Eger ji min jî bihata xwestin li bin bîrnameya
Partiya komonîst mor bikira ,min jî li bin wê mor ne dikir.

 


Dr.Ebdilmecît Şêxo

efrin.net.02.07.2006

Di vê mehê de partiya komonîst li Sûriyê baskê berêz Yosif Fêsel nû ji xewa xwe ya şêrîn radibe, teze,teze çavên xwe vedike û bi qorziya çavekî tenê li rewşa gelê Kurd li Kurdistana Rojava temaşe dike.Ewa bîrnameke ji serokê komara Sûriyê re nivîsandiye û ji partiyên Kurdan xastiye ,ku ewanan li bin wê mor bikin .Partiya komonîst di nama xwe de li ser serhejmara Kurdan ya ku di 5.10.1962 an de li parêzgeha Hesekê pêk hatiye dinvîse û bala Dr.B.el-Esed dikşîne ser vê pirojeya awerte û ji wî re dibêje;" serokê berêz !Em hîn bi hêvî li sozê we ji bo çareserkirina pirsa serhejmara awerte temaşe dikin..û çareserkirina serhejmar awerte di vegerandina nasnaman da ye …"
Li jor diyar bû ,ku ev serhejmara awerte beriya 44 salan li dijî gelê Kurd pêk hatiye,bi sed hezaran Kurd bê nasname mane û di encamê de ziyanên pir mezin û ji pir aliyên jiyanê de dîtine û hîn jî ewanan di bin derdên wê de dinalin.
Di ser pêncî salî re tevgera komonîstî li Sûriyê heye, û niha jî pir rêxistinên komonîstî hene, hemû partiyên komonîst ji bilî "partiya kar ya komonîst ",bi çavên neyênî li kêşa kurdî bi giştî û li ya tevgera me li Sûriye bi taybetî temaşe dikir,û bi ser da jî ,ewê tevgera azadîxweza Kurdistan bi împiryalîstiyê ve girê dida.Ev hemû partiyên komonîst nedixwastin bizanibin, ku gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê heye,û ew di warê netewî de bindest e.Partiya komonîst bi seroketiya Xalid Begdaş û paşê partiya komonîst baskê Yosif Fêsel dibin endamên "Eniya niştimanî ya pêşverû" û di bin siya partiya Bes ya kevneperest û destlatdar de xebatên xwe yên ne rew bi rêve dibirin û hîn jî dibin .Dêmek ,partiyên komonîst jî di destlatdariya Bes d li dijî gelên Sûriyê hevpişk bûn û ewanan jî wek pir partiyên din erebî di temendirêjbûna partiya Bes de tawanbar bûn, ewanan jî pirtirî 40 salî hêvî dikirin,ku partiya Bes bibe partiyeke sosyalîst û wekheviya civakî li Sûriyê bi chi bîne ,lê dîroka partiya Bes di naveroka bernama xwe ya siyasî de û di karên xwe yên rojane de mêlag kiriye, ku ewê civaka Sûriyê di hemû waran de şunda hêştiye,û ewa û rêbaza sosyalîstiyê gelek ji hev dûr in.Belangazbûn,dizîn,zordarî,bindestiya gelê Kurd,zîndankirin,karên têrorîstî li dijî welatparêzên Kurd û Ereb roj ji rojê pirtir dibin,lê dîsan partiyên komonîst ji bilî "partiya kar ya komonîst" di hevaltiya partiya Bes de hîn bi germî berdewam in û berxwe didin, bi pîlanên ne lihevhatî temena wê dirêjtir bikin.Lewra jî bi dîtina min,partiya Yosif Fêsel wek Ereb dibêjin ;" Ev maf û rewa ye ,lê armanca wê xerapî ye ",partiya komonîst ya Yosif Feysel jî bi vê bîrnama xwe dixwze ji gelê me û ji hêzên dêmokrat li Sûriyê re bêje;va ye em jî ji bo dêmokratiyê dixebitin ,û em daxwaza çareserkirina pirsgirêka gelê Kurd jî dikin .Mirov zor texmîn dike,ku ewa dixwze kêşa gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê tenê di serhejmartina awerte de bibîne û hemû pirsgirêkên din wek kembera erebî,pênasîna mafên gelê Kurd, yên netewî ,siyasî,rewşenbîrî ,pênasîna erdnîgarî û dîroka axa Kurdistana Rojava hîn di ferhengên partiya komonîstên Sûriyê de wek li nik partiya Bes û li nik pir partiyên din erebperest li Sûriyê hîn tunene.Bi ser vê de jî helwestên partiyên komonîst li hember borandinên siyasî li hundir Sûriyê û borandina siyasî ya dervayî zor lawaz in,ewanan pir caran bi fermanên partiya Bes xebata xwe ya siyasî bi rêve dibin,û ji sala 1973 an de,sala damezrandina "Eniya niştimanî ya pêşverû "bê vîna xwe têkoşînê dikin .
Niha wek ji me hemûyan re diyar e ,bêhna dewleta Sûriyê pir teng bû ye,di hundir de dengên azadiyê kêm an zêde bilind dibin, Libnan ji bin destên wê rizgar bû ,ewa bi dewletek têror û dîktetur tête naskirin ,dewletên ewropî hêdî hêdî helwestên xwe bi neyênî li hember siyaseta Sûriyê didin xûyakirin.Hevrikên Ereb û Kurd -eger pir ne serkewtî bin jî –kongir û konfiransan li Emêrîka, li Londonê ,Firansa ,Belçîka,Almaniya li dijî rêcîma Bes lidardixînin,û dixwazin wê bi şewyên aştiyayne birûxînin, roj ji rojê şîva dêmokratiyê pir dikele,û temena partiya Bes li destladariyê kêmtir dibe .Vêca di vê keftelefta germ de,hevbeşa partiya Bes di dewletê de wek partiya komonîst bi seroketiya berêz Yosif Fêsel bi şandina vê bîrnama jorîn ya pir kulek ,bê ling û dest ji hevala xwe re dixwaze li aliyekî rûyê xwe ji gelê me re, spî bike,rûpelên dîroka xwe yên reş bi kurtenameke qels binûxmîne, û li aliyê din, ewa pir texmîn dike, ku dewleta Bes wê niha nasnamên çend Kurdan li wan vegerîne û dê devên Kurdan werin girtin,an dîsan jî hêviyên gelê Kurd bi vê gavavêtinê werin vejandin, û ewanan dest ji çalakiyên hundir û derve berdin,û bi vî rengî jî dixwazin dubendiyê têxin navberên dêmkratîxwazên Sûriyê ,û hêdî hêdî wanan ji xebatên xwe yên dadmend sar bikin .Di nirîna min de, eger partiyên komonîst an partiyên Kurd û Ereb yên dêmokratîxwaz dîsan soz û derewên partiya Bes bawer bikin,û dest ji berxwedanên xwe yên rewa berdin,yanê ewanan di dirêjbûna temena partiya Bes de hevpar in ,û çerxa pêşketina dîroka Sûriyê bi ne dûrbînên asoyên xwe, yên siyasî radiwestînin. Di encamên van baweryên jorîn de ,ez jî dengê xwe tev partiyên Kurdistan Sûriyê "Yekitî " û "Azadî " bilind dikim ,û dibêjim;kêşa gelê Kurd li Kurdistan Rojava ne tenê serhejmara awerte ye,û gelê me bi çareserkirina wê tenê nayê xopandin,pirsgirêka me ,pirsgirêka netewa me ye ,mafê çarenûsa me ye ,û evan jî tenê bi pêkanîna dêmokratiyê li Sûriyê têtin çareserkirin, û dêmokratî jî tenê bi ruxandina destlatdariya partiya Bes û avakirina dewletek dêmokrat bi hevbeşiya herdu gelên sereke Ereb û Kurd û kêmnetewên din li Sûriyê tête pêkanîn …

                                                                                                                                                    01.07.2006

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]