"Rêveçûna deh hezaran"
- Ji Anavasîs a Zênofon ê Athênî -
III
Cankurd
efrin.net 11.08.2006

Rêveçûna bi guman
Leşkerê Girîkî û Ariyawûs di çadirgehekê de 20 rojan çavrêya Sapran ê
farsî kirin. Di wê navê de merivin ji malbata Ariyawûs hatin serlêdana
wî, û ji wî re soza şah Erdeşîr anîn, ku ew ziyanê bi hinde kesên
piştvaniya Koroş kirîne, nake. Paş wê serlêdanê, êdî dilgermiya peyrewên
Ariyawûs bi ser Girîkan de kêmtir bû û dilê Girîkan jî ji wî sar bû.
Hinde şervan çûn ba Klîrgos û gotinê:
“Tu çavrêya çi dikî? Ma ji te re hîn diyar nebûye, ku şah dixwaze me
biherifîne bo çavtirsandina Girîkên dî bike, ewên ku dibe li hember wî
wek me derkevin an serîhildin? Ew dixwaze çavên me li rê bimînin, ji ber
ku leşkerê wî ji ser hev çûye. Lê gava ew hêzên xwe bîne ser hev, wê bê
dudilî hêriş ser me bike, dibe jî ew xendekan niha dikole an jî kelehan
avadike, bo rê li me bigire. Ew heznake, em vegerin Yûnanistanê û li wir
hewaldin, çawa me leşkerê şah li ber dergahên qesra wî dan ber xwe û me
ew berî vegera xwe ya welêt ji xwe re kir qeşmerok.“

Klîrgos bersiv da wan, got:
„- Ez jî wilo dibînim, lê gava me ji vir koş kir, em ji agirbestê
derdikevin û ev çûyîn wek îlankirina cengê ye, û wê xelk zexîrê nefiroşe
me, wê kes rêya vegerê şanî me nede, û wê Ariyawûs ji me cihê bibe. Wilo
wê dost ji me re nemînin û hevpeymanên me wê ji me re bibin neyar. Ez
nizanim, ka emê di robar û çemin dî re derbas bibin an ne, lê ez
dizanim, ku derbasbûna di çemê Firat re bê lêrasthatina berxwedana
neyarekî wê nebe. Pişthespên „suwarên“ me kêm in, lê yên neyarê me pir
bi hêzin, eger em di şergehê de bi serkevin, emê nikaribin şerkerên
neyarê xwe tevan bikujin, lê gava em bi binkevin, emê hîç ji destê
mirinê dernekevin.“
Sapran li gel leşkerê xwe vegeriya, û da diyarkirin, ku ewê biçe
wîlayeta xwe. Arontas jî li gel hêzên xwe û jina xwe, ku dota „qîza“ şah
bû, hat. Rêveçûna vegera Girîkan ber bi welêt ve dest pêkir. Ariyawûs,
leşkerê herêmî yê Koroşê kuştî, leşkerê Sapran û Arontas jî bi wan re.
Girîkan bi çavêd gumanê li wan Farsan dinêriyan û rêberin taybet ji xwe
re bo şanîkirina rê bi kar anîn û nêzîka 3 mîlan ji Farsan ve her dûr
diçûn. Her aliyekî yê dî wek neyarekî diçavand. Carina gava kayê hesp û
dewarên wan an hêzing dihatin civandin, di nav Farsan û Girîkan da
pevçûnên biçûk ên xwînî çêdibûn.

Imperatoriya Mîdî (bi rengê zer)
Paş rêveçûna 3 rojan, tev gihan „Dîwarê Mîdiya“ û têre derbas
bûn. Dîwar ji qermîtê sotandî bû, yê bi zivtê bi hev de hatibû
zemirandin. Qalingiya dîwarî 20 gav bûn û bilindiya wî 100 pê, û
dibêjin, ku ew 60 mîlan dirêj bû. Ew dîwar ji Babil ve pir nêzîk
bû.

Padişahekî Mîdî
Du roj dî ji reveçûnê derbas bûn, di wan de 24 mîl û 2 kenalên avê li
paş xwe hêştin. Kenalek li nêzîka pireyek baş cîgirtî bû, û ya dî li ber
pireyekê, ku li ser 37 kelekên bi ser avê ketibûn, hatibû girêdan. Ava
herdu kenalan ji çemê Tîgra „Dîcle“ dihat û herdu tejtejî bûbûn. Hinde
coyên avê ber bi gundên deştê ve dihêwirîn.
Paşê gihan Dîclê, û dûrî mîl nîvekê ji çem ve, bajarekî mezin ê bi gelek
rûniştvanan şên bûbû, bi navê Sîtas, hebû. Girîkan li ber baxekî
çeleng ê bi curecur dar, li nêzîka bajêr çadirgeha xwe vegirtin, hema
hêzên Farsan ên herêmî di çem re derbas bûn û ji ber çavên Girîkan winda
bûn. Gumana Girîkan hîn bêtir bû.
Proksînos û Zênofon derketi bûn ji bo gerê li pêşiya çekdanekê. Mêrek
derket û ji pawanan pirsa Proksînos û Klîrgos kir, û gava Proksînos xwe
bi wî da nasîn, got:
„-Ariyawûs û Artozos min şandine, ji bo ku we li ser hêrişa herêmî ya
di bin basikê şevê de çêbibe, agahdar bikim. Ewana ji we dixwazin, ku
hûn pireya li ser Dîclê baş bipên, ji ber ku Sapran bizava xwe dike, wê
hilweşîne, bi mebesta rêya derbasbûna we di ser çemê Dîclê re bibirre,
da we di navbera çem û kenalên avê de bidamîne.“
Tevî gumana Proksînos û Zênofon li ser gotinên wî mêrê biyanî, rabûn bi
şev pawan li ser pireyê û li ber lingêd wê belav kirin. Bi berbangê re
Girîk di ser pireyê re derbas bûn û di 4 rojan de 60 mîl dî ji rêya
vegerê li paş xwe hêştin.
Girîk gihan çemê Vîskosê, ku 100 pê pan bû, û pireyek li ser bû.
Li nêzîka wî çemî bajarekî mezin ê bi navê „Opis“ hebû. Li ber wî
bajêrî, birayekî şah Erdeşîr û Koroşê kuştî, ku ne ji dayika wan bû,
leşkerekî mezin ê ji Sosan „Zozan“ û Ekbatana „Hemdan-
paytextê Mediya“ bo piştvaniya şah civandibû ser hev û rêberiya leşkerê
bi xwe dikir. Gava Girîkan di ber leşkerê wî re derbas bûn, ew rawestiya
û çavdêriya Girîkan kir, ka çi dikin û ku ve diçin. Klîrgosê girîkî
leşkerê xwe bi pêş ve ajot û ji nişka ve di cî rawestand. Gava pêşengiya
leşkerê rawesta, teviya leşkerê jî rawesta. Ji ber vê yekê Girîkan guman
kir, ku leşkerê wan pir mezin e û bala Farsan kişand ser xwe. Fars weku
çavmayî bûn ji dîdara leşkerê girîkî yê, ku li ber xwe dîtine.
Paş rêveçûna 90 mîlan bi bakur ve, di nav welatê Mediyan re,
gihan gundên, ku ji dêrîna Perîzadê bûn, dayika şah Erdeşîr û
birayê wî yê kuştî Koroş.
Sapran rê da Girîkan, ku her tiştekî ewan jê hezdikin, ji bilî koleyan,
ji xwe re ji wan gundan bibin. Li wir pir genim û pez û tiştên giranbiha
hebûn, Girîkan tev rakirin, birin.
Pişt re rêveçûna 4 rojan di çolê re dest pêkir. Tê de 60 mîl li paş xwe
hêştin û çemê Dîclê hîngê li aliyê wan ê çepê bû. Di roja yekê de
bajarekî mezin û şênkirî, ku bi navê Kînî li aliyê dî yê Dîclê
bû. Xelkê bajêr ji Girîkan re nan bi kelekên, ku li ser meşkên çermî yên
bi bayê dagirtî bûn, anîn û dan wan.
Berma heye…..
Sapran ê bê sozê
**********************
|