STRANEK Ji BO ŞÎLANÊ
"Şat Sîrûnêm..."
Polat CAN
efrin.net 31.07.06
Tu diçî hemû rûpelê dil dişewitin, hêsrên çav diçikin, gîrî di nîv
de dimê û evîn zûha dibe...
Tu diçî dil dişewitê, bajarê evînên westiyayî li ber peykerên
hunermendên çav xilmaşî radize, pelên çinarê reş dibin û weku barana
taristanê li ser zarokên babelîsan dibare...
Tu diçî. Diçî, zaroka ferîşteya nehatî ronahiyê kor dibe, dengbêjê
strana xerîbiyê lal dibe û hemû klamên me di nava leylana deşta Rewanê
de winda dibe...
Tu diçî, evîndarê te dibe ne tişt, dibe peykerek li ber barana payîza
sar bê vîn dimîne, dibe hêmana bê bextiya me ya herdemî...
Tu diçî, Êrîvana me îro xembar e, hemû rêheval xembarin, hemû dost,
ferîşte, xwedawend û stêrk dil bi keder in.
Dema tu diçî dişewitê dil, dirûxe keviyên berava dilên ji evînê mayî
bêpar û evîna me ya nebûyî bi zaroka nehatî re di sewa şevên bê heyv
dibe sermed...
Tu diçî, pênûs dibe stûxar, pel li ber lehiya hêsran diçe welatek nenas
û hemû xeyalên me yên xweşik bi agirê dil re dişewitin li ber bayê evîna
dilşikestî dikevin diçin dûr...
Tu diçî, evîn bi te re diçe dûr venager e.
Hîn jî li wê derê, çavên me camê derbas dike û li barîna dilopên ava
xwedawendan dinêr e, pê re diçe dûr, dikeve nava xeyalên bi welatê
kederan, ew baran, dilop bi dilop li birîna dil ya vekirî dikeve, ji
bîrînê gîriyê zaroka ronî nedîtî tê, dike qîr, dinalê, distêrê, dikene û
bi me re direve. Bi me re dirivê, ji me naqetê, lê tu diçî... diçî dûr!
Ka raweste, goh bide hekîmê Serhedê, wê ji birînên te re, ji berfa
Girîdaxê, ji ava Erezê, ji kulîlkên zozanên Elegezê, ji perên teyrê baz,
ji guliyên zeriyên Êzîdiyan, ji axa tirba pîr û ewliyan ji te re
dermanekî çêkê, birînên te dermanke... birînên te sazke...
Wê li dora te bicivin dengbêj û sazbendên cematiyê, ji te re bilorin,
bistirên li hev vegerînin klamên evîniyê.
Dîsa jî, çavên me cama qerisî kûn dike û li asoyên dûr dinêre, li
dilopên barana bêhedar dimeyzînê, ji nêzî guhên me awazên şermok yên
strana "Ah gülum, gülum gülum" tê, li me weku peykerên bajarê xemgîn tê,
weke çinara payîzê tê, weke awaza xerîbiyê tê...
Pirsa herdemî jî, ji nava me weku ferîşteya başiyê di derdora serê me
dike hêlan, dipirse, û pirs her dimîne, salekê, du sal, sê sal, hezar
sal û hezar temenên windayî, lê em her li kevala barînokê dinêrin, keval
me ji hemû pirsan bê hay dike... Dema şiyar dibe, bi rûyeke xembar li
pirsên dinêr e û dibersîvînê...
Wê demê êdî tu çûye, tu dûr çûye, lê ferîşteya pirsa sermedî her maye,
weku barana li ser pelên çinarê dike ye, leylana dilê şewitî û xembar
ditemrîne, wê kêliyê awaza strana me lal dibe...
Dema li ser dengê teqînê ji xeyalên baranî veciniqî û tu nedîtî, stranek
nû ji te re sazjand: " Şîlan, şat şat sîrûnêm..."
|