Pêwendiyên kurdî û erebî di dîrokê de
Bi gelemperî
(2)

 


Dr.Ebdilmecît Şêxo

efrin.net.28.07.2006

Dîsan dîroka Kurdistanê dibêje; ku dweleta ( Dostikî an Merwanî) di salên ( 982 – 1086) de z. ya ku Farqîn ( Sîlêvan ) paytexta wê bû, pêwendiyên xwe bi gelê Ereb re jî hebûn, Şahê dewleta Dostikî- Merwanî- Ehmed Ibin Merwan pir dîplomasî û şehreze bû, lewre ewî kanî bû, têkeliyên xwe bi sê hêzên navçeyî mezin re ava bike ra. 1- Dewleta Ebasî li Îraqê, 2- Dewleta Fatimî li Misirê û dewleta Pêzentî, van her sê dewletan baylozxanên xwe li Miyafarqînê di sala 1013 (z.) an de vekirin, û herweha jî pêwendiyên vê dewleta kurdî bi dewleta el-Hemedanyê re li Helebê hebû.Li vir jî em dîsan dibînin, ku çiqas pêwendiyên Kurd û Ereban bi hev re tamarên xwe di dîrokê de kûr berdane, ji me hemuyan re tê xûyan kirin, ku helwestên Kurdan ji berê de li beramberî gelê Ereb, erênî bûne, û di hêzkirina têkeliyan de rolên xurt lîstine.
Di dîroka erebî de, pir rewşenbîr, yên bi regezên xwe Kurd bûn, di çand, wêja erebî,û ola îslamî de bûne stêrkên geş, wek Îbrahîm Ebdelkerîm Helebî 840 k. lawê el-Cinaz el-Erbîlî – el- Musilî 657 k. û, Hesen Esed Hesen el-Farqî 487.û Ebo Ebdela el-Hezbanî el-Kuranî 656 k.lê yê di vê babetê de, herî navdar Ibin el-Hacêb el-Kurdî ye, 570 k. ew rêzimanzanekî gewre di zimanê erebî da bû, navê wî Osman Omer e bû, er ji bajerê" Diwênê " penaberî Misirê bibû,guman heye, ku malbeta Ibin el-Hacib bi malbeta Eyobîyan re penaberî Îraqê, paşê Şamê û paşê Misirê bû bûn, û mirov kane texmîn bike, ku malbeta Ibin el-Hacib ji êla Riwandiya Kurd e.
Eger em li serdema Ebasiyan binêrin, em dîsan rastî navê kurdekî sazbend û dengbêjê pir navdar tên,navê wî Ziryab e. (160-230)k. (Ebo el- Hesen Ibin Nafih ).Lêkolînera Alman Zîgrîd Hongê di pirtûka xwe de "Roja Ereban li ser Rojavyê geş dibe" eşkere diçespîne, ku Ziryab bi kokê xwe Kurd e. Ziryab li nik Haron Reşît bû, şagirtê dengbêjê wî Îshaq el-Mosilî bû,pişt re, ew bi xwe di dengbêjiyê de dibe mamoste, Ew maweyeke kurt liTunisê li nik Mîrê Qîrewan dimîne, pişt re ew vediger Endelusê, û li nik lawê serdarê Endelusê Ebdilrehman wek dengbêjekî pir bilind dimîne, Ziryab têleke nû ya pêncan li navîna temburê zêde dike,ewî li Endelusê mizraba(pena)temburê ji hestiyên lingên Başîqan çêkir bû, Ev dîsan tê vê wateyê, ku lawên Kurdan bi riyên têkeliyên xwe bi Ereban re hunera saziyê jî bi pêşxistine, û tiştên nû jî ava kirine.Mirov kane bêje, ku dirawsên me Ereb,ta di warê saziyê de jî dêndarê Kurdan in.
Di mêjo de herwisa jî rola malbeta Baramkê di damezrandina dewleta Ebasiyan di sala121 ê de(k.) berçav e,Kurdên Beramkî di rêvebirî û şalyaristanê de cihên bilind girtibûn, Ibin Xelekan dibêj; Bermekî ji êla Zerzariya kurdî ye, ewa nasdartirîn êl ji Bermekiyan bû, lê Xalid Ibin Bermek damezrênerê malbeta Bermekiyan e, ew di sala 90 î de(k) ji dayik bûye, ew di dewleta Ebasiyan de dibe şaliyar,û paşê dibe serokwezîrê dewleta Ebasiyan, di sala 163 an 165 an de (k.) ew diçe ser dilovaniya xwedê. Yehya Ibin Xalid bi bavê xwe re di şoreşa Ebasiyan de zor çalak bû,ew di sala 158 an de (k.)dibe waliyê Ezerbêcanê, ji ber ku, ew pir dilsoz bû, ew dibe nivîskar û şalyarê dewletê jî, û Haron Reşît li ber destê wî fêr û perwede dibe. Xanima Yehya Ibin Xalid, Haron Reşît bi kurê xwe el –Fedil re mêjandiye,yanê el-Fedil kurê Yehya û Haron Reşît birayên şîrî(memkan) ne .Cefer lawê Yehya lawê Xalid jî di sala 176 an de(k) dibe şalyarê Misrê û di pir waran de Haron Reşît xwe dispêra Cefer,lê mixabin piştî, ku malbeta Bermekiyan 17 salan di destlatdariyê de bûn, û tevî, ku têkeliyên Cefer kurê Xalid û Haron Reşît pir xurt bûn, bûyerek reş bi ser Cefer da hat,û ew ji aliyê Ebasiyan de hat kuştin, Yehya lawê Xalid û lawê xwe el- Fedil hatin zîndankirin, ev hemu birayran bi fermana hevalê wan Haron Reşît hatibûn istandin, ji ber ku, ew ditrisya,ku malbeta Bermekî destlatdariya dewleta Ebasiyan bi temamî bi destên xwe ve hûne.Eger dawiya pêwendiyên Bermkên Kurd bi dewleta Ebasiyên Ereb re bi tragîdî kuta bû ye,lê wek me dît Kurdên Bermekî bi dilsozane û mêranî li rex Erebên ebasî û dewleta wan rawestiya bûn .
Kî ji dîrokzanên Rojhilata Navîn û pisporên ewropî di mêjoyê de nizane,ku Ibin Xelekan ,dîroknûserê gernas e û berhemên wî ji pisporên dîrokê re çavkaniyên balkêş û dewlemend in .Navê vî zanyarê nirxbilind Ehmed lawê Mihemed lawê Ibrahîm lawê Bekir lawê Xelekan e, Xalid lawê Bermek dibe bavpîrê, bavpîrên lawê Xelekan .
Ehmed lawê Xelekan di sala 608 an de (k.).li Hewlêrê ji dayik bûye,Ehmed li Helebê jî dijiya û li wir li nik pir Şêxan û bi taybetî li nik Beha el- Dîn lawê Şedad,hevalê Selah el- Dîn Eyobî ,zanistiya olî fêr bû ye û herweha jî li vir zanistiyên zimên, rêzimên li nik zanyarên mezin xwendiye, ewî li Şamê jî xwendiye,paşê ew diçe Misirê. Piştî ku Mamalîk destlatdariya Eyobiyan zepkirin, destlata Mamalîkan, lawê Xalîkan wek dadgerê Şamê di sala 659 an de(k.) destnîşan dikin,lê lawê Xelîkan herdem cihê xwe di na vbera Misirê, Şamê û Helebê de dugeherî, û ew di sala 681 ê de(k.) dimre .Pirtûka wî " wefiyat el- Eyan û enba ebna el- zeman "ji hemu lêgervanên dîrokê re cihderek zor giring û sudar e.
Dîrokzan el-Farîqî (1117-1181)z.Ehmed lawê Yosif el –Farîqî li bajarê Miyafarqînê paytexta dewleta Merwanî (Dostikî )(982-1081)z.Niha navê wê Silêvanî ye .
Di rastiyê de ev pirtûka ne tenê li ser dîroka Farîqîn ye,lê ewa pir bûyerên siyasî û çandinî di wê serdemê de "sedsala 12 an de hembêz dike, ewî agahî li ser dewlet û mîrşenên, ku di çarçewa dewleta Farisê, Cezîrê, Kurdistanê, Ermêniya, Ezerbêcanê ,Corciya, Şam, Misirê, Selaciqî, Merwanî, Hemedanî dide xwendevanên xwe. El-Fariqî bi taybetî pêzanîna li ser dewleta Merwanî û pêwendiya vê dewleta kurdî bi dewleta el –Hemedaniya erebî re li Helebê, li ser Mosilê, û Ebasiyan li li Bexdadê nivisiye .
Di vir de giring e, em hûnin zimên, ku Mîr Seyf el –Dewle el –Hemedanî ji dayikek Kurd di sala 303 an de(k.) li Mayafarqînê bûye, piştî ku ew Mîr li Helebê dimre, ew li Miyafarqînê tête gornekirin û herweha guman heye, ku xanima wî (diya Sed el-Dewle )jî Kurd bû, têkeliyên Kurdên Miyafarqînê hîn di sala 18an de(k.) dest pê kiribûn,çimkî di vê demê de Eyad Îbin Xenem bi navê îslamiyetê ev bajara kurdî zep kiri bû .
Têbînî :Ta ku em nekevin şaşiyan,em neçar bûn, salên koçî wek di cihderan de hatine weha jî li jor binivisînin.

                                                                                                                                            Dumahîk heye

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]