Pêkanîna dêmokratiyê û çareserkirina kêşa gelê Kurd
Li Rojavayê Kurdistanê di bin siya destlata Bes de
XEWN E

Dr.Ebdilmecît Şêxo

28.06.2006

Wek pir rojname û malperên kurdî ragihandin, ku serokên van sê partiyên kurdî 1-Birêz Hemîd Derwîş-Partiya dêmokrata pêşverû ya kurdî li Sûriyê .2-Berêz Nezîr Mistefa-partiya dêmokrata Kurd li Sûriyê (el-Partî)3- Berêz Tahir Sefok-partiya niştimaniya dêmokrata Kurd li Sûriyê di vê mehê de bi cigirê serkomara Sûriyê Dr.Beşar el Esed re rûniştin.Di vê derbarê de nirînên cuda di malperan de hatin derbirîn ,beşekî mezin ji ronakbîr û siyasetmedarên rêxistinên kurdû û yên serbixwe vê gavêavêtinê pîroz nabînin û hin heval û hin layingirên van partiyên jorîn mîna berêz FeyselYosif vê hevdîtinê bi gaveke erênî diçespînin.Di destpêkê de ez dixwzim balê bikşînim ser kardaya fermî ya cigirê serkomarê xanim N.el –Etar,ewa cigirê serkomarê di derbarê rewşenbîriyê de ye û ewa ne ya siyasî an ya dewletê ye. Di pêwendiyên siyasî û fermî de wateyeke wê giring heye, û ev wateya ji bo me ne nîşana pêşbîniyê ye .Di nirîna min de hukumeta Bes neçar bûye,hin tektîkên xwe di warê pêwendiyan bi Kurdan re biguhêre,eger ta kurtedemekê beriya niha, ewa neçar dibû bi riyên berdevkên xwe ji dezgeyên asyêşê nûnerên hin partiyên Kurdan pêşwazî dikirin,yanê ewê li pirsa me ya netewî bi awa û çavên asayişî temaşe dikir,bi ya min be ,ewa hîn jî li bizava me ya dadmend weha temaşe dike ,lê roj ji rojê karbidestên Sûriyê dizane, ku temena wê kêmtir dibe û dengên dêmokratî û azadîxwazan bilind tir dibin û dostên rêcîm Bes li hundir û li derve kêmtir dibin,hin dostên duho wek welatên ewropî ji ber tunebûna dêmokratiyê û mafên mirovan îro rexnên tuj arastî rêcîma Sûriyê dikin.lewra jî, Sûriyê ji bo temendirêjbûna xwe li pir riyên din digere.Ez li ser siyaset û lîskên wê di Rojhilata Navîn û qada cîhanê de ranawestim,lê divê ez bi taybetî nirînên xwe li ser rêzanî û tektîkên wê yên gemarî di hundir Sûriyê de û li beramberî gelê Kurd bi kurtî diyar bikim.
Dewleta Sûruyê(Dezgeyên parastinî li Sûriyê ) berxwe didin, ku di nav hêzên erebî yên dijberî wê, dubend û sê bendiyê çê bikin û ewanan destên xwe yekser û ne yekser davêjin nav piraniyên wan, bê guman hin ji wan sartir û qelstir dibin û hin jî ji wan germtir û jîrtir dibin,lê ta niha dewlet hîn nikane di pîlanên xwe de sedî ji sedî bi serkeve ,ewa bi reşbînî li asoyên xwe dinêre ,li aliyê din ewa wek dewlet dizane,ku gelê Kurd li Rojavayê Kurdistan hêzek e xurt e,serhildana Qamoşliyê ,Kobaniyê ,Efrînê û berxwedana gelê Kurd bi giştî ji bo azadiyê ji rêcîma Bes re nimûneyeke geş e.ji ber vê jî, dewleta kevneperest û şovîn ji bo armancên xerap, bi awakî dîsan ne pir fermî xastiye bi hin sekretêrên partiyên Kurdistana Sûriyê re rûne .Bi ya min be dewleta Sûriyê du caran ji dêmokrat û azadîxwazên Kurd diziyê dike,ango du rolên pir xerap, cehirkirî û bi şêwakî rexberî hev li dijî gelên Sûriyê dilîze ,1-Ewa dixwaza bi riya çend partiyên kurdî hêza gelê Kurd ji têkoşîna dêmokratiyê di çarçewa Sûriyê de dur bihêle û wan wek pirên din li Sûriyê pasîv bike û rola civaka Kurdistana Sûriyê li dervayê welêt bi van hevdîtinên pîlankirî jar bike,û dijberiyekê di nav rikberên Ereb û Kurde ava bike, hêzên dêmokratîxwaz li Sûriyê qelstir bibe û ta ku welatên biyanî jî piştvaniyê nedin wan hêzên jar û nekêrhatî.2-û bi ya min be,hîn xalek din ji ya yekem giringtir ew e, ku dewlet dixwze nûnerên bizava kurdî jî hîn pirtir ji hevdu bişelîne,û bi hin sozên pênebawer hin nûnerên gelê me têxin xewnên ciwan û pêşbînî .
Em hemî dizanin, ku Dr.Beşar el- Esed ji roja rojê de sozê buhareke nû ji Şamê de daye gelên Sûriyê, lê va ye me dît, wek Ereb bi xwe dibêjin ;"werîsa derewan kin e" ewî sozên xwe ne bi hêzên dêmokrat re bi chi anîn û ne jî sozên xwe bi gelê Kurd re bi pêk anîn û hîn berevajiya vê jî ,dewleta el –Esed ne tenê kesên dêmokrat û azadîxwaz dikin zîndanê ,lê hîn ewa kesên ku xwe mîna dêmokratîxwazan didin nîşan jî wek nimûne Mîşêl Kêlo û hin din weke wî dixin girtîgehan,û hîn pir ji welatparêzên Kurdan bi fermanên dewlta el- Esed hatine zîndankirin, û bi dehan û di nav wan de oldarê welatparêz Şêx M.M.el-Xiznewî hatin şehîd kirin .Vêca ez jî weke pir kesan tênagînim,ku çawa ev her sê sekrêtêrên partiyên kurdî dîsan bi lez û bez çûn cem dîkteturên xûnvexwar?Kanî ewanan ji gelê xwe re çi Şamê anîn ?Ez jî wek pir kesên din bawer dikim,ku sozên "Besiyan" mirî û bê giyan tên zayîn.Lê eger em bêjin dewlet di tengahiyeke mezin da ye ,ewa vê carê neçar e hin sozên xwe bi chi hûne,Ma gelo wê çi sozê bi pêk hûne ? Dr. Beşar el-Esed û Dewleta Bes di vê dema dawiyê de carna bi Kurdan re li ser serhejmara awerte axivî ye,û pirsên din yên sereke wek mafên netewî, siyasî ,rewşenbîrî qet neanîne zimên ,ez nizanim kînga nirînên serkomarê Sûriyê li ser çareserkirina kêşa kurdî erênî bû ne,bi rastî ez matmayî dimînim,ku çawa birêz Feysel Yosif vê helwesta ne durust ji xwendevanên xwe re tîne zimên û çawa li ser zimanê serkomarê Sûriyê di gotara xwe. ya di Amude .com,roja 24.06.2006 an de weşandiye û ew .weha dinivîsîne ,"Di salên borî de nirînên serkomarê Sûruyê Beşar el-Esed li ser çareserkirina kêşa kurdî erênî bû û ewî li pir ciyan weha goti bû…" na xêr ! Berêz Fesel Yosif! Beşar el-Elesed tucarî li ser kêşa kurdî bi wateya wê ya netewî nepeyivîye, ewî di vê tengasiyê de li ser Kurdên bê nasname tenê peyivîye,vêca çima hin kesên siyasî berpirsiyar mîna te, li nik xwe gotinên serkomarê Sûruyê bi erênî mezin dikin û bê berpirsiyrene helwestên wî yên neyinî di gotarên xwe de bi erênî didin xûya kirin. Eger em bawer bikin, ku dewleta Sûriyê di vê tengasiyê de neçar be ,û hin nasnamên sûrî bide kurdên bênasname,ma gelo ev tê vê wateyê, ku kêşa netewa kurdî çareser dibe?? Bê guman na! Ma gelo tevgera me ya azadîxwaz wê raweste ?û dê bê çareserkirina pirsgirêka Kurd serê xwe ji dewletê re bitewîne ?an hin partiyên me hîn di wê baweriyê de ne ,ku partiya Bes dê xwe baş biguhêre û hîn pêncî salî dîtir destlatdariya Sûriyê bike? Pirsa gelê Kurd jî bi destên wan dê çareser bibe ?Bi rastî ez ji helwest û xwendinên hin rêvberên partiyên Kurdistana Rojava xemgîn dibim,ku ewanan destên xwe , bi nirînên xwe yên ne durist ,bi xwendinên xwe yên siyasî û ne durbîn temena rêcîma dîktetur, ya ku can dide, ango li ber mirinê ye ,dirêj dikin.
Wek ji me hemiyan re diyar e,ku hin partiyên me nikanin helwestên berpirsiyarene li hember rêcîma Bes bistînin,û rastiya wê ya dîrokî ,naveroka wê ya kevneperstî,şovînî û ne dêmokrat ji gelê Kurdistana Sûruyê û cîhanê re bi wêrekî aşkere bikin, ewanan jarbûnên xwe yên siyasî û tengbûna dûrbînên xwe yên ramanî,tênegîştina hevkêşeya siyasî li hundir welêt û li cîhanê didin xûyakirin.Ez di vê baweriyê de me hêdî gelê me û bi taybetî niweyên siyasî yên nû nema kanin hêviyên xwe bi piştên siyasetvanên kilasîkî ve girêdin,ewanan dixwazin bi hişên siyasî nû,li gor guhertinên heyamê cîhanê serkêşiya tevgera xwe bikin û vîna gelê Kurd li Kurdistana Rojava derbibirin.
Divê ez hîn bêjim,li dewsa, ku hin partiyên me, demên xwe dikin qurbaniya siyaset û tektîkên rêcîma Bes, ewê ku niha wek mirovekî pir nexweş diyar e,pêwîst e û erkekî netewî û dêrokî ye, ku ewanan bi hêzên Kurdan, Ereban û yên dostên navnetewî re têkeliyên xwe xurt bikin , û temena rêcîma dîktetur KINTIR bikin û ne DIRÊJTIR !!!

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]