Em Kurd tev mina sêvên ji darekê ne !
Kemal Tolan
efrin.net 31:07:06
Berî ku ez têkevime nav babetê xwe, dibêjim xweska fersend û delîl
di destên hinek dîroknas û lêkolînvanên me Kurd(Êzdî)an de hebûna û me
jî karîbuna xwe bigihandina ser kûrayiya riknên şaristaniya mirovatiya
Mezopotamiya yê. Hingê me yê bidîta û bizanîbuya bê ka netew û
Êzdiyatiya me çiqasî kevnare.
Ji bona em keribin ciyê hinek valeyên di kironolojiya dîroka koç û
qerkirina me Kurdan de hene dagrin û piçekî jî dîroka resenî, koç û
qerkirina me Kurd û Êzdiyên Xaltiyan agehdar bivin û xwe nasbikin,
lazime û hêvî ji we hêjayan dikim ku hûn birênen li nêrîn û çavkaniyên
di lêkolîna min ya bi navê ÊZIDIYATÎ HAVEYNÊ MIROVATIYA MEZOPOTAMIYA
(http://www.pen-kurd.org/kurdi/kemal-tolan/ezdiyati-haveyne-mirovatiya-mezopotamiya.html)
yê ye. Ev nayê wê mahnê ku min karîbû di vê gotara xwe de hemû
pirsgirêkên dîroka koç û qerkirina me Kurdan zelal bidime xwanê. Lê, min
nêrîna xwe ya ku dibêjim Êzdiyatî haveynê mirovatiya Mezopotamiya yê ye
û bitaybetî jî xizna nasnama gelê Kurd e û her weha nêrîna geleg
ilimdar, dîroknas, nîvîskar, rewşenbîr û rojnamevanên navdar, ku di
lêkolîn û pirtûkên xwe de bi taybetî bahsa nav û dîroka Êzdiyên Xaltiyan
kirine zelal dane xwanê.
Weke ku ez ji van ilimdar, dîroknas, nîvîskar, rewşenbîr û rojnamevanên
navdar fahm dikim, ewan jî di nêrîna xwe de zelal dayê xwanê ku gotina
miletê Xaltî anjî „Kaldî“, „Xaldî“, „Xalidî“, „Haldî“, „Halidî“,
„Alarodî“, „Khaldî-Xaldi“, „Xalid“ û whd., ji wexta dewleta Hurriyan tê.
Û dewleta Kurdên Hûrrî jî 4000 sal beriya zayîna Hazretî Îsa hebuye.
Wexta Împaratoriya Êzdiyên Xaltiyan di Mezopotamiya yê de hilweşiya ye
şunde, êdî Êzdî(Kurd) ketine bin bandora gelek împaratoriyên weke ya
Gutî, Kasiyan, Mîtaniyan, Nehriyan, Mûşkiyan, Urartuyan, Mannaiyan,
Mediyan, Sassaniyan, Bîzansiyan, birênen li naven ser van xerîtên jorê
ku ji ber çavkanî (1) hatine girtin û whd.
Ji vê demê û pêde, êdî çiqas welat û zimanê me yekbin jî, gelek cûdatî û
nezanî ne ligoriya daxwaziya me ketiye nava urf, adet, çande, ol û gelên
li Kurdîstanê hebûn. Her weha gelek valehî, nêrîn an jî agahdariyên ne
rast li ser cîh-war û baweriyên li Kurdîstanê hene û têne belakirin.
Min li ser van valehî û neheqiyên di dîroka me de jî, di gelek lêkolînên
xwe de bahsa xesar û zilma wan şerên ji bo serkeftina metîngehkaran,
neheqî û zordariya di wexta destpêka ola Zerdeştî, Yahudî, Xirîstiyanî,
Musilmanetî û yên wekî dinê hatine li nava Kurdîstanê bela bûne, her
wusa bahsa zilma şah, xelîfe, sultan, paşa, mîr, beg, walî, axa,
jendirme û berpirsiyarên hemu baylozxanên dewletên dagirker ku li Kurdan
û Êzdiyan kirine kiriye. Ev tev jî di gelek malper, rojname û kovarên me
Kurd û Êzdiyan de ji bona agehdariya raya giştî hatine weşandin. Dema
hûn hêjayan karibin li wan birênin û ji wan fêde bikin kêfa minê pir bê.
Weke min li jorê jî got, raste bi dehan nivîskar, rewşenbîr, dîrokzanên
xerîb û me Kurdan jî li ser dagerkirina welatê me, belabûn û asîmlebûna
miltê me nivîsandine.
Ji xwe ancax Xwedê tenê pê dizane, bê ka kengî dagirkerker hatine ketine
nava welatê me, bav-kalên me çendcaran qerkirine, bi darê zorê ji
hevûdinê qetandine, çend hezar Kurdên ku bac û alîkarî nedane wan
kuştine, mecbûrî koça kirine û ew birine li herêmên cûde ku ji êl û
êşîrên wan gelekî dûr de ji bona berjivendiyên xwe bicîh kirine.
Vêca, ezê vê carê jî biçime nava hinek zargotinên me ye dinê guhdarî
bikim û birênim, bê ka çend delîlên dîroknas û lêkolînvanên dinê hene ku
li ser kronolojiya dîroka koç û qerkirina me Kurdan digihîjine hevûdinê
û ezê wan jî pêşkêşî we dost û hevalên hêja bikim.
Ez gelekî dil xweşim ku hinek nivîskar, rewşenbîr û dîrokzanên Kurdên me
ye Anadoliya navîn jî li ser ol û koçberiya bav û kalên xwe di malpera
http://www.xelkedondurma.com , http://www.birnebun.com ,
http://www.golyazibirligi.com û hwd.ê de dinivîsin.
Weke ku ez ji zargotin û nêrîna hinek van nivîskar, rewşenbîr û
dîrokzanên Kurdên me ye Anadoliya navîne jî fam dikim, ev rêzdaran jî
weke nêrîna min didine xwanê û dibêjin, piraniya pêşiyên Kurdên
Anadoliya navîn jî ji herêma mîrgeha miletê Xaltî anjî „Kaldî“,
„Xalikan“, „Xaldî“, „Xalidî“, „Haldî“, „Halidî“, „Alarodî“,
„Khaldî-Xaldi“, „Xalid“, „Xalta“, „Xaldî (Ûrartû)” Serhedê, derdora Wan
ê (http://www.xelkedondurma.com/dirok/dirok_g_html/xalikan_bolge.html) û
whd.ê hatine Anadoliyê û heta hinek jî ola bav-kalên xwe ye kevn eşkere
dikin.
Ez niha dixwazim çend malik(paragraf)an ji wan nêrînên wane balkêş û
weke gotinên wan e orgînal pêşkêşî we hêjayan bikim.
Ev birayên hêja jî dibêjin:
1 - „Hinek rûspîyên me wiha dibêjin, ”Serokên Eşîra ji hev
heznedikir û hevdu biçûk didîtin, ji hev lome û gazin dikirin." Li
odeyekê an li civatekê li ser tuneye şer dertêxistin ji hev bi dehan
însan dikuştin. Elbet di vir da rola Îslamiyê jî pir bû. Eşîretên
Anadoliyê bi piranî ji mezheba Henefî (Sûnî bûn) Nedixwastin ku digel
mezhebê din bijîn. Îro em dibînin Şêxbizînî li aliyekî ne. Ew mezheba
Şahfî ne. Dimilî li aliyekî ne Şahfî û Henefî ne. Têkiliyên xwe pir bi
hev re pir tunen. Di nava civata Kurdên Anadoliyê de Kurdên Êzidî û
Elewî jî gelek hebûne. Lê wan ji tirsan re dengê xwe dernetêxistine.
Giran û giran ew jî derbasî aliyê Sûniya dibûn.
Hetanî salên 1950-60 an de hê şopa Êzîdiya li ser Kurdên Anadoliyê hebû.
Sîng singo dilistin, agirên mezin vêtêxistin û di dor wî agirî re govend
dikşandin û kilam distiran. Digotin, ”avê li êgir neke, ocaxî te kur
bibe.” Berî xwe berve rojê dikirin, dua dixwandin. Berî xwe berve hîvê
dikirin, duê dixwandin. Gava ku jina porê şê dikirin, porê wan î ku
diweşî veşer dikirin, digotin ”gunehê vî porî veşerin.” Gava ku me
xaniyên xwe dixelandin ji nav bi çalan porê jina derdiket.
Kalê min digot, ”Ew çiyê lo hûn wek Êzîdiya serhîşikin.” Min carekî ji
wî pirsî got, ”Kalo çima Êzîdî ewqas ser hişik bûne? ”Kurê min, me
dîn/ola Mihemed qabul kir. Lê wan qabul nekirin,li ser dîn/ola xwe man.’
Mînakên wiha gelek in.
Qadrî Cemil Paşa jî ji bona Gawestiya wiha dibêje, di kovara Hawarê da.
"Berî sed salî pirê Kurmanca koçber bûn. Havînê xwe li çiyayên
Kurdistanê ên heftreng dema xwe di nav gul û gulîlkan da derbasdikirin.
Pêz û dewarên xwe diçerandin. Zivistanê jî berê xwe didan ciyên dine
germ. Ji fêrat heta Diclê li vê deştê hana fireh cî cî koçer dihatin. Di
vê çûyin hatina koçemalî da gayên zexm û xurt û hûr mûrên malên wan
hildigirtin. Yekcaran çend malan ji ber qelsbûna gayên xwe nedikaribûn
tevî hêla xwe bimeşin. Ji wan vediqetin, di cîkî têr av û giya da çend
rojên xwe dibihartin. Paşê diçûn digehştin heval û hogirên xwe. Qebîla
Seyitxan jî yek ji wan e bû. Mînak hinek jî çiya dadikevin li deşta
Dêrîkê dimînin /manê. Yên ku li dora Dêrîkê manê qebîla Rûta ye. Bi
Xerecanan ve pismamê hev in." - Berdewama vê gotara balkêş û hêja gelekî
weke vê girîng jî di çavkanî (2) an de ye .
2 - „ Gerokê bi nav û deng MOTKÎ wiha dibêje di bîraninê xwe de,
”Kurd her tim cîranê Ereb û Farisan bûn. Ji bo ku wan ji ser axa xwe
biajon salê sê çar cara êrîş dibirin ser Kurda. Konên wan dişewtandin û
li ber deriyê wan çi hebû ew dibirin ji xwe re. Ji Kurdan re ciyekî bi
tenê ma bû. Ew jî çiya bûn. Stara xwe dikirin çiya."
Em Kurdên ku li derdorên Ankerê, Qonyê bicîh bûne ji 12 a eşîreta hatine
avakirin. Li gor hinek rûspîya bavê wan eşîretan yek bûne, diyê wan cuda
bûne. Yanî dibêje serokê Reşû ya bi danzde jinan re zewiciyê. Ji her
jinekê kurekî wî bûye. Ew her yek bûyê serokê eşiretekê. Îro çiqas kurd
li derdora Qonyê, Ankerê û Kirşehrê hene hemû hevdû nasdikin û ji hev
keçik birine û lawik zewicandine. Ew hemû xism û eqrebayê hevin.
1- Sevkî, 2- Bilkî, 3- Mîfkî, 4- Xelkî. 5- Omerî, 6- Celkî, 7- Cudkî, 8-
Terkî,
9- Nasirlî, 10- Mamitî, 11- Şêxikî, 12- Sawedî. “ - Berdewama vê gotara
balkêş û hêja gelekî weke vê girîng jî di çavkanî (3) an de ye .
3 - “Weke hinek urf û adetên di nava Kurden Aksaray ê de hene û
didine xwanê, dibe ku pêşîyên wan jî Êzdî bin. Û belkî Kurdên Êzdî yên
herêma Ankara û li derdora Sincan ê bicîh bûne jî merivên hevûdinê
bin….. wergera ji tirkî:K.T.” - Berdewama vê gotara balkêş û hêja gelekî
weke vê girîng jî di çavkanî (4) an de ye .
4 – Dîroka Gölyazı yê : Ev gotara birêz Yusuf Topal jî bi zimanê
Tirkî ye û li goriya dîtina min, divirde jî gelekî eşkere û zelal xwanê
dibe ku, ciyê êl û Eşîrên Xelikan jê derketine jî navenda herêma mîrgeha
Xaltiya ye û baweriya gelek pêşiyên wan jî Êzdiyatî buye. Berdewama vê
gotara balkêş û hêja gelekî weke vê girîng jî di çavkanî (5) an de ye .
Vêca, gava ez li hinek lêkolîn û pirtûkên nivîskar, rewşenbîr û
dîrokzanên Kurdên me yen ku koçî nava deweletên Sovyeta berê kirine
dirênim, dibînim ew jî di nêrîn û berhemên xwe de didine xwanê ku, ciyê
êl û êşîrên wan jê derketine jî navenda herêma mîrgeha Xaltiya(Serhedê)
ye û baweriya piraniya pêşiyên wan jî Êzdiyatî buye.
Em birênen dîrokzanê Kurd Prof. Şakirê Xudoyê Mihoyan li ser pêşiyên xwe
we dibêje:
“Pêşiyên min ji Qersê hatine. Sê pêlên koçberan ji Qersê û herêmên
derdorê wî hatine, li Ermenîstanê herêma Elegez û derdorê wê bi cîh
bûne. Li herêma Elegezê yanzdeh gundên Kurda hene. Li nahiya Talîdê dîsa
yanzdeh gund hene. Lê Kurd li wira, li Êsyan kêmtir in. Kurdê mayîn,
Kurdên Êzîdî, ew jî li nahiyeka deşta Araratê dijîn.
Pêla pêşîn, di salên 1854-56’a, di şerê Rusa û Tirka de hatine. Bingeha
gundê me Elegez jî, di salên 1850’ê de hatiye danînê. Çimku kalê minê
rehmetî digot “wekî ku pey şerê Rus û Romê du sal, sê sal derbas bûye,
ez bûme.” Me jî hesab dikir û derdiket, ku di sala1856-1857’an de
hatine.
Pêla diduya dîsa salên 1877-1878’an de hatine. Pêla sisiya jî wextê şerê
Cihanê yê Yekemîn da hatine. Sala 1918 an de Rum hatiye, ew dem şerê
Ermeniya û Tirka bû, hûn dizanin wî demî kesekî nedizanî ka çi diqewime,
ne radyo, ne jî televizyon hebû.”(6)
Ji xwe gelek ji me baş dizanên ku, hîna gelek xuşk û birayên me ye
nivîskar, rewşenbîr û dîrokzanên vê herêmê jî bi dehan kitêb û berhemên
qedir buha li ser kronolojiya dîroka koç û qerkirina bav-kalên me
nivîsandine. Ez teva jî bi dil û can pîroz dikim û dibêjim, bila Xwedê û
Tawisî-Melek xizmeta wan hêjayan qebûl bike û bejna xwe li ber tevan
ditewînim.
Vêca ji ber tengaya cîh, ez naxwazim nêrîna xwe ya(birênen li çavkanî. 7
Rûpel:26- 70)ku min derheqê dîrok, cîh, war, êşîr, êl, qebîle û rewşa
mîrgeha Xaltiya de nivîsandiye ya di virde dîsa birêz bikim. Ezê di
dewsa xwe de cîh bidime nêrîna mamoste û birayê xwe Dr.Eskerê Boyîk û ew
jî weha dibêje:
“Ew eşîrên kurdên êzdî li dor kîjana ev lêkolîn hatye kirin xwe ra
dibêjin Xaltî. Berê berê da, heta van salên dewî, wan eşîra heyîta xwe
li der-dorên bajarên Sêrtê, Batmanê,qeza Qurtelanê, Erûhê, Bişêryê xweyî
dikirin. Li bin zor û zulm, helandinê da çiqas diçû hesavê wan û warên
wan kêm dibûn, goveka wan teng dibû. Van 15-20 salên dewyê bi masayî cî
û werên xwe berdan hatine Ewropayê, xazma Almanyayê.
Wextê da mîrgeha Xalta li nav Kurdistanê da mîreheke mezin, û bi hêz
bûye. Di av da ev çend eşîrên mezin bûne: Qizilî, Niqîbî, Xendeqî,
Berekî, Anqosî û hinekên biçûke usa çawa Bisiyan, Biletinî, Emeran,
Mamereşan û hvd. Ji van hinek niha li ser bawarya êzdîtyê nînin…
Çawa tê zanîn, wextekê, hela 1300 sal li berî zayînê, li der dorê golên
Wanê, Ûrmyayê û çiyayê Araratê hukumdarîke mezin çê bûye û heta sala
585–an dom kirye. Dîrokê da ew bi navê Xaldî (Ûrartû) eyane. Gelo
navbera navê wê dewletê û navê van eşîrên Kurdên êzdî da girêdanek
heye,yan na?Ji bo dest me da delîlên anegor tune ne, em vê pirsê bihêlin
dîrokzanan û paşwextîyê ra.
Lê bêjim, hela ez zarok bûm,kalê gundê me jî oda da dicivyan, diaxivîn,
çîrok digotin, li ser gelek babetan xeber didan.. Ji haj hatinçûyîna
cihanê jî kêm hebûn.Xwendî jî nîbûn.Wana ne dîroka cihanê zanibû, ne jî
haj tiştên kevnar û lêkolînên zanyarî, arxolojyê û medenyeta
Mêzopotamyayê hebûn…Çi ji kal-bavên xwe bihîstibûn, derheqa wan tiştan
da gilî dikirin. Digotin qebîla me, ya Bela jî Xaltî ne…Navê çend
qebîlên din jî didan, ku li nav êzdîyên Ermenistanê da hebûn (navê wan
bîra min da nemane). Wan ji mîna kalên van eşîran digotin Xaltî navê
eşîrê, yan qebîlê nîne, Xaltî navê were, cîye… Eger navê war e, usane
wana herêma xwe, welatê xwe ra gotine Xalta. Gelo navê Xelatê jî ( Sîpan
Xelat ) ji wî navî nayê?. Çawa Êzdî br xwe dibêjin hemû qebîlên êzdîyan
Xaltî nînin, usa ne bi bawarya min, di bingeha Kurdan da (Kurdên êzdî jî
nav da) gelek civak, medenyet û şaristanyên cûrbicûr yên wê heremê rol
lîstine.
Lê gelo Kurdên wê heremê, yên Musulman çima xwe ra navêjin Xaltî…Bi
texmîna min li nav wan da ev nav hatye bîrkirin, sebeb ewe û dîrok jî wê
dide îzbatkirin ji pey qulibandinê ra kurdan bêtir koka xwe înkar kirine
û hela gelek malmezinan koka xwe birine malbetên navdarên gel û olên
desthilatdar va girêdane.
Tê texmînkirin, di dema xwe da mîrgeha Xalta mezin û bi hêz bûye. Salên
1820-1850-î eşîrên mezin, yê li wê heremê ev bûne: Qizilî, Niqîbî,
Xendeqî, Anqosî, Berekî. Ji bo kilam û bîranîna da navê wan tê bîranîn.
Mezinayî li wê heremê Mîrzikê Zaza mîrê qesra Ridiwanê, serokê
Qizilyanyê kirye. Pêra jî lêkolînên dîrokî derdixine holê ku êle mezin
bûye û li nav axa- begên fêodal da parevekirî bûye. Hevgirtin û tifaqa
xurt jî tune bûye.
Ji bo belgên dîrokî derheqa mezinayî, hesavê evdên Êzdî, gund û warên wê
mîrgehê da destê me da tune, em jî wan melûmeta tînin, kîjan hevkarê me
Kemal Tolan ji devê mezinên wê heremê top kirye û weşandîye. Bê şik
hinek şaşî dibe vê nivîsarê da, çawa di nirxandina da usa jî hesav û
navên gundên êzdîyan da hebin, lê rastîk sedî sede, ku wê demê hesavê
gundên Kurdên êzdî yê wê heremê ji evên nivîsar pirtir bûne… Gelek
guhestinên mezin jîyana wê heremê, û jîyana Êzdîya da bûne, dest zulm û
zorê, qir û birê goveka êzdîtayê teng bûye… Mînakêke biçûk em ji dîrokê
bînin: Dema fermana Sultan Mehemedê I da “Reşîd paşa êrîşê dibe li ser
Kurdistanê, wê êrîşê da ewî 40 hezar Êzdî kuştine…” (Dr. P. Müllêr
Sîmonîs, Dûrch Armênîên, Kûrdîstan und Mêzopotamien; Meinz 1897.)
Eger her gundekî Êzdîya da 400 nefer jî bê hesavkirin, usa ne tek wê
êrîşê da 100 gunden Êzdîya hatine wêrankirin, li ser rûyê dinyayê unda
bûne…Lê çiqas welgerya ne? “(8)
Belê bi rastî dilê min hêjî dixwaze, ku ez di lêkolînên xwe de bersiva
gelek pirsanan bidim. Her weha çiqas navên êl û êşîrên me Kurdên li
cîhanê belabûne û yên hêjî li ser axa bav-kalan hene bidime berhevûdinê
û bibêjim birênên xuşk û birayên min, her çiqas dijminên ol û netewa me
navên me li goriya berjivendiyên xwe guhastibin jî, em Kurd tev sêvên ji
darekê ne. Hemû kultur, çande, ol, êl-êşîrên me jî gul û beybûnê li
derdora dara wê sêvê ne. Belê ez çibikim, hîna ew quweta min e ku van
tevan bînime ser hevûdinê kombikim tune ye. Lê, ez ji bo vê armancê ji
Xwedê hêvî dikim, ku fersend û tifaqa nivîskar, rewşenbîr, zahne,
dîroknas û lêkolînvanên me Kurd(Êzdî)an jî hîna mezintir bive û ew jî
karîbin ji bona pêşeroja zarokên me temamiya kronolojiya dîroka
dagerkirina welatê me, bawerî, belabûn(asîmlebûn), koç û qerkirina me
Kurdan hîna çêtir zelaltir bidine nasandin û valeyên di dîroka me de
sererast bikin.
Çavkanî
1. Mehrdad R. Zady, Bir el Kitabi KÜRTLER- Weşanên Doz sala 2004, rûpel
:72,80
2. Hesenê Alê -
http://www.xelkedondurma.com/dirok/dirok_a_html/akbal/em_ji_ku_hatin.htm
3. Hesenê Alê -
http://www.xelkedondurma.com/dirok/dirok_a_html/akbal/em_ji_ku_hatin_2.htm
4. Memê Hileciki -
http://www.birnebun.com/birnneu/birn7/aksaray.htm
5. Yusuf Topal -
http://www.golyazibirligi.com –Tarih
6. Prof.Şakirê Xudoyê Mihoyan-
http://www.demanu.com.tr/arsiv/18_07_2006_162sy/sir_dirokzane_kurd_mihoyan.htm
-
7. Kemal Tolan, Hebûn û Tûnebûna Êzdiyan Tev Romanên Zindîne- Weşanên
Dengê Êzdiyan 2000.
8. Eskerê Boyîk- Êzdiyatî Fermanên reş Mîrzikê Zaza Rûpel:193-194 - Ji
weşenen Dengê Êzîdiyan 2006
|