Pêwendiyên kurdî –erebî di dîrokê de
bi gelemperî
( 5)
Dr.Ebdilmecît
Şêxo
efrin.net 20.08.2006
Piştî ku me pir bi kurtî rolên kesayetiyên Kurd û hin helwestên
siyasetmaedaran di avakirina pêwendiyên kurdî –erebî de di ber çavan re
derbaz kir, nîha jî, em dixwazin helwestên siyasetmedar û rewşenbîrên
Ereb li hember gelê Kurd û bizava gelê Kurdistanê bi gîştî bidin xûya
kirin.lê em baştir dibînin ku em vê rêza qaling li ser çend xalên sereke
parve bikin .!-Helwestên regezperestî û neyartî.2-Helwestên
erneyinî(erênî û nayînî ).3-Helwestên erênî û dêmokratî.4-Helwestên bê
dengî.Di vê xelekê de, emê tenê li ser xala yekem rawestin.
Yek ji kesayetiyên netewa erebî, yê ku berhemên xwe li ser hişên
milyanên Ereb karîgerî bi neyinî kirine, Satih el-Huserî ye.Ew
ramangîreke Ereb netewperest, şovînîst e, û ji Sûriyê ye, û ew di navîna
sedsala 20 ê da dijiya. Ewî pir caran nivîsiye, ku welatê Ereban ji
çiyayê Zagros (Kurdistana Turkiyê ) dest pê dike û li nik deryayê dawî
dibe, ango Bandura ramanên wî di salên 1921-1940 î li ser çanda erebî li
Îraqê pir bilind bû, ew li Îraqê rêvebirê giştî ya gerîneya perwerde û
xwendinê bû.S.El-Huserî gelek berxwe daye, ku her tiştên li ser Kurdan
di pirtûkên xwendegehan de rake. Di van peyvên jorîn de baş diyar dibe,
ku S. el Huserî her du beşên Kurdistanê di welatê erebî de diçarçewîne,
ango di raman û hizra wî de Kurdên Kurdistana Îraqê û Kurdên Kurdistana
Sûriyê tunen in. Ev mirovê nijadperst bi Naziyeta xwe li Îraqê hati bû
naskirin, lewra jî, ew ji wir hate qewtandin. lê ewî bi berhemên xwe zor
têkariyên ne mirovane û ne bajarvanî di mêjoyên piraniya gelê Ereb de
kiri bû.nirîn û helwestên wî yên ne hişmendî û pir şovênî di bernamên
gelek partiyên erebî de deng vedan, ta roja îro ewanan bi vê nexwaşiya
nijadperestiyê dinalin û li dijî avakirina pêwendiyên kurdî –erebî li
ser bingeha netewperestiya ne mirovane radiwestn .
Dîsan di navîna yekem, sedsala 20 ê de siyasetmedarekî din Ereb, Mîşêl
Efleq di gorepana raman û siyaseta erebperestî de berz dibe, ew
damezrêner û ramangîrê partiya "Bes" bû, ewî û çend hevalên xwe wek Zekî
el-Ersouzî û Selah Bîtar di 7.04.1947 an de partiya"Bes" damezrandin,
evanan her sê jî ji Sûriyê ne .M.Efleq weha nivîsiye:"Kurd jî Ereb in,
ewana wek Erebên musliman in, di navbera wan de cidabûn tune ye…..û hîn
dibêje:"Kurd ji koka xwe de Ereb in, lê koledaran weha li wan kiriye, ku
ewanan zimanê xwe yê erbî jibîr bikin.û hin kêmnetewên din li welatê
Ereban dijîn, eger ewanan li wir astengiyan çê kin, mirov dikane wan
kêmnetewan ji wir penaber bike." Ewî jî nexwestiya du beşên
Kurdistanê(Kurdistana Başûr û Kurdistana Rojava )nas bike, û bi zanebûn
herdu çavên xwe li ser hevpeymana Sayiks –Pîko ya ku di sala 1916 an de
pêk hatiye, damrandine.Di sala 1957 an de kongira tevgerên niştimanî yên
dewletên "Deriya spî û ya navîn " di sîbera parola"Rizgariya niştimanî û
têkoşîn de li dijî koledar" li Esîna hate girêdan.Dr.Ebdilbasêt Seyda li
ser zimanê Rewşen Bedir xan dinivîse :"Serokê civatê yê ku bi regeza xwe
Êngilîz bû, Rewşen Bedir Xan pêşkêş kir, ku ewa weke nûnera Kurdan peyva
xwe bixûne, lê M.Efleq nûnerê partiya "Bes" radibe û ji beşdaran re
dibêje:"gelê Kurd tune ye, û welatek navê xwe Kurdistan jî tune ye."lê
serokê wê civatê bersiva wî weha daye;"Kurdistan heye, lê me Êngilîzan
ewa parve kiriye." Va ye me dît çawa M.el-Efleq gelê Kurd wek neteweke
serbixwe nepejrandiye û rûya dîroka Rojhilata Navîn bi gelemperî û ya
gelê Ereb bi taybetî bi ramana xwe ya nazî reş kiriye.
Di salên 60 î de kevneperestekî din Ereb li Sûriyê bi helwestên xwe li
dijî kurdistanê navdar dibe, ew jî Muhemed Teleb Hîlal e, ew di destpêkê
de li Parêzgeha el.Hesekê efserekî biçûk bû, li vir ew rewşa Kurdan ji
nîzîk ve rind nas dike, ew dibîne ku partî dêmokratî Kurdistanî li
Sûriyê bi seroketiya Osman Sebrî di sala1957 an de hatiyê avakirin, gelê
Kurd li Rojavayê Kurdistanê jî dixwaze ji bo azadiya xwe bixebite, li
aliyê din, li Kurdistana Başur di sala 1961 ê şoreş bi seroketiya
M.M.Berzanî dest pê kiri bû, hestên netewî li nik gelê Kurd û wireyên
têkoşînê li nik gelê Kurd li vî beşî jî bilind tir dibûn.Ji ber van
sedemên balkêş M.T.Hîlal pirtûkekê bi navê "Xwendinek li ser parêzgeha
el –Cezîre "(ji aliyên netewî, civakî siyasî ve, el-Heseke ) çap dike.Di
vê pirtûkê de M.t.Hîlal 12 pêşniyaran li dijî gelê Kurdistana Rojava ji
destlata Sûriyê re pêşkêş dike. Ev hemu xalan, ji bo pişaftin û
daqirtina gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê bû, wek nimûne, hejmara awerte
di 5.10.1962 an de û di pişt re, pêkanîna kembera erebî li herêma kurdî
li Cezîrê, ji berhemên wan pêşniyarên şovînîst bûn.
Hukumeta Sûriyê ya kevneperest, ji bo vê pirtûka ne zanistî û cehirkirî
M.T.Hîlal xelat dike û paşê ew ta sala 1970 î dibe şalyar.Di encamên
pêkanîna van herdu pirojeyên ne mirovane de, bi sed hezaran ji gelê Kurd
bê nasname û bê zevî mane, Kurd penaberî bajarên erebî li Sûriyê û awere
dervayê Sûriyê bûne .
Herweha kesayetiyek din ji Sûriyê bi navê Munzêr el-Musilî bi helwestên
xwe yên dijber li dijî gelê Kurdistanê bi zelalî ji aliyê Kurdan de
hatiye naskirin.M.el-Musilî jî weke M.T.Hîlal wek efserek dezgeya
parastinê li "Çiyayê Kurmênc" û di bin destladariya partiya "Bes" de li
dijî tevgera kurdî xebitiye.Piştî ku ew ji "Çiyayê Kurmênc" bar dike û
li bajarên Ereban li Sûriyê cîwar dibe, vê carê ew dixwaze xwe li wir
wek pisporekî di dîroka siyasî ya tevgera azadîxwaza Kurd de bide
xûyakirin û ew du pirtûkên mezin li ser kêşa gelê Kurd û partiyên
siyasî"Ereb û Kurd li gor nirîneke erebî " (1986),"Jiyana siyasî û
partiyetî li Kurdistanê "1991"diweşîne .
M..el-Musilî bi şêwazeke siyasî, dîplomasî û plankirî dixwaze xizmeta
netewa erebî û xwendegeha şovînîstiyê bike, li aliyekî ew hebûna
erdnîgariya du beşên Kurdistanê," Kurdistana Bakur û Kurdistana
Rojhilat"dipejrîne, û du beşên din ji Kurdistanê di erebperestiya xwe de
dipişivîne û asîlîme dike, hejmara Kurdan jî li wan herdu beşên mezin de
pir kêm dike lê helwestên xwe di dermafê bizava herdu beşan de bi erênî
derdibire.Mebesta wî ew e, ku bala raya giştî li welatên Ereban û li
cîhanê bi ser Kurdistana Bakur û Kurdistana Rojhilat de bikşîne, û ta ku
ewanan herdu beşên din "Kurdistana Başur û Kurdistana Rojava " jibîr
bikin.Ewî di derbarê Kurdên Sûriyê de weha nivîsiye: " Kurd ji derve
hatine Sûriyê, erdê Kurdan ya dîrokî li Sûriyê tune ye, ewanan ji ber
lêxistin û kûştinê ji rêjîma toranî li Turkiyê û rêjîmên Îraqê hatine
Sûriyê " , ew jî wek mamostên xwe Zekî el-Erzesozî û Mîşêl Efleq
nivîsiye:"Kî bi erebî bipeyve, kî li welatê Ereban bijî, kî xwe bi ser
netewa erebî ve bijmêre, ew Ereb e."Bê guman mebesta wî li vir ew e; ku
Kurd li welatê Ereban dijîn, û bi zimanê erebî dipeyivin, û xwe bi ser
Ereban ve dijmêrin. M.el-Musilî bi zanebûn û bi niyazên pir kevneperst û
regezperest dîrok û erdnîgariya Kurdistanê li Îraqê û li Sûriyê berevajî
rastiyê dide diyarkirin.ji ber ku, ew baş zane û weke me li jor jî aniye
zimên, ku ew di nav Kurdan de jiyaye, û ew zor rind zane; ku Kurd li
Sûriyê ne penaber in, ew bi kurdî dipeyivin, ewnan li ser xwe nabêjin em
Ereb in, em ji netewa Ereban in, berevajiya vê buhtaniya dîrokî, ewanan
xwe weke miletekî serbixwe, xawên erd û dîrokek dêrînî li vî beşî
Kurdistana Rojava nas dikin.Herweha jî ew baş dizane, ku gelê Kurd li
Kurdistana Îraqê bi dehên raperîn û şoreş li pênavî azadiya xwe kirine,
û deslata partiya"Bes" li Îraqê neçar bûye, ku di 11 avdara, sala 1970 î
de hevpeymana aştiyê bi serkirdayetiya şoreşa Kurdistanê re mor bike.lê
dîsan M..el-Musilî berxwe dide,ku rastiyên dîrokî di bin şovînîstî û
erebperstiya xwe û hevalên xwe de binûxmîne. Em li vir dikanin di
derbara nirînên wî de bêjin;ku rewşa Kurdistana Îraqê ji sala 1992 an de
ji dewletên Ereban û ji hemu cîhanê re berçv e,Kurdistana başur azad
e,xawên du encumen (perleman,şalyarî )û serokên serbixwe ne û ala
Kurdistanê jî bi awayekî fermî li her deverê hatiye hildan û li dawiyê
hemu derewên vî nivîskarî hatin eşkerekirin.Em di vê baweriyê de ne,
gelê Kurd li her sê beşên din nîzîk an dur, dê mafê çarenûsî bi destxîne
û vêbextiyên dîrokî û ramyarî carek din ji cîhanê re zelal bibin.
Dîrokzan Dr.Ehmed Dawid pirtûka xwe(Dîroka dêrînî ya Sûriyê-Navbend-)di
sala1994 an de li Sûriyê weşandiye Ewî di vir de nivîsiye:"Ereb navbenda
cîhanê ye, Kurd û gelên din li vê herêmê û li cîhanê şax in, û ev
şaxanan bi kokên xwe hemu Ereb in." Ew dîsan li cîhekî din nivîsiye
:"Kurdên ku li ser xaka erebî dijîn, ji bilî hestên erebî li nik wan
nînin….û li ser cejina Newrozê jî weha dibêje; Kurd bi vê cejna surî ya
kevin pîroz dikin, çimkî ew bawer dikin, ku Newroz çejna netewî ya wan
e."
Di nirîna vî dîrokzanî de, şaristaniyên Yonaniyan, Romaniyan, Misriyan,
Hindiyan û hemu şaristanên cîhanê yên kevin, şaristaniyên erebî surî ne,
lê mixabin zanyarên dewletên Rojavayê van rastiyan vedişerin.Dîsan ew li
cihekî din dinivîse :"Zanyarên Rojava navê malbeta gelên Hindo-ewropî çê
kirine, û di rastiyê de hebûna zimanên arî, dereweke mêjoyî ye û ewa ji
afrandina koledaran e, tu kes ji bilî Erebên surî awere nebûne, ewanan
penaberî Rojhilatê bi aliyê Îranê, Hindê, Ewropa ,Emêrîka Başur bûne …û
ew hîn dibêje; Mirov ji çiyayê Surat ji Girava Erebî derketiye rûyê
cîhanê …dêmek Ereb mirovê hişmend yê yekemîn e, lewra jî ewanan mamostên
mirovperweriyê yên yekemîn in…"Va ye me dît çawa dîrokzanê Ereb ne tenê
dîroka Kurdan winda dike, ew bi ser de jî setemkariyê li dîrok û
şaristaniyên hemu miletên cîhanê dike, li nik wî hemu pisporên cîhanê
mêjozan, zimanzan, wêjevan, derewçîn in, û hemu bi koledarên welatên
Rojava ve girêdayî ne.Bi ya me be, destên dewleta Sûriyê jî di erêkirina
van nirînên dernexûn û gelek ne merovane û li dijî bajarvaniya gelên
cîhanê de hene û pir dirêj in. Çimkî Dr.E.Dawid endamê komîta
nivîsandina dîroka kevin ya Sûriyê ye, û eva komîta li Sûriyê bi awakî
fermî û di bin siya dewleta "Bes" de dixebite. Eger ne weha ba, pêwîst
bû rêdana derçûna pirtûkek weha bi pir şaşbûnên mezin li dijî
bajarvaniya cîhanê ji aliyê dewletê û dîrokzanên din de li Sûriyê ronî
nedîti bû ya.Di dîroka Ereban ya nûjen de bi dehan û dehan dîrokzan
siyasetmedar, rewşenbîrên riçperest wek Mehmud Dere, Ehmed Fewzî û.w.d(
Îraqê )û Dr.Suhêl Zekar, Elî Uqle Ursan û.w.d. (Sûriyê) bi helwestên xwe
li dijî Kurd û Kurdistanê û bizava rizgarîxweza gelê Kurd naskirîne .
Dumahîk heye
|