ÎTALYA BÛ ŞAMPIYONÊ KÛPA SALA 2006AN

FÛAD SÎPAN (AKPINAR)
Havîna sala 2006an li Almanya bi heycan û coşeke pir mezin derbasbû.
Hemû taximên di maça Kûpayê de beşdar bûbûn ji bo ku Kûpayê werbigrin li
ber xwe dan. Ew hêsabên ku di despêkê de li ser Kûpayê dihat kirin hemû
tevlihev bûn û di dawî de di roja 09.06.2006an de li Berlînê Îtalya li
hemberî Firansa berê 1-1 ma û paşê di pê nîv saetê dirêjkirinê de bi
golên penaltî 6-4 bi ser ket, Kûpa sala 2006an wergirt û di cîhanê de bû
şampiyonê yekem. Di navbera dema lîstika topê de bûyereke tirajedî jî
qewimî. Zîdanê bi koka xwe Ereb e bi hemû quweta xwe serê xwe kulpand
singê lîstikvanê Îtalya û ew giran birîndar kir. Di despêkê de hakem ew
tevgera wî nedîtibû, paşê ji hakemê dev û dorê pirsî û di dawî de karta
sor rayê Zîdan da û ew ji nava maçê avêt. Zîdan bi vê tevgera xwe ya
xerab rewşa xwe xiste gellek aloziyê.
Baweriya pir kesan di serî de ew bû ku yan Arjantîn û an jî Brazîl, dê
bibe şampiyonê Kûpayê. Jixwe faforiyê min û yê bavê min jî Birazîl bû.
(Bavê min 72 saliye û gellek kêfa wî ji topê re tê û me herduyan bi hev
re li topê temaşe dikir. Dema wexta min tineba ku li maçan temaşe bikim,
min hemû înformasyonên xwe ji bavê xwe werdigirt.) Lê Birazîl vê carê
perfomanasa xwe ya hostatiya lîstika topê rayê neda. Birazîl li hember
Firansa qels ma û di dawî de 3 gol xwar û ji maçê derket. Hêjayî gotinê
ye, ku toplîstin li welatên Amerîkaya Latînî pir pêş de çûye û
lîstîkvanên di cîhanê de yên herî baş jî ji wê derê dertên. Lîstîkvanên
berê yên wek Pelê, Maradona û yên niha Ronaldo, Ronaldînyo û hwd. yên
herî navdarin. Spor, lîstika topê êdî di civata hemû gelan de perçeyek
ji çand û kultura gelane. Cihê kêfxweşî û serfiraziyê ye. Spor herwiha
reqabete û reklama herî mezin ya cîhanê ye.
Xwezil bi wan rojan ku taximeka Kurdistanê jî rojekî bi rengê
pîroz, bi ala Kurdistanê kesk, sor û zer di cîhanê de bêye li bakirin.
Hêvîdirim ku ev dengê me bigihîne hukumeta Kurdistanê ku di demên pêş de
ji bo taximeke Neteweyî li Kurdistana azad haziriyan çêbikin ku em Kurd
jî bi wan rojan bi ser bilind û kêfxweş bin.
Ji ber ku maça cîhanê li Almanya bû, Alman hindik mabûn bi taxima xwe ya
qels bi manîpûlasyonan, bi dek, bi dolab, bi fêl û fêlbazan bibin
şampiyonê cîhanê. Ji bilî wê van dawiyanan Almanya li ser maça topê em
biyanî hetikandin. Pozbilindî, quretî û Arogantî li Almanya serî girtibû
û dawî nedihat xuyakirin. Hema hema her Almanekî/ê aleke xwe dabû destê
xwe, li ser erebe-seyare û malên xwe de dardakiribûn, li ser çavên xwe
çêkiribûn, li xwe alandibûn, pêçandibûn. Beriya maça ku Almanya û Îtalya
bi hev re bilîze, rojnameyên Almanan bi sernûçan hinika digotin, ewê
Îtalya wek Pizza bixwin û yê din jî digotin, ewê Îtalya wek makarona
daqultînin. Almanya ji wan êriş û kirinên xwe yên bi kirêt re jî
digotin, ku goya ew mazûvanên gellek başin. Yên ku nizanin bila werin ji
me biyaniyan pirs bikin, ku Alman çiqas mazûvanin? Alman ji bo qurişekî
bîst û pênc teqlan didin, dê çawa bibin mazûvan? Ew kesên ji dev re ji
bo maça topê hatibûn Almanya tûrîst bûn û wan jî ji kîsên xwe dixwar.
Min di jiyana xwe de qasî Almanan gellekî birçî û çav li derve nedît.
Mentalîta Almanan eve, ”jixwe re ji xelkê çi dikarî bigirî,
bigire, lê ti tiştekî xwe nede kesî” Mezinên Almanan zarokên xwe bi
vê mentalîtê perwerde dikin, hîn dikin. Mazûvaniya Almanan jî eve.
Almanan maça topê êdî ji sînorê edebê derxistibûn, bi awayeke nemerdî
êrişî Îtalya dikirin. Lê di nîvfînalê de Îtalaya derzî di pa hustuhê
Almanya re kir, kêfa Almanya vemirî, temirî, xewn û xeyalên wan yê
Kûpayê ketin nava avê.

Ji çep Fabio Grosso û Alessandro Del Piero
Ez heyrana çavê wî bim, Fabio Grosso di 04.06.2006an de li Stada
Dortmundê di pê nîv seat dirêjkirina maçê de di xuleka 119an de gol
avête Almanya kêfa Almanan di ber wan de hîşt û hundirê alîgirên taxima
Îtala hênik kir. Xulekekê di pê gola Grosso re vê carê jî Alessandro Del
Piero gola duduyan avête Almanan û guhê me çend rojan ji dengê tûtik û
fîtikan Almanan qirand. Îtalya di pê gola dudiyan de êdî bûbû agir û
pizot di Almanya geriya. Heger lîstika topê hinekî dîsa jî berdewam
bikira, dê Îtalay di serê her xulekê de golek biavêta Almanya. Alman
wisa pijyanîne ku di pê lîstika bi Îtalya re mirov dibêje heft heramê
reş qet tiştekî li Almanya nebû û qet Almanan ew gotinên bi kirêt li
hemberî Îtalya negotin, qet nijandperestî nekirin û Alman bi yekcarekî
lê dixwebitin ku ew hemû kirin û gotinên xwe yên pîs ji bîr bikin. Niha
jî destpêkirine pesnê xwe û qaşo mazûvaniya xwe dikin.
Ez qet wan Kurd, Tirk û biyaniyên din li Almanya fêhm nakim ku
bûbûn alîgirê Almanya û ji Almanan re şelafîtî-dalkavukluk dikirin û don
di nanê Almanan de didan. Almanan ti demê ew hîs nedane biyaniyan ku ew
perçek ji civata Almanane. Hin beyanî hene ku ev 50 sale li Almanya
dijîn, lê Alman hêjî wan ji civata xwe hêsab nakin û ji wan re dibêjin
“Gast” yanê mêvan. Alman nikarin du rojan mêvanekî xwedî bikin, dê çawa
50 salî mêvanan xwedî bikin, hey gidî? Çewtiya Almanan di vir de ye.
Ji destê topê nijadperestiyeke wisa li Almanya dest pê kiribû ku sînorê
wê nemabû. Almanan ji nijandperestiya xwe re digotin welatperwerî.
Rastiya civata Almanan ew e ku di civata Almanan de
nijandperestiya latent(veşartî) kok girtiye û dema derfet û firsatên
wiha jî dikeve destê Almanan niyeta wan ya ji dil bi yekcarî derdikeve
ser avê. Bi raya min ne Alman, ne jî Tirk xwedî mafdarê tiştên wiha
nin. Çimkî dîroka Tirkan û Almanan bi kirête û ew sînorê welatperweriya
xwe nas nakin, bîhna nijandperestiyê û faşîzimê ji welatperweriya wan
tê. Mirov dikare bibêje ku Alman û Tirk li ser komkujiyan li dijî gelan
dibin pismamên hev.
Destê Swîserland (isviçre) sax be ku wan sala par xezebeke wisa anî serê
Tirkan ku ew qet vê carê nikaribûn têkevin maça Kûpayê jî. Û Tirkan di
ser de jî li ser kirinên xwe yên xerab li dijî lîstikvanên Swîsre
cezayên giran wergirtin.
Alman li ser wendakirina lîstika topê li hemberî Îtalya hinekî lûvandin
û vê carê jî hemû quweta xwe dane ser rêza sisiyan û li hemberî Portekîz
roja 08.06.2006an de li bajarê Stuttgartê bi 3-0 golan bi ser ketin.
Alman niha lêdixwebitin ku dilê xwe bi rêza sisiyan li ber dilê xwe
didin, dixwezin moralê bidin xwe. De bila Alman herin bilûvînin ku çima
ew di maça topê de nebûn şampiyon. Mirov dikare tenê di warê
organîzasyonê de hinekî pesnê Almanan bide. Jixwe wekî din wan qet heq
nekiribûn ku têkevin nava maça cîhanê jî. Lê ji ber ku maç li Almanya
bû, loma bi awayeke automatîk mafê wan yê lîstikê di maça cîhanî de
hebû.
--------------------
11.06.2006 Almanya |