Şecerudurr
[Dar a Durreyan]

(1257 Zayînî koç kiriye)
Padişaha dawîn di Dewleta Eyûbî de li Misirê

 

Cankurd

Efrin.net 06.07.06

Şecerudurr cariyek ji cariyên Necmiddînê Eyûbî [ Sultanê Elsalêh] bû. Tê gotin, ku ew Ermen an Çerkez bû, hinek jî dibên ew Turk an Romanî bû… Navê wê hinde caran Şeceretudurr tê nivisandin. Lê guman nine, ku ew di malbata Eyûbiyan de hatiye fêrkirin û xwedîkirin. Ew di dûrokê de wek jinek zana, jêhatî û çeleng tê diyarkirin. Ev cariye ewqas li ber dilê Necmiddînê Eyûbî giranbiha bû, ku ji xwe re wek jinek ji malbata Eyûbiyan jimartibû û li xwe markiribû. Kurekî wî ji Şecerudurr pêda bû, nave wî Xelîl bû, û lew re ew bi navê "Diya Xelîl" dihat naskirin.

Dûroknasê navdar Ibin Texrî Berdî pesna Şecerudurr dide û dibêje, ku ew jinek older, xêrxwaz, destbol û serekek mezin bû di dilên gel de û hinek dibistan û weqfên wê yên xêrê û qencekariyê hebûn.

Li ser pereyên dewleta Eyûbî di dema Şecerudurr de wilo bi Erebî hatibû nivisandin:" Elmuste'siye Elsalihiye, padişaha musilmanan dayika Xelîl mire bawermendan". Li dora vê nivîsê jî ayetek Qurana pîroz hatibû neqişkirin, ku di nav de "Laîlaha îllellah, Mihemmed Resûlullah" hebû.
Elmuste'siye: Bo pevgirêdana wê bi xelîfeyê Musilmanan re: Elmuste'sêm Bîllah li Bexdadê.
Elsalihiye: Bo pevgirêdana wê bi mêrê wê yê koçkir Elsalih ê Eyûbî.
Mîrê Bawermendan: Bo xelk bizane, ku pey wê kurê wê Xelîl wê bibe padişahê Musilmanan.
Mîr Necmiddîn bi fermana bavê xwe [Sultanê Elkamêl] bû dizdarê keleha Kîfa (Hesen Kîfa) li bakurê Kurdistanê. Li wir nûçe gihanê, ku bavê wî birayê wî yê biçûk, Seyfuddîn Ebû Bekir [Elmelîk Ela'dêl] amade kiriye bo standina deselatdariyê di dewletê de. Wek çawa di demên berê de, Koroşê Farsî deselatdariya birayê xwe Erdeşîr nepejirandiye, wilo Necmiddîn jî ji deselatdariya birayê xwe hosan bûye. Tê gotin, ku birayê wî kesekî xûngerm û ne hişmend bû, lê diya wî li ba dilê bavê wan, Elmelîk Ela'dêl, ji diya Necmiddîn hezkirîtir û nêztir bû. Mîr Necmiddîn biryara xwe da, ku vegere Misirê û nehêle deselatdarî têkeve destê birayê wî.

Dewleta Eyûbiyan di wê demê de ketibû nav du agiran: Ji rojava ve dîsa Xaçperestan bi hîviya mirina Sultanê Elkamêl bûn û diranêd xwe qîç dikirn, û ji rojhilat û bakur ve hêrişên hov ên Mongolan û Turkan dest pêkiribûn.

Mîr Necmiddîn, li gel wî jina wî Şecerudurr, zarokê wan ê biçûk Xelîl û komek ne mezin ji leşker û şervanên Memalîkan ketin rê û berê xwe dan Qahîrê, paytextê dewleta Eyûbiyan li Misirê. Di nav wan Memalîkan de (Bîbers, Mue'ziddîn Ipek, Qelawûn û Aqtay) hebûn. Rewşa wî wek yê sepetek mar li gel xwe dibir û dim mala xwe de mezin dikir. Li nêzîka keleha Kerkê li Urdunê, leşkerê Dawûd, Elmelîk Elnasir ê Eyûbî, ku kurmamê "pismamê" Necmiddîn bû û ji aliyê bavê wî ve bûbû padişahê Kerkê, Şobekê û kelehên dî yên Urdunê, hat rê li wî û peyrewên wî girt. Elmelîk Elnasir pismamê xwe girt û tev li peyrewên wî, jin û zarokê wî, destegîr kir. Nûçe bo pismamê xwe, Elmelîk Ela'dêl ê Eyûbî li Misirê hinart û ji ber girtina Necmiddîn ve text û taca welatên Şamê ji wî xwast. Di wê navê de 7 meh derbas bûn. Di zindanê de Şecerudurr alîkariyek nefsî ya mezin bo mêrê xwe kir, nehêla, ku hîviya wî di azadiyê de jar bibe. Şecerudurr pilanek bo mere xwe rest û bi zûkî ew pilan bi cih anî.

Pilana wê ew bû, ku mêrê wê bi Elmelîk Elnasir re, ewê, ku di zindana wî de ne, bigihe peymanekê bi wî terzî, ku Necmiddîn biçe Qahîre û deselatdariya dewletê ji dest birayê xwe derxîne, Elmelîk Elnasir jî bibe padişahê Misirê û nîvê xeraca "hatina" Şamê ji xûkê "pacê" di destê xwe de bihêlê.

Li gorî wê pilanê Necmiddîn, jina wî Şecerudurr, zarokê wan û peyrewên memlokî hatin berdan û çûn Misirê. Li Misirê Necmiddîn bi zûkî deselatdarî ji destê birayê xwe, Elmelîk Ela'dêl, derxist. Ew girt û xiste zindana keleha Selahdîn li Qahîrê. Şecerudurr bi mêrê xwe re karê birêvebirina dewletê dibir. Tê gotin, ku Şecerudurr ciyê wî bi hêjayî digirt, dema ew bi cengên li welatê Şamê mijûl dibû. Bo sultanê Elsalih ji jinên dî lawên ji Tûranşah mestir tune bûn, û diya Tûranşah ji Şecerudurr ne bi hêztir bû, û li ber dilê wî ne bihatir bû, lew re Şecerudurr dikarî zora mêrê xwe bi asanî bibira û gelek karên wî yên şahanî jî ji dest wî bigirtana.
Di wê nave de, şahê Firensa, Liwîsê IX, gelek nexweş ketibû. Wî soz kiribû, ku gava carek dî sax bibe, ewê biçe "cîhadê" dij bi Musilmanan û wê bizava xwe bike, ku Qudsê ji destê Eyûbiyan derxîne. Di wê demê de şikestina Ewrûpiyan li hember sultanê serkeftî, Selahdînê Eyûbî, di şergeha Hittîn de, ku wek şikestina leşkerê Hitler di Stalîngeradê de ye, pir dilê Papaz û padişahên teviya wan êşandibû û Xeçperestan gelek giranbuhayî dida şervaniyê û standina Qudsê.

Papazê Filehan, Anosêntê IV piştvaniya wî bi germî kir, û nûnerên xwe hinartin ba padişahên Mongolan, da bi hev re hêrişan, ji Rojava û ji Rojhilat ve bînin ser dewleta Eyûbiyan. Tê gotin, ku padişahê almanan, Fridrich ê II nûçeya livîna Xaçperestan û peymana wan bi Mongolan re gihandibû sultanê Elsalih ê Eyûbî, ji ber ku wî dizanî, ku Mongol wê ziyanek mezin bigihînin Ewrûpa, gava ewan Rojhilata Navîn bistînin.

Sala 1249ê Zayînî hêrişa şahê firensî ji Mersêliya de dest pêkir. Bêtir ji 50.000 şervanên Xaçperestan di bin alaya Liwîsê IX de civiyan, û pêşiya leşkerê wî de du birayên wî hebûn: Şarl du Anco û Robert du Arto. Hîngê mêrê Şecerudurr, Elemlîk Elsalih, nexweş ketibû, lê dîsa jî navenda xwe ya rêberiya leşkerî li Mensûre vegirt, û li ser daxwaza Şecerudurr mîr Fexriddîn kiribû berpirsê berxwedanê li hember Xaçperestan. Şecerudurr ji mêrê xwe yê nexweş re sond xwar, ku ewê pişta Xaçperestan bişkîne û wê nehêle ewan nave mêrê wê li erdê xînin.

Lê diyar e, ku qeder karê xwe bi pîvanin dî dike. Mêrê Şecerudurr di wa berqefa teng de koç kir diyarê rehmetê. Şecerudurr nehêla nûçeya mirina wî derkeve, da mîr û malmezinên Eyûbiyan li ser dêrîn û şûnmakên şahanî nekevin pevçûnê û da neyar dilgerm nebin û leşkerê Musilmanan diljar nebe. Şecerudurr termê mêrê xwe bi keştiyekê di çemê Nîl re şand keleha Errewde li Qahîrê. Ji toxtiran xwast, ku roj bi roj derbas bibin odeya wî ya şahanî, weku ew serlêdana wî dikin, û roj bi roj name û fermanên bi şeqleya şahanî, li ser navê mêrê wê ji qesrê derdiketin, da guman li ser fewtkirina Elmelîk Elsalih çênebin.

Mîr Fexriddîn û mîrê xesekiriyan "xulamên ku hatîne xesekirin bo berdestiya xatûnan bikin", Cemaliddîn Muhsên, dizanîn çi bûyerek mezin bi ser dewletê de hatiye, û tenê wan veşartoka wan rojan dizanî û diparist. Bi Şecerudurr a dilsotî re wefadar û dilsoz man. Lê belê guman û pisepis li ser nediyarbûna padişahê Eyûbî belav bûn.

Şecerudurr li rewşa xwe heşar "hişyar" bû, ji ber ku kurê wê Xelîl hîn biçûk bû, yekser biryara xwe da, ku mîr Xiyasiddîn "Tûranşah" ê Eyûbî, kurê mêrê xwe ji Şamê bîne û deselatdariyê têxîne destê wî, tevî ku ew kurê hewiya wê bû. Bi lez nûçe hinart ji wî re, ferman da hemi kesên berpirs, ku sond bixun li ser serîçemandinê ji Tûranşah re. Di camiyan de, gava xutbeya roja Inê dihat xwendin, navê wî wek padişahê rêbazî yê Misirê dihat lêvkirin.

Di navbera mirina sultan Elsalih ê Eyûbî û hatina mîr Tûranşah ê Eyûbî de 3 meh çûn. Şecerudurr kar û bare dewletê di wê navê de bê jarbûn û bêwestan bi rê ve dibir, bê ku neyar bi tunebûna sultan agahdar bibin. Eve bi rastî ne asane, û bi taybet di dema şer û pevçûnan de, ku mirina padişahekî carina mirina dewletê bi xwe re tîne an dibe egera şikestina leşkerê wî di cengê de.

Berî mîr Tûranşah xwe bigihîne leşkergeha Mensûre, Şecerudurr hemî pilanên bo şikandina leşkerê Xaçperestan ê gelek mezin û bi hêz amade kiribûn, û leşkerê xwe bo pevçûnek mezin bi wan re germ kiribû. Şecerudurr teknîkên Eyûbiyan baş dizanîn û tirsa wê ji hêrişkarên fileh tune bû. Dema cengê dest pêkiriye, wê çavdêriya cengê li nêzîka Mensûre dikir û bizavek mezin jî dikir, ku gelê Musilman bi leşkerê xwe re alîkariyê di cengê de bike.

Şecerudurr termê mêrê xwe di herêma Elnehasîn de li Qahîrê çalkir, lê belê wê baş dizanî, ku bi mirina wî re wê bad û bahozên hêzdar bi ser wê de bên, ji ber ku padişahê, ku wê aniye ser textê Misirê, Tûranşah ê Eyûbî, wek hatiye belavkirin, meyxur û civiq bû, karê xwe nizanî bi şêweyekî baş bi rê ve bibira û çavên wî li teviya dêrîna bavê wî bûn. Di zikê du mehan de derdora xwe tev bi xwe re kir neyar, gef û gurr dan jina bavê xwe Şecerudurr, zorbaziyek mezin li xelkê kir, berpirsên dewletê yên Turk bi dûrxistin û bi ser de jî Memalîkên zireyî "beh'rî" tev ji xwe xeyidandin. Bîbersê bi hêz seriyê xwe li ber wî danexist û ji xwe wan Memalîk li delîveyek weha digeriyan, ku deselatdariyê ji dest Kurdan bigirin. Bîbers dema delîve dîtiye Tûranşah yekser kuşt.

Dema ku Xaçperest gihane bajêrê Mensûre, dîtin ku bajar vala ye. Wan guman kir, ku Musilman tev ji ber wan reviyane, lê wan nedizanî ku leşkerê Şeceretudurr li ber Farskorê xwe ji pevçûneke mezin a xûnî re amade kiriye.

Ji nişka ve desteyek Xaçperestan hêriş ser taxek bajêr kir. Hîngê mîr Fexriddîn di serşûkê de bû. Bi lez û bez derket, ku berxwedanê li hember wan bike, mixabin delîve ji dest çûbû û ew hat kuştin. Rewşa Musilmanan paş kuştina rêberê leşkerî yê giring têkçû. Lê dîsa jî Şecerudurr nelerizî û netirsî, sozê wê dayî mêrê xwe, Elmelîk Elsalih, hîn di bîra wê de bû, ewê nehêle, ku Xaçperest nave wî li erdê xînin. Di navbera herdu leşkeran de tenê zireyê "beh'ra" Eşmonê mabû. Çavên serleşkeran li asîmanê bûn, li hîviya piştvaniyekê ji Xwedê de.
Dema Tûranşah gihîştiye nêzîka Mensûre dilên şervanên Musilmanan geştir bûn û teska Xaşperestan şikest, ewan bi aliyê zireyê ve, ber bi bakur ve reviyan û Musilmanan da pey wan, 32 keştî di zireyê de ji wan standin. Dûrokvan Conîfîl dibêje, ku gava Xaçperest şikestine, piştvanî û xwarin û çek ji bajêrê Dimyatê, ku di destê wan de bû, xwastine, lê tiştek ji wan re nehatibû, bi taybet gava Musilmanan wan keştî daxistine nav çemê Nîl, di navbera Dimyat û Mensûre de û bi wan rê li piştvaniya bo Xaçperestan girtin.

Padişahê firensî, Liwîsê IX, li xwe hişyar bû, ku wan nûçeyên ji wî re tên ne hêja ne. Ji Musilmanan xwast, ku ew ji Misirê derkeve, Dimyatê jî bide wan, eger ewan Qudsê (Orşelîmê) bidine wî, hema bersiva ku ji aliyê Tûranşah û Şecerudurr ve hatiye ne li xweşiya dilê wî bû. Ew binzor bû, ku leşkerê xwe mayî bi paş ve bikişîne û wilo kete şaşiyek mezin. Musilman bi pey wî ketin û li rojavayê Farskorê avêtin ser leşkerê wî, çemê Nîl ji laşên Xaçperestan tijî bû, ava Nîlê ji xûnê sor bû. Leşkerê wî li wek pezan dihat serjêkirin û parçeparçe kirin, wî nikanî bû tiştek bikira. Di 2ê Muherremê 647 Koçî de padişahê Firensa hat destegîr kirin. Dora 30.000 kes ji Xaçperestan di wê şergehê de hatin kuştin. Dûroknas Elmeqrîzî wê hejmarê radike 100.000 kes. Gelek suwarên Xaçperestan bi padişahê firensî re ketin dava Musilmanan, seriyê 200 suwaran ji wan hatin birrîn. Hêrişa Xaçperestan a ku ji aliyê Papazê Roma ve hatiye pîrozkirin û wî piştvaniyek mezin jê re kiriye, bi şêweyekî fermî têkçû. Sala 1250î wek wê soz dabû mêrê xwe, leşkerê Liwîsê nehemînê, padişahê firensî yê har di cenga Farskorê de di Nîsan a 1250 yê Zayînî de hat qelandin û şikandin.

Padişahê firensî Liwîsê IX di mala qaziyê Mensûre, Ibrahîm kurê Luqman, de hat destegîrkirin. Di wê navê de zarokekî jina wî hat dinyayê, nave wî lêkir: Tirbistan.

Şecerudurr û Tûranşah li ser berger û daxwaza jina padişahê firensî ya, ku hîngê li bajêrê Dimyatê bû û zarokê xwe paş destegîrkirina mêrê wê bi du an sê rojan anî bû dinyayê, dest bi dan û standinê li gel Firensiyan kirin. Nûnerê Şecerudurr û Tûranşah mîr Husamiddîn kir. Husamiddîn milyonek zêrên Bîzentî ji Xaçperestan xwast, hema wan 400.000 zêr dan û li ciyê pereyên mayî destegîrên Musilmanan ên, ku li gel wan bûn, azad kirin. Xaçperestan padişahê xwe birin û ji bajêrê Dimyatê serşor û dilşikestî koç kirin.

Di wê nave de mîrên Memalîk û Turkan serî li Tûranşah hildan, daxwaza wan ne tenê wan zêr bûn, belku teviya deselatdariyê bû. Tûranşahê Eyûbî berpirsiyarî li Misirê û bi taybet di nav leşkeriyê de kiribû destên wan mîrên Kurd ên, ku bi xwe re ji Kurdistan û Şamê anî bûn. Dexsîna Turkan ji vê yekê mezin bû. Eger Şecerudurr neketa navbera wan, wê hîn di nav cengê de tevliheviyek fireh çêbiba û wê ji Xaçperestan re delîveyek baş ba bo şikandina Musilmanan. Lê paş ku zêr ketin destên Tûranşah, nema mîrên Turkan di cî de dadinişin. Dûroknasê firensî Conîfîl, ku di wê demê de dijiya, hewal dide; çawa Memalîk li hember Tûranşahê Eyûbî rabûn, ew binzor bû, ku ji ber wan li gel sê feqeyan bireve û xwe di burcek darî de, li keleha nêzîk Farskorê, ku têde 3 ode hebûn, veşêre. Li xarê 500 suwarên Memalîkan civiyan û bang li wî kirin, ku ew ne li Dimyatê ye, ku xwe bi peyrewên xwe biparize, ew di nav lepên wan de ye û ewan dikarin wî bi zorê ji wir derxînin. Dawî agir berdan burca darî, agirek hêgin û gurr pêda bû. Ji neçarî padişahê ciwan, ku di yek ji mestirîn şergehên dûrokê de bi serketiye, ji ber suwarên xwe û ji ber agirê, ku bi kelehek wî ketiye, bireve. Ew ber bi Dimyatê ve reviya. Suwarên pawan ên, ku piraniya wan Turk bûn, rê li wî girtin. Berî ku xwe bigihîne çemê Nîl yekî ji wan bi rumekî li singe wî da, di parsiyên wî re derbas bû. Tûranşah xwe avêt nav çemê, ku ji xûna wî sor bûye, hema ew hat damekirin û seriyê wî hat jêkirin. Suwarekî Turk ê bi nave Farisiddîn Aqtay laşê Tûranşahê Eyûbî bi şûrê xwe çirand, dilê wî jêkir û bi şûrê xwe li ber xelkê parçeparçe kir. Tu dibê qey wî bi qehremanî padişahekî Xaçperestan kuştibû, ne padişahekî musilman. Hovîtiya Turkan carek dî di wê rojê de bi xûna kurdî hat nivisandin. Wilo hîn destên wî bi xûn in, ew bi pey leşkerê firensî ket, xwe gihand Xaçperestan, ku mizgîna kuştina padişahê Kurd bide padişahê Firensiyan. Kuşterê Turk bang li Liwîsê IX kir û got:
"-Ho padişahê Firansiyan, ma tuyê çi bidî min? Min neyarê te kuşt, ewê ku niha sax ba, wê jîna te ji dest bibira..." Dûroknas dibêjin, ku padişahê firensî yê, ku bi dayîna gelek pere bi Tûranşah re giha bû peymanekê û xwe taze azad kiribû, bi rûyekî zer li kuşterê Turk temaşa kir û bêdeng bi rêya xwe de çû, bersiv neda wî.

Dawî Memalîk û Turkan hatin li ber laşê Tûranşahê Eyûbî civiyan, seriyê wî yê jêkirî bi xwe re birin û çûn, û bi wê yekê dewleta Eyûbiyan li Misirê, paş ewqas serketinên, ku teviya Ewrûpa jê tirsiya bû, teva bû, ji ortê rabû.

Paş kuştina Tûranşah, Şecerudurr ji nû ve karê dewletê bi rê ve bir, mîrên Turk vegerandin kar, bi wan şêwirî û guh da wan. Di demek kin de baweriya gel bi wê hat, ku ewê hêrişa Xaçperestan rawestîne. Gelek hozanvanên hêja, wek Behadîn Zuhêr, Cemaliddîn kurê Metrûh' û Fexriddîn kurê Şêx li dora xwe civandin, ku nave wê wek padişaha Misirê bi zûkî belav bû. Li gel Musilmanên diçûn Hecê, gelek diyarî, pere, xwarin û "Meh'melê Misrî", ku di nav de xemla Kaa'bê hebû, bo malbata paşmayên cenabê pêxember Mihemmed –selewatên Xwedê û silav lê bin- şandin û bi wan re desteyek xort a çekdaran bo paristina Heciyan bi rêkirin, û ji wê demê hinartina wa Meh'meleyê Misrî bû serohatek hersalî, ku ta niha jî navdar e.

Li gel neyarên Xaçperest û Mongolan, neyarên wê yên dî jî li nav Musilmanan pêda bûn:
- Yek: Ebbasiyên, ku li Bexdayê dewleta xîlafetê di destê wan de bû, bi carekê nedipejirandin, ku jinek ne Ereb deselatdariyê bistîne û hêdî-hêdî dewleta Misirê tew ji bin siya wan derkeve.
- Du: Eyûbiyên, ku wek tê gotin ne dij deselatdariya jinekê bûn [Berê li ba wan Deyfe xatûn bûbû padişaha Helebê] , lê nedipejirandin, ku Misir ji destê wan derkeve û bikeve destê Turk û Memalîkan.
- Sê: Feqehê mezin ê Musilmanan, Elî'z bin Ebdisselam, ku binyada wî ji Mexribê ye, û di dema cengên li hember Xaçperestan pir bi nav û deng bû, teviya padişahên Musilmanan ji fetwayên wî ditirsiyan, ku gel li wan rake, text û taken wan serbin bike.

Lew re Şecerudurr binzor bû, ku mîr Mue'ziddîn ê Ipek bike serleşkerê hêzên xwe û dawî bike mêrê xwe. Lê berî ku wî li xwe mar bike, ew binzor kir, ku jina xwe ya berê hebû, berde û dev ji kurê xwe jî, Elmensûr Elî, berde, nehêle ew çi sire di dewletê de bilîze, da deselatdarî nekeve destê malbata Mue'ziddîn Ipek. Mêrê wê yê, ku bi şêweyekî fermî bûye padişahê Misirê êdî bi "Elmelîk Elmuî'z" hat navkirin û naskirin.

Paş demekê Şecerudurr li xwe heşar bû, ku mêrê wê dixwaze dota xudanê Mîsilê, padişah Bedriddîn Lolo ji xwe re bîne. Wek çawa wê Tûranşahê Eyûbî kiribû padişah û li wê yekê poşman bûbû, wilo dîsa ew poşman bû. Nûçe gihane wê, ku padişah dixwaze odeya wê di qesrê de bide bûka xwe ya taze û wê bişîne derveyî kelehê, nav Darulwezare "Mala wezaretê". Dilê wê bi wê yekê teng bû, lê bi carekê li xwe bêlî nekir.

Tê gotin, ku stêrkxundekî ji Elmuî'z kurê Ipek re gotibû, ku jinek wê bibe egera kuştina wî, lew re wî biryara xwe dabû, ku Şecerudurr bikuje, xwe ji wê azad bike. Lê hinek dûroknas jî dibêjin, ku Şecerudurr dema li xwe hişyar bûye, ku mêrê wê bergehê nade wê, ku bi wî re karê deselatiyê bike û bizava xwe dike bo anîna jinek dî, wê nûçe hinartiye ji mîr Yûsifê Eyûbî re û ji wî xwastibû, ku alîkariya wê bike bo kuştina Elmuî'z kurê Ipek, lê belê mîrê Eyûbî guh neda wê û dizanî, ku êdî Misir ji dest Kurdan derket û nema ji wan re vedigere.

Şecerudurr nema zordariya mêrê xwe dipejirîne. Bi ser de jî giha wê, ku stêrkxund mêrê wê hevotiye, da wê bikuje…Ma ne ew bi rêya Şecerudurr û li ser milên wê hilkişiya jor û bû padişah? Di wê sorbûnê de, rojekê şand pey mêrê xwe, bi zavxweşî û rûgeşî silaviya wî kir. Mêrê wê tew guman nebir, ku ew nema ji wê malê derdikeve. Bi nazdarî û yarîyan Şecerudurr mêrê xwe kire serşûkê. Ji nişka ve pênc xulmanên wê hêriş ser wî kirin wilo lêdan ta ew di nav destên wan de mir. Nûçe hat belavkirin, ku padişahê Misirê Elmelîk Elmuî'z ji nişka ve mir. Dilê wî rawestiya an tiştek bi sere wî hat, wî jîna xwe ji dest da. Lê belê ew gotin nehat bawerkirin. Şecerudurr bi lez û bez liviya, ku ji xwe mêrekî ji Memalîkan bi destê xwe xîne û li xwe mbike, hema bizava badlibad çû, bi sernekt.

Sala 1257ê Zayînî rewş li çarexa Şecerudurr wêran bû. Dizanî, ku Memalîk wê bizava xwe bikin, da wê tune bikin. Xwe bi şûn ve kişand Burca Sor a kelehê de li Qahîrê, lê neyar ên derve û yên hinder kelehê roj bi roj bêtir dibûn. Mîrên ku alîgên "alîgerên" mêrê wê bûn avêtin ser Burca Sor û ew girtin û birin xistin zindanê. Wê pir êş û sohtîn kişand, û gelek şêweyên bedkariyê bi wê kirin. Jina pêşîn a mêrê wê Muî'ziddîn Ipek ew ji wê çalê derxist, lê ne bi mebesta alîkariyê bi wê re bike. Wê kurê hevot, ku wê bikuje û tola bavê xwe ji wê hilde. Dibêjin, ku cariyên jina Muî'ziddîn Ipek Şecerudurr dan ber lêdana qabqabên darî û ew kuştin. Hîngê ew ber kirasekî bû. Dawî termê wê ji burcek kelehê ve avêtin xarê, çend rojan ew li binê kelehê ma, û pişt re li (Elmeşhed Elnefîsî) li nêzîka gora mêrê wê hat çalkirin.

Mixabin, stêrkek bilind a dûroka mirovatiyê, û bi taybet dûroka jinan bi şêweyek wilo erzan û bi êşek mezin, rijiya.

Jêderên Lêkolînê:
- تاريخ ابن خلدون .
- الأعلاق الخطيرة في ذكر أمراء الشام و الجزيرة ، لابن شداد.
- زبدة الحلب في تاريخ حلب ، لابن العديم .
- المختصر في أخبار البشر، لأبو الفداء.
- تاريخ الإسلام ، للذهبي.
- الأعلام ، للزركلي.
- علاء السيد - حلب .. تحكمها امرأة
- محمد أمين زكي ، خلاصة تاريخ الكرد وكردستان - الطبعة العربية في القاهرة 1939
- دلو ميقري – نساء كوردستان – الوجه الحقيقي لشعب عريق / الحوار المتمدن
- مواقع إسلامية وتاريخية عربية وكوردية.
- يوليو 2005 مجلة " أهلا وسهلا ".المصرية.
- سلمى الحفار الكزبري ، نساء متفوقات ، دار طلاس ، طبعة 2 ، دمشق ، 1990.
- قدرية حسين ، شهيرات النساء في العالم الإسلامي ، دار الكاتب العربي.
- الموسوعة العربية الميسرة ، دار نهضة لبنان للطبع والنشر ، بيروت ، 1317هـ ، 1987

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]