Pêwendiyên kurdî û erebî di dîrokê de
bi gelemperî (4)

Dr.Ebdilmecît Şêxo
efrin.net - 12.08.2006
Di nîva duhem ji sedsala 19 an de wêjevanekî din Kurd Ehmed
Şewqî(1869-1932) di gorepana wêjeya erebî de cihekî pir bilind distîne,
ew ta niha wek mîrê helbesta erebî tête binavkirin.Bi ya me be ewî jî bi
zanînên xwe yên wêjeyî, hîmeke pir mezin di bingeha pêwendiyên Kurdan bi
Ereban re daniye, û ewî di tenga van têkeliyan re roleke gewre di
pêşketina toreya erebî de lîstiye.Helbestvanê Hindistanê yê herî nasdar
Taxor di sala 1926 an de serdanê li Ehmed Şewqî dike, wek jêder dibêjin;
gava serokên dewletên Ereban serdan li Misirê dikirin, piraniyên wan
dixwastin Ehmed Şewqî bibînin, çimkî Ehmed Şewqî bi helbestên xwe di
şoreşên welatparêziyê de hevpar bû. Lê kînga Ehmed Şewqî li Misrê dibe
?Dewleta osmanî di sedsala 19 an de dixwast mirşenên kurdî yên ku,
dikanîn hinekî xwe bi xwe bi rêve bibrana, hilweşîne ,lê glê Kurd bi
raperîn û şoreşan, berxwedanên xwe kirin, wek nimûne em dikanin evên
jêrîn binav bikin, Ebdilrehman Paşa Babanî(1804-1813),şoreşa Kur Ehmed
Paşa Rawendozî (1836), Mir Bedir Xan Bêg (1842-1847), şoreşa Ubêdela
el-Nehrî (1880).Lê mixabin dîsan dewleta osmanî kanî bû van hemî
berxwedanan birûxîne .
Bavpîrê Ehmed Şewqî ji Kurdistana Îraqê panaberî Misirê dibe, ango Ehmed
Şewqî li Misirê ji dayikeke Turk bûye, ewî mafnasî li Firansa xwendiye,
li wir pir sud wergirtiye û wêja firansî jî baş xwendiye, pişt re ew
vedigere Misirê û bi çalakî di pêşvebirina jiyanê de beşdar dibe .
Dîsan helbestvanekî din Kurd Merof el-Resafî(1875-1945)li Îraqê, di nav
wêjeya erebî de dengdar dibe, ew helbestvanê azadî û mirovperweriyê bû.
Ew ji Bexdadê bû, ji êla Cebariya bû, û dayika wî jî Fatime keça Casim,
Ereb bû. Helbestên M.el-Resafî weke kizotên êgir xwendevanên zimanê
erebî germ dikirin, berhemên wî wek rubarekê, çemên ramanî, civakî
dewlemend dikir.Ebdililetîf Şerare di pirtûka xwe ya li ser Resafî de
dibêje:"Rolên hin kesan wek Qasim Emîn li Misirê, Zehawî û el-Resafî li
Îraqê di pêşketina jinên Ereb bi giştî û yên Îraqê bi taybetî,di warên
serbestiyê û ronakbîriyê de hene .."
Prfo.Dr.Î.M.Resol dinvîs: "Eger em li ser zanistiya rexneya wêjeyî li
nik Ereban dipeyivin, ez bi şehnazî dibêjim, ku ev zanistiya li ser
destên zanyarên Kurd el-Cercanî –Ebdil Qadir, Ebdil Ezîz, Ebdil Qadir
Amêdî bi serketî ye.lê di sebaret nûjenkirina helbesta erebî ya serdem,
navên van mezinên Kurd Bilind el-Heyderî, Hisên Merdan û di warê ramanê
de, el-Baqlanî, û Îmam Ibin el-Temîme, û di warê sofîzmê de Ebdil Qadir
Geylanî, Mewlana Xalid el –Neqişbendî bi ser bilindî tên bîra me …" û
herweha dîsan Î.M.Resol dibêje :" Komkên destpêkê, ji bo berxwedana
çekdarî, ya gelê Filestînê di sala 1948 an de li Sefedê li ser destên
pakrewanê Kurd ji Sûriyê Îhsan Almaz de hatibûn rêxistin."Di sala 1956
an de hêrişek sê alî(Firansa,Îngilistan, Îsraîl)li dijî Misirê çê bû,
hemu gelê Kurdistan helwestên xwe yên piştvaniyê ji Misirê re derbirî,
di wê demê. bi sedan pêşmerge û têkoşerên din ji Sovyetistana berê, bi
serdariya M.M.Berzanî ji Ereban re ragihandin, ku ew amedene, li rex
Misirê û li dijî van welatên hêrişker şer bikin.Serok Cemal Ebdilnasir
helwesta serok M.M Berzanî ji bo dîrokê û xebatên hevbeşî di navbera
gelên Ereb û Kurd de pir buha nerxand.
Eger em dîsan vegerin Sûriyê, bê vîna me, dê navên mîna wêjevan Muhemed
Kurd Elî, muftiyê Sûriyê Ehmed Koftaro, oldar Muhemed Seîd Remedan Botî,
serokwezîrê berê Mehmud el-Eyobî û pirên din tên bîra me.
Wek tê zanîn pirsa siyasî ya navendî li nik gelê Ereb, doza gelê
Filestîn e, bizava rizgarîxwza gelê Kurd li her çar beşên Kurdistanê
herdem piştvaniya xwe di bername û weşanên xwe de pir bi zelalî diyar
kirine, bi dehan kesên Kurd ji Libnanê li gel hêzên filestînî li dijî
Îsraîl şerkirine, belkî baş be, ku em li vir birek ji nama kurdekî
filestînî ji Dr.Ehmed Ebo Meter ra li vir bi cih bikin, Emîn Reşît ji
hemwelatiyên bajarê Êrbedê ye, (Bakurê Urdunê ), ew weha dinivîse:"Ez
hemwelatiyekî filestînî –urdinî me, bi regeza xwe Kurd im, temenê min 55
sal in, min hîn serdan li Kurdistanê nekiriye, ez 20 salan di nav rêzên
"Eniya gelêrî ya rizgariya Filestîne de bûm." Em li vir pêwîst nabînin
hin belgeyên din di vê derbarê de biçespînin, lê emê vê diyardeya erênî
bi nimûneke din pir geş bidin xûyakirin. Di navbera serokê nemir Mila
Mistefa Berzanî û serokê yê filestînî yê nemir Yasir Erefat de têkelî
hebûn, û Şêx Ezîz Şemzînî nûnerê şoreşa Kurdistana Îraqê li Bêrutê bû,
herweha jî pêwendiyên serkomara Îraqa nû Mam Celal Talbanî bi serokê
"Eniya gelêrî"(Corc Hebeş ) û bi serokê "Eniya dêmokratî" (Nayif
Hewatimê) re baş bûn .
Di sebaret helwesta kurdî li hember doza netewa Ereb de, serokê herêma
Kurdistanê Mesud Berzanî di pirtûka xwe de nivisiye:" Herdu netewên Ereb
û Kurd di serdema osmanî de zordarî ji siyaseta tirkirinê didîtin, û
piştî cenga cîhanê ya yekem, netewên ku di çarçewa dewleta osmanî de
dijiyan, ji aliyên hêzên koledar de, bi dara zorê hatin parvekirin.Ev
parvekirina li dijî herdu gelên Ereb û Kurd bû û ewa ji bo berjewendiyên
koledaran bû ….Guman li nik min nîn e, ku yekitiya netewa Ereb ji bo
netewa Kurd kêrhatî ye, û eger yekitiya netewa Ereb pêk were, dê pir
alozî li pêş yekitiya netewa Kurd ji holê rabin, dîsan guman di vir de
nîne, ku cemawerê Ereb bi her şêweyî ne li dijî gelê Kurd e, berevajiya
vê, ewa amede ye, alîkariyê ji bo destxistinên mafên gelê Kurd bike.
Cemawerê Ereb baş dizane, ku netewa Kurd neteweke dîrînî ye, xawên xak
e, netewa Kurd welatên tu miletên din zep nekirine, û ewa ji deverên din
jî nehatiye, lê kesên din mafên Kurdan zep kirine, û herweha ji
berjewendiya gelê Ereb e, ku netewa Kurd bibe dostê Ereban û nebe
dijminê wan." Di derbara van pêwendiyên Kurd û Ereban de, dîsan Kurdan
berxwedane helwestên xwe yên rastgo û dilsozane di rûpelên dîrokê û
jiyana rojane de biterxînîn. Siyasetmedar Selah Bedir el –Dîn û pir
kesaytiyên Kurdistanî bi alîkariya hukumeta Kurdistanê, komela dostaniya
Kurd û Ereb di 11 avdara, sala 2000 î de li Hewlêrê, paytexta Kurdistana
başur damezrandin.S.Bedir el –Dîn di peya vekirînê de weha goti bû
:"….Bi min gelek xweş e, ku ez îro bi navê komîta amedekar ya komela
dostaniya Kurd û Ereb silavan li we bikim, û di vê rojê de, beriya sî
salî hevpeymaneke dîrokî di navbera Kurd û Ereb de, li Îraqê pêk hati
bû, ew roja weke şahiyeke mezin ji bo aştiyê bû, herweha jî ez niha
bextewar im, ku ez bi we ra rawestim, û em bi hev ra dîsan dîwara
biratya netewî di navbera Kurd û Ereban de bilind bikin …"
Gelek diyar e, ku Kurdistana Îraqê an başurê Kurdistanê ji sala 1992 an
de xawên perleman û encumena şalyaran e, ewa ji dîkteturiyeta rêjîma
"Bes" rizgar bûye, lê tevî vê yekê, herdu partiyên serene, partiya
dêmokrata Kurdistan bi seroketiya Mesud Berzanî, û Yekitiya niştimanî
Kurdistan bi seroketiya Celal Talbanî û herweha gelek partî û
kesayetiyên din Kurdistanî xwe ji xebata dêmokratiyê li Îraqê
veneqetandin û ewanan têkoşînên hevbeşî bihêz û partiyên Ereb re li
Îraqê berdewamkirin. Rolên nûnerên gelê Kurdistana Îraqê di rûxandina
rêjîma dîktetur û riçperest, di 9.04.2003 an de zor bala bûn.
Ev helwestên hukumeta Kurdistanê carek din ji raya erebî û cîhanê re
dide xûyakirin, ku pêşengên gelê Kurdistanê hîn biratiya erebî û kurdî
diprêze û ewa bi hemî hêzên xwe di hukumeta Îraqa nû û fêderal de beşdar
dibe, Celal Talbanî vîna gelê Ereb li Îraqê û gelê Kurdistanê dipejrîne
û ew wek serkomara Îraqê bi awayekî desturî tête hilbijartin.Hukumeta
herêma Kurdistanê gelek bi jîrbûn û di gelek waran de alîkariya hukumeta
Îraqê dike, û binaxa pêwendiyên erebî û kurdî bi helwestên xwe yên
karîger hêztir dike .
Di çarçewa vê siyaseta hevbeşî di nav Kurd û Ereban de, li Sûriyê jî di
van demên dawî de têkeliyên pir nûnerên gelê Kurd li Kurdistana Rojava
bi gelek kesayetî û nûnerên rêxistinên siyasî û komelgehên bajarvanî re
peyda dibin.Ewanan dixwazin bi hev re ji bo pêkanîna dêmokratiyê li
Sûriyê bixebitin.Em dikanin li vir, vê nimûna jêrîn hûnin zimên.Di
16.10.2005 an de daxûyaniya "Ragîhandina Şamê" bi hevkariya Kurdan bi
Ereban re derket, di vir de weha hati bû :"…Ji ber pir sedeman, pêdivê
Sûriyê wek niştiman û gel ji bo guhartinên rizgariyê, xwe bidin ser hev,
an rex hev ta ku welat xwe ji dîdema dewleta asayiş rizgar bike û ewa
bibe dewleteke siyasî, ta ku kanibe serxwebûn û yekitiya xwe xurt bike û
ta ku gel kanibe destlatdariya welatê xwe bi xwe bike…" Di derbarê mafê
gelê Kurd e jî weha hati bû :"Pêwîst e çareserkirinek dêmokrat û dadmend
ji kêşa kurdî re li Sûriyê were dîtin, û divê wekheviya tewaw di navbera
nişteciyên Kurd û hemwelatiyên din de …li ser bingeha yekitiya gel û axa
Sûriyê bi pêk bên …" Tevî ku vê ragihandinê nikanî bû vîna rastîn ya
gelê Kurd derbibiriya, lê dîsan gelek nûnerên partiyên Kurdan, pir
siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd ev ragihandina bi gavek erênî nerxandin.
Çimkî Kurd herdem dixwazin bi gelê Ereb û bi kêmnetewên Sûriyê re ji bo
dêmokratiyê û parastina Sûriyê ji neyaran bixebitin.lê mixabin helwestên
piraniya Ereban li hember mafê gelê Kurd ya rewa hîn pir lawaz e, emê di
xeleka duhatî de li ser vê xalê bi zelalî rawestin .
Dumahîk heye
|