Pirsa Kurdistan`ên` din
*Stiran Ebdullah
Efrin.net 06.07.06
Pirsa kurdî li beşên din ên kurdistan ber bi geşbûnê ve diçe, di
demekê de qezencên li başûrê Kurdistanê, ku ev 15 sal in hatine
bidestxistin, ketine qûnaxeke destûrî û tenê maye ku bikeve warê
Bikaranînê.
Li Kurdistana bakûr, piştî hedan û bêdengiyeke demkî ku jiber
binçavkirina serokê Partiya karkirên Kurdistan Ebdullah Ocalan derketibû
holê, dîsa hestê Netewî bilind bû û çalakiyên wî beşî bi awayekî
berfireh derketin holê û astê hişyariya netewî kete qûnaxeke pêşketî û
berdewam.
Piştî nêzîkbûna Receb Teyib Erdoxan ji rastiya pirsa kurdî re, çalakvan,
siyasetmedar, rewşenbîr û kesayetiyên kurd li Bakûrê Kurdistan dikarin
vê derfetê bixin bin xizmeta xwe de, û serokwezîrên Tirkiyê han bidin ku
wan gotinên xwe bixe warê Pêkênanê de. raste heya anuha ew gotin bê
kiryare lê belê xwezî hikêmetên berê jî û hikûmetên cîran jî ,bi derewî
jî ba, gotinên wisa gotibana.
Siyaseta Kurdistanî li bakûr pêwîstî bi lixwebûrîniyê heye, her wuha
pêwîste xebat û keda xwe ya serekî bixe xizmeta bakûr de.
Li rojhilata Kurdistan Kurdayetî li ser du asteyan geş dibe: asteyek
navxweyiye ku di hêla têkoşîna çandî û civakî de gehiştiye qûnaxeke
giring û bûye cihê Rêz û şanaziya hemûyan, ew kulleka çandî ya biçûk ku
ketiye dest kurdên rojhilat, bi mebestên cuda tê bikaranîn û îro bûye
pencereke mezin ji bo geşbûna çanda netewî li wî parçeyê giring ji
Kurdistan.
Asteya din, tevgera diplomasî ya serkirdayetiyên hêzên kurd li Ewrupa û
anuha li Dewletên Yekîtiya Emerîka ne. vêca ji hêzên kurd ên Rojhilat tê
xwestin ku rê nedin pirsgirêka otomî û dubendiya Ideologi, ku di navbera
îran û DYA bi taybet û dewletên rojava de bi giştî, derketiye holê, ku
pirsgirêka kurdan binax bike. û pêwîste pirsa wî beşî ji Kurdistan
bighînin asteya pirsa otomî ya ku ketiye rojeva dewletên rojava.
Rojavayê Kurdistan jî" kurdistana di bin destê Sûryê de" qet serdemek
wek ya anuha, ku stêra bextê wan têde çirisiye, bi dest wan neketiye, û
pirsa wan nêzîk dibe ku bide pêş pirsa Bakûr û rojhilatê Kurdistanê. ew
nakokî û pêşberka di navbera hêzên siyasî ên kurdên Sûryê de qet nabe
wek pirsgirêkeke asê eger ew bikaribin rewşa tenahiyê ya ku Sûryê têdeye
bixin xizmeta xwe de. lê belê pêngava mezin di têkoşîna rojavayê
Kurdistan de ewe ku cara yekemîne kurdên Rojava xebata xwe dixin xizmeta
parçeyê Xwe de.
Berî anuha, kurdên bindestê Sûryê, ji ber cihê Cografî û giyanê Netewî
yê bilind li cem wan, herdem pêşmergeyên dilsoz bûn bo Kurdayetî û beşên
din yên Kurdistan û ji qezencan bê par bûn, lê anuha xema xwe dixun û ji
bo xwe dixebitin û ev yek ji mafê wan e.
Eger kurdên Sûryê kurdayetiyê li parçeyê xwe payedar bikin dê bê wê
wateyê Ku erkên li ser xwe pêktînin: hem rojava ji zinara Erebî û sitema
civakî ,ku ji ber nebûna nasnameyê peyda bûye, û ji bêmafiyê rizgar
dibe. û hem jî ew qezenc dikeve rûbarê kurdayetiyê û hewde dighêje
seranserê Kurdistana mezin.
Eger em bi çavekî "başûryane" li vê mijarê binêrin dê bê xuyanî ku
hunera siyasetkirinê li Kurdistan`ên` din hatiye çespandin û bi taybetî
li Kurdistana Iraqê kurd fêr bûne ku bidestxistinên xwe biparêzên û
hayedarin ku tayê ku wan bi derdora wan ve girêdide qut nebe.
Aliyên herêmî vê yekê baş dizanin û hewl didin ku vê lehiya kurdayetiyê,
ku di çarçoveya pêşketinê de ye, rawestînin. lê belê tevgera siyasî rêya
diplomatikê nas kiriye û girêdaneke bihêz dinavbera bizavên kurd ên her
çar parçeyên Kurdistan de durist bûye û bi vê yekê hunera siyasetkirinê
ya kurdan ketiye qûnaxeke nêzîk ji serkeftinê.
Ji mafê tevgera kurdî ye li parçeyên din ên Kurdistanê ku berjewendiyên
xwe bixe coka berjewendiyên nêvdewletî de û fakterê nêvdewletî rakêşe bi
aliyê xwe de, her wuha ji mafê wê ye ku xwe ji dava herêmî derbixe, lê
belê li vêderê du têbînî hene ku ji kurdan tê xwestin hayedar bin
derbarê wan :
*nabe kurd tevlî dubendiya siyasî bibin, ew dubendiya ku di navbera
dewletên herêmê û dewletên rojava de derketiye holê.
*eger berjewendiyên kurdan bikevin aliyê dewletên herêmê de pêwîste bi
bîrwerî û zanyarî nêzîkî rewşa nû bibin.
Li vêderê rewşa têkiliyên Başûrê Kurdistan bi beşên din ên Kurdistanê re
dimîne:
Eger Başûrê Kurdistan bikaribe rêya federalîzmê berfireh bike û vî
parçeyê Kurdistan bi awayekî dezgehane ava bike û navçeyên başûrê
Kurdistan, ên pevçûn li ser heye, bi temamî bixin destê xwe û wan
vegerînin nav xaka Başûr de, ez bawerim di wê demê de xwedê, xelk û
dîrok jî di roja qiyametê de dê ji vî parçeyê Kurdistan razî bin, çimkî
erkê herî mezin û pîroz ewe ku bingeheke bihêz ji bo kurdan bê
afirandin.
Pêwîste kurd bash bizanin ku ev qezenc û pêşketina wan ne bi hesanî
hatiye bidestxistin û barê wan girantir bûye… her wuha pêwîste kurd
hayedar bin ku qapanên herêmî anuha li gor daxwaz û hêviyaye lê belê liv
û lerzeke bê bîrwerî û hişyarî dikare çengên qapanê xwar bike û kurdan
vegerîne warê ku nayê heskirin….
wekheviya çengên qapanên herêmî giringe ji bo kurdan li başûr û eger hin
kêmasî di alîkariya parçeyên din de hebe pêwîste parçeyên din bi awireke
zanyarî û bîrwer li mijarê temaşe bikin ji ber serkeftina parçeyekî
dergehe ji bo sekeftina parçeyên din.
____________
*Sernivîserê Rojnameya ASO li Başûrê Kurdistan
Veguheztin ji Soranî: Perîşan
|