Cenga sedsalê,
Cenga Ekonomiyê û avê.
Hêmin Kurdaxî
28. 06. 2006
piştî bûyerên 11ê êlûnê ku, li newyorkê û washington qewimîne, û di
encamê de bi sedan û hezaran ji gelê Emrîkî can ji dest dan, gelek nerîn
û têghêjtin li seran serî cîhanê hatin guhartin û parastina ewlekariya
cîhanî bi şêweyekî praktîkî rahêjtin, bi berpisiyaretî dan ber xwe.
Emerîkiyan, bi wan re jî hevalbendên wan ev bûyer, ne karê grûp û mêjiyê
kesin teqlîdî û normal dît in, wek helwesteke pêşerojî, lê hat temaşe
kirin, ji ber vê yekê jî, alavên lêvegerandinê û çareserkirinê jî li gor
va erdheja ramyarî ya Emrîciyan bi taybetî û welatên pêşketî û demoqrat
bi tevayî bû.
Ev bûyer bi giraniya û girîngiya wê de, kirin giraniya polîtîka
stratîcî, çi ji hêla siyaseta derve ve, û çi ji ya hundir ve, wek
serhildanekê hat pejirandin, ji ber vê yekê jî me dît ku, Welatên
Yekbûyî Emerîca, wek bi hêztirîn welat çi di warê aborî û çi jî Eskerî
de, giraniyeke ne Normal da ser vê kêşeyê, biryara şerê li ser Terorê
da, xwe ji encama vî şerê han re amade kir, piştrast destên xwe danîn
ser ciyê konêr û nexwaşiyê.
Aramanca û sedemên vî şerê han bi giranî, ji dûr dîtinên stratîcî tên,
ji hêlekê ve, destên xwe dînin ser perçeyekî mezin ji cîhanê, ( ew jî
girîngtirîn Armancên şer e) nemaze jî, ev perçe jî dewlemendtirîn
welatan e ji ( ser axê û bin axê )ve, ji aliyekî din ve jî, parastina
ewlekariya neteweyî û navneteweyî ye, di vî warî de Seddam û Binladên
her yek aliyekî pirê bûn û daxwaza Demuqrat-kirina cîhanê li ser serê
wan hat danîn!!
Ev armanc û dîtinên stratîcî, gelek asteng û girêk bi xwe re daxistin
holê, ev dîtin û stratîcîya Emrîkî li xweşiya hin welatan neçû ji ber
ku, ev nerîn û dîtina, dighîne rastiyekê ew jî ew e ku, divê mêjî û
çavkaniyên terorê ji bengeh û jêderên wê de werin çareser û derman
kirin, ev nerîn di tabloya xwe ya vekirî de – helbet wê tiştin veşartî
jî hebin - kambaxîyeke mezin li ser welatên kêm- an jî ne-demoqrat çê
kirin, ji ber ku piştî xwandinek zanistî, mirov dikane bê dudilî bêje
ku, tunebûna demoqratiyetê û ne parastina mafê mirovan di van welatan
de, hêlîn çavkaniyin girîng in ji bo jiyan-pêhatin û Tîmar kirina Terorê
û selefiyetê û rêxistinên ku, bi navê ( AL-Cîhadiyê ) xwe didin nasîn e.
Lê mixabin, tiştê balkêş ewe ku, hin dewletên Demuqrat, bi taybetî jî
Europî, wan jî piştgiriya Rêjîma Bass î Tolîtarî kirin, Bi navê mafê
mirovan, lê tucarî, bercewendiyên xwe bi Rêjîma Seddamî re Aşkere û
zelal nekirin, ev jî me vedigerîne, sedema sereke ku şer ji bo wê pêk tê
û hatiye, eger ev nîşana tiştekî be, evê nîşna radeya giraniya vê cengê
be (cenga Ekonomîyetê û Avê)
Helbet di va Kefteleftê de hinek Rêjîm û Destlat xwe wek nîşan ji bo van
kevanan dibînin û paşerojek ne diyar û zelel bi hinek şêwe destnîşan
dikin, ji van welatan jî Sûriyê, Turkiyê, Êran e welatên navborî çima ji
xwe ditirsin? Ji ber di bengehê de ew bi mafxwarên gelên din in, ji wan
jî nemaze, gelê Kurd e.
Di dema ku, USA û hevalbendên wê biryara Şerê azadkirina Êraqê dan, bi
lez û bez van welatên navbûrî ( Sûriyê, Turkiyê, Êran ) carna jî
dewlwtin din jî tevlê dibûn (Urdun, Misir, Sewdiya Arabistan, Kiwayt)
Çivînên xwe yên germ û di hemû radeyan de li dar xistin ( Serokkomar,
Wezaretên derve, Hundir, Dezgehên ewlekariyê…) di encamê de, têkliyên
xwe bi welatên Europî re danîn, hetanî radeyekê, Sûriyê bi taybetî,
pişta xwe bi encamên van têkliyan hilpesart.
Li dawî bi yek armanc derketin, nameyek bi destê Ebdulla GÜL gihandin
Mala Sipî û di serî de jî Geurg BOSH wek Serok û çavkaniyên birayrê li
Emarîca ew jî, ne pejirandinek tund li dijî va biryara ku, USA û
hevalbendên wê standine, Şerê Azadkirina Êraqê.
Lê li hember wê jî, lihevkirinek bê sînor, li ser çewsandina doza gelê
kurd ya rewa û dadmend damezrandin, soz û peyman di vê derbarê de, bi
hev re îmze kirin, ji van prtkolan, protkola ewlekariyê bû, daku
baweriyê di nêvberê xwe de bi cî bikin, germ bikin, ji ber girîngiyê ev
protkol, bi zûkî û lez dan xebatê, û di encamê de, Sûriyê û Êranê, bi
dehan Heval û alîgerên PKK ( Kongira Gel ) radestî Turkiyê kirin.
Bi vê yeka xwe Sûriyê û Êranê, çiqas prtkolên navneteweyî di vê derbarê
hene û peymanên parastina mafê mirovan de binpê kirin (ne Cinêv û ne jî
Lahay û ne jî deverek din deng bi xwe ne xist in) û xwastin bi va yekê
xwe baş nêzîkî hev bikin û li dawî bibin xudiyê hevbendiyek xort di
hrêmê de.
Armanca USA û hevalbendên wê ji Azadkirina Êraqê, ne tenê rûxandina
Seddamî bû, dawî anîn li dîktatorekî bû, yan jî lîstika bi çend qeşmerên
Tirsonek li çiyayên Torebore re bû… ta ji wan were xwastin ku, bi zûkî
koçên xwe tevkin û ji hirêmê bar kin.
Lê kokirina neynûk terorîstan û rakirina Seddam ji holê, armancine
bengehîn bûn ji bona rêrast kirin û ava kirina mercên pirojeya
demokratîk a cîhanî, ne tenê weha jî lê belê, di pêy wan re Bess ya sûrî
tê, xudiya raman û aydolojiya nijadperest û şoven, ligel hêz û
rêxistinên olî yên radîkal wek Hizbllah ya Libnanî û Al-Hamas û Al-Cîhad
yên Felestînî.
Eger nas kirî û zelal e ku, şerê çîhanê yê sîyem şerê ekonomîc û Aboriyê
ye, şerê li ser avê ye, ekonomîc û bazirganî jî di hêminiyê digere û tê
de ciyê xwe werdigre, divêt nerîn û xwandina me li gorî vê naskirinê be,
jixwe, nerîn û helwest ji têgihîştin û baweriyan derdibin.
Lê belê, eger armanca vî şerî baş neyê nas kirin tabloya pirreng baş
nayê dît in, mesaj û helwestên dewletên hirêmê baş nayên xwendin.
|