ŞER DÎSA LI ROJHILATA NAVÎN GUR BÛ
FÛAD SÎPAN (AKPINAR)
efrin.net.24-07-2006
Kurdistaniyê hêja!
Dîsa bi şerê di navbera HAMAS (partiya Filistînê, ku demeke berê li
Filistîn bû bi desthilat û li ser text rûnişt), HÎZBÛLLAH (li Libnanê),
û dewleta ÎSRAÎL de şer li Rojhilata Navîn gur bû. Bê guman herçiqas ev
şerê vê dawiyê li ser heyşt kuştin û du revandina leşkerên Îsraîl li ser
sînor çê bûn jî, lê di rastiyê de sedemên wê yên dîrokî pirrin. Lê ezê
nema li ser dîroka bi hezar salan bisekinim. Jixwe gotareke, yan jî
analîzeke kurt têrê jî nake.
Beriya ku ez li ser mijara rojevê bisekinim hêja ye ku bibêjim gelê Cihû
di Rojhilata navîn de xwedî dewleteke bi hêz û quwet e û li dijî Ereban
meydanê dixwîne ye. Bê guman dewleta Îsraîl vê quweta xwe bi taybetî jî
ji Amerîka distîne. Li Amerîka 8-10 mîlyon cihû hene û ew him dewlemend
û him jî di nava dewleta DYA de xwedî bi hêzên pir mezinin. Lê li aliyê
din jî cihûyan li Rojhilata Navîn ji tinebûnê dewleteke wisa ava kirin,
ku mirov dikare di cîhanê de bi tiliyan wek nimûne rayê bide. Bêyî ku ez
siyaseta dewleta Îsraîl ya şaş li hemberî Filistîniyan biparêzim, mafê
gelê cihû ye ku li Rojhilata navîn wek dewlet li ser piya bimîne û cihû
jî xwe li hemberî niheqî û terorê biparêzin. Mafê ti dewlet û ti kesî
nîne ku siyaseteke bi dijminane li hemberî dewleta cihûyan bimeşîne û bi
terorê gelê cihû ji ortê rabike. Ez siyaseta rejima Îranê û Erebên
kevneperest ya ku li ser ji holêrakirina gelê cihû napejirînin û wê
siyaseta îrasyonal şermezar dikim. Qedera gelê Kurd û gelê Cihû di pir
mijaran de xwe digihîne hev, lê mixabin ku dewleta Îsraîl di pirsa
çareserkirina Kurdan de bi dijminên Kurdan re dan û standinên xwe çê
kirine û hê jî ji wê helawesta xwe bi temamî venegeriyane û alîkariya
dewleta cinawir ya Tirkan dike û alîkariya pelçiqandina Tirkan li
hemberî Kurdan bi çek û sîlehên xwe dikin. Lê mixabin ku Kurdan jî heta
niha, bi taybetî jî Kurdên Bakur li defika çepên Kemalîst û Erebên
kevneperest xistine û li hemberî cihûyan siyaseteke bê mantiq ajotine.
Yanê bi kurtayî pirsgirêk di vir de ne yek alî ye, du alî ne. Gotinek
heye û dibêjin ”dest destan dişo û vedigere rûyan dişo” Îro cîhan hatiye
guhertin, Kurdên Bakur jî mejbûrin ku li gorî demê siyaseta xwe
bimeşînin û dest ji dijminahiya cihûyan berdin. Li aliyên din jî heger
dewleta Îsraîl dixweze dostaniya Kurdan qezenç bike, divêt ew jî dest ji
berjewendiyên xwe yên bi kirêt bi dewleta Tirk re berde û hinekî li
dîroka xwe binêre ku çiqas neheqî li wan hatiye kirin û li gorî wê jî ji
neiheqiyeke din re nebin berpirsiyar.
Dilê min pir bi wan zarok, jin kal û pîrên bê sûc û guneh ji herdu
seriyan di nava şer de li Xayfa, Beyrûdê û derê din dişewite. Lê divêt
beriya ku em seriyekî tawanbar bikin û serîyên din jî neheq derînin, li
ser alîkariya dewletên ku vî şerê hanê bi kirêt destek dikin bisekinin.
Ew dewletên ku vî şerî dixwezin û bi hemû quweta xwe alîkarî didin ku
gelê cihû ji Rojhilata Navîn rabikin, di serî de rejima Îranê, Sûriyê û
Erebên kevneperest û paşverû ne. Rûreşiya herî giran jî ewe ku ew vî
şerî bi navê Îslamê dikin. Lê gunehê dewleta Îsraîl jî di vî şerê bi
qirêj de ne hindike. Dewleta Îsraîl ji bo ku PLO yanê rêxistina Yasîr
Arafat di dema xwe de qels bike, bi destê xwe HAMAS ava kir, damezirand
û di dawî de kire bela serê xwe. Ez van gotinan ne ku ji serê xwe ve
dibêjim, min heta niha bi dehan nivîs û analîzên Cihûyan xwendine û ew
bixwe jî dibêjin çima dewleta Îsraîl ev tişta hanê kir û HAMAS kire bela
serê wan.
Dewleta Tirk jî van rojana xwe tûj kiriye û dixweze ji vê rewşa niha ya
tevlihev li Rojhilata Navîn îstifade bike û êrişî Kurdistana Azad bike
ku qezencên Kurdan ji hev bela bike, bi vî awayî mehremên xwe yên bi
kirêt li dijî Kurdan bi kar bîne. Dewleta Tirk ji alîkî ve bi desthilatê
PKKê re dike cîqewîq û ji aliyê din ve jî dixweze here zarokên Kurdan li
serê çiyayê Kurdistanê ji holê ra bike. Mixabin li bakurê Kurdistanê
alternatîveke derneket meyadanê. Yên jî hene tenê bê per û baskin ku
nizanin çi bikin.
|