Pêwendiyên kurdî-erebî di dîrokê de
bi gelemperî
(1)

Dr.Ebdilmecît Şêxo
efrin.net 22.07 2006
Gava em dixwazin li ser pêwendiyên Ereb û Kurd binivisînin,mebesta
me ne tenê ew e, ku emê li ser helwestên hukumetên Ereban, yan gelên
erebî li hember gelê Kurd û bizava azadîxwaza wî rawestin, lê em niyaz
dikin,ku em li vir ji destpêka pêwendiyên hevbeşî di navbera her du
gelan de ji berî zaynê, û di dema îslamî, li Cezîra erebî de
binivisînin, rolên kesayetiyên Kurd di nav gelê Ereb deji bo serketina
ola îslamî, û herweha jî rolên rewşenbîrên Kurd di pêşketina çand û
wêjeya erebî de bidin ber çavan, her dîsan jî, emê cihê Kurdan di
têkoşînên bizava niştimanî ya gelê Ereb de li dijî dagîrkeran bidin
diyarkirin. Armanca me ji vê kurtelêkolînê ew e, ku em ji gelê Ereb re
bi gelemperî û ji partî û hêzên Ereb yên dêmokrat re bi taybetî,
helwestên Kurdan yên welatparêzî û mirovane zelal bikin, ta ku gelê Ereb
pir kesayetiyên Ereb,rêxistinên erebî, îslamî û hukumetên erebî
bikanibin nirînên xwe bi helwestên gelê Kurd re, di pêvajokê de bidin
ber hev, ango berhevdaneke belgekirî bikin,rastiya dîrokê û rolên gelê
Kurd di pêkanîna têkeliyên cînartiya aştiyane di nav herdu gelan de jî
bizanibin.
Ji ber ku, Kurdistan û gelê Kurd cînarê gelên Ereb, Turk û Farisan e,
erdnîgariya Kurdistanê, û dewlemendiya wê bûne sersedemên giring, ku pir
dewletên cîran ji berî zayînê û ta niha jî xwastin û dixwazin welatê
Kurdan dagîr
bikin,û hêrişên leşgerî bi ser Kurdistanê de birine, Impiratora Osmanî û
Împiratora Sefewî ji bo dagîrkirina Kurdistanê li dijî hev şer kirin,û
şerê Çaldêranê di 23.8.1514 an de di navbera van herdu Împiratoran de li
ser Kurdistanê di dîroka cîhanî de nasdar e û herweha şer di nav herdu
Împiratorên gewrede berdewam kir û li gor hevpeymana "Qesra Şîrîn" di
sala 1639 an di nav her du Împiratoran de, bi seroketiyên Şah Ebas
Sefewî, û Sultanê Osmanî Muradê çaremîn,
beşê mezin ji Kurdistanê dikeve bin nîrê Împiratora Osmanî, û li gor
cografiya Kurdistanê, navê vî beşî mezin bi Kurdistana Bakur tête
binavkirin, rûberê vî beşî bi qaserî 25000km2 tête texmîn kirin û
hejmara wan niha li derdora 20 milyonan texmîn dibe,gelê Kurdistana
Bakur, bajarê Amedê wek paytext ji xwe re dibîne û beşê duhem ji
Kurdistana mezin di bin nîrê Împiratora Farisan de ma ye, li gor
cografiya ew bi Kurdistana Rojhilat tête binavkirin, rûbera wê bi qaserî
175000km2 tête texmînkirin, hejmara wan dîsan li gor texmînan 7-8milyon
in, paytexta vî beşî jî Mehabad e . Lê mixabin, dîroka sedala 20 an jî
li gelê Kurdistanê dilovantî nekiriye,piştî ku, Împiratora Osmanî nexweş
dibe, û ewa di destpêka sedsala 20 î de ji hev dişele, welatên ewropî
rolek giring di parvekirina dewlet û gelên di çarçewa Împiratora Osmanî
de lîstin, li gor hevpeymana Sayiks -Pîko di sala 1916 an di navbera
dewletên hevpeyman de, Kurdistana, ku di bin nîrê Osmaniyan de, beşek ji
Başura wê bi rûbera 72000 km2 bi ser dewleta Îraqê ve xistin. Îraq û
Kurdistana Başur di bin nîrê dewleta Êngilîz de dimînin û paytexta vî
beşî dibe Hewlêr.Piştî raperîna avdara sala 1991 ê de, Kurdistana Başur
di bin siya perleman û hukumetên kurdî de û paşê perlemanek û hukumetekê
de di çarçewa Îraqa fêdêral de bi azadî dijî û Mesud Berzanî wek serokê
herêma Kurdistana fêderal hatiye hilbijartin, herweha jî Kurdistana
Rojava bi rûbera23000km2bi dewleta Sûriyê ve dikevin bin nîrê
Firansa,gelê Kurd li vir, bajarê Qamoşliyê wek paytexta Kurdistana
Rojavayê binav dike .
Di bin sîbera van rewşên dîrokî,ciyopolîtîkî û li gor yasayên civakî yên
objêktîv pêwendiyên van gelên dirawsê bi hev re çê dibin .Em li vir tenê
dixwazin li ser têkeliyên Kurdan bi Ereban re di pêvajokê de rawestin .
* *
*
Hişmendê sînî yê navdar Kong Fio(Konfoşiyaos) hîn berê pirtirî
2500 sal mîrekî(paşayekî ) sînî bi xwendina dîrokê wisa şîret kiriye: "
Eger tu li awênê temaşe bikî, tu dikanî taca serê xwe serast bikî, lê
eger tu li dîrokê binêrî, tuyê kanibî avakirin û rûxandina dewletan
texmîn bikî.".Lê em jî dixwazin bi ser van peyvan de hîn berdewam bikin
û bêjin,ku dîrok ji dema niha û ya duhatî re jî geşdar e, û li ser
bingeha vê rastiyê jî, mirov dikane pêşeroja xwe ava bike, lewra jî û li
gor giringiya vê diyardeya zanistî, em niyz dikin, hin xelekên têkeliyên
Ereb û Kurd di mêjoyê de li vir bi kurtî rêxin, ta ku em dema xwe ya
niha baş têbigînin, û duhatiya xwe li ser binaxa wê jî ava bikin .
Dîroka dîrînî dibêje; ku pêwendiyên Kurd û Ereban bi hev re hîn ji sala
1500 î berî zaynê dest pê kirine. Di vê dema dîrokî de, di Rojavaya
Asiya de sê dewletên mezin li dijî hev bûn: 1- Dewleta Mîtaniyan,
(bavpîra Kurdan ).2- Dewleta Hisiyan. 3-Dewleta Misriyan. Di navbera
Mitaniyan û Hisiyan de herdem hevrikî hebû, û her weha jî şer di navbera
Mîtanî û Misriyan de ji ber bidestxistina welatê Şamê çê bû ye. li
dawiya dawiyê ev herdu dewletên Kurd û Ereb li dijî metirsiya dewleta
Hisiyan, hevkariyê bi hev re dikin û evan her du dewletan carek din
lihevtên û ji vê demê de têkeliyên Kurdan û Ereban dest pê kirine û hêdî
hêdî û ji ber sedemên cuda pêwendî di navbera herdu gelan de pêşketiye.
Piştî li hevhatina van herdu dewlatan, mirovantî di navbera wan de çê
dibe, Firewn Tehotemsê çarê di navbera van salan de (1390-1400)b.z. bi
keça lawê Paşayê dewleta Mîtanî Artetema re şû dike ango dizewice û
herweha jî, keça Şahê dewleta Mîtanî Şturnê duhem,Nefertîtî bi Firewn
Amnehotebê sêhem re (1390-1352) b.z. dizewice .Piştî vê em hîn
nizanin,ku pêwendiyên Ereban û Kurdan bi hev re berdewam kirine, an çawa
bû ne, belgeyên dîrokî di derbara vê bergeha dirêj de bi dest me de
tunen in.
Lewra jî, em li vir yekser li ser têkeliyên Kurd û Ereban di dema zayina
ola îslamî de li Cezîra erebî radiwestin. Wek di dîrokê de tête zanîn,
ku Kurd berî peydabûna ola îslamî, bawermendên ola zerdeştî bûn, Eyzêdî
bûn,lê piştî zayina ola îslamî, gelek gelên cîran wek; Turkan, Farisan,
pirên din, û piraniya gelê Kurdistanê jî ola îslamî ne bi vîna xwe
pejrandin, û ola Eyzêdî hîn di nav gelê Kurd de maye .
Dr. Ehmed Xelîl dinvîse; diyar e, ku pêwendiyên herdu gelên Ereb û Kurd
berî kurtedemekê an ji destpêka zayina ola îslamî de bi hev re çê bûne,
yek ji dostên pêxember Muhemed, Kurdek bi navê Çaban bû,lê di hin
cihderên din de ew bi navê Kaban hatiye, ev dostê pêxember ji Hemezan
bû, niha ew bajara li Rojhilata Kurdistanê ye, berê navê wê Akiptana bû,
û ewa paytexta Împiratora Mîdya Kurdî ( berî zayinî) bû.Dr. Ehmed weha
texmînên xwe li ser Çaban an Kaban dinvîse; belkî tê zanîn hin penaberên
Faris, Rom, Saîbe, Hebeşî ji bo karên bazirganiyê, an ji bo karên olî,
an ji bo karên siyasî li bajerê Mekê dijîn, belkî Çaban yek ji wan kesan
be, ku li Mekê dijaya ,belkî jî Çaban li bajarê (Medînê ) dijiya,û ewî
li wir pêxember dîtiye. Herweha jî mirov kane texmîn bike, ku ew li dijî
dewleta Sasanî (Farisî) bû ye, ew ji ber destlatdariya wê penaberî
Cezîra erebî bû ye, û li wir pêxemberê îslamî nas kiriye û bi wî re bû
ye dost, belkî jî dewleta Sasanî bi xwe, ew şandibe Cezîra erebî, ta ku
ew ola Zerdeştî li wir bide nasîn û belav bike. Wek em tê digînin,ku
sedemên çûyina wî li Cezîra erebî pir bûn, lê li vir ji bo me ya giring
ev e, ku Çaban li vir pêxember nas kirî ye, dostaniya xwe bi wî re rind
bû ye.
Dumahîk heye
|