Beshar el-Esed:
Em li dijî avakirina dewleteke kurdî li Îraqê ne
efrin.net, 05.01.2004
ANQERE – Di hevpeyvîna xwe ya ligel CNN-Turk de serokomarê Sûriyê, ku
hîne li ser bêparhêştina du milyon kurdên
Başûr-rojavayê Kurdistanê ji hemû mafên wan ên neteweyî û mirovane berdewam
e, îro ragihand û got ku dewleta wî li dijî avakirina dewleteke kurdî li
Îraqê ye. Herweha, dîsan gotin ya el-Esed e, avakirina wê dewletê dê ji
aliyê Sûriyê de weke derbaskirin û binpêkirina “xêzên sor” bête nirxandin.
Li ser pirsa ku ma gelo Sûriyê jî, weke Turkiyê, ji hêvî û daxwazên Kurdan
ên sebaretî ferehkirina xwedmixtariya xwe û rêketina berve “avakirina dewletekê”
bi endîşe ye, wî bersiv da û got: “Helbet”. Herweha wî berdewam kir û got
ku “jihevketina Îraqê dê akamekê li ser hemû dewletên cîran bihêle û dê
aramiza herêmê jî têk bibe”. El-Esed hîn berdewam kir û got: “Paşeroja Îraqê
ligel paşeroja me hemû têkildar e. Lewre jî divê têkçûna wê ne tenê ji Sûriyê
û Tirkiyê re, belê ji hemû dewletên herêmê re, xêyeke sor be.”
Hêjayê gotinê ye ku Beshar el-Esed dê sibeda (Sêşem, 06.01.2004) li pênawî
çespandina nêzîkahiyê di navbera herdu “birayên dijmin” de serî li Tirkiyê
bide.
Pirsek xwe bi hêz têvedide meydanê: Gelo kî aramiya herêmê têk dibe, û kî
dixwaza aştî, biratî û wekheviyê li herêmê bi cih bike? Bersiv bila dîsa
ya Beşar el-Esed û desthilata wî ya şoven û nijadperest be.
|