“Dema rewşenbîr kevirekî jî ranakin”
Raporta Dr. Zorab Aloian li ser Konferansa Milanoyê,
16-18ê Hezîranê, sala 2006an
Dr. Zorab Aloian
efrin.net 15.08.2006
Ramangîrê îtalî yê navdar Niccolo Macchiavelli dinivîsî: “Dema
rewşenbîrên din nikarin kevirekî jî ji erdê rakin, nivîskar neçar
dimîne, peyva xwe bibêje”. Nivîskarên di hembêza PENa Navneteweyî de
îsal li bin perdeya Navenda PENa Îtalî û bi alîkariya UNESCO li bajarê
Milanoyê civînek derbas kirin. Ev berdewamiya Konferansa sala par li
Veneziyayê ya li ser babeta ‘terror û nivîsîn’ bû. Vê carê Navenda PENa
Kurd jî cihê xwe di Konferansê de girtibû.
Amadekarên Konferansê
Koma ‘Mafên Mirovan ji bo Nivîskaran’ ya Navenda PENa Îtalî barên
amadekarî û darayî hildabû ser milên xwe. Serokê PENa Navneteweyî birêz
Jiŕi Gruša [bi kurdî tê xwendin wek Irjî Grûşa], Seroka Komîteya
Nivîskarên di Zîndanan de sitiya Karin Clark ji Navenda PENa Almanî û
Endamê Komîteya Birêvebir ya PENa Navneteweyî û yek ji birêvebirên
Komîteya Nivîskarên di Zîndanan de birêz Eugene Schoulgin bi beşdarbûna
xwe giraniya Konferansa Milanoyê tekez kirin. Lê belê hemû karên
berbiçav bi serperêştiya Serokê Navenda PENa Îtalî birêz Lucio Lami,
Serokê beşa Îtalî ya ÛNESCO birêz Giuseppe Puglisi û bi taybetî
Sekreterê Giştî yê Navenda PENa Îtalî birêz Emanuele Bettini hatibûn
gerandin. Hêjayî gotinê ye, ku amadekarî li ser asteke bilind bû û
beşdarên Konferansê di warê teknîkî de hîç tengasî nekişandin.
Wergerandina bi sê zimanên fermî yên Konferansê – îtalî, înglîzî û
firansî – hema bibêjin bê kêmasî bû: Xuya bû, ku wergêr pisporên pêşeyê
xwe bûn. Ji ber vê yekê danûstandin hem di civînan de, hem jî di dema
bihnvedan û gerê de xweş û babetî bûn.
Cihê Konferansê
Li bajarê Milanoyê, dilê çand û aboriya Bakurê Îtaliyayê, gelek avahî ji
bo civînên giring deriyên xwe vekirîne. Konferansa mijara gotinê di
eywaneke Navenda Kongreyan ya bi navê ‘Palazzo delle Stelline’ de, di
nîvê bajêr de, derbas bû. Di heman ‘Palazzo delle Stelline’ de
nivîsîngehê Yekîtiya Ewropayê û rêxistinên din hene. Cihê gotinê ye, ku
di dema xwe de ev avahî malê Dêra Katolîk bû û li wir goşegîr dijiyan.
Lê niha ev ji bona kombûneweyên navneteweyî tê bikaranîn: Xebatkarên wê
bi rengekî professiyonel, bi zanîna hemû zimanên gewre yên Rojavayê
(înglîzî, firansî, ispanî, almanî) pêşwaziya mêvanan dikin.
Beşdarên Konferansê
5 nivîskarên, ku ji zordariya dewletan hatine êşandin, di Konferansê de
rista sereke dilîstin û li ser “Ramana Azad, Desthilata Siyasî û
Terrorîzm”ê serboriyên xwe yên derdedar nîgar dikirin:
Mainat Kourbanova (Komara Autonom ya Çeçenistanê, Rûsiya),
Jorge Luiz Arzola (Kuba),
Marwell Sibanda (Zimbabwe),
Murat Belge (Komara Tirkiyê) û
Qing Zhou (Komara Gel ya Çînê).
Her weha nûnerên 30 Navendên din û saziya ICORN (International Cities of
Refuge Network, ango Tora Navneteweyî ya Bajarên Penaberiyê) di civînê
de gotar pêşkêş kirin yan di raberzînan de nêrînên xwe bi lêv kirin. Bê
guman, ne hemû nûner wek hev radihiştin mîkrofonê yan li ser pirsên
rojevê li derveyî civînê dipeyvîn. Bi dîtina min, çelengtirîn navendên
neteweyî yên PENê li Milanoyê ev bûn: Bask, Kolombiya, Fransî, Hong
Kong, Macar, Hindî, Nigeriya, Lixtenştein, Norwecî, Swîsrî Romand
(Fransî), Swîsrî Îtalî û Tirk. Hêjayî gotinê ye, ku mêvandarên Îtalî
gelekî rûmeta Kuzrdan digirin û heta – bê zanebûn yan bi mebest – bi
fermî Navenda me wek Navenda PENa Kurdistanê ragihandin. Di hemû
belgenameyên Konferansê de bi îtalî weha hatibû nivîsîn ‘Zurab Aloian,
Segretario P.E.N. Curdistan’. Piştre gelek beşdarên din jî Navenda me
wek Navenda PENa Kurdistanê bi nav dikirin. Ez pê gelekî şanaz bûm û
metelokeke Rûsan dikete bîra min: “Bi lêvên we mirov şerbetê vexwe!” Bi
dû Konferansê re ez bi Serokê Navenda PENa Kurd birêz Dr. Zerdeşt Haco û
nûnerê Navendê li Başûr birêz Abdilrehman Neqşbendî re li hev hatin, ku
belkî em têbikoşin û navê Navenda xwe li gor pêşniyara Îtaliyan
biguhêrin. Ango ne dûr e, ku rojekê emê dewsa ‘Navenda PENa Kurd’ gotina
‘Navenda PENa Kurdistanê’ erê bikin.
Bi taybetî du beşdarên Tirk hêjayî bibîranînê ne: Nivîskarê navdar birêz
Murat Belge û parêzer sitiya Oya Aydin. Herdu beşdarên Tirk bi
dilgermiyekê kospan dibirin û bergiriya sazî, kesayetî û gelê Kurd
dikin. Wek mînak, birêz Murat Belge li Stenbolê, li kuderê ew serokê
beşa wêjeyê di Zanîngeha Bilgi de ye, gelek çalakî, konfernas û
danûstandinên giring di derbarê tevkujiya Ermeniyan û çareseriya
pirgirêka Kurd de bi rê xistine. Ji ber vê helwêstê doz li dijî wî bê
rawestan tên vekirin. Sitiya Oya Aydin endama Baroya Dadmendên Nûjen ya
Tirkiyê ye û nemaze parêzvaniya Egitim-Senê kiriye. Wê banûyê li ser
bingeha qanûnên Tirkiyê û peymanên navdewletî rexne li dadgehên Tirkiyê
kirin.
Siyasetmedarên Îtalî û çapemeniya herêmî di civînê de gelek hevpeyvîn û
çavpêketin çê kirin. Min jî raya Kurdan ji bo radiyoyeke herêmî eşkere
kir: Kurd bi hezaran salan li ser xaka xwe dijîn, dest navêjin mal û
hebûna Tirk, Faris û Ereban û bi tenê dixwazin jiyana xwe li gor ziman û
çanda xwe geş bikin. Kurdistana yekgirtî, beşên Kurdistanê yên
konfederal yan federal di nav dewletan de yan jî xweseriya herêmî – ev
hemû rewa û gengaz in. Lê bila pêşê danûstandinên aştiyane rê li ber
çareseriyê vekin. Ya sereke ev e, ku mafê ziman, çand, siyaseta azad û
aştiyê ji hemû aliyan ve werin pejirandin.
Gotinên Bijarte yên Peyamdarên Konferansê
Serokê Navenda PENa Îtalî birêz Lucio Lami: “Me sala par Koma Mafên
Mirovan di PENê de damezrand û em tucaran xebata xwe ji bo mafên mirovan
bi giştî û mafên nivîskaran bi taybetî ranawastînin… Em rind dizanin,
çira nûnerên dewletên demokratîk carinan pişta rejîmên nedemokratîk
digirin: Ji ber qenciyên dîplomatîk û aborî û tirsa, ku ew rejîm zirarê
bidin wan. Ev durûtiya mezin bi xwe dibe prensîpa navneteweyî. Wek ji bo
hemû nexweşiyan, divêt ji bo vê nexweşiya giyanî jî çareseriyek bê
dîtin. Di serî de divêt raya giştî û tomeriya siyasetmedarên Rojavayê
bipejirînin, ku mafên mirovan gerdûnî ne û ji bo her dewletek û her
neteweyekî baş in”.
Nûnerê Şaredariya Milanoyê: “Di serdema teknolojiyê de siyaset beşeke
desthilata xwe radestî aboriyê dike. Lê ji bo aboriyê û berjewendiya
bazirganan mafên mirovan pirseke bingehîn nîne. Ne behetî ye, ku bi
çendî cîhangerî (globalîzasiyon) bi pêş dikeve, bi hindî azadî tê
pişguhkirin. Lê azadî ne mal e, ne alaveke bazirganiyê ye, ne jî
xwestekeke nûjeniyê ye. Azadî di kûrayiya çand û derûniya mirovan de cih
girtiye û nabe, ku mirov vê pêdviya psîkolojîk binpê bike.”
Serokê PENa Navneteweyî Jiri Gruša: “Nivîskar bi xwe desthiltdar in,
desthlata wan azadî ye. Kesê ku terrorê dike, nikare bi navê Xwedê
mirovên bêguneh bikuje. Ji bo siyseta bê terrorê divêt dewlet azad bin û
raman azad be.”
Seroka Komîteya Nivîskarên di Zîndanan de sitiya Karin Clark: “Em
nikarin çareseriyek ji bo Neteweyên Yekgirtî peyda bikin. Lê di destê
nivîskaran de gul hene, ev gul bi stirî ne. Belê, bi van sitriya em
dikarin berhingarên azadiyê biêşînin… Li Tirkiyê qanûn dibe berevajiyê
xwe: Dewsa ku mafên mirovan biparêze, qanûnên Tirkiyê tevkujiya li dijî
Ermeniyan yan pirsgirêka Kurd bêdeng dikin... Almaniya penaberî daye
gelek nivîskaran û PENa Alman di vî warî de dikare serbilind be.”
Eugene Schoulgin, Endamê Komîteya Birêvebir ya PENa Navneteweyî: “Ji ber
wêneya reş û spî di gelek dewletan de azadî tê qutkirin... Bê raman azad
tirs dikeve nav gelan û ew xamoş dibin... Tê bîra min, gava 11ê Îlonê çê
bû, ez li Stenbolê bûm. Min televîziyon vêxist û di hemû kanalan de
serleşkerên Tirk bi rûyê razîbûyî diaxivîn û digotin: Hemû terrorîst
dijmin in – çi El-Qayîde, çi PKK… Bi mejuyên wisa, tenê rêyek ji bo
desthilatê dimîne: Rêya hêza eskerî, bê rêzgiritna dadê, qanûnan, mafên
mirovan, azadiya ramanê.”
Fîlosofê mêvan yê Îtalî Carlo Sini: “Azadiya nivîsînê û belawkirina
nivîsînê tê vê wateyê, ku bawerî û nêrîn dikarin bêne guhartin.
Desthilatdar jî pirê caran bawerî û nêrîna heyî diparêzin. Ev dibe
sedema çewsandina ramana azad û kesên, ku ramana azad bi qelem dikin.
Rastî ji du beşan pêk tê: Peydakirina rastiyê û selimandina rastiyê. Ev
herdu beş bi hev re girêdayî ne, lê dîsan jî ji hev cuda ne. Selimandina
rastiyê bi xwe pêvajoyeke dûr û dirêj e û nivîskar di vê pêvajoyê de
rista mezin dilîzin. Kesên desthilatdar hez dikin, ku rastî peyda nebe û
eger peyda bû jî – nebe belayê serê wan. Rastiya selimandî - wek avê ye,
wek masiyan dişûle, nerm e, tê guhartin û lewma balkêş e. Kesên, ku
dinivîsin û nivîsan belaw dikin, ev karê balkêş dane ber xwe. Lê belê
divêt baş bê zanîn, ku encama karê nivîskaran ji mirovên din re dimîne.
Mîna jiyanê: Wateya jiyana me ji kesên din re dimîne. Ango nivîsîna
têkstekê wek derbaskirina jiyanekê ye… Gava em bawer dikin, ku nivîskar
divêt bê parastin, em bawer dikin, ku wêjeya heyî nifşên nû ava dike û
heyama teze diafirîne.”
Carlo Montaleone, endamê PENa Îtalî û mamosteyê antropologiyayê: “Eger
di şer de kesek li dijî te be, hebûna wî zayeleya hebûna te ye. 22 roj
bi dû 11ê Îlonê re derbas nebûn, Noam Chomsky hukumeta Amerîkayê agahdar
dikir: “Eger Hûn danûstandina bi Bin Laden re red bikin, Misilman wê
bibêjin, ku hêza Bin Laden ji ya Amerîkiyan mezintir e. Ji ber vê yekê
nabe, ku aliyekî şer – kîjan şer dibe bila bibe – bi tenê bibêje ‘em’.
Aliyê din jî heye û ev yek tiştekî objektîv e. Tiştekî din jî objektîv
e: Mirov amade ye ji bo nasnameya xwe bimire. Ji lew re aştiya
dirêjxayan li ser bingeha rêzgirtina nasnameyên din, nêrînên din û
têgihiştina meremên neyaran ava dibe.”
Maxwell Sibanda, nivîskarê çewsandî ji Zimbabwayê: “Temenê jiyanê yê
asayî di welatê me de 39 sal in. Ez êdî 40 salî me, ango divêt ez
bextewar bim. Lê zordariya ku min di 12ê Îlona sala 2003an de dîtibû,
heta niha di ber çaven min de ye. Polîsên Zimbabwe dergehên avahiya
rojnameya me ‘Daily News’ şikênandin, li me xistin, xêvjimar (komputer)
xerab kirin û berî rojnamevanan dan. Armanca wan bi tenê çavtirsandina
rojnameya opposîzioynê bû, ne tiştekî din.”
Tsering Tharchin, endamê Navenda PENa Nivîskarên Tîbetê li Derveyî
Welat: “Çekên Tîbetiyan tunene, artêşa me tuneye, em bi tenê tika dikin,
ku Çînî bi me re rûnên. Lê belê carinan desthlatdar bi sucê xwe dizanin
û naxwazin bi kesên li himber wan bipeyvin. Baweriya wan bi axavtinan
nayê, baweriya wan bi çek û artêşê tê.”
Danûstandinên berî û li derveyî Konferansê
Konferans bi xwe rojek – di 17.06.2006an de – kişand. Rojek berê şîva
hevbeş û roja dawiyê gera li bajêr cih girtin. Di van rojan de û di
navberan de nûner û mêvan diketin gengeşeyên cihêreng: Hinde ji wan
wêjeyî bûn û hinde ji wan bêhtir siyasî bûn. Ew hemû bi çavê Kurdekî
dikarin bêne nirxandin.
Ji bo nimûne, helbestvanên îtalî bandora xwezayê li ser helbestê goftigo
dikirin. Alfredo Bianchini, Sergio Perosa, Carlo Sgorlon û yên din bi
mînakan şirove dikirin, çawa Deriya Navîn helbesta Veneziyayê ya vekirî
û bêdawî rewa kir, çawa çiyayên Bakurê Îtaliyayê di helbestên herêmê de
şaxên wateyî û zayeleya mînakên folklorî anîne holê û çawa deştên
Îtaliya Navîn di nav helbestê de ahenga jiyan û mirinê û helbestên lêş û
lar dizên. Wê balkêş bûya, eger rexnegirên Kurd jî helbesta me ya
klasîkî û zargotina me ya azad bispêrin sirûşta Kurdistanê. Yan şirove
bikin, ka gelo nezelalbûna wêjeya me ya havîbûnê bi vê xwezaya xerîb ve
girêdayî ye: Ji xwezaya, ku jin û mêrên Kurd piştrast nake?
Nivîskar û berhevkarê wêjeya çînî Zhou Qing kovarekê derdixe û tê de
rexnegir û wêjener bi tenê li ser têkstên devikî radiwestin: Wêjeya
devikî û şirovekirina dîrokê ji aliyê gel ve (ango çawa gelê nexwendewar
bûyerên dîrokê bi lêv dike). Navê kovarê jî gelekî bala min kişand:
‘Muzeuma Dîroka Devikî’ (bi înglîzî ‘The Museum of Oral History’). Bi
baweriya min, di rewşa me Kurdan de kovareke ji lêkolînên li ser têkstên
devikî pêkhatî wê nirxa çanda kurdî berz bike.
Sekreterê Navenda PENa Swîsrî Romandî (ango Firansî) birêz Zeki Ergaş,
yê ku bi koka xwe Yahûdiyekî Tirkiyê ye, bi erênî basa danûstandinên xwe
digel nûnerên Navenda PENa Kurd – sitiya Bêrîvan Doskî û birêz Sedat
Yurtdaş – dikir. Bi gotina wî, birêz Sedat Yurtdaş baş bi xirecira
Tirkiyê dizane û Bêrîvan Doskî jê re baş zelal kiribû, çawa hukumeta
Kurdistana Başûr bi awayekî zîrek xwe ji aloziyan dûr digire û mêla xwe
dide ser pêşkevtinên çandî û aborî.
Sekretera Giştî ya Navenda PENa Macar sitiya Zsófiya Dobozy – em hev
hîna ji Budapeştê nas dikin – bi firehî basa rûmetgirtina xebata PENê ji
aliyê hukumeta Macaristanê ve kir. Piştî fûtbolê dewleta Macar alîkariya
here bi hêz dide saziyên nivîskaran bi giştî û Navenda PENa Macar bi
taybetî. Balkêş e, ku li Macaristanê bi hezaran nivîskar hene, lê bi
tenê 280 endamên PENê ne. Bi gotina sitiya Dobozy, ev nivîskarên, ku
dixwazin karê navneteweyî û dîplomasî bikin, dibin endamên Navendê.
Mînak: Nivîskarên endamên PENa Macar bi hev re civînan amade dikin û
welatê xwe digel dab û nerîtên xwe yên çandî (berî her tiştî mûzîk)
nîşanî nivîskarên ne-Macar dikin. Eger em li gor rewşa Kurdan nêzîkî vê
pirsê bibin, diviyabû, ku endamên me li Bakur û Başûr bi xwe li ser navê
PENê nivîskarên ji dewletên din li Kurdistanê pêşwazî bikirana û ew bi
stranên gelerî û xwarina kurdî bidana nasîn. Em li ser danûstandinên
rewa di navbera PENa Kurd û Macar de rawestiyan û gihiştine vê encamê:
Eger herdu navend nîvê mesrefê hildin ser xwe, emê bikaribin yan li
paytexta Macaristanê Budapeştê yan ji li gundê Macar bi navê Kurd
civîneke wêjeyî amade bikin. Hêjayî gotinê ye, ku ev gund li Başûrê
Macaristanê ye û did ema xwe de li wir Kurdên, ku bi Osmaniyan re
hatibûn, diman. Heta îro niştecihên gund ji xwe re dibêjin ‘kurdî’.
Birêz Dr. Dauji Gupta ez agahdar kirim, ku di sala 1933an de nivîskarên
Zerdeştî ji Hindistanê bi serperêştiya sitiya Sophia Wadia Navenda PENa
Hindistanê damezrandin. Heta îro jî çendîn Zerdeştiyên Hindistanê di
Komîteya Birêvebir ya vê PENê de dixebitin. Lewma niha serokê PENa Hindî
birêz Dr. Dauji Gupta dixwaze sipasiya wan bike û ji bo Zerdeştiyên
Hindistanê tiştekî rûmetgiran amade bike. Birêz Dr. Dauji Gupta digel
endamên xwe yên Zerdeştî axivîbû û wan jê re got, ku ew dixwazin
projektek yan konferansekê bi Êzdiyan û dînên din yên Kurdistanê re çê
bikin. Babet dikare dîn û çandên arî bin. Ev raman dikare li Hindistanê,
li Kurdistana Başûr yan li Ewropayê miyaser bibe.
Endamê Navenda PENa Bask birêz Edorta Jimenez li ser daxwaza min rewşa
parastin û standartkirina zimanê Baskan bi ronî kir. Li gor agahdariya
wî, axavtvanên hemû zaraveyên Baskan bi hev re kar dikin û zimanekî
hevbeş ava dikin. Ji 3 mîliyon Baskên Firansa û Ispaniyayê îro bi tenê
900 hezar kes bi zimanê xwe dipeyvin. Ji bo ku ev ziman têk neçe,
rewşenbîrên Baskan li hev hatine, ku berî her tiştî genc fêrî ziman,
çand û wêjeyê bikin. Bi hizra birêz Edorta Jimenez, eger ciwanên Baskan
rêza zimanê xwe bigirin û giraniya xwe bidin çanda neteweyî, wê demê hem
zarokên wan, hem jî dê û bavên wan ji Baskbûna xwe danakevin. Ne dûr e,
ku ev konsepta rewşenbîrên Bask di warê yekkirina zaraveyan û perwerdeya
nifşê genc ji bo me Kurdan dikare bibe ders.
Sekreterê Navenda PENa Hong Kongê birêz Shiu Bong ragihand, ku dema
rewşenbîrên çînî diçin welatên din, ew bi kûrayî fêrî ziman, dîrok û
wêjeya wan dewletan dibin, lê wek prensîp bi zimanê xwe diafirînin û ji
bo wêjaya xwe kar dikin. Bê guman, cudayiya di navbera Kurd û Çîniyan de
çi dibe bila bibe, lê ev helwêst hêjayî pesnên jidil e.
Pêşniyara Dr. Zorab Aloian li ser navê Navenda PENa Kurd
û dengvedana wê
Têksta, ku min ji bo Konferansê amade kiribû û ya ku di malpera Navenda
PENa Kurd de bi înglîzî û ispanî dikare bê xwendin, wê ji aliyê PENa
Îtalî ve di pirtûka gotaran de – bi îtalî û înglîzî - bê weşandin. Hemû
Navendên amade wê vê pirtûkê werbigirin. Lewma di axavtina xwe de min
têksta xwe dubare nekir. Lê belê min bala mêvanan kişande ser sê xalan:
1) Dilpakiya rewşenbîrên ji neteweyên serdest ji bo aştiyê gelekî giring
e. Cihê keyfxweşiyê ye, ku birêz Murat Belge û sitiya Oya Aydin bi xwe
Tirk in û ji bo mafên Kurdan xwe dixin nav meydana metirsiyê. Xwezil
hejmara kesên weha di nav Tirk, Faris û Ereban de zêdetir bûya.
2) Gelek dewletên cîhanê qanûnan derdixin û di wan de terrorê şirove
dikin. Saziyên navneteweyî jî mîna Yekîtiya Ewropayê – lîsteyên saziyên
terrorîst diweşînin. Lê cihê gotinê ye, ku di qada navneteweyî de
şirovekirineke hevbeş li ser terrorê tuneye: Ne di peymanên navneteweyî
de, ne jî ji aliyê saziyên mîna Yekîtiya Ewropayê, Neteweyên Yekgirtî û
yên din ve nayê birêzkirin, têrror çi ye û terrorîst kî ne. Wate, di
warê navneteweyî de lîsteyên saziyên terrorîst hene, lê bigneha qanûnî
ji bo van lîsteyan tuneye. Ango her rêxistinek bi kêfa siyasetmedaran û
bê şirovekirina dadmendî diakre wek hêzeke terrorîst bê binavkirin.
3) Ji ber vê tevliheviyê, ez wek Sekreterê Navenda PENa Kurd ji Komîteya
Nivîskarên di Zîndanan de û ji amadekarên Konferansê yên PENa Îtalî
daxwaz dikim, ku bila saziyên nav-‘terrorîst’ dîtina xwe ji me re eşkere
bikin. Bê guman, PENa Navneteweyî nikare pêşwaziya çalakvanên van
rêxistinan bike, lê kesên rewşenbîr, ku nêzîkî bîr û boçûnên wan in,
dikarin ji raya giştî re cîhanbîniya xwe diyar bikin. Ne pêwîst e, ku
PENa Navneteweyî van gotinan bipejirîne, lê bila mafê axavtinê ji wan
neyê standin. Bi vî awayî ez fikira Carlo Montaleone, yê ku berî min
axivîbû, û zanayê navdar Noam Chomsky ji bo PENê konkret û berbiçav
dikim. Wan ciwamêran gotibû, ku bê danûstandinan digel dijiminan
pirsgirêk çareser nabin: Eger dewletek yan koma dewletan bixwaze
arîşeyan bê rêxistinên eleqedar çareser bikin, ewê têk biçin.
Bi gotineke din, min ji PENa Navneteweyî xwest, ku rewşenbîrên nêzîkî
rêxistinên qedexekirî, bêne civînên PENê û nêrîna xwe pêşkêş bikin.
Gelek nûnerên Navendên PENên neteweyî bi erênî ev pêşniyar nirxandin:
Lixtenşteynî, Tîbetî, Macar, Bask, Swîsrî Italî û Hindî. Nûnera Navenda
PENa Norwecî sitiya Elisabet W. Middelthon di Konferansê de weha axivî:
“Emê bi her awayî piştgiriya vê nêrîna nivîskarên Kurdistanê bikin”.
Seroka Komîteya Nivîskarên di Zîndanan de sitiya Karin Clark ji
Almaniyayê jî soz û belên da, ku ewê pêşniyara min radestî PENa
Navneteweyî li Londonê û UNESCO bike.
Encamên Konferansê ji bo Navenda PENa Kurd
Eger em hemû danûstandin û raberzînan bidin ser hev, emê encamên vê
Konferansê weha bi rêz bikin:
1) Navenda PENa Kurd têkiliyên xwe yên navneteweyî xirttir dike;
2) Gotara Sekreterê Navenda PENa Kurd dê bê weşandin;
3) Pêşniyara Navenda PENa Kurd li ser goftigokirina bîreweriyên
rêxistinên, ku navên terrorîstan li wan e, bi baş hate nirxandin û wê
bibe mijara PENa Navneteweyî;
4) Serborî û xebata wêjenerên din (Çînî, Bask û Îtalî) dikare bi kêrî
Kurdan bê;
5) Danûstandinên berbiçav di warê wêjeyî, siyasî û çandî de digel
Navendên PENa Hindistan, Macarsitan, Lixtenşteyn û yên din rewa ne û
niha her tişt di destê endamên Navenda PENa Kurd û xêrxwazên vê saziyê
ne;
Têbîniya dawî
Dema ez ji Îtaliyayê vegeriyam Bremenê û min malperên Internetê vekirin,
min ji nû ve rewşa Navenda PENa Kurd û PENên din hevber kir. Nûnerên
PENên din xwebawer in û ji neteweyên xwe piştrast in. Belkî ji bilî
Poloniyayê, li kuderê rêza PENê hebekî nizm e, Navendên PENên neteweyî
di welatên xwe de tên hezkirin. Siyasetmedar û rewşenbîrên dewletan
yarmetiya xebata PENê dikin û bi vê yekê sîmayê neteweyên xwe di çavên
xelkê de bedewtir dikin. PEN saziyeke dîplomatîk e û PENên neteweyî di
rêya dîplomasiyê re çanda xwe bi biyaniyan didin nasîn. Min li Milanoyê
bi xemsarî texmîn kir, ku Kurd li vir jî li paşiya koçê ne: Ev
dijminatiya li himber Navenda PENa Kurd û biçûkkirina rista wê ya
navneteweyî diyardeya nexweşiya derûnî ye.
|