Mantiqê şelafan-dalkavukan, derewçîn,
kemalîst û stalînistan wek hev e
 

Fûad Sîpan (Akpınar)

fuadsipan@yahoo.de
efrin.net 04.08.06

Kurdîstaniyên hêja!

Mahmud Onder li ser pirtûka Naci Kutlay di nivîsa xwe de ya roja 22.06.2006an di malpera Yaşar Kaya de ya bi navê Kurdistan Post li ser Melle Mistefa Barzaniyê mezin wiha dinivîsîne:

Prof. Şakirê Xudo, herwisa behsa Barzaniyê nemir kiriye û gotiye, "piştî Melle Mistefa hat Sovyetistanê li Elegez û gundên derdora wê, li cem kurdên êzdî dima û Gelek kes dihatin serdana wî. Paşê rewşa Melle Mistefa baş bûye û çûne Moskovayê û li wir hin caran bihev re alkol-votka(Votka min nav lê danî, ji ber ku wê demê li Rûsyayê tenê votka heye) vexwarine. Hetta Dr. Kutlay ji Şakirê Xudo dipirse, "Te bi çavên serên xwe dît, ku M. Mistefa alkol vexwar? Prof. Şakirê Xudo dibêje; "Belê min bi xwe dît, me bi hev re li cem kurdên Êzdî vedixwar û hetta carek Melle Mistefa pirr zêde vexwar û serê wî êşiyaye, lewma sibetira rojê, beriya ku em vexun, me Xavyar da Melle Mistefa, da ku bi alkolê neêşe."

Çavkanî, binêre malpera Kurdistan Post
http://www.kurdistan-post.com/Niviskar-op-viewarticle-artid-661.html

Prof. Şakirê Xudo jî bersiva Naci Kutlay di malpera Rizgarî de wiha dibe:

”Buxtanê wek kirasê bê pêsîr”

”Derewên ku lingê deve dikşînin”

Ez mecbûr im ku bi van meselokên kurdî va dest bi nivîsara xwe bikim. Çimkî nivîsa ku Mehmut Onder li ser kitêba Dr. Nacî Kutlay ”Anilarim” ( bîranînên min) nivîsîye ku Nacî Kutlay behsa Berzanîyê nemir jî dike û navê min jî hildide û min wekî çavkanî nîşan dide. Dixwazim bêjim ew tiştên ku Dr. Nacî Kutlay di heqê Barzanîyê nemir de nivîsîye, ji serî hata binî derew e.

Çavkanî, binêre malpera Rizgarî
http://www.rizgari.com/modules.php?name=News&file=article&sid=4723

Ez qet pêwîst nabînim têkevim wê gengeşiyê ku dema Melle Mistefa Barzaniyê mezin li Ûris maye û li wê derê Votka vexwariye an na? Jixwe Şakirê Xudo bi bersiva xwe Naci Kutlay derewîn derdixîne. Êdî ne hewce ye ku mirov zêde li ser derewçîn û boxtankeran bisekine.

Lê hêja ye ku hinekî li ser mantiqê îdeolojiya Kemalîzimê bisekinim. Îdeolojiya Kemalîzimê wisa bandora(tesîra) xwe daye ser piraniya rewşenbîrên Bakur, ku heger mirov bi aqilê selîm wan rewşenbîran baş analîz bike dê di rastiyê de bibîne ku di pir mijaran de qet ferqa mantiqê wan û ferqa mantiqê Kemalîstên Kemalîst nîne. Çimkî mêjû, kirin û tevgera wan ji ya Kemalîstên Kemalîst cida nîne, belkû eynî ye, wek heve. Ez bawerim xirabiya ku Kemalîstan bi Kurdan kirin, ne tenê qirkirina gelê me, talankirin û perçekirina welatê me Kurdistan e, xirabiya Kemalîstan ya herî mezin jî ew e ku îdeolojiya xwe ya bi genî di Kurdan gerandin û hê jî qismeke ne hindik ji Kurdan bi wê îdeolojiya xwe ya şêlû û gemar îdare dikin.

Ka binêrin dinya-alem bi çi re meşqûl e, Naci Kutlay û Mahmud Onder bi çi re meşqûlin. Gotinek heye û dibêjin, dema pisîk xwe nagihîne goşt, jê re dibêje mirdar e. Niha ev jî tifaqa Kemalîst û şelafên wan e. Mantiqê wan jî ew e ku “çiqas dikarî reş bike, heriyê biavêjê ku bila şûna wê li ser bimîne, çawa bibe tu ji bilî reşkirinê nikarî xwe bigihînî wan û bi wan xerabiyê bikî”

Lê rastî ti carî derewan napejirîne. Di dawiya dawîn de mûma derewçînan ditemire û xerabiya wan ji wan re dimîne. Niha pirs ew e ku bi van tiştên tewşo-mewşo li dijî Melle Mistefayê nemir çi kete bêrîka Naci Kutlay û Mahmud Onder?. Ez rast bibêjim ku Naci Kutlay û Mahmûd Onder bi van kirinên xwe yên pîs li hemberî Melle Mistefa Barzaniyê mezin rewşa xwe bi destên xwerab kirin û bûne dûvikê Kemalîzmê.

Rojnama Hurriyet jî di 18.02.2003an de bi kampaniyekê dest pê kiribû û bi nêrînên hiqoqabazên xwe digotin, goya koka malbata Barzanî cihûn in. Rojnama Hurriyet dît ku wan xwe bi xwe di cîhanê de rezîl û riswa kirin, loma êdî dest ji wê kampaniyayê berdan.

Çavkanî binêre malpera rojnama Hurriyetê
http://webarsiv.hurriyet.com.tr/2003/02/18/250284.asp

Û bersiva min di malpera PENa Kurd de

http://www.pen-kurd.org/kurdi/fuatakpinar/BilaTirkbiEdeb-II.html

Mixabin Kemalîstan bi îdeolojiya xwe ya bi kirêt agir berdan mala Kurdên bakur û ewên goya ji xwe re dibêjin rewşenbîr hê nizanin li heyîyên xwe jî xwedî derên. Di civata Kurdan de qedir girtin heye. Kî dibe bila bibe ji dîtin û nêrînên wî/wê re qedir tê girtin û kêmasiyên wî/wê hebin jî dîsa jî jêre qedir û rêz têye girtin. Lê Kemalîst û Stalînîstan qedir û rêzgirtina civatan xerab kirin û ew îdeolojiya ne mirovane anîn di civata Kurdan jî gerandin. Kesên nizanibin û nikaribin ji heyîyên xwe, ji qîmetên civata xwe re qedirê bigirin, ew çiqas jî lêbixebitin ji xelkê re şelaftiyan bikin jî dîsa bêhûde ye.

Melle Mistefa Barzaniyê mezin ji bo Kurdan ne Elo û Welo ye ku Naci Kutlay û Mahmud Onder bi vî rengî êrişî şexsê wî dikin. Heger hinekî fam û firaset di wan de heba, dê pesnê lîderiya wî û qehremaniya wî bidana. Û heger Yaşar Kaya jî hinekî ji malbata Barzanî fedî bikira, dê rê neda ku nivîseke wiha bi kirêt di malpera wî de bêye weşandin. Mixabin Kemalîzim û Stalînîzimê çavê wan kor kiriye û bi mêjûyên wan lîstiye, loma ez qet li ser van kirinên van belengazan matmayî namînim.

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]