Şaha kurd Deyfe xatûn
Navekî mezin e di dûroka jinan de

Cankurd
Efrin.net 19.06.06
Paş koçkirina sultanê serkeftî, Yûsif kurê Şadî yê, ku bi "Selahdînê
Eyûbî" navdar e, di sala 588 koçî de, şahdariya wî ya, ku welatên Şam
(Sûriye, Lubnan, Flistîn û Urdun), Misir, Sûdan, Hîcaz, û Yemen, tev
parek mezina Kurdistanê girtibû, di navbera pênc kurên wî û birayê wî de
hat parvekirin. Birayê wî bi Şahê Dadmend "Elmelîk Eladêl" navdar e.
Di dewleta Eyûbî de hinde xatûnên Kurd ên pir bi nav û deng di dûroka
musilmanan de hene, bi çand û zanîn û wêjevanî û bi destboliya xwe di
her warekî qenciyê de hatîne nasîn û dûroknasên musilmanan pesna wan di
gelek pirtûkan de didin. Ji wan herdu xûşkên sultanê serkeftî, Selahdînê
Eyûbî, yek bi Rebîe' xatûn û ya dî bi Zumurrud xatûn hatibûn navkirin.
Feqiya navdar Şemsilmiluk xatûn, padişaha Hemayê Xaziye xatûn, padişaha
Misirê Şeceretudurr, ku di dûrokê de bi sultana Ereb û Eceman hatibû
navkirin, û padişaha Helebê, Deyfe xatûn.
Deyfe xatûn a ku em di vir de li ser wê dipeyivin, dota "qîza" Şahê
Dadmend e, biraziya Selahdîn e.
Bavê wê mirovekî mucahîd, dilfireh û destbol bû. Di sala xelê "bircîbûna
giştî" de li Misirê pir pere li nav gel belav kirin, bi birayê xwe re çû
bû pir cengan û wek qehremanekî hatibû naskirin. Pir hajê xwarin û
saxiya xwe dikir, lê ji ber ku wî gelek şîrone dixwar, nexweşiyên wî jî
hebûn. Dema beharê ji ber kulîlkan difna wî diêşa. Ji Şamê diçû Misirê û
paş beharê vedigeriya. Roja koçkirina wî di 75 saliyê de bû, ne kêmtir
ji 300.000 mirov bi pey darbesta wî ketibûn. Li şûn xwe şanzdeh kur
hêlan, ji wan:
-Şahê Misirê (Elkamêl)
-Şahê Şamê (Eleşref)
-Şahê Cizrê û bakurê Sûriyê (Elsalêh)
-Şahê Ruhayê (Elmuzzeffer)
-Şahê keleha Cihberê (Elhafêz)…
Ji dotên wî jî:
-Deyfe xatûn
-Xaziye xatûn
-Zehre xatûn
-Melîke xatûn
-Muinîse (Ismetudîn) xatûn…
Deyfe xatûn sala 1186 z.li keleha Helebê ji dayîk bûye. Keleha Helebê di
dest ê bavê wê de bû, pişt re sultanê serkeftî Selahdînê Eyûbî keleh ji
dest birayê xwe girt û da dest kurê xwe Elmelîk Elzahêr. Deyfe xatûn ji
kurê xwe re Elmelîk Elzahêr xwast û anî. Ji Deyfe xatûn re
(Elsitrilaa'lî) digotin, weku paşê li ba Osmaniyan jî (Elbabulaa'lî)
pêda bûye.
Ev kurê Selahdîn mirovekî çeleng û jîr û jêhatî bû. Di navbera apê xwe
Elmelîk Eladêl û şahên herêm û kelehên dî de lîstikek diplomatî ya mezin
dilîst. Hem apê wî û hem jî wan şahan ew ji xwe re wek alîgek "alîkarek"
an navberekî çalak didîtin.
Lê berî wê yekê, Xaziye xatûn, xûşka Deyfe xatûnê, li padişahê Helebê
hatibû markirin. Paşku wê koç kir diyarê rehmetê, Deyfe xatûn a 25 salî
ji wî re anîn. Hîngê bûk li ba bavê xwe bû, li Misirê. Elmelîk Elzahêr
ji Helebê çû Şamê bo silaviya bûka xwe bike. Qelenê wê 50.000 Dînarên
zêrîn bû, cihêzê wê jî barê 300 deve û 50 qantiran bû. Elmelîk Elzahêr 5
gerdenên durreyan şeva derbasbûnê bi histoyê wê xistin, ku bihayê wan
350.000 Dirhem bû. Ew dewat û bûkanîna wilo bi nav û deng sala 1212ê Z.
bû.
Paş salekê kurê wê Elmelîk Elezîz ji dayik bû. Teviya Helebê du mehan di
xemlê de ma, xewanên xwarinê li her qedek bajêr roj bi roj dihatin
danîn. Şayîyek mezin û demdirêj çêbû, pir zêr û zîv, yaqût û durre bi
kurik xistin.
Paşku mêrê wê Elmelik Elzahêr 30 salî deselatdarî kir, sala 1216ê
nexweşiya wî xort bû, peyrew û serleşkerêd xwe li dora xwe civandin, ku
ji kurê wî re dilsoziya xwe sond bixun. Di nav wan de bavpîrê zarokê wî
yê sê salî Elmelîk Elfadêl û xalê wî Elemlîk Eleşref jî hebûn.
Gava Elmelîk Elzahêr koç kiriye diyarê rehmetê, termê wî bi dizî hatiye
veşartin, û ta roja îro kes nizane gora wî padişahî li kîderê ye. Wî
malbatek mezin ji bira, biraziyan, kur û neviyan li şûn xwe hêşt, ne
kêmtir ji 150 kesan. Xelkê bajêr gelek ji wî razî bûn, û bi taybet ji
ber ku wî kenalek pir hêja û kirêckirî ji dûr ve bo anîna avê ji Helebê
re kêşa bû.
Paş du salan, di sala 1218ê de bavê Deyfe xatûnê jî, Elmelîk Elaadêl çû
diyarê rehmetê. Ew li ser rêya Şamê mir. Birayê Deyfe xatûnê, Elemlîk
Elkamêl ciyê bavê xwe girt, navê xwe û yê xarziyê xwe Elmelîk Elezîz li
ser pereyên Helebê da neqişandinê.
Di dema Elmelîk Elkamêl de peymanek di navbera wî û Xaçperestan de hat
morkirin, û bi wê yekê Quds a, ku apê wî sultanê serkeftî Elnasêr
Selahdîn ê Eyûbî û bavê wî Elmelîk Elaadêl bi darê zorê û paş gelek
cengan vekirine, carek dî ket destê Xaçperestan, tenha camiya Eleqsa û
zinarê Mîîracê di destê musilmanan de ma. Paş mirina wî, sira Deyfe
xatûnê di deselatdariya Helebê de hat.
Kurê wê Elmelîk Elezîz bû şahê Helebê. Dema ew bûye padişah hîn 17 salî
bû. Ew bi zûkî bû bavê kurekî bi navê "Selahdînê duwemîn". Kar û barê
deselatdariya xwe baş kir, dêrîna "mulkê" xwe ji dest Etabegan stand û
destê wan ji ser xwe rakir. Mixabin, di 24 saliya xwe de, paş 7 salan ji
padişahiyê, di sala 1236ê de koç kir diyarê dilovaniyê. Lê belê berî
mirinê peyrew û merivên xwe dan sondkirinê, ku wê kurê wî, Selahdînê
duwemîn, bibe padişahê wan li Helebê.
Paşku kurê wê jî koç kir diyarê rehmetê, neviyê wî yê, ku mafê şahanî bo
wî hebû, hîn heft salî bû. Ji ber vê yekê Deyfe xatûn a, ku hîngê bûbû
50 salî, kirin padişaha Helebê, ta lawik mezin dibe.
Deyfe xatûnê deselatdariya Helebê û derdora wê şeş salan kir. Rêformek
diravî û zanyarî xiste sîstema xûkê "pacê". Rêzgirtin û giranbihayî li
hember zanyarên olî û dinyayî da xuyakirin, û ji ber ku ew hozanvaneka
jêhatî bû, wê gelek pere li dibistanan rijandin, û du zankoyên bi navê
xangeh "xwendegeh" li Helebê li taxa Ferafîre, ku bi navên Elnasîriye û
Fîrdews berî niha bi 800 sal ava kirin, û jê re hoste, feqe û zanayên bi
nav û deng civandin. Ji xwe di dewleta Eyûbiyan de ciyê zanayan,
hosteyên dibistanan, zankowan û camiyên, ku têde îzan û zanîn dihatin
belavkirin, pir bilind bû.
Di wan 6 salan de, têkiliyên xwe yên diplomatî bi padişahên Hema, Hums,
Şam û Kurdistanê re xort kirin. Bi taybet li gel padişahên Kurd û
Selcûqiyan re, bi Elmelîk Elmuzzeffer, Elmucahêd, Eleşref û Keyxisro re
giha bû peymanin nivisandî ji bo alîkarîkirina hev di têkoşîna li hember
Xaçperestan, Xewarizmiyan û hêrişkerên Mongolî de. Deyfe xatûnê şeş
salan bê westan têkoşîn û xebatek wêrek li hember hêrişkaran kir. Temenê
dewleta Ayûbiyan bi jîrbûna xwe dirêjtir kir.
Di sala 1219ê Z. de, Mongolan bi serkêşiya Cengîz Xan hêrişa xwe ya
xwînî bi ser Buxara û Semerqendê de anîn, qirkirinên kesnedîtî û
kesnebihîstî di rê de kirin, bajêrên musilmanan wêran kirin, li hezaran
xangeh, camî û dibistan, tev li pirtûk û zanayan sotandin, talanek
hovbaz a ku di dûroka mirovatiyê de ta niha li ser zimanan wek bê wekanî
tê dîtin. Di wê demê de hemî mîrnişîn û xudan keleh lerizîn û kabêd mêr
û qehremanan sist bûn. Lê belê Deyfe xatûnê seriyê xwe li ber wa lehiya
agirî neçemand.
Sala 1226ê Z. Cengîz Xan geber bû, piçekî hêrişên Mongolan kêm û jar
bûn, lê paş 4 salan dîsa bi harbûnek bê wekanî di bin alayên Sarûxan,
Kîşloxan û Berdîxan de, hêriş û talan anîn ser dewleta Xuwarizman, ew
kavil kirin û berê xwe dan ya Selcûqiyan jî…Wek agirekî bi zeviyên
havînê keve, wilo Mongol ber bi rojava ve hatin.
Dema Mongol gihane ava Ferêt, kela Cihberê tar û mar kirin, xelkê wê
qirkirin û tirs xistin hinava gelên herêmê. Leşkerê Deyfe xatûnê belav
bûbû, hinek çû bûn alîkariya keleha Cihberê, hinek jî çû bûn kelehên
Şîrez û Harimê. Mongolan bi asanî rêya xwe ber bi Helebê ve gudandin.
Mîrê Ereban Elî Bin Hedîse, ku neyartiya Kurdan dikir, bû alîgê
Mongolên, ku li wan derdoran bi 12000 suwar û peya bûn. Wilo hejmara wan
hîn mestir û bi hêztir bû. Li hember wan Elmelîk Elmu'azzem Tûranşah ê
Eyûbî bi leşkerekî ji 1500 kesan li derveyî keleha Helebê çavrêya wan
dikir. Sala 1240 Z. bû, hîngê pevçûnek xwînî ya mezin û demdirêj çê bû,
Mongol û Ereban tevî ku deh caran ji Kurd û Helebiyan pirtir bûn, nema
dikarîn xwe ragirin, ji qada cengê bazdan û reviyan. Lê mîrê ereb ê
xiniz Elî Bin Hedîse ji nişka ve û ji paş ve hêriş ser leşkerê Helebê
kir û xwe gihand Tûranşahê ku gelek birîndar bûbû, ew û birayê wî
Nusretuddîn girtin û piraniya leşkerê wî mehfkirin, du şehzadeyên kurd,
kurê Elmelîk Elfadêl û yê Elmelîk Elzaher û hinek mezinên bajêr di nav
wan de bûn.
Di Helebê de tenha 200 suwar man. Serkêşên wan Şehzad Şemsiddîn Lolo û
Izziddîn Mecla bûn. Herdu şehzadeyên wêrek bi wan suwaran bi fermana
Deyfe xatûnê ji bajêr derdiketin û li hîşta kelehê nûçeyên neyaran
dicivandin, fermanên Deyfe xatûnê bo gundiyan belav dikirin, ji xelkê
dixwastin, ku bên Helebê, xwe di kelehê de bi cih bikin, da xwe ji
qirkirin, talan û hovîtiya Mongolan biparizin. Carcaran jî bi Mongolan
re diketin ceng û pevçûnên xwînî. Mongolan li Çiyayê Lêlûn, Ezazê, Babê,
Bizae', Munbicê û bajarokên dî yên li nêzîka Helebê tev wêran kirin, gel
qirkirin, namûsa jin û keçên ku xwe di camiyan de veşartine di wan
camiyan de şikandin û gelek ji wan destegîr kirin, bi xwe re birin. Tê
gotin, ku zarokên şîrmij ji hembêza dayikan davêtin û paşku namûsa
dayikan dişkandin, ew şîrmij dikuştin û dayik li pey xwe dixuşandin
dibirin an jî dikuştin.
Nûçeya şikestina leşkerê Helebê giha padişahê Humsê, Elmelîk Elmensûr,
yekser dora 1000 suwarî ji leşkerê xwe û ji leşkerê şamî yê li ba wî bû
civand ser hev û berê xwe da Helebê, li taxa Hezaze ya niho danişt.
Deyfe xatûn çû silaviya wî û bi hatina dilşad bû.
Deyfe xatûnê bizavek diplomatî kir bo ji hevçûna Ereban. Hîngê Mongol li
Heranê civiya bûn û biryara xwe da bûn, ku bavêjin ser Helebê. Deyfe
xatûnê şêxê Ereban Zahêr Bin Ghannam ji xwe ve nêz kir, çend cariye ji
cariyên xwe û hinek zevî danê, rêza Ereban kir dupar. Elî Bin Hedîse jî
li têkiliya xwe bi Mongolan re poşman bûbû, ji wan bi dûr ketibû.
Hêrişkar di çemê Ferêt re derbas bûn û xwe gihandin bajarokê Reqqê.
Elmelîk Elmensûr kona xwe ya şahanî li herêma Neyreb û Cibrînê vegirt.
Ereb û Mongolan li herêma Cebûl û Dêr Hafirê ketibû qirka hevdu.
Mongolan avêt ser Sermîn û Mee'retulnu'man, Kefer Tab û Şîrezê, wek
nalek mezin leşkerêd wan li herêmên dora Helebê belav bûbûn. Berê xwe
dan bajarokên Hemayê, Selemiyê û Resafê jî. Di bin tiştên talankirî de
êdî westiya bûn, hêdî hêdî diliviyan. Elmelîk Elmensûr û bi wî re
leşkerê Deyfe xatûnê yê mayî gihan Siffînê û rêya vegera wan ber bi
Reqqê ve girtin. Ereb bi civandina tişt û pertalên, ku di şeran de li
şûn Mongolan diman, mijûl bûbûn. Eyûbiyan zora leşkerê hêrişkaran bir,
Mongol ber bi Heranê reviyan, gelek ji pez û jinên ku bi zorê li gel xwe
biribûn li şûn xwe hêştin. Mongol ji Heranê jî ji ber Eyûbiyan reviyan,
di şevek tarî de lehiya avê bi ser wan de hat û gelek ji wan di çemê
Ferêt de bi lêda çûn, geber bûn, dest ji jin û zarok û malê, ku
talankiri bûn, berdan.
Li bajarê Helebê û li teviya kelehên dî yên musilmanan bû şayî, leşkerê
Eyûbiyan serkeftî vegeriya, weku çawa ji cengên li hember Xaşperestan
berê vedigeriya. Heran, Sirûc, Reha, Serê Kaniyê û Reqqe ketin bin destê
Deyfe xatûnê.
Di wê navê de Elmelîk Elhafêz, kurê Elmelîk Ela'dêl, li keleha Ezazê koç
kir diyarê rehmetê, xûşka wî Deyfe xatûn, termê wî anî Helebê û li
Fîrdews hat veşartin.
Ji aliyekî dî ve birayê Deyfe xatûnê, Elmelîk Elkamêl, ku padişahê
Misirê bû, her dixwast, ku hêrişê bîne ser Şam û Helebê bi mebesta
yekkirina dewleta Eyûbiyan di bin destê xwe de. Dibe jî ew ditirsiya, ku
paş ketina Heleb û Şamê wê Mongol hêrişê bînin ser Misirê. Lê belê Deyfe
xatûnê bi diplomasiya xwe kanî bû ew ji wê sewdê bêxista û nehêşta ew
bavêje ser Şam û Helebê.
Di wan 6 salan de hinek xêrnexwazan jî her û her bizava xwe kirin, da
Deyfe xatûnê ji ser textê şahanî bavêjin. Yek ji wan mire Şîrezê bû, li
nêzîka Hemayê, Şîhabuddînê Eyûbî bû. Wî bi tenê xwe nikanî bû tiştekî
bike, lew re şandiyek şand ba padişahê Şamê, Elmelîk Eleşref, û gibûs wî
kir, ku teviya mîrên derdora Helebê dixwazin xwe ji bindestiya Deyfe
xatûnê azad bikin û ewan li padişahekî hêzdar digerin. Gava Elmelîk
Eleşref Helebê bistînê, wê hemî alîkariya wî ya leşkerî û diravî bikin.
Xudanê keleha Şîrezê jî bi xwe amadeye, ku di bin serkohiya Elmelîk
Eleşref de deselatdariya Helebê bi rê ve bibe.
Padişahê Şamê Elmelîk Eleşref bersiv dayê, ku ew xiniziyê bi malbat û
pişt û neviyên Elmelîk Elzahêr ê Eyûbî nake.
Gava Deyfe xatûnê ew xiniziya Şîhabuddîn bihîstiye, yekser leşker şand
ser keleha wî, ew girt û riha wî rêşkir. Di wê demê de rêşkirina riha
mêrekî nizimkirin û cersiyek mezin bû, bi zûkî li hemî welatan wek
nûçeyek birûskî belav dibû. Şîhabuddîn û peyrewên wî di keleha Helebê de
hatin zîndankirin, mal û dêrînên wan jî ji dest wan hatin derxistin.
Li hember Xaçperestan jî helwesta Deyfe xatûnê her req û hişk bû. Carekê
suwarên (Aldawiye) hêriş ser pezên musilmanan kirin û talan kirin,
serleşkerê Helebê, ku jê re Elmelîk Elmuee'zzem digotin, yekser avêt ser
wan, leşkerê Aldawiye tertbelav kir, gelek ji wan kuştin, seriyên wan
birrîn û li gel destegîran anîn Helebê. Destegîr di keleha Helebê de
hatin zîndankirin û dawî ewan daxistin keleha li xarê di xendeqê de.
Tirsek mezin xist dilên suwarên filehan, ku nema carek dî talanê tînin
ser pez û dewarên musilmanan li derdora Helebê.
Padişahê Şamê, Elmelîk Eleşref, di sala 1237ê Z. de nexweş ket, weseka
wî ew bû, ku birayê wî Elmelîk Elsalêh li şûna wî bibe padişahê Şamê.
Gava koç kiriye diyarê rehmetê padişahê Misirê, Elmelîk Elkamêl, çav
berdan dêrîn û text û taca Şamê û ji bo standina wan berê xwe da Şamê.
Keleha Şamê xist damê "hesarê". Deyfe xatûnê berî hatina birayê wê ji
Misirê alîkarî bo xelkê Şamê şandibû, û bi wê re jî padişahê Humsê,
Elmelîk Elmensûr ê Eyûbî, alîkariya Şamê dikir. Paş demekê wî raya xwe
guhart û bû alîgê "alîkarê" hêrişkarên ji Misirê hatîne. Padişahê Şamê
yê nû, Elmelîk Elsalêh ê Eyûbî, ku ciyê birayê xwe yê rehmetî girtiye,
çare li damekirina keleha xwe nedît, binzor bû, ku deselatdariya Şamê ji
hêrişkaran re bihêle.
Elmelîk Elkamêl xwe bi wê yekê hêzdartir dît û biryar da bo standina
Helebê jî. Deyfe xatûnê jî çare li hember zora ku ji başûr ve hatîye
nedît. Rabû alîkarî ji padişahê Selcûqî xwast. Lê alîkariya wî hêzek
biçûk bû, hema sozên wî mezin bûn.
Di wê navê de, Elmelîk Elkamêl nexweş ket û sala 1237ê Z. di keleha Şamê
de koç kir diyarê rehmetê. Şahdariya wî bi mirina wî re dupar bû, Şam û
Misir ji hev cihê bûn. Dewleta Eyûbiyan ket delavê parçebûn û jarbûnê.
Deyfe xatûnê têkiliya xwe ya ramyarî bi padişahê Selcûqî re xort kir. Wê
hêla, ku neviyê wê Elmelîk Elsalêh û padişahê Selcûqiyan xûşkan bi hev
biguhêrin. Diyar e, ku peymana jinanînê ne li Helebê bû, li Qeyseriyê
bû, ku navenda welatê Romê bû. Gelek zêr û zîv û pere bo wê yekê hatibûn
dayîn û belavkirin, hem li Qeyseriyê û hem li Helebê şayînên mezin
hetibûn çêkirin.
Em dibînin, ku padişahê Şamê, Elmelîk Elsalêh, xwe wek peyrewekî li ber
Deyfe xatûnê dida nasîn, û Elmelîk Elhafêz, xudanê keleha Cihberê
(Cee'ber), dema feliciye, ji tirsa ku kurêd wî serî li wî hildin, ji
xûşka xwe, Deyfe xatûnê xwastiye, ku kelehek dî li ciyê keleha Cihberê û
Balîsê bide wî. Wê biryar da, ku keleha Ezazê, li bakurê rojavayê Helebê
bide wî.
Sala 1242 Z., di 59 saliya wê de, nexweşiya Deyfe xatûnê giran bûbû.
Rovikên wê kul bûbûn. Nema toxtiran dikarî bûn çareyekê lê bibînin.
Deyfe xatûnê koç kir diyarê rehmetê. Dergehên kelehê 3 rojan hatin
girtin, gel xemgîn û dilsoj bû. Termê wê di hucreyê de li nêzîk gora
bavê wê yê navdar, Elmelîk Elaa'dêl, şahê dadmend, hat veşartin.
Neviyê wê, Elmelîk Elnasêr ê ku 13 salî bû şûna wê girt, du şêwirdaran,
Cemaludewle Iqbal û wezîrê Qeftî alîkariya wî di deselatiyê de kirin. Ji
ber dilnermiya wî êdî kesek nedihat kuştin, çi dizker û çi kuşter. Tê
gotin, ku gava kuşterek dihanîn ber wî, digot:"Yê jîndar ji yê mirî
çêtir e." û ew berdida. Wek diyar dibe, ew hozanvan bû, hinek helbestên
wî bi Erebî hebûn û li dora wî gelek hozanvan hebûn. Dibêjin, ku di
aşxaneya wî de her roj bi sedan pez dihatin serjêkirin, kelandin û
biraştin û goştê wan dihat belavkirin. Di rojên Duşem û Pêncşemê de
deriyê wî ji giliyan re vekirî bû, guhdariya xelkê dikir û bi dadmendî
deselatdariya xwe bi rê ve dibir. Di bin destê wî de şahdariya Helebê
firehtir bû, Hums û Şam û Mêrdîn û Mûsilê jî bûn parek ji dêrîna wî an
jî di bin saya wî de bûn. Hêriş ser Misirê jî kir, lê bi serneket,
vegeriya Şamê û dora 10 salan deselatdariya wî ma.
Mixabin hêrişên Mongolan kêm nebûn, vê carê Holako hêriş ajot ser
Rojhilata Navîn. Elmelîk Elnasêr hat girtin, ew birin ba Holako, pêşîn
pir baş û hêja comerdî jê re kir û dawî ew da kuştin. Al a Eyûbiyan
daket, stêrka wan rijiya û agirê wan ê bêtir ji 100 salî gurr û hêgin
bû, bi hêrişa hov a Mongolan hat vemirandin.
Ta roja îro navê Deyfe xatûn di pirtûkên dûroka îslamî de, wek jinek
hêzdar, serbixwe, diplomat û hezkiriya wêjevaniyê, avakirinê û
dadmendiyê, hatiye neqişkirin, mixabin, li ba Kurdan ev stêrka bi rohnî
di dûroka jinan de nehatiye nasîn an kêm hatiye nasîn. Berî wan jinên
ewrûpî, ku navên wan li ser zimanên dûroknasan in, divê navê Deyfe
xatûnê di serî de ba. Lê gava em li mirovên xwe yên navdar xudan
dernekevin, ma wê kî vî karî bike?. Jinek wilo xudan deselatî, hem li
hember Xaşperestan, hem li hember Mongolan û hem jî li hember neyarên
xiniz ên hindirî, bi xebatek wilo mezin rabe, pêwîste li ba me Kurdan
ave wê bi zêr bite nivisandin.
Hinek navdarên Kurdên Eyûbî:
Z. koç kir) 1141Ismetudîn dota Şahînşah kurê Eyûb (Elsit Ele'zraa) (
Xudana dibistana Ele'zrawîye ye, ku li Şamê ava kiribû jib o feqehên
Henefî û Şafîî', dema koç kiriye diyarê rehmetê, ew di dibistana wê de
çal kirin.
Şêrkoh kurê Şadî yê Eyûbî (1169 Z. koç kir)
Şêrkoh kurê Şadî kurê Merwan, ku wek Elmelîk Elmensûr hatiye navkirin.
Serkêşê Kurdan bû li Misirê. Di dema sultan Nûriddîn kurê Mehmûdê Zengî
de, li Til Beste Xaşperest şikandin. Bû wezîrê padişahê fatimî Elmelîk
Ela'dêd li Misirê. Apê sultanê serkeftî Selahdînê Eyûbî ye. Ji nişka ve
sala 1169ê Z. li Qahîrê koç diyarê rehmetê û li wir jî hat çalkirin.
Ismetudîn xatûn (sala 1183 Z. koç kir)
Ismetuddîn xatûn dota mîr Muî'nuddîn e, paş mirina mere wê yê yekem şah
Nûreddîn ê şehîd, Selahdînê Eyûbî ji xwe re anî. Ew jin gelek older bû,
li Şamê dibistana Elhenefiye ava kir, û navendek bo Sofiyan û gelek
weqfên xêrê li şûn xwe hêştin.
Teqiyêdîn Şahinşah Omer ê Eyûbî ( 1191 Z. koç kir)
Omer kurê Şahinşah Eyûb (Elmuzzeffer:serkeftî), xudanê bajarê Hemayê b.
Ji sala 1186 ta 1191 Z. deselatdarî li wir kir. Biraziyê sultanê
serkeftî Selahdînê Eyûbî bû. Di cengên li hember Xaşperestan dewek
mêrekî wêrek hat nasîn. Li ciyê apê xwe demekê serkarê Misirê bû, Keleha
Melazkurdê dame kir, û li ber dergehê wê jîna xwe ji dest da, di sala
1191 ê Z. de.
Sultanê serkeftî Selahdînê Eyûbî ( 1193 koç kir)
Yûsif kurê Eyûb kurê Şadî ye (1137 -1193 Z.), avakarê Dewleta Eyûbî ye.
Ji sala 1174 de ta bi sala 1193 Z., deselatdariya wî piraniya
Kurdistanê, Şamê (Sûriye, Lubnan, Urdun û Filistîn), Misirê, ta bi Hîcaz
û Yemen û Sûdanê, dewleta wî girtibû. Yek ji navdartirîn padişahên
cîhanê ye, bi dadmendî, qehremanî û nêrînên xwe yên şaristanî. Bû wezîrê
şahê Misirê Elmelîk Ela'dêd, pişt re dewleta Fatimiyan ji ser hev belav
kir û bi xwe padişahê Misirê, lê serkohiya xelîfeyê Bexdadê sala 1171 Z.
pejirand. Li nêzîka Humsê Zengî şikandin, Sûriye û Mûsil standin,
Teberiya ji dest Xaçperestan girt, ewan di gelek cengan de binve kirin,
Li Hitîn hemi hêzên Xaçperestan li hember leşkerê wî civiyan, lê dîsa jî
tev şikandin di sala 1187 Z. de. Quds vekir û padişahê wê yê file
destegîr kir, pişt re li gel Xaçperestan peymanek aştiyê morkir û di
navbera wan û Musilmanan de aştî pêda kir. Şikandina Xaşperestan di
Hitîn de wek şikandina leşkerên Hitler di Stalîngradê sala 1944 tê
dîtin.
1218 Z. koç kir) Sittişam (
Sittişam, xûşka sultanê serkeftî Selahdînê Eyûbî ye, jina Mihemmed kurê
Esediddîn Şêrkoh ye, gelek comerd û destbol bû, hersal bi hezaran Dînar
derman û avjong li hejaran belav dikir. Her pirskarek dikar8 biçûya ber
deriyê wê û daxwaza xwe bikira, wê gelek komele û Weqifên xêrê li Şamê û
li derin dî vekirin.
(1218 Z. koç kir) Ela'dêl yekemîn kurê Eyûb
Mihemmed Kurê Eyûb kurê Şadî (1145-1218 Z.), cîgirê Selahdînê Eyûbî ye
li Misirê û waliyê Helebê ye. Di navbera 1199 û 1218 Z. de padişahê
Misirê bû. Dawî welatên Şamê, Ermîniya û Yemen jî tev li dêrîna xwe kir.
Di dema deselatdariya wî de desteya Ismaîlî li Misirê jar bû, paş ku
gelek kes ji wan girtin û avêtin zindanê. Dema ku xwe li Şamê bo cengê
li hember Xaçperestan amade dikir koç kir diyarê rehmetê. Ji şopên wî
dibistana Ala'dilî ye li Şamê.
Eleşref Mûsa kurê Mihemmed Ela'dêl (1237 Z. koç kir)
Eleşref Mûsa kurê Mihemmed Ela'dêl (1182-1237 Z.) bû padişahê Ruhayê,
pişt re Heran jî ket bin destê wî. Di zikê 9 salan de Sincar û xapûr û
Nuseybîn jî ketin nav dêrîna wî, paşku birayê wî Eyûb koç kiriye diyarê
rehmetê Xelat û Meya Farqîn û derdora wê jî di nav du salan de bûn yê
wî. Hinek ji dêrîna xwe da pismamê xwe û li şûna wê Şam sala di ber de
ji wî girt. Deselatdariya wî di navbera (1229 û 1237 Z.) de bû.
Elkamêl Kurê Mihemmedê Eyûbî yê yekemîn (1238 Z. koç kir)
Mihemmed (Elkamêl) kurê Mihemmed (Ela'dêl ê yekemîn) kurê Eyûb
(1180-1238 Z.), bû cîgirê bavê xwe li Misirê, lê paş ku bavê wî koç kir
diyarê rehmetê, wî serxwebûna dewleta xwe xuyakir, ji sala 1218 Z. de ta
bi mirina xwe padişah bû. Di wê ere de avêt ser Heranê, Ruhayê, Sirûcê,
Reqqê, Amedê, Kela Kîfa û Şamê, û kurê wî Masûd sala 1225 Z. Mekkê girt
destê xwe. Elkamêl li Şamê mir û di keleha wê de hat veşartin. Ji
bermayên xebatên wî yên bo zanînê dibistan Kamilî ye li Misirê.
(1239 Z. koç kir) Şêrkohê duwemîn
Şêrkoh ê duwemîn Kurê Mihemmed kurê Şêrkoh e (1173-1239 Z., bi nave
(Elmelîk Elmucahêd Esedidîn) hatiye nasîn. Wek bav û bavpîrê xwe xudanê
bajêrê Humsê bû li navenda Sûriyê. Ew jî mirovekî wêrek bû, bi taybetî
di cenga Dimyatê de li Misirê (1221 Z.) navdar bû. Di ere zanîna olî de
jî navekî wî hebû û destûra wî wek hedîsbêjekî ji hinek zanayên Şam û
Misirê hebû.
Z. koç kir) 1242 )Deyfe xatûn
Deyfe Xatûn dota Elmelîk Ela'dêl kurê Eyûb e, ew jina Elmelîk Elzahêr
kurê sultanê serkeftî Selahdînê Eyûbî ye. Paş mirina ere wê û hîngê kurê
wê piçûk bû, ew bi xwe bû padişaha Helebê û pişt re dewleta xwe firehtir
kir. Şeş salan deselatdarî bi şêweyekî baş kir, hêrişên Mongolan û
Xaçperestan ji ser şahdariya xwe vegerandin. Li Helebê hat çalkirin û ji
şopên wê Dibistana Elîrdews û Xangeh e.
(1244 Z. koç kir) Elmuzeffer Mehmûd ê yekemîn
Mehmûd kurê Mihemmed ê (ElMensûr), ku Omerê (Elmuzeffer) (1202-1244 Z.,
Xudanê Hemayê (Ji sala 1230 ta bi 1244 Z.), paş ku deselatî ji dest
birayê wî Qilîç Arslan (Elnasêr) hat derxistin. Ta mirina xwe ma
deselatdarê Hemayê. Li ser wî tê gotin, ku mirovekî comerd û wêrek û
zanînhez bû.
(1249 Z. koç kir) Elsalêh Necmiddîn Eyûb
Eyûb (Elmelîk Elsalêh0 kurê Elmelîk Elkamêl (1206-1249 Z.) du caran
bûye padişahê Şamê û bi hêzdarî deselatdariya xwe bi rê ve biriye,
carekê (1229 Z.) û cara dî (1245 ta 1249 Z.), di 43 saliya jîna xwe de
bi nexweşiya wêranê mir Li Misirê (Elmensûre), dema ku ew ji Şamê çûye
Misirê, da hêrişa Xaçperestan li Dimyatê rawestîne. Termê wî rakirin
birin li Qahîre çal kirin. Keleha Errewde li Qahîre di saya wî de hat
avakirin.
(1250 Z.) Elmue'zzem Tûranşah
Tûranşah kurê Nejmiddîn Eyûb e. Sala 1250 Z. koç kir diyarê rehmetê.
Sultanê Eyûbî yê tev dawî ye li Misirê (1249-1250 Z.). Ew li keleha Kîfa
demekê cîgirê bavê xwe bû, dawî neviyên wî deselatdarî li wê kelehê
kirin. Ketibû gelek cengan li hember Xaşperestan û bajarokê Dimyatê li
Misirê ji destê wan derxist. Li Farskorê bi destê Memalîkên deryayî hat
kuştin.
Elmue'zzem Isa yê Eyûbî (1250 Z. koç kir)
Isa kurê Mihemmed kurê Eyûb, ku bi Elmue'zzem hatibû navkirin sala 1250
Z. koç kiriye diyarê rehmetê. Di navbera salên (1218-1227 Z.) de sultanê
Şamê bû û zanyarekî mezin bû. Gava cengê dest pêdikir, ew berî ere
leşkerê xwe derdiket meydanê. Yek ji pirtûkên wî bi ere (Elsehmul musîb
fîrreddî e'la bnîlxetîb" e.
eceretudurr (1257 Z. koç kir)Ş
Şeceretudurr, kebaniya Elmelîk Elsalêh Necmiddîn Eyûb e. Paş mirina ere
wê û kuştina kurê wê Tûranşah, ew bû padişaha Misirê. Wezîrê xwe Izeddîn
Ibek, avakarê dewleta Memalîkan, li xwe mêrkir, mere xwe kir sultan lê
belê deselatdarî bi rastî di destê wê de bû. Yek ji navdartirîn jinên
Kurd e di dûrokê de.
1263 Z. koç kir) ) Eleşref Mûsa kurê Ibrahîm
Mûsa (Eleşref) kurê Ibrahîm (Elmensûr) kurê Esediddîn Şêrkoh (1230-1263
Z.), padişahê Rehbê û Humsê bû. Li hember Teteran, ku leşkerê wan 6000
suwar bû, bi 1500 kes derket qada cengê û ewan ji ber wî reviyan. Jina
wî "Emetulletîf" zanayeka Humsî ya bi nav û deng bû . Li Humsê koç
diyarê rehmetê û li wir hat veşartin. Ew padişahê dawîn bû ji malbata
Eyûbiyan li Humsê.
__________
Jêderên mijarê:
- تاريخ ابن خلدون .
- الأعلاق الخطيرة في ذكر أمراء الشام و الجزيرة ، لابن شداد.
- زبدة الحلب في تاريخ حلب ، لابن العديم .
- المختصر في أخبار البشر، لأبو الفداء.
- تاريخ الإسلام ، للذهبي.
- الأعلام ، للزركلي.
- علاء السيد - حلب .. تحكمها امرأة
- محمد أمين زكي ، خلاصة تاريخ الكرد وكردستان - الطبعة العربية في القاهرة
1939
- دلو ميقري – نساء كوردستان – الوجه الحقيقي لشعب عريق / الحوار المتمدن
- مواقع إسلامية وتاريخية عربية وكوردية.
- يوليو 2005 مجلة " أهلا وسهلا ".المصرية.
|