DIJBERITIYA DINAVA OL Û NETEWEN LI KURDÎSTANÊ DE, DERIYÊN GELEK DERGEHÊN
ME MORKIRINE
Kemal Tolan
efrin.net . 17.08.2005
Her çiqas min ilmê ekonomî(aborî)yê nexwandibe jî, ez dizanim
gelek sedemên pêşveneçuna aboriya me Kurdan hene. Dema ez li goriya vê
zanîna xwe li rewşa kronolojiya aboriya Kurdîstanê dirênim, ez gelekî
xemgîn dibim û dibînim ku piraniya maldar, sermayadar û karbidestên me
Kurdan jî timî ji ber zordariya dewletê û kevneperestiya di herêmê de
nikarîbune li goriya azadiya dilên xwe kar bikin. Tiştê min herî zêde
diêşîne, ew jî ku em Kurd bixwe bûne û hêjî dibine kevnika ser destên
kevneperestan û dewletê û me bixwe zirar daye-didine hev û netewa xwe.
Bi dîtina min, ji xwe gava hinek kes, dezgeh û saziyên “rizgarîxwazên”
Kurdîstanê jî bi rastî ji van sedemên ku dijberiya me zêdedikin baş fahm
bikirina û ew jî ji erkên xwe ye netewî re biaqilî xwedî derketina,
hingê û vêga jî ev dagerkirin, talanî û wêranbuna welatê me ewqas mezin
ne dibûn.
Keremkin birênen, ez niha bi xêra gotinên şadên dinava me de zindî ne
û nûçeyeke ku di rojnama Batmanê ye herêmî de hatiye weşandin, nimûna
buyerke ku hêjî aktuelle(dirojevê deye) bînime ber çavên we hêjayan.
Dema min di nûçeyên rojnama “Batman Çağdaş Gazetesi” de bihîst ku
“deriyê fabrîka herdû birayên Êzdî ji ber zordarî û kevneperestiya di
herêmê de heye tê morkirin-girtin” [1], ez gelekî pêêşiyam û ev buyer jî
ji min re bû derd. Ez rabûm çûme cem camêrekî(lê,ez naxwazim navê wî
eşkere bikim)[2]ku min dizanîbû ev meriv û gundiyê van herdû birayên
Êzdî ye. Min rojname jê re xwand û ewî ji min re got: ”Belê, rojnamevan
buyer rast nivîsandiye û eger tû jî binivîsînî ezê vê buyerê tevî ji
serîve ji te re bibêjim…..”[2]
Min gotê, de ka ji kerema xwe re tû jî vê buyerê ji me re bibêje!
Şade dest pêkir û got: “Belê, raste di wextekî de gelek mal û
milk(erd)ê van herdû birayên Êzdî di gundê Qorixê de hebû. Me merivên
wan jî hingê alîkarî dida hevûdinê û me gundiyan(hingê em çil malên
Êzdî, sê malên xaçparêz û çend malên musilmanan tevî şêxekî wanî bi
navûdeng di gundê Qorixê de dijiyan) jî bi xêra çandinya erd-debara wan
xwe xwedîdikir. Evan herdû bira Xelîl û Usiv di sala 1981 de Qoperetîfa
çêlekên şîr didên vekirin. Ji xwe di wî wextî de piraniya Kurdên di
herêma me de nizanîbun ka Qoperetîf çiye. Wexta qoperetif vekirin û 50
çêlek(mang)ên şîr didan anîn, çend ji me karkerên gundivên xwe jî ji
bona xwedîkirina mangan û hilanîn-danîna şîr di nava şuxlê qoperetîfê de
dane şuxlandin. Dûre ji bo karibin karûbarên qoperetîfê çêtir nasbikin û
şuxlê xwe hînjî bi zanistî birêve bivin, rabûn çar ji ciwanên me(ev
şexsan hêjî saxin û ez dikarim navên wan jî eşkere bikim.Lê..) gundiyan
şandine dibistana ji bo zanîna karê qoperetîfê. Gundiyan jî didîtin ku
ev nikaren hemû karkerên li gund(Qorixê) hene tevan di qoperetîfê de
bidine şuxulandin. Hinek ji gundiyên me yên betal ku ji ber zilm û zora
dînî nikaribûn ji gundê xwe derkevin jî çûn xwe avîtine ber bextên van
biran û gotine wan: “hukumet û alî we nasdikin, gava hûn bixazin hûn
dikarin me di ciyekî dinê de bidine şuxlandin”. Birastî jî, hukumeta
hingê gelekî kêfa xwe ji van herdû birayan re tianî. Bixêra wan dahin û
standinên wane baş, rabûn hingê 10 kesên gundiyên xwe ji bo kar şandine
derveyî welat. Belê, vane hinek ji van deh kesan vêga hêjî li Almaniya û
Feransa kardikin. Gelek merivên li derûdora Bişêrî yê û ne Êzdî jî
dizanin, van birayên Êzdî hingê çûne nava Tirkiyê ji herêma Çukurova çar
barên qamiyonan ji zeyt, margarînê û hwd.ê anîn bi nîvbuhayekî li gelê
herêma xwe belakirin(Bi Xwedê, vêga hêjî gelek kesan ew perên deynên xwe
ye hingê nedane van biran).
Ji xwe heta ku xwediyê fabrîqa şîr ya li bajarê Sêrtê nizanîbû ku ev
herdû biarayên xwediyê qoperetîfa gundê Qorixê Êzdîne, ewî şîrê ji
qoperetîfa wan dihat tev bi dilxweşî dikirî. Dema hinek kevneperest û
olperestên li derdora Bişêrî û Batmanê dîtin ku va rewşa van herdû
birayên Êzdî ji ya wan gelekî baştir dibe û yên bi wan re dişuxulên jî
gelekî pêşdikeve. Ew radibin diçine cem xwediyê fabrîqa şîr ya li bajarê
Sêrtê re dibêjin, “ev berhemên fabrîqa te, ji şîrê ku Êzdî tînîn didine
te çêdibin û hûn jî dizanin keda ji ber destên Êzdiyan dertê herame. Emê
ji gelê musilmanî li derûdora xwe re jî bêjin, bila kes hew berhemên
fabrîqa te bikire….” Ji ber vê gotegota xêrnexwazên Êzdiyatiyê, încar
xwediyê fabrîqa şîr ya li bajarê Sêrtê jî kirîna şîrê qoperetîfa gundê
Qorixê da rawestandin. Dûre me şîrê ji qoperetîfê derdiket dibir dida
hinek karbidestên(weke nanvan, pastecî û yên) ku di nava bajarê Batmanê
de berhemên xwarin û vexwarina ji şîr çêdikirin û difirotin. Paşê gava
ev kerbidest jî pê hesiyan ku em Êzdîne, ewan jî êdî hew şîrê me
kirîn.Heta hinekan ji wan jî gelek tiştên ne baş anîne serê me.…
Vêca, Xelîl û Usiv ji vê rewşa nebaş fahmkirin û rabûn ji mecbûrbî
çêlekên xwe yen qoperetîfê firotin. Dûre fikirîn û dizanîbûn ku di
herêma me de qet fabrîqên arvan tûne ne. Rabûn încar di sala 1987 de
dest bi vekirina fabrîqa arvan kirin. Dema karê fabrîqa arvan xelasbû û
fabrîqê dest bikarkir, hingê dîsa sed karkerên li gund û di herêma gundê
Qorixê de di karê nava fabrîqê de karkirin û ewan jî bixêra vî karê nava
fabrîqê de aboriya nava mala xwe gelekî serrerast kirin. Weha
qezenc-kara gelek cotkarên ku zadê xwe încar ne dibirine deverên dûr jî
zêde bû. Ji xwe hîna gelek cotkaran nizanîbûn ka wê di dawiya debara wan
de çiqas dexil-zadê didestên wan de bimîne, dihatin hêja hingê bi
sedhezaran qirêdî ji van herdû birayên Êzdî yên xwediyê fabrîqa arvan
distandin. Ji xwe gelek axa û cotkaran hêjî ev deynên qirêdiya hingê
standine ne dane wan. Di van salên dawî de hinek ji wan deyndarên xayîn
dizanîbûn ku tû kesê Êzdî zêde li deodora herdû bira nemane. Heta ji bo
ku hinek ji wan deynên qirêdiya standî nedin, rabûn încar fesadî, nakokî
û dijberî xistine nava gelê herêmê û gotin:” Em nanê ji arvanê li ber
destê Êzdiyan dertê naxwin, divê musilman genim(zad)ê xwe nedine Fabriqa
Êzdiyan, Nanê musilmanên di vê fabrîqa Êzdiyan de kar diken jî ne
helale, keda musilmanên ku di fabrîqa Êzdiyan de karbike herame, bila ev
herdû birayên Êzdî jî herin bigihîjine wan merivên xwe yên ku çûne di
nava gawiran de li dijî me û hukumeta me propaganda dikin……,……,..…,…. Û
hwd.”
Încar ji ber vê zilmê, gotegota van zordar û kevneperestan wan karkerên
musilman yên ku di nava fabrîqê de kardikirin jî dev ji karê fabrîqê
berdan. Weha herdû bira mecbûrdibun herin hinek karkeran ji herêm ne
dinê bînin. Ez baş dizanim ji xwe gelek deyindarên musilman jî deyinen
xwe înkarkirin û deynen herdû biran nedane wan. Wekî dinê jî min di wî
wextî de gelek caran bi çavên xwe didît, dema ku axa û musilmanên li
gundê derûdora Qorixê diman camî yek di gundê xwe de avadikirin û
pêwîstiya wan bi pera hebûn, dihatine cem Xelîl û Usivê Êzdî lave-lava
alîkariya madî li wan dikirin. Xelîl û Usiv jî hêja hingê bi deh hezaran
lîre alîkarî didane wan. Na, wexta ji axa, melle û hevalbendên wan re
pere pêwîstbûn, ewan hingê ne digotin, em perê alîkariya we Êzdiyan
naxine nava ya xêra musilmanan. Vêca, pişteka olperest û kevneperestan
her wextî ji dewletê jî heye. Ev îro baş dizanin ku pişteka Xelîl û
Usivê Êzdî ji kesî nemayehe. Ji xwe gelek kes jî dibîne û dizanen ku em
Êzdî jî ji ber vê zilm û zora di herêma me de reviyane hatine derveyî
welat. Wekî ku min didestpêkê de jî got, spas ji bo rojnamevanê “Batman
Çağdaş Gazetesi”, ewî jî rewşa wan e niha gelekî zelal daye xwanê……”[2]
Belê, bi dîtina min weke ku di vê buyera hêja dirojevê de ye jî xwanê
dibe û eşkere dibe, di warê aboriya me ye li Kurdîstanê de jî gelek
neheqî û valayiyen mezin çêbune û mixabin ev hêjî çêdibin. Ji xwe gelek
ji me jî dizanin ku xêrnexwazên gelê Kurd û hinek Kurdên xwe firoş jî
timî ji vê bêtifaqiya rizgarîxwaz, maldar, sermayadar, ol û netewen li
Kurdîstanê hene îstifade dikin.
Hêvîdarim ku rizgarîxwazin Kurdîstanê van cûdetiyên dinava ol û netewên
li Kurdîstanê de hene û hêjî çêdibin, baş nasbikin û ji virûpêve nehêlin
êdî dergehên tû kesê welatparêz bêne morkirin.
Çavkanî:
1. Temamiya vê nûçe di rojname û malpera
http://www.batmancagdas.com/news_details.asp?News=3400 û
http://www.batmancagdas.com/news_details.asp?News=3441 de ye
2. Şade, kesekî ji gundê Qorixê ye û ez wî baş nasdikim
Kemal Tolan
11.08.2006
|