SOSRETEKE GIRAN Û NEDÎTÎ
FÛAD SÎPAN (AKPINAR)
Kurdistaniyên hêja!
Di roja 25.06.2006an de civîna Grûpa Xebata Neteweyî û Demokratîk a Kurd
li bajarê Bielefeldê pêk hat. Min berê agahdariya civînê di pir malperên
înternetê de xwendibû. Bi xwe jiyana min wisa ye, ku bi awayekî giştî ez
roja yekşemê naçim ti cihekî û ez wê rojê bi malbata xwe re derbas
dikim. Lê bêlê, ji ber ku ev civîn li bajarê ku ez lê dijîm pêk dihat,
min pêwîst dît, ez herim li vê civînê beşdar bibim. Beriya ku ez herim
civînê, min bawer dikir ku dê pir Kurdistanî werin vê civînê û ezê
bikaribim pir hevwelatiyan bibînim. Ji ber ku peydabûna altêrnatîveke
demokratîk li bakurê welatê me daxwaza me hemiyan e, armanca min ew bû
ku ezê li ser civînê û kar û xebata vê Grûpa Kurd nivîseke erênî, yanê
pozîtîv binivîsînim. Lê min nizanîbû, ku ew civîn civîna berpirsiyarên
hin partiyên tayabet e, yên ku di nava vê grûpa xebatê de cih girtine.
Min di civînê de mepûsê kevin birêz Mahmut Kilinç jî dît û me li hal û
demên hevdu pirsîn. Lê belê tiştê bi fêş ew bû, ku berpirsiyarê grûpa
xebatê li Ewropa Siracettin Kirici xwest ku ez ji civînê derêm. Behaneya
vê yekê jî ew bû, ku goya civîn tenê ji kesên hatine
vexwendin-dawetkirin re vekiriye. Bi rastî ez matmayî mam. Min jî li ser
wan gotinên wî jêre got, ku gava tiştek di çapemeniyê de bê weşandin,
mana xwe ew e, ku ne bi dizî ye, ji her kesî re vekirî ye û hûn nikrin
min ji civînê biavêjin. Paşê kêm zêde nîv seatî gengeşî bi dizî di
navbera wî û mirovên PSKê de çû û hat. Siracettin Kirici her carê hevalê
min Mehmet Turan, yê ku ez bîst sal e li bajarê Bielefeldê nasdikim, wek
qasid dişand ba min û digot, divêt ez ji civînê derêm. Min jî got, ez
dernayêm, heger agahdariya civînê di çapemeniyê de der neketiba. Jixwe
qet agahdariya min jî çê nedibû, ku ez bêm vê civînê û min got: Ez ji
civînê dernayêm, heger niha feriştahê wan jî were nikare min ji civînê
derîne. Dema mirov agahdarî li ser civînekê di çapemeniyê de belav bike,
êdî mirov nikare ji kesan re bibêje, tu dikarî beşdar bibî û ewê din
nikare beşdar bibe. Lê ez bawer im ku van belengazan hên pîvan û qanûnên
civînan, her wiha rêzik û rêpîvanên çapemeniyê jî li Ewropa hîn nebûne.
Siracettin Kirici dît, ku ez xwe ji helwesta xwe şûnde nadim û ji civînê
der nayêm, wî vê carê jî bangî birêz Mahmut Kilinç kir, ku ew min îqna
bike. Di dawî de birêz Mahmut Kilinç hat ba min û got, mirovên PSKê
naxwazin tu di civînê de bimînî; wan gotiye, yan Fûad ji civînê dertê,
yan ewê ji civînê derên û an jî dê PSK teşqeleyekê derxîne. Birêz Mahmut
Kilinç her wiha ji min tika û daxwaz kir, ku ez bi berpirsiyarî tev
bigerim û ji civînê derêm. Wî her wiha got, ew helwesta mirovên PSKê wek
helwesteke antî-demokratî dibîne û ewê li ser vê mijarê jî binivîsîne.
Min jî xatirê wî ne şikand û ez ji civînê derketim. Beriya ku ez ji derî
derêm birêz Mahmut Kilinç, Siracettin Kirici, mirovekî din ku ez navê wî
nizanim û hevalê min Mehmet Turan em dîsa li ser derketina min ji civînê
axivîn û min ji Siracettin Kirici re got, ku ezê li ser vê sosreta We
binivîsînim. Min her wiha jêre got, ku bi baweriya min, we bi vê
helwesta xwe îro dawî jî li grûpa xebata xwe anî. Min bi berdewamî ji
Siracettin Kirici re got, niha tu û van mirovan, hûnê bi vî siyasetê
Kurdistanê rizgar bikin!!.......tew lolo, tew lolo....... Min xatirê xwe
ji birêz Mahmut Kilinç xwest û ez ji civînê derketim. Ez bi birêz Mahmut
Kilinç bawer im, ku dê ew van gotinên min di gotara xwe de piştrast
bike.
Kurdistaniyên hêja!
Ez di sala 1995an de ji PSKê veqetiyam. Lê PSK hên jî bi min re
dijminahî û kîndariyê dike. Bi rastî bi vê helwesta wan, gunehê mirov bi
wan tê. Ez di vê mijara li jor de qet pêwîst nabînim, ku gengeşiya
pirsgirêka demokrasî û antî-demokirasiyê jî bikim. Va malmîrata
demokrasiyê tişteke wisan e, ku her kes li gorî xwe dinirxîne. Niha
mirov here ji Şêxên Ereban re jî behsa demokrasiyê bike, dê bibêjin ew
ji her kesî demokratir in.
Ez vê helwesta Grûpa Xebata Neteweyî û Demokratîk a Kurd li hêviya raya
wijdana gelê Kurd û Kurdistanê dihêlim.
Ji endam û berpirsiyarên PSKê Abûbekir Saydam, Yilmaz Çamlibel, Ahmet
Çamlibel, Fetah Timar, Riza Katurman û çend kesên din beşdar bûbûn.
|