê de, û
ji bo yekirina helwesta hêzên kurd di vî warî de berî çend rojan
sekreterê giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê mam Celal Talebanî û
dr. Birhem Salêh li Selahedînê û li Hewlêrê ligel kek Mesûd Barzanî û
rêzdar Samî Ebdilrehman kom bûn û danûstandin li ser awayê federalîzmê û
kêşa Kerkûkê kirin.
Li aliyekî din endamê Encûmena Destlata Îraqê dr. Mehmûd Osaman duh di
hevpeyvînekê de bo malpera Kerkûk Kurdistan e (www.kerkuk-kurdistan.com)
diyar kir ku piraniya Ereban ne bi federalîzma Kurdan re ne.
Serokê Encûmena Destlata Îraqê yê nuha rêzdar Ednan Paçacî jî dibêje ku
divê Kurd bêhna xwe fireh bikin û bila doza awayê federalîzmê bimîne bo
dema nivîsandina yasaya bingehîn ya nû, ku dê sala 2005-ê amade bibe.
Gelo ewên ku nuha federalîzma netewî û siyasî ji Kurdan re napejirînin
dê çawa û çima piştî salekê bipejirînin?!
Kurd ji aliyê xwe ve dibêjin ku divê awayê federalîzmê heta Sibatê bête
destnîşan kirin û di versiyona bingehîn ya yasaya bingehîn de behsa wê
bêt kirin. Doi vî warî de xuya ye Kurd ne tenê sûr in, çunkî – li gor
malpera Kerkuk Kurdistan e – endamê Encûmena Destlata Îraqê rêzdar
Mehmûd Osman bi aşkereyî gotî:
– Me wekî kurd pêşniyarek daye Konseya Hikûmeta Iraqê û heger heta du
mehan konseya hikûmetê pêşniyara me qebûl neke dibe ku em kurd li hev
kom bibin û biryar bidin ku xwe ji Konseya Hikûmeta Iraqê vekişînin.
|