|
Pêwendiyên kurdî û erebî di dîrokê de
bi
gelemperî (3)
Dr.Ebdilmecît Şêxo
efrin.net 06.08.2006
Di dawiya sedsala yanzdan de Eferenciyan (xaçeperestên ewropî) hêrişên
xwe ajotin ser Rojhilata Navîn û ewan di sala 1098 an de Intakiya û Riha
zep kirin, di sala 1099 an de bajarê Qudsê dagîr kirin û paşê
ewan kanîn bûn pir welatên din li Rojhilata Navîn têxistana bin destên
xwe.
Di destpêkê de Zengiyên Turkman bi pêşengiya
Îmad el- Dîn Zengî û paşê bi pêşengiya
Nore- dîn Zengî lawê Îmad el -Dîn Zengî li hember hêrişên
xaçeperestan rawestiyan.Lê paşê, di
sala 1171 ê de Selah el- Dîn el- Eyobî ta roja serketinê, berevaniya
Erebên Îslamî kir. Wek di dîrokê de tê zanîn, ku di serdema
destlatdariya Eyobiyan de li Misirê û paşê
li pir deverên din pêwendiyên Kurd û Ereban bi hev re pir taybetmendar
bûn, Selah el- Dîn el-Eyobî rola qehremanekî gewre di hemu cengan de
dilîst,û di riya ola îslamî re têkeliyên xwe û Kurdan bi gelê Ereb re
cihekî bilind distand.Lêgervanê Alman Hans Hawsêr gotiye:"Selah el- Dîn
Eyobî qehremantirîn musliman bû, û ew yek ji mezintirîn mirov e, ku
Kurdistanê ewanan anîne jîyanê." Û her weha dîsan H..Hawsêr dibêje:"
tevî ku, hejmarên leşgerên Ereb û
Turkan di nav leşgerên Selah el- Dîn
de, ji yên Kurdan pirtir bûn, lê leşgerên
Kurd di şer de pirtir amede û jîr
bûn, ewanan di warê rêxistinî de baştir bûn,
û di nav leşgerên Selah el –Dîn, di
rêzên pêşên de bûn.".Leşgerên
Selah el-Dîn ji du beşan ava bibûn
1-Beşek ji wan, pirên wan çekdarên
Kurd bûn, û ewanan jî, ji Erbîlê, Cezîra Botan, Amedê, û Urfa bûn .2-Beşê
duhem ji welatê Şamê û Misirê bûn.Şahê
Ingilîztanê Rişard bi Selah –Dîn Eyobî
re goti bû;Qudis dê bibe mala xaçeperestan, lê S.el Dîn el-Eyobî li wî
weha bersivand û goti bû: "Ta ku ez xweş
bim, tu kes nikane kevirekî ji dîwara kela Qudsê zep bike…"S.D.el
- Eyobî di 4 avdara 1193 an de diçe dilovanyê.lê divê di vir de em mîrşen
Xaton ji malbeta Eyobiyan bi bîr hûnin,ewê hemû mal û samênên xwe
xiste jêr xizmeta zanyariyê yê û ola îslamê û bi riya "Weqfa Xatonê" ji
sedsalan de bi dehan kesên Kurdistanî zimanê erebî û ola îslamî li
"Rewaqa Kurdan"li mizgefta el-Ezherê li Misrê dixwandin, bi vî rengî
Kurdan jî rolek din mezin di pêşvebirina
zimanê erebî û ola îslamî de lîstine.Lê mixabin ev "Rewaqa Kurdan
" ji dema destlatdariya serokê Misirê Cemal Ebdil Nasir,di bin bandorên
Bexdadê û Şamê de hatiye girtin. Em
naxwazin ji vê pirtir li ser dîroka Kurdên eyobî bi Ereban re
binivisînin, ji ber ku, armanca me ya bingehîn ne rêxistina dîroka
cengên îslamî ye, lê ya herî giring ew e, ku em dîsan bi bîrhûnin,ku
Kurdan di vê serdemê de jî pêwendiyên xwe pirtir xurt kir bûn,
berevaniya welatên Ereban jî kirine, û bi hezaran ji bo rizgarkirina
wan, pakrewan û qurbanî pêşkêş
kirine. Hin pisporên dîroka Kurdistanê dibêjin, belkî ji ber
helwesta Kurdan, Ewropiyan Kurdistan cara duhem li gorî peyamana Saykis
–Pîko parve kirin û herdem helwestên xwe yên neyinî li hember doza
Kurdistanê derdibirîn,an bi dehên salan bê deng diman û hîn jî dengên
wan pir nizm in.
Her wisa jî di warê dîrokê de Şahê
dîroknivîs Ebu el –Fîda (Îsmaîl Elî )(1273-1331) z .nasdar e, mîna ku
dîrok dibêje; Memalîkan destladariya Eyobiyan di sala 1250 î de
rûxandin, lê hin îmratên eyobî - kurdî ta navîna sedala 17 an li ser xwe
mabûn û memleketa (mîrşena) Hema (Sûriyê)
yek ji wan memleketan bû û Îsmaîl Elî mîrê
Şamê bû . Ji ber dilsoziya wî, Sultan Nasir Mihemed Qelwan mîrşena
Hemê raberî wî kir bû, Îsmaîl Elî dibe
Şahê Hemê û ew di sala 1331 ê. de
koç dike, lawê wî Muhemed dewsa wî dibe Şahê
Hemê..Ew Şahê Kurd pirtûkên mêjoyî
nirxdar bi zimanê erebî nivisîne, ewî bi van berhemên xwe dîroka gelê
Ereb û mirovayetiyê dewlemend kiriye ,ji pirtûkên wî ev in 1-"Bi kurtî
nûçeyên Rojhilatê" 2-"Dîroka dewleta Xewarizmî"û h. w.d . Niyaza me ji
navkirina van rûmetdaran ew e, ku em rolên Kurdên ronakbîr di avahiyên
dîroka erebî de bidin nasîn, ku çawa Kurdan herdem wek kesayetiyên erênî
di dîrokê,wêje,çanda erebî de rolên xwe lîstine, têkeliyên xwe bi Ereban
re xurt kirine, di pêşketina vî gelî de
hevpar bûne. Di nirîna me de ev rudawa dîrokî di mêjoya cîhanê de
pir zelal bû ye, lê çima û mixabin ta niha, pir Erebên rewşenbîr
û dewletên serdar van rastiyên dîrokî hîn bincil dikin! ?.
Dîroka Kurdan û Ereban ne tenê bi van mezinan yên ku, me li jor bi
nav kirine û bi pirên din wek wan di wê demê de dewlemend e, lê serdemên
sedsalên 18 û 19 an de jî bi pir navên pispor yên ku, rolên xwe di pêşdabirina
bizava şoreşgerî, ronakbîrî, wêjeyî de zor paye bilind in.Em li
vir dixazin tenê li nik çendekan wek nimûnên geş
rawestin û cihên wan di dîroka erebî û kurdî de bidin xûyakirin,
mîna Sulêman Helebî (1777-1800). Di dîrokê de diyar e, ku hêrişek
leşgerî bi serpereştiya Napliyon Ponapert di sala 1797 an de bi ser
bajarê el –Iskenderiyê (Misirê )de hat ajotin ,N.Ponapert dixwast
impiratoriya xwe hîn berferhtir bike, ewî leşgerên
xwe li Misirê di bin siya cihgirê xwe Kilîper da hêşt,û
bi xwe ji Misirê derket.Lê li Misirê tevgerek gelêrî misrî –îslamî jî bi
seroketiya Morad Bêg hebû, ewî tev mirovekî xwe Îbrahîm Bêg li dijî
Firansiyan berevaniya Misrê kirin, lê ewanan di 21têrmehê, sala 1798an
de di cengê de têkçûn, leşgerên
Firansiyan Qahîre şewitandin û beşek
ji mizgefta el –Ezher rûxandin, şeş
Şêxên vê mizgeftê li sêdarê kirin û di nav wan de mamostayê
Sulêman Helebî, Ehmed el-Şerqawî jî hebû. S.Helebî û pirên din ji ber
hêrişên Firensiyan ji Misirê reviyan
Sûriyê, Sulêman Helebî li bajarê xwe Efrînê (Kurdistana Sûriyê ) dimîne,
lê ew tu carî nikane mamostê xwe, şewtandina Qahîre, rûxandina mizgefta
el-Ezher jibîr bike, ew dîsan vedigere Helebê cem bavê xwe û li wir
serokê leşgerên inkîşarî
Ehmed Axa, dostê Îbrahîm Beg nas dike, ew jî di wê demê de
berpirsiyarê rêxistina el-Cîhad li wîlayeta
Şamê bû. Sulêman Helebî bi rêdana Îbrahîm Bêg di sala 1800 an de
diçe Qudsê û biryara kuştina Kilîper bi
destên xwe distîne û dixwaze tolên mamostên xwe û Misirê ji
Kilêper bistîne.Ew diçe Misirê û di 15.06.1800 î de, bi kêreke mezin
Kilêper di baxça qesrê wî de dikuje, lê paşê leşgerên firansî wî digrin,
destên wî bi giyanî ji laşê wî
dibirin,ewanan cehrê didin wî û bi hovane S.Helebî dikujin.Erê Sulêman
Helebî Kurd bû, lawê Muhemed Emîn ji gundê Kokanê, dorhêla Efrînê bû,
pismam û neviyên Muhemed Emîn hîn li Kokanê û li gundê Coqê henin,
ewanan bi mêraniya Sulêman Helebî li dijî koledaran ji bo rizgariya gel
û welatên Ereban xwe serbilind dibînin. Em jî dixwazin bi vê bîranîna
dîrokî helwestên Kurdan yên herdem erênî di pêvajokê de, ji gelê Ereb û
cihanê re berçav bikin, ta ku regezperestên Ereban gelê xwe nexûpînin,
dostanî û qurbaniyên gelê Kurd nehênî nekin û têkoşîna
gelê Kurdistanê bi şovînîstî şirove nekin .Dîsan kesayetiyek
gewre bi regezê xwe Kurd e, mîna Qasim Emîn(1863- ? )di dîroka Ereban de
zor rûmetdar e, ew li bajaorkeke(Ture )ji dayik bûye, malbeta wî ji
Kurdistana başur, bajarê Sulêmaniyê
bû. Wek tête texmînkirin, piştî têkçûna
şoreşên kurdî bi serdariya malbeta
Babaniyan di destpêka sedsala 19 an de dijî dewleta osmanî, ewa penaberî
Misrê dibe.Li wir bavê wî dixwîne û dibe efser, lê dayika Qsim Emîn ji
malbeteke misrî ye, keça Ehmed Beg Xetab e, ew jî birayê Îbrahîm paşe
Xetab e.lê lawê wan Qasim di sala 1881 ê de dadweriyê li Firansa
kuta dike û di sala 1885an de ew vediger Misirê .Qasim herdem xemxwarê
astengên Misirê bû, ew û Sed Zexlol hevalên hev bûn û li nik dewltê
karmend bûn, ewî di warê dadgeriyê de xebitiye. Ewî giringî dida pir
pirsên civakê, pirsa jinan û azdiya wan li nik Qsaim Emîn mijara sereke
bû, du pirtûkên wî li ser jinan navdar in, 1-Azadiya jinê.2-Jina
nû.Qasim Emîn ji ber helwestên xwe yên erênî li hember azadiya jinan,pir
astengî û rexnên tund didîtin,ewî hevaltiya nasdartirîn kesayetiyên
misrî wek Şêx Muhemed Ebde,
siyasetvan Sed Zexlol,helbestvan Hafiz ÎBrahîm, wêjevan Lutfî el-Seyid
dikir .
Ji gotinên Qasim Emîn yên naskirî ev in:"Di nav gelê jar û bindest
de daçeka "na" pir kêm bi kar tê ."û herweha jî wî pir gotinên watedar û
karîger li şûn xwe li ser jinan hêştine, wek"Me ji bo pêşdabûna
wan çi kirî ye?." Eyan çê dibe, ku em jinên xwe di rewşeke
wek rewşa dewaran de bihêlin ?..M a rast e, ku nîvî miletê me di
tariya nezaniyê de bijîn ?...Ma mêr ne ji jinan çê bû ne ? Jin jî ji
mêran çê bû ne ? Û mêr bê jin nikanin bextewar bin ?"Bi kurtî Qasim Emîn
di civaka erebî –de pir çalakî û bi berpirsiyarene beşdar
bû ye,û ewî rolên zor erênî di pêşvebirina
civaka mirovayetiyê de jî lîstiye, helwestên wêrekî ji ber pirsa
jinan ve istandiye. Bi ya me be ev jî cureyeke ji cureyên pêwendiyên
kurdî û erebî ye. Eger em vegerin Sûriyê, dê dîsan bê vîna me pir
kesayetiyên Kurd werin bîra me, di rastiyê de hemwelatiyê Kurd Miho Îbo
Şaşo ji navçeya Efrînê, yekemîn
mirov bû, ku bi çeka xwe li dijî koledara firansî rawetsiya bû, lê paşê
Îbrahîm Henano(1869-1935) di sala 1919 de dest bi amedebûna
şoreşê li dijî dagîrkerên firansî li
Sûriyê dike.Di 3. hizêrana sala 1919 an de kongira surî li
Şamê tê girêdan û Îbrahîm Henano
nûnerê Helebê li wir beşdar dibe, ew
ji kongirê redigere, diçe bajarê Îdlibê, bi cemewerê wir, bi heval û
dostên xwe re dibêje:"Ez baweriya xwe bi Firansa nakim, ewa dixwaze
hêdî, hêdî welêt hemî zep bike û gote wan; "Mirin ji bo welêt rûmet û
şihadet e, û jiyan di bin siya
bêgane de şerm û sernizmî ye ." Piştî
ku, Kemal Ataturk sozê piştvaniya
çekdarî li dijî Firansiyan dabû wî,ewî bi rastî
şoreş li dijî Firansa ragîhand.Gava
ku, Mêrsîn dikeve bin destênTurkan, Firansa dest ji Kîlîkiya berdide,
lewra jî, pêwîstiya Mistefa Kemal bi Îbrahîm Henano nemîne, alîkariya
çekdarî û leşgerî li ser wî birî û
qut kir. Ji ber vê jî, şoreşa
Î.Henano bi serneket, li dawiyê bi alîkariya Êngilîzan ew di
Augusta sala 1921 ê de li Helebê tê zîndankirin.Li vir giring e, em bi
bîrhûnin, ku dadgirê dadgehê weha gotibû: "Eger heft seriyên Îbrahîm
Henano hebûna, min dê bixwasta, ku ew bi heft seriyên xwe werin
darvekirin, lê seriyekî wî tenê heye." Ew li dawiyê ji girtîgehê rizgar
dibe.Firansa dixwast wî bikin serokê dewletê, lê ewî weha goti bû; "Ezê
herdem ji gelê Sûriyê re, ta roja serxwebûnê bimînim xizmetkar, piştî
serxwebûnê, eger miletê Sûriyê çi cihî bide min, bila ew ciha,
serokê şaredariya bajarokeke biçûk
be jî, ezê razî bim." Î.Henao ji wê demê de di dîroka bizava
rizgarîxwaza Sûriyê de û dîroka "Rojhilata Navîn " de zor navdar e, eger
li Misirê Sed Zexlol,Omer Muxtar li Lîbiya,Ebdil Qadir el-Cezaîrî li
Cezaîrê bi bîr tên, herweha Î.Henano jî li Sûriyê navdar e û ew herdem
bi bîr tê .
Kî bû ew şoreşvanê welatparêz ?
Îbrahîm Henano lawê Sulêman Axa lawê Muhemed Henano di sala 1869 an de
li gundê "Kefer tixarîm" li Rojavayê Helebê ji dayik bûye, hin cihder
dibêjin, ku ew ji êla Reşwanî ya
kurdî ye, lê hin cihderên din dinivîsînin,
ku ew ji êla Beraziya ya kurdî ye.Ewî xwendina xwe li Harimê kuta
kiriye,pişt re ewî li Asîtane (Istenbulê
) xwendîye, piştî kutabûna
şerê cîhana yekem di sala 1918 an
de, dibe rêvebirê bajarokekê li derhêla Diyarbekirê,piştî
vê ew dîsan vedigere Helebê li wir ew di sala 1919 an de wek
endamê kongira sûrî tête hilbijartin, li wir wek me li jor nivisîye,ewî
dest bi xebata xwe ya siyasî, şoreşvanî
kiriye, ew di sala 1935 an de diçe dilovaniya xwedê.Lê dîsan
pêwîst e, em navê şalyarê leşgerî
Yosif el-Ezme,yê ku bi netewa xwe Kurd bû, di sala 1920 î,di
cenga Meyselon de li dijî koledara firansî pakrewan bû jibîr
nekin.Herwisa jî dîroka erebî ya hevdem dibêje, ku serokê Sûriyê yê
yekem Kurd bû, ew Muhemed Elî el-Abid el-Kurdî bû, ew di sala1872 an de
li Şamê ji dayik bû ye, di sala
1922-1923 an de dibe şalyarê darayî
li Sûriyê,di sala1932 an de ji ber Şamê
ve wek endamê perlemanê tête hilbijartin û ew di 14 .06.1932 1936 ande
wek serkomara sûrî hate destnîşankirin,ew
di 22.10.1939 an de li Parîsê dimre,û li
Şamê tête gornekirin. Yanê bi
gotinek din dîroka erebî ya siyasî jî bi kesayetiyên Kurd pir dewlemend
e û rolên wan di hevkêşiyên siyasî
de gelek pelandî ne.
Dumahîk heye |