Derde GeL
Roman
Benda 1
Dr . Ismail Hessaf
efrin.net 16.06.06
Diyarî
Ev roman diyarî bo :
Bavo yê sala 1996 ji jiyanê Barkir û xatir nexwest , peyayê Ji polat û
ser bilind , bi xwe bawer , yê ku xwe kir sitûn û mala xwe vekir ji
kadirên siyasî yên partî û hevalbendin gundre , dijî fudal û
kevneperista û rêjîma serdest , bavo yê ku zû dîrok naskir û zarwê xwe
dan xwendinê .
Bo yadê , dayka kurdperwer , niştimanperwer û zana , aqilmend û bîrwer ,
ya ku yek ji jinên pêşî , kadir û kesên revyayî ji tevgera azadîxwazî
Kurd di malde xwedîdikir , mirova mirov, hejar ji ber deriyê wê bê geşt
vala venedgeryan .
Bo xûşka min badîa ya ku bi ciwantî çû ser dilovaniya xwe di dûrbûna
minde, xûşka hêja jiyana wê tev di nav kurdayetiyêre buri û gelek
zehmetî di vê rêyê de kişand .
Bo her kurdekî neştiman perwer , bo şehîdên nemir û xebatkerên nenaskirî
vê romanê Pêşkêş dikim .
Pêşgotin
Hîn ez qutabiyê dubustana ortebûm , min bîrdikir nivisandina romaneke
wisa, lê min hingî nizanîbû çawa û bi çi rengî . Ev roman bi minre roj
bi roj mezinbû , çendî nerînê min di jiyanê de firehbûn , hilqasî tovê
vê romanê rehê xwe di dil û mêjyê minde kûrtir kirin .
Ev roman encama bûyer û dîtinên wan salên pir giring di dîroka
kurdistana sûryêde , ango nekokiya çînayetî û xebata netewi bo pêkanîna
mafên Kurd. Ez di nav vê rewşêde mezinbûm , lê bûyerê wê demê şopa xwe
baş di mêjyê minde hiştin . Min dît çawa mekteba didwa di demên
yekitiyêde çavsoriyê li gelê min dike , şev û roj derbasî nav gund dibin
didin dû şopa kadir û xebatkerin partî . Dîsa min dît çawa sala 1962
nifûs bi rengekî şofînî ji gundiyên kurd kişandin . Gundê me wek hemû
gundên din ket nekokiya çînayetî û gund bû dubendî , mala me di gunde ,
bû oda didwa dijî axê , gelek şeva revyayên partî li linik me dimînin û
xwe vedişêrin , pir cara kadira ez dişandim devera , van tişta hişt zû
hesta minî netewî ango kurdayetî çêbibe . Nexasim sala 1965 dema hatim
dubistana bajêr li qamişlo , bûyerê wê salê ango perçebûna partî û
dubeşiya hevala man dibîra minde piştî konfiransê tebaxê .
Di vê romanêde ez hewil didim jiyana gel ji salê 50 an de bidim ber çav
, rawestim li ser derd û kulê wî , êş û nexweşyê wî .
Bûyerê Romanê Sînor derbas dike û problemên gel li serxet û binxetê dike
yek û pevre girêdide .
Roman dide berçav rola şoreşa îlonê û bandora serok Mistefa Barzanî di
şiyarkirina gelê Kurde û çawa Kurdistana Îrakê dibe senterê tevgera
rizgarîxwazî Kurd .
Piştî vegera min ji Moskoyê di dawya 1986 de , min dinavbera salên (
1986 _ 1992 ) çend kar pêkanîn , werger û nivîs, yek ji wan ev romane “
Derdê Gel” , ya ku bidaxewa ma destnivîs , tenê di sala 2000 bi destê
şaîr Selah Mihemmed li çapê ket û çend hejmar wek diyarî hatin
belavkirin û hinek ji nivîsê dinjî evbûn :
1. Kurdistan û pirsa Kurd li rojava (destnivîse) .
2. Û bihar hat ÑæÇíÉ æÌÇÁ ÇáÑÈíÚ ááÃÏíÈ ÇáßÑÏí ÍÇÌí ÌäÏí ( Romana Hacyê
Cindî ) , ji ziman Rûsî min wergerand Erebî û di sala 1993 derket.
3. Lêkolînin zanistî KurdîÃÈÍÇË ÚáãíÉ ßÑÏíÉ ( di sala 1993 bi Erebî
derçû ) .
Ez hêvîdarim , ku ev roman bibe bingeha romana Kurdî li Kurdistana
rojava ango sûryê .
Roman ji sê xeleka tête avakirin ev ya pêşîye ya ku di destpêka 90 ande
hate nivîsîn û di sala 2000 an de li kompûterê ketiye û heta îro roj
derneketiye .
D . Ismail Hessaf
Qamişlo 1 - îlunê 2000
Sala 1958 a koça xwe barkir , qirdkên serê salê , xwe berdan nava gund .
mal bi mal geriyan di gotin : serê salê binê salê ,xwedê kurikekî bide
kevaniya malê , kevaniyê dest zêrînê , destê xwe bavêj kulînî para qirdk
virde bînê . di geriyan wek ku qereçiyek li geşta xwe bi gere .
çirya pêşî dest bi karê xwe kir . roja roj ajotin çawa pîremêrek tizbiyê
libo libo di nav tilîkên xwere berdide . berf bi qefla dihate xwar , çol
û gund yekkerbûn . tenê nîşana serê gir hinekî cûda dibû ji dora xwe .
Gundê gir-sor bi her çil malê xweve di berfêde hate xemilandin, diwê
soban û bixêrîkan hêdî hêdî ber bi jorve di çû,rojeke din bûrî , bû êvar
. tariyê hêdî hêdî berf himêzkir . deng ji gund biliya , tenê car carna
barbara pezna û kîzkîza cewrikna ji nav gund dihat .
Simko pênc sal tewaw dikir , diket ya şeşan . palaxwe dabû kêleka deriyê
hêwanê û li hewşê dinerî , çavê wî şîndikirin li ber şewqa lempê . berfê
hewşa fireh girtibû . dengin ji alyê oda axê û mizgevtê dihatn .
oda gund diket başûrî hewşê û deryê hewşê ji aliyê rojava ve li mizgevtê
di nerî , ango şeqama nava gund mizgevt û ode ji hev vediqetand .
bavê simko ket hewşê û got :
_ lawo simko were alî min vî pezî derxe derve , emê wî êmbikin .
simko çav li darekî gerand , dest avêt kopal , bilez pez ajot derve ,
deryê hewşê girt û çavnerîna gotina bavo kir da bêje pez berde . destê
xwe bi hev difirikand û carna pifê dikir .
_ berd berd , dengê bavo hatê .
derî vekir , xwe da kêlekê , pez riya xwe baş nasdikir , mî çûn deryê
yekê , kavir çûn yê didwa , bizin ketin cîkî din û dawî çend miyên zeîf
xistin hundirekî. .
pez nehişî kete ser kaya bi ceh . derî li wan girtin , benê derya
jidandin .
_ ha simko . te ne sare lawo ?
_ na min ne sare , simko vegerand û pêre beşişî .
_ de em herin , hîna êmê mehînê û qantiran maye .
deryê axûrê dewara diket hêwana malê , kuleka axur di dîwarê bakurde li
herdû deriya dinerî , wilo bayê hundir dihate guhertin . xanî bixwe
kevin dihat dîtin , hêwanek dirêj bi kunc ji rojavave . deryê oda tenê
diket hêwanê ji rojhilatve . du pencerê odê ne mezin li rojava dinerîn û
kulekek piçûk diket dîwarê quble . çend rismên tentena bi dîwarên odêve
hatibûn danîn .
simko bi dû bavo de ket hêwanê , bav lê zîvirî .
got : lawo , her cilka mêjê ( nimêjê ) deyne heta ez dewara êm bikim .
bav derbasî axurbû , şewqa çirayê bi mirîtî ronahî dida axurê dirêj .
simko deryê odê bê deng vekir , hûn li ku man lawo ? dê jê pirsî, wer
destê xwe li ber sobê germbike .
simko çû ber sobê dît çawa agirê tepika têde dilîze . dest da ber , nerî
ku diya wî berê cilika limêjê bo bavo raxistiye û misînê ava gerim li
gel teştê bo danîye .
xuha mezin hemdiya alî dê karê şîvê dikirin . birayê di bin xûhêre
derzên dibistanê dinivisand . xuha din rahiştibû birê xwe yê sê salî û
yê herî piçûk sûlêman, yek salî li ber sobê li ser pêçeka xwe bi niga
dilîst .
bav derbasî odê bû . dismala serê xwe danî , çakêt ji xwe kir , qayîşa
piştê vekir demaça qerebelo xist kulekê . li ser cilika limêjê rûnişt ,
misîn bi dest girt , pêşî nigê xwe di teştê de bi ava germ şûşt , dûvre
av bi destê xwe heta anîşkê berda , piştre destê rastê tijî av bi ser
çav berda , av di devî xwe werda , zendik vegerandin cî , go vê teştê
hilînin lawo ! rabû ser cilikê berî da quble , nêt anî û dest bi sê qamê
mêja mexrebê kir .
dê şîv derbasî odê kir , şîva mêr danî ber , sifriya girarê ser tije
goştê dermala , pîvazek û piçek xwê , li gel tasa avê û bê goman nanê
tenûrê .
zarok başqe bi dêre li ser sifriya din kombûn .
_ jinê got : te li dora xwe kes nehişt . ewqas navmalî , şivan û rêncber
. tu hilqas ezyetê dide canê xwe , evqas dewar û pez .
_ ma emê çibkin lê . dinya çileye , cihê me tenge , vî çilî ka emê li ku
wan bi cî bikin...!
_ hima te şivanê ereb “ keyafê “ hiştiba , di nav pezde xew dikir .
_ wê buharî vegere . mihemed li jinê vegerand . ponijî û got : xwedê
mala seyid silo xerabike , em anîn kirin vî gundê teng, ma êdî em karin
rêncbera li dor xwe kombikin ( ne war ew ware , ne buhar ew buhare .) bi
serde axe naxwaze kes bi rehetî bijî .
seyd silo ... seyd silo hesîna hêdîka di ber xwede got : rehma xwedê
lêbe ev çilê sisya derbas dibe di ser mirna wîre Hayiz hîna bi çil bû .
berê xwe da zilamê xwe û got : heta bavê te seyid silo saxbû , axê saw
jê digirt .
_ hê hê , ( dinya ji kesîre namîne , her yek li benda roja xweye ) . kê
bîra mirna bavê min dibir , sînga fireh , zendên badayî , bi qewet , can
saxlem .
_ rehma xwedê lêbe, hesîna got : na welle kesî bîr nedibir , spîsax keçê
, êvarî raza , sibê rabû wek jehriyekê lê peydabû , verşiya û serê xwe
heta hetayê danî ket girê gir-sor .
_ ma em karin çibikin ? çiqas kes bi vî rengî mirin û dimrin . erê emir
bi destê xwedêye , lê eger textor hebûna , dibe ku rehet biba , mihemed
got , hilmek li çixarê xist , xayîz ma , serê xwe rakir bi çavên xemgîn
li zarokan nerî , di dilê xwede got , erê wê rojek bê hûnê jî min winda
bikin , çawa min bavê xwe winda kir . lê xwest wan xeman ji bîrke , li
qîzê nerî gotê : ka çayekê bide me , ezê herim odê , eger kesek ji gund
nere odê , firt firt bi axa dikeve û lê dipirse .
mihemed çayê vexwar , potîna lastîkî xiste nigê xwe , kurk li xwekir ,
berî derkeve tembî kir , got : lawo ji bîrnekin avnê bidin wan qantira
_ dê got : rabin lawo ezê cê we deynim , dema xewêye , dinya sare ,
tepkê Sobê dikin tewaw bibin , gaza lempê Jî kêm dibe.
dê bi alîkariya qîza cî ji kuncê anîn danîn zarok ketin nav ciya , dibin
lihêfên germde dest bi ken û qerwerka kirin . xuha di ser serê simkore
beddîa got : yadê qurbanê yadê ji mere çîroka pîrê bêje û a gur û bizinê
, simko vegerand .
_ başe başe , ez birê weyî piçûk şîrbidim hûn nema bê çîrok radizên .
di vênavêre bavo ket oda axê , dît ode pik pikiye . dît axa wek her şev
disinga odê de , dinav çar balîfan , cî girtiye , hilma li çixara xwe
dixe . çend rî sipyên gund û du kurên wî li dora wî rûniştîne.
lê sîpe û kesên ne giring nêzîkî devê derî û şekalan cî girtibûn .
civatê silava Mihemed vegerand , wer wer kêleka min , axê banê kirê .
Mihemed , ser bilind li tenişta Hisko axa rûnişt . axe qutya tûtinê da
dest . navmalyê axê Eliyo qawe gerand . civatê yek bi yek , xîrhatin tê
dan .
Axe hilmek li çixarê Xist , dû zincîrek ji ewr li ser serê wî çêkir ,
berê xwe da Mihemed , pirsî : tu û berf çawane îsal ? pez û dewarê te
çawa bi cîdibin ? êmê te wê te bi salê xe ? başe ! piştre fitilî biser
Mihemed de awirek tûj jê veda û got :
Dem ne ew deme , katê ku bavê te Seyid Silo , rehma xwedê lêbe ...
_ û li ê te jî be Mihemed lê vegerand .
Axe dîsa gotina xwe berdewamkir : dem ne ew deme ku bavê te di ser hezar
serî pez xwedî dikir ji xeynî dewara .
Berî ku Mihemed bersiva axe bide , Silê Amûsê , ku wê şevê mêvanbû li
gund , serdana qîza xwe Behokê dikir , xwe avêt nav gotinê , destê çepê
Lefahiya ( kofiya ) serê xwe rastkir got :
_ Ho ... Ho ..., keser veda . werin ji min bipirsin li ser mala Seyid
Silo korê Hesafê Cibo , sed hezar rehmet li wan be , Silê Amûsê çixara
xwe pêxist û gotin berdewamkir . di van çiyayên hande , li serê kanîkan
, di nav dehl û baxan de , zêdî hezar serî pez û dewarê wî û bê şivan û
bê gavan dihate xwedîkirin û kesî newêrîbû nêzîkî wan bibin , digotin
Seyîdê bêcirmanin wê bi mero vedin .
_ îca carekê , em çend xort ketin nava pez û dewarên wî , diwazde xorta
bi xencerê soranî dan serê gayekî , kirin nekirin şerjênebû . min got
mala we xerabibe tu ka hilînin , min xencer ji ber xwe kişand û avêt
qirika ( zengelorka ) çêlekekê , min kir û nekir tiştek bi minre
dernehat .
tîq tîq bi Xelê Hisko ket gotê : berde ... piştre guh li xwe kir , hat
bîra wî ku mêrik xerîbe ne ji gunde û ji wî mestire ,xwest gotina xwe
hinekî bicîbike û got : yanî ez dibê çilo xincer serê dewêr nake !
Mêvan hinekî li ber xwe ket . damarê cênîkê wî zewirîn , hinekî ma û got
: tu kurê axêye , ez nikarim bersiva te bi rengekî din bidim . lê dîsa
ez dibêjim xincera min serê çêlekê nebirî , ev tiştê han bi minre ciriya
û şahidê min hene . dibe ji ber ocaxê wan saw bimere çêdibû . civat
hinekî ma bê deng . yekî din ji civatê xwe avête nav gotinê û got :
başe tiştekî din . du zilama , yek ji wan jêre digotin nûrîko , ketin
nav pezê Seyid Silo û miyek girtin xistin çalê , gotin kengî pez here
emê miyê ji çalê derxin . sibehê hatin dîtin ku ew mî ya nûrîkoye . ji
xwe ew mî û yek bizna wî hebû dinav pezê Seyid Silo de dihat çêrandin
_ Ha Ha Ha civat kenî , dengê Izêro bi ser yê teva ket .
Piyaw pirr guh li kenê wan nekir , gotin berdewamkir got : ev tiştana
rastin , Seyid Silo bi nav û dengbû , bi meznaya xwedê , bi deha car min
li bin konê wî xwarin xwariye . roj tinebû ku zêdeyî çil mêrî li bin
konê wî dibûn mêvan .
Silê Amûsê ponijî rojê bûrandî hatin bîrê , qutî vekir çixarak dinav
tilîkê xwede pêça , dema serê xwe hilda çavê wî ket çavê Seyid yaqûb
birayê Seyid Silo , got : mane va birayê wî saxe û zilamekî mezine ,
bera ew ji were bêje .
Seyid yaqûb zilamekî kejî sor , rû gurover , nêzîkayî li şêstî dikir .
hinekî ponijî bi keser got : xêr û xyrat pirbûn ! nîvişk , qeymax , mast
, goşt , rûnê hir , penêr , pîreka ji sibê ta êvarê nan li sêlê dixistin
. çû , demeke xweşbû , nema vedigere , xweska bi wê çaxê . çavê wî yê
şîn di nava serê wî yê mezin û rût di lîstin wek ku bêriya wan roja kir
.
Mihemed kurê Seyid Silo , li apê xwe nerî, agir avête dilê wî . destê
çepê diser enya xwere bir û anî û bi yê rastê dismala xwe rastkir û got
: ewqas çol û derên fireh , dar û devî , rez û kaniyên avê . em hatin
ketin van xanîkên teng , me xwe û dewarê xwe şewitandin .
Xelê Lawê axê gotê : madam wilo hûn dizanin çima we wir berda û hatin
vir ?
_ ma bi reza xwe em man li vir ! xwedê mala tirko bişewitîne , Mihemed
got : bavê me pezê xwe daxist beriyê , hingê me xwe çepkir ji bo nerin
eskeriya tirko nekin , welat perçekirin , dinya bû serxet û binxet.
dijmin welat li me kir zindan bi têla sînor pêçan , piştre hinek ap û
pismam binxetbûn , giyan me . heta îro roj , dar û devyê me li
bêcirmanin .
_ va çîroka betal bikin , axe got , hinekî pojinî , li Mihemed nerî û
got : Ez zanim cê te tenge , kengî berf hiliya , erd ziwabû , ji xwere
erdnî Ji ê pişta gir bi ser çaboxa xwede berde , ji serê newalê Heta
sînorê Kevrê-Sipî . wilo tê bibe xwediyê sê perçe erd û çaboxekê , wê
besî tebin .
Mihemed çeqmaq pêxist , hilm li çixarê xist li Hisko nerî got : Ez
gelekî ji te razîme , xwedê te û kufletê te bistirîne .tu camêr kurê
camêraye .axa li seetê nerî , di ber xwede got : şev dereng ket , û pêre
rabû serxwe , civat tev pêre rabû . du peya ji ê axe , dan dû axê ,
xincerêwan di ber wande , û yekî ji wa fanos girt da pêşiya wî, civat
hêdî hêdî belabû , çend xort man li odê , ji xwere ketin qerwlka û li
ser qîz mîza peyivîn .
Roja din berf rawestiya , gundî pêşî derketin serê banê axê , berf bi
bêra avêtin û xanî bi kayê gundor kirin , ji bo dilopa nekin .
xorta sêl birin serê gir û xwe dişemitandin , çiyayê toros û kelha
mêrdînê hîç nedihat dîtin ji berf û mijê .
Sîpa û zaroka bûk û zilamê berfê çêdikirin . qeflek berf digerandin
mezindikirin , serî jêre çêdikirin , çav û dev bo datanîn . car carna ,
hineka qeflê berfê tavêtin hev .
Wê rojê birayê Seyid Mihemedê yê mezin, Hussên , li mala wî bû mêvan .
Mihemed kavirek jêre şerjêkir . Ap û pismam û çend gundî anîn ser
firavînê . piştî merga xwe xwarin , teşt danîn Simko misînê tije ava
germ li destê wan dikir dest û devê xwe bi sabûnê dişûştin . dema Simko
av li destê apê xwe Hussên dikir , nerîna wî ket simbêlê apê wî yê
bijorde badayî . eferim birazî eferim , ap gotê , sabûn û ava germ
dermanê tewaşêye .
Piştî xwarinê , hinka ji wan goşt ji ber diranê xwe derdixistin hinkî
din çixare di pêçan , hinka destmêj digirt . piştî ku çaya xwe vexwarin
gundî rabûn , ew man xwe bi xwe .
_ ka lawo ka qehwê bigerînin , Mihemed ban zarwê xwe kir .
qîza mezin , keçek dirêj , çav şîn û ciwan misînê qawê anî , sîpak pêve
çû , ji dest girt. Agir di soba tepikade dilîst . ewrekî ji duyê çixara
, li ber zikê beşta , xwe dabû hev . bêdengiyê girt ser civatê .
Sebrî kurê Seyid Yaqub , palaxwe dabû dû balgiha , bi tizbiya xwe dilîst
, ji nişkêve dîwarê bêdengiyê şikand . berê xwe da pismamê xwe yê mêvan
Hussênê Seyid Silo: te bihîst ku şevê din li odê , di civatê de , Hisko
soza perçek erd bi Mihemedre da . ez ji şevê dîde bala xwe didimê nadimê
nikarim bi zanibim çima pêre ew soz da , got û nigê rastê danî ser yê
çepê .
Berî Hussên , bersivê bide . yekî ji civatê got : mala te , ma ewqas erd
di destê Hisko deye , wê çibke jê ?
Hussên dest avêt simbêlê xwe bi jorde bada . ponijî û peyêvî : Na birazî
, erd zêre û kes wilo zêr nade .
_ Naxwe çiye ? çima da ? Mehmûdê birê Sebrî pirsî .
_ Ezê ji were bêjim çima da ? binerin roja şerê Salih û mala Reşo û axe
xwe avêt nav meselê , min barkir .
axe naxwaze kesî din ji malbata me barkin û ew dizane sixleta Mihemed
girane û pêwestiya wî bi erdê heye ....
_ ê ! û ku me barkir wê çi ji axê kêmbibe ? sîpakî pirsî .
_ belê , wê kêm bibe , bizanibe birazî , Hisko bi me û xelkên wek me
axeye . eger em barkin û gundî barkin , nema dimînê axe , ma wê axetiyê
li jin û mirîşkê xwe bike . ma Hisko bi kê şerê Cibûrya kir ? ma ne
eşîrê ew şerkir .
raste Hisko hişt hinek gundî barkin , lê ew gundiyên bêkêr wek mala
Menco . dûre mala Xelo bikê pênc gund girtin û bikê hukum li eşîra
mêrsînya dikin . bine birazî baş bizanib ku mala Xelo bi gundiya vaqas
tiştan dikin û bi wan vaqas erdan radikin û bi wan axene . eger gundî
xwe ji pişt Hisko bidin alî wê ew jî bibe wek her kesekî .
Seyid Yaqûb rî sipîyê wan ê ku xortaniya xwe li serxetê derbaskir , û
dawya emrê xwe va li binxetê dibûrîne , herdem naletê li wî sînorî tîne
, ewê ku ew dûrkir ji şûn zaroktya wî . bi tiliya destê rastê serê xweyî
rût xurand , ponijî , çavê wî hatin hev got : gutinê birazyê min Hussên
rastin . ma berî çar sala dema helbijartinê parlaminto , roja ku Hisko
lîsta komûnîsta di bêrîka birazyê min Hasso de dît , eger Hasso ne yek
ji meba , wê mesele wilo drbasbikirna , tenê xwedê dizane bê wê çi
jêkirba .
Hasso ji wê qorziyê got : gotinê apê min biserê xwene . Hisko ji minre
got : bera tu xatirê ocaxê xwebe .
di wirde , Selîmê kurê Hasso bi ken li apê xwe Salih nerî û jê xwest:
apo ji bo xwedê , ji mere bêje çawa lawê Reşo ji ber te revî û tu bi dû
ket .
_ Na lo , ez dibê ew ji ber lawê Reşo reviya , Sêxmûsê kurê Hussên bi
henekî got û bi dengekî bilind keniya .
_ Kuro ma apê te , kengî direve , Salih cihê xwe xweşkir û gotin girt :
dem êvare , pezê apê min Seyid Silo ravedaye li kêleka bakurî gir dema
pez berî da mal min dît lawê Reşo ji wirde dibêje : bêxwediyê wan serê
wan bixwe , ne serî heye ne binî heye . mi gotê segbav tu çi dibêje û ez
çûmê , hewar bi gund ket , zilamê me û wan derketin , gundî ketin nav me
em ji hev navcîkirin .
çend rojek bûrîn , dem havîne , li cem bîra mala Silêmano başûrî gund ,
min dît wa ji wirde tê . segbav tu gotina ji mere dike , min xincer ji
ber xwe kişand û çûmê û min got : îro dawiya teye , lawê Reşo kiras
hilda û wek xezalekê reviya . berê xwe rast da hewşa odê . axe û çend
piyaw li ber siya dîwêr rûniştîbûn , dîtin çawa lawê Reşo dike hewar û
ez bi dûde , xincera tazî di destê minde .
wey wey wey , ev çiye , ev çiye gund bê xwedî maye , axe got û berê xwe
da min bi qîr bankir : wer vir , wer .
Hussên dît ku îş lihevket û wê Hisko li ber xelkê li mixe . bilez Hussên
hat ket navbera min û wîde , şeqamek avêt min got : siktir bib ji vir ,
ezê herdû çavê te derxim tu carekadin tiştê wilo bike yaya newek xwe . û
diber xwede got her her û ez dehvdam . wilo nehişt Hisko erza min
bişkîne û min dinav gundiyade pîsbike .
Naxwe çima te barkir ? eger ne ji tirsa lawê Reşove ba ! dîsa Sêxmûsê
Hussên bi henek jê pirsî .
Ez birevim , ez apê teme , tivinga leşkerê tirk min jê sitand , min ew
girêda , fîşek ji tivingê derxist , tivinga wî danî nêzîkî wî , hingî
kûçiko xwe avêt min , got ji bo xwedê , eger tu tivinga min bibe , wê
mala min li mîratê keve , dilê min pê şewitî , min dev jê berda û
binxetbûm .
_ Naxwe te çima barkir ? Xelîlê kurê Seyid Yaqûb pirsî .
_ Piştî Hussên barkir û mala xwe bir Mişêrfa û birê wî Ahmed çû Navkurê
û birê min Mihemed mal bir Sêhremka cem Edla Tahirê , min jî berê xweda
Qamişlo çûm mala Ahmedkê muxtarê Hilêliyê .
jina muxtar Letîfa Hacî got : muxtar nelimale tu çi dixwaze kuro ?
_ ez kar dixwazim , û min bi dilbijandin lê nerî , hingî bê bavê
xweşikbû .
_ go kuro , tudbê qey tu çavdere , tu netebitî xuyaye ha .
_ ez beşişîm , min gotê na lê . lê wê rast digot . tîq tîq bi civatê ket
.
di wê navêre dengê bandana melê hat , mezna berê xwe dan mizgeftê û sîpe
çûn gerê . bi şev civat li oda axê giyahev. çîrokvanê gund Hussênê Botî
xelekeke kin ji serpêhatiya Restemê Zalê got û kotayî zû pê anî , hin ji
ber kinbûna şevêrkin zivistana û hin jiber wê şevê axê ne li odêbû .
Mihemedê Seyid Silo û birê xwe hussên hatin mal . piştî pez êmkir û
serek da axurê dewara , hat li tenişta birê xwe rûnişt . bira qutya
tûtinê da dest Mihemed çixarek pêça û ji birê xwe pirsî : bera paşîvê ji
mere deynin dibe tu birçîbe ?
_ na na ez paşîva nema dixwim , ez pê girandibim .
di wirde , herdûk man bê deng , agirê çirê li axurê dewara dîlan dikir .
Mihemed, devê sobê vekir û bi şîşê tepik li hev dan . agir carek din
lîst û tên da hawirdor . zarok li oda biçûk tevde ketibûn xewek giran .
Hussên bi serê herdû tilyên destê rastê simbêlê xwe bi jorde badan , li
birê xwe nerî got : ji minre hat gotin ku xwarziyê te ebid-elezîz û
Cemîl hatibûn mala te . tu dizane sînorê min û wan ji hev vediqetin. ez
nahêlim bên mala min , wê çima lêxin sîh kîlo mitir biqetînin bên cem te
. Hussên çixarak din pêxist û gotin berdewamkir : mine Mihemed tu dizane
çiqasî tu li ber dilê min şêrîne , hila birayê meyi , din ez jê bê
hêvîme . lê tu na , tim me kabê xwe li ser pişta te tavêt . ez naxwazim
tu deryê xwe ji zarwê Perore veke .
Mihemed bi herdû desta tizbî zeft girtibû û libê wê hêdî hêdî berdida .
li birê xwe nerî got :
Tu birayê meyî mezine , îro tu şûna bavê me digre û tu li cem min pirr
bi qîmete , lê ez ji te dixwazim tu fireh li vê meselê binere , mine
bala xwe bidê , dema xuha me Perîşanê , Ibrahîmê Hacî bê reza te kir, te
ji min xwest , dan û sitandina pêre bibirim , min bi a te kir . lê mine
bira, divê em bîrbibin ku Pero diya şeş law û du keçaye , zarokê wê
hûrin , ma ne kêmanîye ji mere ku xuha xwe bê xwedî bikin , van zaroka
ji xwere bikin dijmin . divê em li ber bayê wan rabin .
_ na . ji nuvre Pero nema ji mere dibe xuh . ya tê birê minbe , yan yê
wêbe . Hussên bi qehr û tûndî got .
_ Hussên bizanibe . Mihemed gotê : ez Pero bê xwedî nakim .
_ wilo ! ji îro pêve , ez û tu ne birayê hev û em nema hev nasdikin ,
Hussên bersiva Mihemed da .
_ heger ji bo wilo , tu min nasneke tu bi kêfa xweye .
ji berê sibêde Hussên li mehîna xwe siwarbû û bixeyd ji gund derket .
pîreka Mihemed nîsk ji ser tifkê danî , taştiya mêr danî ber û jê pirsî
: kanî Hussên? çima nema heta taştê ? .
_ Hussên ji bo Pero xeyidî .
_ te çilo birê xwe xeyidand ? .
_ bera sed û yek salê bixeyide . doza çi li wê pepûkê dike ? heşt zarwê
Perone , wê wêna ji zarokê wê qutbike , ji bo çi ? taştiya xwe bi qehr
xwar .
paş demekê berf hilî , giyayê şîn serê xwe bidizî ji bin axê derxist .
rokê germî da erdê . xelkê pişta xwe dan dîwara , laşê xwe dan ber
tîrêjê rojê , wek erdek qelişî baranê bixwaze ? çûka bi kêf dikirin çîv
çîv . şivana pez derxistin ser bênder û devên newalan . zilama bi xar û
firing lîstin . zaroka bi xar û kab yan xar û bişkok dilîstin .
nîro Mihemed hat mal , di ponijî , jinê jê pirsî çi heye ? Mihemed gotê
: îro lawê Eto û Recebê ji min pirsîn ku Hemdiya bidin Ibrahîmkê Hemo .
_ mine Recebê û lawê Eto bi aqlê te nelîzin ma wexta keça me û mêraye !
dûvre kî ? Ibrahîmkê Hemo sêwî û belengaz , kî dikare bi diya wîre ,
Sara Macêre biqedîne , ya sitar .
_ çima ? Ibrahîmko xortekî helîme , girane û bi aqile , keç gerek li ser
nesîbê xwe herin , ma emê keçê bidin diya wî ? .
_ ma te ji keçkê pirsiye ? tu dizane . jinê got .
_ tu jê bipirs , ma wê yekî ji Ibrahîmko çêtir bike .
paşî du rojan xwazgînî hatin , keçik xwestin , qelen birîn , xelata xalê
û ber derî dan ber çav . piştî heftîkê ew guhestin . ebe lêkirin .
dismal bi ser çavê wê dakirin , bûk li ereba bavê kirin . çend keç pêre
siwarbûn . bi çepk û stiran ew derxistin . erebe li dora gund û gir
gerandin . komek xort û keç bi sindoqa bûkêre berê xwe dan mala zavê ,
rojavayê gund .
zaroka dan dû ereba qantira . zava li ser ban di bin çepkên xortande
çavnerîna bûkê dikir .dema bûk giha , zave şerbikê Firinga ji jorve avêt
xwarê , zaroka xwe dadan firinga , qîj qîja xorta lîlandina qîza , teq
teqa demança , şahiyê girt ser gundê gir-sor .
tenê diya bûkê , pala xwe da deryê mal , hêsirên xwe paqijdikir , digot
: ma wextê keça min û mêrabû herdû kurên wê yên piçûk li kêleka wê bi
axê dilîstin .
kulîlkê nîsanê şîn û sor û zer erd xemilandin , bênder hatin raxistin ji
giyayê şîn , bêhna gunkavirka difûriya ji hawirdor. newalê hîn mişt ava
barana , xemilîn ji lavlavk , tirşok û tolikê . beqa dikire qurqur .
minminîkê rengareng gul dimiştin , mêşê hunguv li hawirdor dikirin pinge
ping . qîza pêşmalk û daw li xwe pêçandin , xilç ( hadûde ) di dest
wande kereng radikirin . pîra Fincê teneka wê pêre rêx dida hev .
êvarî bavo hinekî dereng vegeriya mal , pez diçêrand li ber devê newalê
li serê zada. şîva wan dereng ket .
li gel ku bavo xwarin başqe jî dixwar , lê kuflet her li bende dima .
_ ka lawo , tasek av bide bavê xwe , bav ji qîzêre got , û gepek goşt
hilda ber devê xwe .
_ beddîa ku neh salî bû bi lez av danî ber bavo .
Mihemed kevçî hilda ber devê xwe , wilo hişt li pîreka xwe nerî , bi
beşişandin gotê : tu naxwaze here malbavana û kefçî xist devê xwe .
Jin veciniqî, herdû çavê wê vebûn , serxetê ? mala bavê min ? hatxê? bê
bi xwedê ? ma çawa ez naxwazim herim , ev çend salin ku ez neçûme , dê û
bavê min bira û xûşik , hêsirê wê hatin xwarê , xwedê mala tirko
xerabike , çawa destê dê û kezebê Ji hev dibire , çawa mero nikaribe dê
û bavê xwe bibîne û orta me nîvroj meş tune .
_ megrî , megrî , gerek tu bikene , sibe ezê herim Qamişlo ka daxwazê we
çine ? ezê ji were bînim . ezê te û zaroka serxetbikim . dibe xuha min
Pero û zariwê xwe jî biwere bên .
zarok ji kêfare firîn şîv nema xwarin , hê.... hê emê herin mala xalê
xwe , hê .... hê .
_ tê tenê çilo îşê xwe birêbike ? xwarine , şûştine jinê got .
_ wê biqede , tişt nabe , hîn mûsim negihaye , herin , mehekê hûnê bên
va Hemdiya li gunde , xuhê min semsê û Gulê jî wê haji min hebin .
_ Hemdiya , belengaz , ev çend salin digo : yadê jibo xwedê , em herin
mala xalo serxetê , mêrkir û neçû . rabû tepsikên xwarinê û sifrî
rakirin .
wê şevê xew neket çavê zarokande , fikrekê ew dibirin , yekê ew tanîn .
sibê zû ji mêjêde , Mihemed qantir xistin ber erebê, çend mî xistinê ,
berê xwe da Qamişlo . piştî nîro vegerî . ji zarokanre cilin nû anîn û
hinek pêşkêşî bo merivên serxetê wek cil û caw , kofiyên jinan , çayê,
çend pakêt katjimêrek bêrîkaji xezûrê xwere û tiştin din .
Roja didwa ji berê sibêde Mihemed berê zaroka da gundê Doda. rê nekine,
dor sîh kîlo mitr heye .divê herin gundê Nêf _ Elîfero _ pira Hermê Sêxo
_ Sada dûvre Doda . Mihemed rişma qantira dikşand ço dikir wan , car
carna qamçî tavêt wan .
Sibe sarbû , zarok dibin lihêfêde di xewre çûn , tenê kurê wî yê mezin
Issa ku 12 salî bû li kêleka bavo xwe kiribû şifêr . li pirê roj hilat ,
tîrêjê xwe avête hawirdor .hêdî hêdî germiyê cih li sermê tengkir
.qantira car carna devê xwe tavêtin genimê kêleka rê . riwê erdê hatibû
xemilandin ji genim û kulîlkên zer , çûk ji hêlînan difiriyan bo taştiya
xwe peydabikin . çiyayê toros îca xweş dihat dîtin .
ji nişkêve rovîkî li oxira erebê xist , qantir cefilandin .
_ bêxwediyu erê welle , bavo got .
_ rovî , rovî îssa bankir .
_ zaroka serê xwe rakirin .
_ ka ka Simko pirsî .
_ çû lawo çû ket nav zadde .
_ çima me nedît ? beddîa giriya .
_ ha ha ha , bav ji dil kenî , tu razaye , dixwaze rovî bibîne .
îca zarok rabûn serxwe . Doda nêzîk bubû bi bêriyare ketin gund .
Mihemed berê erbê da mala hevringê xwe Sofî .
_ Sofî , Sofî Mihemed li derîda û bankir .
_ kiye ? deng ji hundur hat , dengê nigekî dihat , derî vekir , Mihemede
, kuro , Sofî got .
derbasbin derbasbin , derbasbe xwako . Eyşê , Eyşê were va xueha te
hatiye , ma tu nayê pêşiyê .
_ Hessînaye keçê , Eyşê got . xwe avêt xuha xwe , çûn lep û riwê hev .
zarok maçîkirin, qurbano derbasbin . derbasbin hûn ser serê xaltîka
xwere hatine .
_ Sofî li Mihemed nerî , go : tê zaroka serxet bike , hayê min jê heye ,
Ferhanê xezûrê te doh tembî li Eloê rêber kiribû .
_ ka rêber li kudê ye ? Mihemed jê pirsî.
_ vê sibê binxet bû , emê wî peydabikin.
_ rêber bi kêrhatiye ?
_ hû , êvara serxet dibe , siba binxet dibe Sofî got .
nîro Pero û zarokê xwe , gihiştin Doda. piştî firavînê , Sofî çû ban Elo
kir. zilamekî hûr , neqelew , kumek li serî , çik çikandî , çar çavî
silavkir û rûnişt .
Mihemed xêrhatin tê da , dest avête qutya tûtuna qaçax dayê jê pirsî :
birayê Elo tê zarokê me serxetbike wan bigihîn Hatxê mala Ehmedê ûssivko
, tiştê tu bixwaze ezê bidime te . Elo got : Ehmedê Usivko? ev çavê mine
, gelek qenciyê wî li ser min hene .
Ferhanê kurê wî bixwe dostê mine , malbatek bi nav û dengin û pirr
camêrin . pîreka te û xuha te xuhê minin . Elo got : û hilm li çixarê da
, ponijî got : îro êvarî hazirbin .
_ ma tirs tune li ser zaroka ? Mihemed pirsî .
_ na na binavê xwedê tiştek tune . nobedarê turk min nasdike , ez pera
didimê û derbasdibim , turk bavê xwe bi pera difiroşin .
Roj çû ava , taryê hêdî hêdî gund û çol himêzkir . Elo hat , zarok
komkirin û got : mine gelî xuşka hûn netirsin , tiştek nîne . têlê xetê
nizmin , hûnê bibin rêz , bidin şopa min , kes ji xaçirêkê dernekeve .
bê deng , hêdî hêdî pênc deqene û em serxetdibin , li wî aliyê xetê li
bende mene , kekê Ferhan , ev çend şevin ku çavnerîna we dike . îşev li
bende meye .
Rabûn xatir xwestin , Eyşê û zarokên xwe jî bi wanre bûn heval .
ji gund derketin , gund li ser sînore . nêzîkî şiva tirênê bûn , Elo go:
rûnên , ew çû bi pêşde ponijî da bizanibe tevgera sînor çawaye . dorbîn
danî ber çavê xwe , li jor nerî .
_ ev eleman çi bê bavin , jêhatîne mine kuro ev şiva han ji elemanya
hete mûsilê danîne, pasi sere cihani kirin sinor, malbate Kurd
dubeskirin, bu serxet u binxet . Mihemed got , dixwest sawê Ser zaroka
hilîne , wilo eletrîk ( bijiktora ) Turka şewq berda , şev kir roj ,
şewqê ji roj hilat tavê rojava û vedgeriya , zarwa , xwe kirin perçek ji
erdê . careka din bû tarî .
_ Rabin , bilez rabin , Elo ferman da .
Mihemed , zarok maçîkirin , got : lixwe û li zaroka miqatebin . ew û
Sofî man rûniştî guhdarî kirin . heta agirê fanosê li ser banekî li
gundê Qesra , li aliyê serxetê dîtin. fanos îşareta wan bû go giyan .
wê şevê li Qesra , li mala merivekî bûn mêvan . bi taştiyare bi du
qantiran û du keran gundê çûva derbaskirin . nêzîkayî li Hatxê di kirin
. kelekê Hessîna bir , yekê ew anî , ev deh sale ku nehatiye malbavana,
çavê wê yê şîn tijî hêsêr bûn .
dema nêzîkayî li bênderên gund kirin zarokya wê hat bîrê , xwe dît
keçikek piçûk xwediya yek gulîkê , bi keçikê hevalê xwere dilîze , kela
ew girt , bihustek ax tune ku wê nasnake , ka keçikê hevalê wê li kune ?
çi dikin ? ket xem û xeyala , tenê qîj qîja zarokên Hatxê ew bîranîn jê
dûrkirin .
Dema Hessîna serê xwe hilda , qesra bavo ya dûqat dît , kup kup bi dilê
wê ket , di dilê xwede got : ku kevirek di qesrêde tune ku wê nasnake ,
erê têde çêbûye û hatiye xwedîkirin , dilê wê bêtir lêxist dema dê û
bavê xwe naskirin di nav komêde ye çavnerîna hatina wan dikirin .
Keserek veda , mala xwedê ava , dê û bavê min saxin .
Hessîna bilez xwe avêt himêza bavo , serê xwe danî ser dilê wî , destê
wî maçkir piştre xwe avêt diya xwe , destê xwe xist hustê wê . Yadê
qurbanê , çû riwê wê . Diya wê rûkê wê maçîkir , hêsrê kêfê paqij kirin,
li hev pirsîn dûvre silav hate berdewamkirin .
_ Derbasbin hundur derbasbin , bavo berê xwe da keça xwe û da pêşiya wan
. Zarok seraser berê xwe dan jora qesrê , werin lawo werin , dê ji wanre
got : Hûnê bighin herin jor .
Hundur pik pikî ji meriv , gundî û dostan dema mêvan belabûn , Hessîna
ew pev dan naskirin got : Ev kalkê weye û ev pîrka we Sarkêye ango diya
mine . Eva han ji pîrka we xanêye .
_ Wa ma qey du diyê tene beddîa ji dado pirsî !
Xwedê nehişte , tiştek namîne ku îşê xwe jê nayînin , dê biken got û
bersiva keçê pêre da .
_ Erê lawo , pîrka we Xano jinbava mine , ew jî pîrka weye.
_ Bê çi qureye . Pîra Xano bi sertî got .
_ Zarok bîra hertiştî dibin , Hessîna got , hevnaskirin berdewamkir .
_ Lawo , wê du sê roja me tevda nasbikin , diya wê Sarkê gotê .
_ Ka îca xwe bime bidin naskirin , birayê wê Ferhan jê xwest .
_ Ev dişamin Peroye , jina Ibrahîmê Heciye bi esil ji gunde Herbeye , ev
zarokê wêne . Evê din heçê xweşik yê minin û yê kor – mor û çav şelêqî
yê xuha we Ayşê ne .
civat tev kenî , ji xwe keçka minî mezin me berî çend roja da mêr .
_ lawo zaroknî te mirine newlo , pîra Xano pirsî ?
_ Erê yadê , Hessîna lê vegerand , keça minî herî mezin Zekokê , jin bu
, şevekê piştî şîva çû mala apê xwe Sebrî, li vegerê Hussênê Hemê ,
nebxêr , pez nû anîbû guherê û xwe xistibû qorzîka dîwêr rûniştibû ,
keçkê saw girt , hat go yadê , tiştek wek pîrebokê bû li ber deryê me
rûniştiye . Bavê wê çû nerî , hat gotê : Tişt tine lawo ew kundê Hussênê
Hemêye yê cibilgirawî .
Keçikê ta girt çend roj di wê navêde neçûn mir . Kela girî kete qirikê ,
gulîkê wê digyan erdê û keça din Rebîa pişt serê wêde çêbû , nexweş ket
, ji bêxwedîtî mir .
Howeh , sinor em kirin serxet u binxet, evqas derd dibin u em bihev
nizanin , li gel orta me carikeke . Pira Xano bi keser got.
_ ma textor li cem wejî tinene lawo ? bav jê pirsî .
_ hene lê kêmin , li Qamişlo çend textor hene wek textor Nafis û textor
Qasim , orta Gir-sor û Qamişlo bîst kîlo mitirin .
Piçkî ma û got : Kê ha ji textora heye yabo ! , xelk belengazin .
_ Yabo , yabo , Hutî bankir , va apê Mûssa hat .
_ Sibha we xêrbe , ape Mûssa silav kir , ka mêvana we ya ezîz kani ?
_ Rebenê ! , apê Mûssayê Entere , Hessîna got û çû destê wî , xêrhatin
têda û li hev pirsîn .
_ Ma zarokê te naxwînin te ew anîne lawo ? apê Mûssa pirsî .
_ Hew Issa di xwîne , evê din hîn piçûkin .
_ û keçik ? ape Mûssa li Bedîa nerî got .
_ Keçik narin medresê , mele dibêjin gunehe ku keç herin medresê .
_ Medrese , bi kurdî , jêre tê gotin dibistan . Mûssa got: ji xwe mela
mala me wêran kirine . Em hiştine nezan, bi gotinê wan nekin lawo , qîzê
xwe bişînin dibistana , bidin xwendin .
_ Apê Mûssa kes keçê xwe naşîne , ma yame tenê wê herê ? Hessîna got .
_ Ji xwe mesele divirdeye , kî wê zengil têxe hustê Pisîkê .
_ ê , tu ka wer cem apê xwe , Mûssayê Enter ban Issa kir . Jê pirsî tu
sinifê çende ?
_ Yê pênca me .
_ Bi çi zimanî tu dixwîne ?
_ Bi Erebî .
_ ê , emê çibkin , li vir zarwê me fêrî zimanê Turkî dikin. û li wir
Erebî . Yek malbet, yek eşîret , yek milet , lê her yek , bi zimanekî
dixwîne , dixwazin kultûr û zimanê me tune bikin .
_ Wa cêba polîs hatiye gund , dengek ji alyê derî hat .
_ Rewş nexweş dibe , vê pêlê , pirr diçin û tên , ape Mûssa got û rabû
serxwe .
_ Ehmedê Yûssivko , pêve rabû , çû ew di mal de veşart .
_ Simko hat ber diya xwe , bidizî tiştek got .
_ Erê lawo erê , dê lê vegerand .
_ çi dixwaze , pîrkê pirsî .
_ Dibê te gotiye mala kalko Ahmed bastîq û benî hene .
_ Ez biqurban , pîrkê got . Her tişt heye , benî bastêq , mewij , guîz ,
nok , tirî û behîv ( beîv ) û herweha .
_ Zarok li ser sifriya mezin cî girtin û xwarin .
Danê êvarî , zaroka dan dû xalo Ferhan berî dan rohilatî gund nav bexçe
û rez , dan ser riya Cibiltînê , ew devera jêre tê gotin Cencel . Di wê
semtêde teht û şikeftê Kevnin . Rê di ser şikeftare diçe . Dora kîlo
mitrekê birîn giheştin rezê xwe û yê mala Oskê Ehmê .Di rêde zaroka
xaçirêk girtin bi dû hevde bûn rêz . Li hawirdor kevirên piçûk û mezin ,
stiriyên beloq . Zarok behitîn , tiştê wa qet nedîtibûn , raste li gundê
wan , rezê mala axê dikeve ser riya gunde Kotiya , lê newek vî rezî ye .
Dar û devî, ava kaniya zelal , hêdî hêdî , di nav gul û kulîlkên ciwande
avê hev tajot. Darê renga reng , bilind ber bi ezman, bi roka êvarîre
dilşad dibûn , çûkê deh reng bi stran, roj dispartin rojên bûrî .
Dêliyên tirî , hîn nû taze di bişkivîn bi şewq xêrhatin di wan dida .
dihat dîtin ku rez bi hostayî hatibû danîn .
_ Werin , werin cem xalê xwe , Ferhan ban wan kir . Werin li hirsim
binerin , nêzîk wê bibe goşiyên mezin , ev tirî jêre tê gotin tiryê
merzone , ha ji mara hebin ha , li xwe miqatebin . Ez nabê bitirsin , lê
ez dibêjim li xwe miqatebin , car carna mar xwe li mêwan dipêçin.
_ Xalo ewa han çiye ? Simko pirsî , tiliya xwe bi aliyê jorde vekir .
_ Ev jêre tê gotin kozik , divirde ez xwe vedişêrêm , kewê xwe berdidim
. Kewê min dixwîne , dixwîne , heta kewek bê û têkeve dehfka min .
_ Ma kew dixwînin xalo , yekî pirsî ?
_ Dixwînin , yanî dikin qeb qeb , yanî distirên .
_ Ha ha . Zarok kenîn , medigo qey birra dixwînin .
_ Ferhan ji dil kenî , qelevîzka rûnişt , qutya xwe derxis , çixarak
pêça , zimanê xwe di ser jora pelê çixarêre bir , bi du tilîkên destê
rastê , pel jêkir , tilî diser çixarêre bir û anî , bi çeqmaq çixare
pêxist.
êvarî civata gund wek her şev li oda Ehmedê Yusivko geriya . Ji beyanî
ta êvarê , gundî di erdê xwede , kardikin , ê ku li nav rezê xweye , yê
ku bîstanê xwe pak dike , yê ku diçe êzinga yan rêsiya . Hin ji wan pezê
xwe diçêrînin , çavnerîna mûsimê Nîsk , ceh û genim dikin . Civat
xêrhatinê di hevdidin , li hev dipirsin , qotiyên çixaran tavên ber hev
û li ser rewşa xwe dipeyîvîn .
_ Isal êzing pirin , bêminet emê xwe vî çilî germbikin , yekî ji civatê
got .
_ Her tişt pirre , sal xwedê bistirîne , bi xêr û bêre . Zad û rez başin
, newal tijî nefel u giyaye , emê têra xwe rêsiya çêkin . Yê kêlekê got
.
_ Yekî din kenî , got : Das û qalûçkên xwe tûj bikin . Dûre got : A
giring tûtine , ji mêjve Mecîdê Qaçaxçî bi virde nehatiye .
_ Wê bê , yekî lê vegerand .
_ Ji wirde Ehmedê Nûrko gotin guhert, kuro , çiqasî leşker , polîs ,
cendirme , va dema diçin aliyê nuseybînê .
_ Ma leşker tenê , Misto got û balefir , li ser vî sînorî dîsa gir girê
wane .
_ Tiştin hene , muhtare gundAhmedê Yusivko got : her liwan tengtê ,
tevgera wan zêde dibe .
_ Ya ella , ya kerîm , Sofî Biro , diberxwede got , ji bo ku xwedê me
bistirîne divê em herin , toba mala şêx .
_ Tobe serê te bixwe , erê welle ,ti têr tobe nabe , Salih kurê Ehmedê
Yusivko jêre bitundi got.
_ Ez benî , Mussayê Enter , gotin girt : Turkiya yek ji dewletên , pakta
qolinyalizmêye , dijî qomonîsmê û dijî tevgera gelê kurde , ji roja ku
îraqê xwe ji pakta Bexdê Kişand , tebatî nakeve , çavê tirkode , eve
çend salên ku tirko lîsikên iskerî dike , pirr hessaba ji Yekîtiya
Soviyet dike .
_ Xwedê me bistirîne ji qomonîzmê û ji kufaran . Sofî Biro , got : Em
tev misilmanin çi Kurd çi Tirk, ma ne wiloye mele ?
_ Sofî berê gotinê da melle Hussênê Kêfo .
_ Xwedê dibêjê , ku wî ji me êl û millet pêkanîne , bo em hev nasbikin .
Ica em tev misilmanin , pêwiste em limêja xwe miqatebin , zika xwe bidin
, herin hecê , ê ku karibe , ev dunya faniye , heyata rast û dirist li
wê dinyê ye . Xwedê me bistirîne ji a go me ha jê nîne . Mele tizbiya
xwe dibir vî alî wî alî û lêvê wî dilebitîn .
_ Xwedê ji te razî melle , xwedê ne gotiye tadê li hev bikin , Ehmedê
Yusivko li melê vegerand .
_ Civat bê deng bû . Hussênê qelew , çavê xwe firkand , di civatê de
dixewre çûbû , dest avêt qotiyê û got : Iro zarwê mala Nebo jibo sînor
kirî hev kuştibana. herdû bira Hissêno û Xelîl , vî digo te sînor bi ser
xwede berdaye , vî digo te berdaye . Mi go lawo, qey tilya we ketiye
çavê we, hûn birê hevin . Hilmek li çixarê xist pala xwe dîsa da balifa
u xilmasbu .
Roja din beyanî , jin çûn ser çala avê , kwîz û tenekê xwe dagirtin ,
zarok li gel jinan ji xwere dilîstin . Rojek xweş û ciwan, hemû pê
kêfxweş dibûn . Dema ku havînîde ava barana di çalande di çike, jinên
gund , bi kuîza û teneka, av ji çemê ku mehê carekê ji Stilîlê berdidan,
dadgirtinû berdidan çala .
Carekê mar û çêlîkê xwe bi avêre ketibên çalan , rojekê Ehmedê Yûsifko ,
keça xwe Henê Berda çalê da ku dewla xwe derxîne , çêlîkê maran bi nigê
wê veda .
_ Yabo , min derxîne, mar bi nigê min veda.
_ Yaho ti çi dibêje , mar ji ku li wir hene.
çalê ava baranê , comal ji jorde kaşin , ji bo ava herikandî bikeve çala
, da ku havînî tî nebin .
Nişkêve dû trimpêlên polîs, weke berqê nêzîkî li gund kirin . Jin û qîz
bilez berê xwe dan hundira , zaroka bazdan li ber deryê hundiran bûn kom
, deng ji wan biliya . Tirsê Girt ser gundê Hatxê. Polîs peyabûn , ser
bi kum , newqa wan bi qayîş, şerwal ji binve bin bot kirî , kilaşinkof
di dest wande , agir ji çavê serê wan diçe .
nuxtar “ nêrde gêtî “ bi tirkî meznê wan got : Ehmedê Yusivko derket
diber xwede , got : Ev segbav dîsa çi dixwazin? berê xwe da wan .
Silavkir , lê hîç polîs silav venegerandin . Yekî ji wan migrefon da ber
devê xwe û ban kir : Piyawê Gund tev kombibin di deh deqade, amedebin .
Gundî hatin çi ji mal û çi ji çolê . Tirsê ew girtin .
_ Serbazê Tirk , demaçe di berde , bi destê rastê qamçî girtibû, pê li
destê xweyê çepê dixist , diçû vî alî , dihat alyêdin û leşker berê
kilaşinkofa dabûn zilama .
Dawî serbaz rawestiya got : Ev xak, xaka tirke , em tevde di bin ala
tirkde dijin , ya ku bavê me Kemal Etaturk bo me danî . Em tev tirkin û
zimanê me tirkiye . Serbaz serê xwe hilda dît teyrekî baz , pirr ciwan ,
ji xwe razî , bi teqil di ser wanre difire , demaçe derxist teyr anî
xwarê, nêzîkî wan ket . Cendirmakî leşker, teyr avêt ber lingê wî .
Serbaz nigê rastê danî ser newqa teyr û got : Binerin , kesê bi yame
neke , dawya wî wek avî teyriye . Di vî ezmanîde, cî tune, ji teyrê tirk
pêve .
Hinekî serbaz ma sekinî , got : Gotinên mezin, têne gotin, di civatên
wede , ji bîra we neçe , ku ez karim we teva tine bikim û gundê we
bişewitînim. ha ji xwe hebin .
Ya didwan , ku we mûsimê xwe hilanî, qereqolê Ji bîr nekin , em ji
Enqerê û Izmîrê hatine vira , ma em beqa li vir dixesînin . Ketin
tirimpêla xwe , li dawiya gund du leşker peyabûn bizina pira Helîmkê ji
devê deryê wê girtin , şerjêkirin , avêtin cêbê . Toz bi ser cêbê ket
berê xwe dan qereqolê .
Pîra Helîmka Qewês, sînga xwe ji tepa anî xwarê , porê xwe kişand , bû
hewar hewarê wê , hewarê hewarê… , ew bizinbû , ew jî birin , agir bi
mala tirko keve , li wan bibe jehr . De yadê ka îca ezê debara xwe ji ku
bikim , min bi şîrê bizinka xwe kêfkiribû .
Ehmedê Yusivko ban pîrê kir , gotê: Derdê bizinka te, yek ji hezarê
derdane , xemnake, bizinekê ezê bidime te .
_ Mala te ava , xwedê Ferhan ji tere bihêle , hûn ji bav û kalade
camêrin .
Zêdî du heftiya bûrî , bi ser hatina Hessîna gundê Hatxê . êvarî Hessîna
ji bavê xwe xwest destûra wê bide here mala xalê xwe li Xirabreşk û mala
dişa xwe li gundê Terê .
_ Herin lawo , bav gotê , sibe ezê we birê bikim , çend rojekî bimînin û
vegerin .
Sibê zû zarok li kera kirin , berê xwe dan Xirabreşk , mala xalê pîrka
xwe Sarikê . Xalê wan Ferhan bi wanre çû . Rê dor du seeta kişand , li
nêzîkî bênderan, Sarkê ji qîza xwe Hessîna pirsî : Tê bîra te keça min,
wê salê ku xalê te Xelîlko mir û em hatin şûna wî , Sarkê keserek veda ,
ê dinya ji kesîre namîne .
Wilo mala xalê wan hatin pêşiya wan , hûn bi xêr û ser çava hatine , îro
çend rojin em nerîna hatina we dikin . Ma we xwe li Hatxê çand
Zaroka zû sawa xwe hilanîn , qul û kuncin mal naskirin , karê wan di
sefikê de bi derencê diketin kewarê , çilekî dikirin .
_ Simko riya kewarê baş naskirbû . Diçû jorê, tiştek tanî û dadiket .
Yan diçûn hewşê li kerê siwardibûn . Carna girê xwe di kew didan . Diçûn
ser çalê, ku av ji kaniyê hebîsê dikşandinê , bazdidan . êvara li ser
ban , xew dikirin li ser irzêlê pûş , bayê hênik liwan dida , xweş xew
dikirin paşî westandina rojê .
çiyayê toros ew himêz dikirin , wek dayika dil şewat . Derd jiwanre
tinibûn. Derdê wan lîsk , çilekî û kêf bû bîra derdê jînê nedibirin .
Raste bi mezinare li ser banekî radizan , lê hayê wan ji derdên dê û
bavan tinebûn .
Beyanî çûn nav rez û bîstên , newalek kwîr diket binya rez . Riya rez di
jora newalêre derbasdibû . Ji jorve , nerîneke ciwan dihat dîtin . Deşt
, gund , newal , çiya û herweha .
_ Beddîa li pişt Simko li ker siwarbûn , Simko rişma ker kişand, rê
berda û berê ker da nav rez . Nigê xwe yê piçûk li newqa ker xist , bo
ker xwe ser kêşa kevirare bavêjê , lê ker zîtirk da xwe hilda herdû
avêtin xwarê bi ser kêşa kevirade . Dê bi bazdan hat bi wan ve , Beddîa
giriya , got : Simko nebxêr ji tere , tu jiku zanê kera bajo , te çima
lingê xwe lê xist ? herdû rabûn srxwe.
Dê dit tiştek biwan nehatiye , kenî , destê xwe diser porê keça xwere
bir got : gurîkê ma ajotina kera zanebûn jêre divê ?
li wî aliyê rez Issa û Evdê lawî xalê xwe Ferhan û Cemîlê metka wî pero
ew berî wan giyabûn .
Simko û Beddîa zû ketina xwe ji bîrkirin , bazdan nav rez , bêhna darên
hejîra ew xwarin , hinarên ciwan , lê destê wan bêtir digya tirî , li
vegerê nêzîkî malê , xurê Laşê Cemîl girt , qîr pêket .
çi bela teye lawo ? tiştekî bi te veda yê , çiyê ? jê pirsîn , benê noqa
wî vekirin, dîtin ku bin kiras mişt hejîr kiriye .
_ heyla xwelî li serê tebê erê welle , bê çi deware , ma kes hejîra dixê
Ser laşê xwe , ti aqil nagre , diya wî jêre got û ew bir şûşt .
Wilo pez ji çolê hat . Hinek çûn bi pezve û hinek çûn taştê hazirkirin .
Zarok li ser deng derketin derve . Dîtin di pîrek şer dikin , li ser
dora tenûrê . Xecê û Rismo tiştek di hev nehiştin bi xebera .
Xecê digot : Rismo bav gilikê , çi roja ez bêm ser tenûrê , tijî tê bê ,
hey min serê bavê te di tekirê .
Rismo dengê xwe bi ser ê wê dixist , qûnek jî xebera didin , ti bê
xwediye, xwedyê te hebûna , wê gilka te jêkirina . Porê hev girtin ,
hevdû birin û anîn . Heta Hemoyê mêrê Rismo hat, şivek dido avêtin jina
xwe , berê xwe da Xecê gotê : şerm bike ji bavê xwe , dawî hûnê mêra pev
bidin kuştin . Xecê serê xwe bera ber xwe da, tişt negot , dîsa rahişt
şîşa tenûrê û tenûr pêxist .
Paşî çûna Hemo ne bi tiştekî , Misto mêrê Xecê ji mal derket , zir
qotekî dara di destde , berê xwe da cê şer û hewar hewara wiye : Ka Hemo
? ka ew segbav? îro ya ezim , ya ewe , li jina min daye .
Rabû Eyşokê gotê : Xalê Misto mêrik li jina xwe da, ne li a te .
_ Bira keçê ? Misto ji jina xwe pirsî .
_ Raste jinê lê vegerand .
_ La hewla wela , Misto di berxwede got , ev zarokana , kirî em pev
bidana kuştin .
Roja din , ji beyanîve , gundî wek gêrikê , xebitin dinav erdên xwede ,
ji dûrve , dengê dengbêjekî dihat , tavêt ser keleha mêrdînê . Car carna
ewt ewta kuçka û zir zira kera bi ser dengê wîde diket . Wê rojê mêvanên
Xirab_ reşk berê xwe dan gundê Terê, çûn mala Qence Axe, li cem pireka
wi Eyşanê, qîza Seyid Silo dişa Hessîna .
Hawir dor dar , rez , dehl , zad . Gundî jin û mêr kardikirin , erdê xwe
ji zîwanê paqijdikirin , hineka dora lemê bîstên xweşdikirin , hineka
rêsî çêdikirin yan qurmik radikirin .
Simko dabû pêşiya wan , bazdida dîsa liwan vedgeriya . Carna çûka ji
kêleka rê ji nişkêve difiriyan ew vediciniqandin .
Hussênê Pero , li dawî qîrkir giriya , ay yabo, nigê min çû . Xwedê te
nehêlê , erê welle , ti biqurbana Simko be , diya wî jêre got . çima ti
wilo fayînî ?
Giyan serê kaşekî û berjêr bûn , nêzîka gundekî li kêleka rê , bala xwe
dan ku di keçikên piçûk li ser tirbekê rûniştine digrîn porê wan gijolî
, nig xwas , cil gemarî .
_ çi bela weye lawo , hûn kîne , livir hûn çidikin ?
_ Ya hinekî mezin serê xwe hilda, bi girîkî şewat got : Diya me doh mir
. Yanî wê jimere birak anîba , îca mir .
_ Naxwe diya weye?! , digotin pîrekek diber halê xwede mir, Pero got .
Zarok man bê deng dema bihîstin navê dê û mirinê .
Simko qelevîzka rûnişt ziq li wan nerî . Di dilê xwede got : Mirin
nexweşe , mero digrîne , mirin çima heye ?
_ Haho keçê ( lê bine keçê ) pîra Sarkê diber xwede got , ev jina dehaye
, di vê berya mede, diber halê xwede dimre . Textor dibin li Mêrdînê û
Amedê hebin, lê yadê dûrin . Wê kî bigê wandera , wê jinka avis bi çi
bibin ? serê xwe hilda dît çend ciwan çiyayê toros tê dîtin . Sarke çavê
xwe xist çiyê û keserek kwîr veda .
Tenê gundê Terê gundekî xweşe , bênderê wê firehin, ava kaniyê xweş li
jêra gund . Zaroka dilîstin , zarwên metka xwe , Mihemed, Cemîl ,
Zubeyda, naskirin . Zarwê Qenco axa pismamê Ehmedê Sulêman axayê omera .
Carna Cemîlê Qenco li Simko dida , digotê : çavê wî yê şîn , tu dibê qey
gawire ! Simko carna ji ber digriya , dihat hundir, giliyê wî dikir .
_ Kuro , Cemîl ma tu li lawê xalê xwe dixe, mane mêvanin lawo .
Dûre nahêlin tu here binxetê gundê wa Girsor .
_ Em dilîzin, em heneka dikin , ez nema wilo dikim , Cemîl bersiv da .
êvarî li hewşê rûniştine , mala axê bi çûn û hatine, navmalî diçûn û
dihatin . Oda axê pikpikî ji zilama . Reşê hêdî hêdî xwe bera ser gundê
Terê dida , şewqa lempa û çira , bi mirîtî dihate dîtin di kulek û
pencerên biçûkre , tenê şewqa odê tîrêj jê diçû . Ewte ewtê Kûçikekî ji
rojavayî gund dihat , wek here diza . Heyvê riya xwe girtibû , hêdî hêdî
diçû ava . Ji nişkve qîr qîr û hewar bi gund ket . Herdû malê hasso û
temo ketin singa hev . Zû li ber guha ket go, kurê Hasso qîza temo
revandiye . Lê berî ku li hev bidin tiving û demaçan , peyên axê bi wan
giyan. Serpeye li wan da qîr got wan : Hûn li kune, qey hûn hessabê
Qenco axa nakin , zû bidin pêşiya min , axa şandiye dû we .
Herdû aliya dest ji ber xwe berdan , tirs ket nava wan , Qenco axa
birazyê Ehmedê Suleyman , axê omer , ku cin û hessin jê ditirsin . çend
peyaw bi rext û tiving dora wan girtin ew birin odê .
Di wê deqêde , deng ji odê biliya . Zilamê herdû malan kum û koloz û
şivqe ji serê xwe kirin , derbasbûn , silav kirin û rûniştin .
Qenco axa cihê xwe xweşkir , xwe kuxand, awir ji wan veda , hinkî ma ,
li peye omer nerî . çavê peye omer di nava serê wîde dilîst , simbêl
badayî bi jorde , xincerek dirêj diberde , tiving di milê wîde, emir wan
kir go bramberî hev rûnin . Mala Hasso dîware rastê girtin , mala Temmo
yê çepê girtin . Rîsipî nêzîkî axe cî girtin , deh peya bi çek devê odê
zeft kirin .
_ Qenco çixare pêxist , peyivî . Ez bala xwe didimê , her û her , kesin
pêde tên . Ji bav û kala de , sînor hatine danîn bo gundiyan û di bin
baskê mede derbas dibin , lê kesê bixwaze ji bin baskan derkeve turba
xwe bi destê xwe dikole . Hilmek li çixarê xist , gotin berdewamkir : Em
eşîrin , mala Sulêman tu carî rê nedaye û nade hilweşandin û xirakirinê
.
_ Em xulamê tene axa , Temmo got , tiştekî wilo tuneye ?
_ Başe dinav wede nexêrî çêbûye , gerek hûn bên cem min , ne li hev
bidin rexta . Ica ka ji minre bibêjin derdê we çine ?
Hasso gotin bir , got : Ez xulam , kurê min xwedê wî nehêle , sebebe ...
Qenco nehişt gotina xwe bibe serî , jê pirsî: Başe , te çima keçik jêre
nexwest , te hişt birevîne ?
_ Ez xulam , Hasso got : Min keçik xwest , lê bavê wê got : Kuramê wê
hina, di devê riya wêdeye , ji ber wilo got : Ez nikarim keça xwe bidim
.
Axa berê xwe da Temmo , got : Hasso rast dibêje ?
_ Belê axayê min , gotina wî bi serê xweye .
_ çima naxwe te qiza xwe neda birazyê xwe hemmo ?
_ Qurmiçyê , me kir û nekir , digot ez kuramê xwe nakim , ew wek birê
mine . Ev nêzîkî salekê em bidûdene .
Axe berê xwe da Hamo gotê : Teres , tu şerm nake , tu ne mêre , dema ,
qiz mêr nexwaze , gerek mêr ji xwere yek din bibîne , ne xelkê pev bide
kuştin . Hemmo serê xwe bera ber xwe da , deng û his jê nehat . Bavê
Hammo , got : Axa wî efû bike, nezane , cahile , kolê teye .
Qenco got : Hasso , qelenê ku Temmo bibire , tê bidê , bûk û zavê
vegerînin li gundê Cibiltînêne li mala çetîn xalanê Zaroka bi cîbûne ,
ev mesele divê ez nema bibihîzim .
Lê bi tirba sulêmanê pêşî , yê ku ji we şaşiya bike , ezê wî bidar vekim
.
Zaroka çend rojên ciwan bûrandin li terê, dostanîke xweş peyda bû ,
dinav wan û zarokê metka wande . Lê roj zû buhurtin , gerek careke din
vegerin Hatxê .
Li vegerê li ser bênderê Hatxê pêrgî dawetekê bûn . Bûk li ser hespê ,
hinarkê riwê wê û çavên wê yên şîn , xweş dibin şerpa tenikde, dihatin
dîtin . Komek ji xort û keç , dora wê zeft kiribûn , bi çepik û stiran
bi gel dengê dahol û zirnê , gavê xwe bi bawerî tavêtin .
Bûk dibirin mala zavê . Wê şevê gundê Hatxê heta berê sibê xew nekir ,
dahol û zirne , lîlana qîzan qîr qîra xortan . Li azmana stêrka
diçirisand , te digo qey didin dîlanê li gel dengê def û zirnê .
Wê şevê zarok , li serê bên , li ber dengê mûzîkê xew kirin , Simko li
stiyrikan dinerî, bidil kulî xewkir , sibe wê binxet bibin . Ji xwere
digot : çima sinor heye , em nikarin herdem ben , cima em tim livir
namînin ? mala xalê wî , metka wî , rez , kew , dehl , kanî , wê bêrya
wan teva bike .
Wê sibê bi taştêre , giyan gundê Qesra. Ji Hatxê hatin çûva , berî dan
Menderê .
Xalê wan Ferhan , rêber Elo dît jê pirsî li ser binxetkirina wan , Elo
got nîvro dema werdiya cendirma tê guhertin , emê binxet bibin , min
pere dane qomîtanê wan .
_ Yanî tu tirs tune ? Ferhan pirsî .
_ Na bavo na , Elo got .Cendirmê Turk ez wan nasdikim , pera bide wan ,
Turkiya gişî difroşin .
_ Başe diya min jî , li gel weye , pîreka mezine , ha jê hebe , Ferhan,
got .
_ Kuro nepojin , te hîn çixara xwe , tewaw nekiriye em binxet dibin .
_ De ma xwedê , Ferhan got . Tu pera ji wana nestîn , tu vegere , riya
xwe bi min xe .
Elo bi dorbînê çavnerîna guhertina cendirman dikir . Ji nişkêve dorbîn
da alî got : Deme, bêjin ya xwedê , de em herin , xatirê xwe xwestin .
Dem roje , tirsê ew girtin , çimkî berî çend şevan cendirma û qaçaxçiya
li hev dabûn teqandin . Wekî din , di rojê de, her tişt tê dîtin . Lê
Elo ew kirin rêz û bilez xwe li xetê dan , zû sînor li pişt xwe hiştin ,
ketin ser bênderê Dodan , rawestiyan , pîra Sarikê li pişt xwe nerî ,
keserek veda got: mala te ava xwediyû, le mala Turko neava ku ev sinor
dani .
Li mala Ebdê Gedo bûn mêvan , piştî firavînê Doda berdan , berî dan
gundê Xirabkortê û li mala Cemîlê Miqrî bûn mêvan . Hîna şûna xwe
xwşnekiribûn leşker bidû wande ket nava gund .
Erdê nema xwedya malê hilanî , diçû bivirde dihat biwirde , xwe bi tepa
reş û şîn kir hema digot : qirê Cemîl , qirê Cemîl , te malka me li
mîratê xist . Lingê wê nema erd digirt .
_ Rûnê xwakê rûnê , te xwe kuşt , kes te naşeniqîne , te dinya nedîtiye
, Hessîna gotê.
_ Qirê Cemîl qirê , te mala me bir mîratê.
Dema leşker gund berda Mihemedê Seyid Silo û Ibrahîmê Hacî berî dan
Qamişlo cem Ebdilbaqiyê Icmo mamûrê nifûsê .
Piştî silav û xêrhatinê Mihemed gotê :
_ Kirîv zarokê me asê mane li Xirabkortê , leşker bi dû mede ket gund,
di me hildane.
_ Ez kirîvê teme , kes dikare qarîşê te bibe , Ebdilbaqî got û bi wanre
bû heval. Xirabkort berdan , her yek barê çar dewara xistin erebê û li
gel Icmo berî dan Girsor .
Giyan Girsor , hîn heyv neçûbû ava , bêdengiyeke mezin xwe berdabû ser
gund , şewqa lempa û çiran bi mirîtî di kulekanre dihat dîtin .
Simko , ji nişkêve got : Yadê mine, mine heyva me jî wek ya mala xalê
mine .
Diya wî kenî gotê : Lawo giş yek heyve , ev û ew yeke .
Metka wî Pero got : De bes lê ma çilo yek heyve ? ma çilo heyva Hatxê ji
vir tê dîtin ?
Hessîna kenî , gotê : Pero tu aqlê xwe dike wek yê zaroka .Wilo giyan
devê deryê malê.
Hîna negiyan xwe vekin û şîvbixwin , civatê bi serwade girt .çi meriv û
çi gundî . çend şeva hundur vala nedibû . Mewîj , benî , bastîq , nok li
ber mêvana datanîn . Dipirsîn li ser rewşa mervên jor , çi heye ? çi
tuneye ? hineka pirsa mervên xwe dikirin . Du sêniyên tûtinê, li ber
mêvana dihate danîn .
şeva didwa , civat dîsa li ser jor peyivîn . Xweska bi wan dema , em
diwan çiyande , li serê kanîkan , weke şêra em dihatin xwedikirin , me
nizanîbû tirs çiye . Cin ji me ditirsiyan . carekê me du cendirme ,
hêsîr kirin Salih got .
Mihemed kenî , got : Salih tu dibêje , tu natirse , nayê bîra te çawa te
ji ber Sebrî revî.
Ha_ ha _ha _ Sebrî kenî kenî , êsra ji ken di çavare avêtin û got :Ez û
hacî Mihemedbûn, em bi serê kêş ketin , me Salih dit, darekî dirêj min
xist ber noqa xwe , bû tiving , û tûrik xist serê xwe û min bi tirkî
stira . Dema Saliho ez dîtim ma revk kir . Kuro Saliho , kuro Saliho ez
çiqas bandikmê , tu ji kêre dibêje, car li xwe qulipand. Sêwiyê
bigû,Sebri biken got .
.
_ ê … dem , xweska biwan deman , Mihemed got .
_ dema ku te Menca xuha Cirwa revand?! , Salih pirsî , ne eger tu
girtibana , xwedê tenê dizane wê çi felek anîbana serê te .
_ Me soz dabû hev li ser kaniyê , Mihemed got . Ez hatim , keçkê dixwest
û nedixwest, di tirsiya , lê min bi çeplê wê girt, deng biwan ket go mi
keçk revand , dan dû me . Me xwe veşart di ser mere diçûn û dihatin ,
dengê wan xweş dihate me . Bê hêvî bûn çûn .
Roja din sibê, me xwe nêzîkî gund kir, me go belkî hinek xwarin bo xwe
peydakin . Dema keçkê diya xwe dît li bêriya , xwe ji xirbe wek xezalekê
berda, ma ku ez xwe bidim alî .
Salih gotin girt got : Kuro piştî çend sala, ji vî girsorî , Mihemed got
: Ezê herim mervê wê bikujim , rabû ez û wî çûn . tiving me da milê xwe
, em taştiya gihan Hasdê . Malek li pêşiya gund , derî vekirî , em
derbasbûn avne vexwin, me dit jinek tazî di teştêde çav bi kef , zû bê
deng em derketin . Me go kuro vê por kurê , derî vekirî hiştiye serê xwe
dişo . Me li sînor da , em ketin dora wan. Birayê wê yê mezin li hespê
nêzîkî me derbas dibû ,min tiving xist newqa wî , tilî danî ser zînadê
wê rojê minê ew kuştiba, lê Mihemed destê xwe li tivingê xist, berê
tivingê da alyî din, min got: Te em anîne heta vir , çima tu nahêle ez
wi bukujim , Mihemed got : Dîsa em pismamê hevin , ev kuştin wê
nexweşîke dirêj dinav mede peydake . Eger qenciyê Mihemed hebin , ji xwe
eve , Salih got .
Piştre , jêre çêtir ket , yek wek hessîna anî min jêre dît . Dema hîn ez
li cem Ehmedê Yusivko bûm , muxtarê Hatxê , tilîfona qesrê Zing zinga wê
bû . Salih kenî got : Hessîna tê bîra te, dema ê mihelmî hat ji mala
bavê te, telîfonî Cibiltînê kir got : Elo Elo Cibiltîn “ pêşmalkî Sarikê
winda bûye we nedîtiye “ ? .
Em pirr westandin di mesela mehrê de , Mihemed got : baş çawîşê Stilîlê
û Xezûrê min Ehmedê Usivko çûn Kercosê , sîde dan wan , got: Işê vî
zilamî bimeşîne . Du meha ez li Midyad û Stilîlê bo vî îşî man. Dostek
li gel min bû , devê xwe bir ber guhê mamûr , bi dizîka bi turkî jêre
tiştek got , serê xwe hejand kaxeta me mohrkir da me, hevalê min destê
xwe avête bêrîka xwe pere derxistin , min destê wî da alî , min pere dan
û em derketin .
Yella Mihemed bilezîne , hevalê min got: Kûçko , naskir ku tu firare ,
em xwe ji van dera bidin alî , ez hatim Hatxê , min mehra xwe birî ,
Hessîna li pişt xwe kir, min lingê xwe li mhînê da binxet tu likuye . li
gundê kuçik li mala Seyid Yûsiv bûn mêvan û diwire binxet bûn .
_ êh dinya . Sebrî got : Ya xwdê, bû wextê xewê . Civat ji hev bela bû .
Roja din , diya Simko deylê kir , jêre qeymax danî ser nan , gotê :
lawkê min , berxikê te bêriya te kirine , wan derxe serê zadan .
Dê berx alî Simko ajotin heta serê bênderan .
xaniyên wan diket serê bêndera bakurî gund . ji wir çiyayê toros û
keleha Mêrdînê xweş dihatin dîtin . Simko berx ajotin , berê wî ket
bareşî gund . Nêzîkî riya Nêf bû. ji nişkêve dît tirimpêlek tijî esker
peya bûn , şivanê pez li wir girtin, ew danîn erdê, nigê wî xistin
qayişa tivingê û ew dan ber felaqa , qîr qîr bi şivan ket , eskera bi
zimanekî din dipeyivîn , Simko têde nedigiya . Tenê gotinek (yella )
naskir . şivan rabû , leşkera ew da ber pên û dara û tirs xistin nava
pez , bi bazdan pez berî şivan ketin nava gund . Dema Simko willo dît ,
berx dan ber xwe zû hate mal.
_ çizû tu hat lawo ? dê pirsî ! .
_ Simko got : Esker , li xelkê dixîne .
_ Eskerê çi ? kî xelk ? hîn willo dîtin tirimpêla esker hat devê odê .
Him him bi gund ket . Hîn wilo , piyayek derket ser ban û bankir : Hê
gelî zilamê gund zû werin odê . Belkî berî ku ew ji serê ban bê xwarê,
zilam li devê odê kombûn , ketin hev , ziq li devê odê nerîn , dîtin
eskerek xwedî nîşan û çar nefer bi dûde ji odê derketin, maqûl û muxtar
bi du wande . Izêro muxtarê Gund got : Ev birêveberê navçê Amûdêye ango
( mûdûrê nahiyê ) wek ew nav li xwe dikin , hinik tembiyê wî hene , guh
lê bikin û jêre bi erebî got : kerem bik .
Mûdûr kinî dagirtî lêv reş û qalind , çav reş tijî kîn , zik tilêrî ,
demaçe diberde , qutekî dara di destê wiyê reşde .Di hewşa odêre ber
gundiyare diçû viyalî dihat wiyalî bo tirsê têxe dilê wan .
Gundîkî diber xwede go : Kûçik bav çi zik li sere , têr mirîşke .
Hiş bê deng , mûdûr got : Piştre rawestiya peyivî .
_ Gelî kûçika , guh li min bikin , ez bi navê yekîtiya Misir û Sûrya di
peyivim , biryara min eve : Ku paşî heftîkê wek îro divê yek mî - yek
bizin li gund nemînin , bi sûnd , ez bêm û bizanbim , ku yekî ji we
gotina min bi cî nanîbe , ezê mala wî li mîratê xim, ê ku mîyek li cembe
, ezê çar heqê miyê jê bistînim û wî mehekê girtin bidim û her weha
gundî hemû .
Yekî destê xwe hilda xwest bibêjê ku pezek kare dimalde bi nan xwedî
bike .
Mûdîr nehişt gotina xwe berdewam bike , got : Bêdeng kûçikê teres ,
nehêl ez te têr darbikim .
Gundîya li dora xwe nerîn madê wan hate guhertin , yekî dest avêt
simbêlê xwe , di berxwede got : Bera xwedê nehêle .
Dîsa mûdûr peyivî : Ev welat di bin raya mede diçe , ê hustê xwe dirêj
bike , wê hustê wî bê jêkirin .
Piyawê gund li hev nerîn û serê xwe berdan berxwe .
Piştre muxtar got : Deng hat we , pez mez divê li gund nehêlin , tiştê
dawî ji we tê xwestin , hûn temenê benzîna tirimpêlê dinav xwede
bêşbikin bilez axe got ..
Gundiyên belengaz ketin hev , ji vir ji wir bo wan peren peydekirin .
_ Meznaya xwedê ev nîv wereqe di binê bêrîka min de bû , ew jî min digo
îro ezê ji zarokare şekir bikirim , erê meznaya xwedê , ewjî birin , erê
welle , Xeto got û di ber xwede kenî .
_ Simko dinav zarokade li ber dîwarê dika odê , dinerîn . Dema cêba
leşkera ji hewşa odê derket di ber zarokanre çû , yekî ji esker berê
tivingê da wan , zarok veciniqîn .Di wirde hat bîra Simko çawa leşkerê
turk hatin mala kalkê wî li Hatxê . Dît çawa milet ket hev li vir û li
wir ango li serxet u binxet . Dilê xwede got: Ev çima leşker bi zimanê
me napeyivin?
Hîn wilo melle li ber dîwarê camiyê banda , dîwarê camiyê ê bareş li
hewşa odê dinerî . Zilama berê xwe dan limêja nîro . Lê çend xorta pişta
xwe dan wan , guh nedan bandana mellê .
_ Ev tiştê ku tên serê me , ji gunehê van xortaye , bûne gawir yeki ji
xityara got :
_ Erê yabo dibêjin bûne partî , Xelê Hisko got : Hilalê Botiya serekê
wane!! .
_ Kuro qenc dikin , Ibrahîmkê Hemo got : Ji xwe vê misilmantiyê Mala me
wêrankiriye.
_ Hiş , dengê te nekin , meznaya xwedê wê te ji hev bixin , Ezzê Gulê di
berxwede, li Ibrahîmko vegerand .
Hîn gundiya , şîv xwaribûn ya nexwaribûn , Hussênê Edla mal bi mal
digeriya digot : Axe we dixwaze odê .
Ode pik pikî . Gundî xêrhatin dihevde didan , qotiyê tûtinê tavêtin ber
hev dema Hisko derbas bû tev ji ber rabûn . Hisko hîn ciyê xwe
xweşnekiribû , çixarek Firincî ji kertona wê kişand , çeqmaqekî nazik ji
bêrîka xwe derxist , çixare pêxist .
_ Tîq tîq bi Seyid Sebrî ket , kenî û kenî berê xwe da Xeto got : Kûçkê
bigû çeqmaqê xwe bavêj , ev deh deq tu dike pif pif tu nikare fitîla
çeqmaqê xwe pêxe, te dî çawa çeqmaqê axê wek demaçê Pêket .
_ Xwedê ji te razî , em li ku û axe li ku, Xeto got .
_ Axe di bin simbêlare beşişî, destê rastê avêt simbêlê xwe û bi jorde
bada , hinkî ma û got :
_ Gelî gundiya , min ban we kir , ji bo ez ji were bêjim , divê ku hûn
zû ji xwere çarekê Bikin , pezê xwe ji gund derxin biwere sê çar roj
hene .
_ Mele Cemîl , nigê rastê danîbû ser ê jêkirî dest avêt darê xwe, kişand
berxwe û bi tirs pirsî : Axe , du bizin li cem minin , ma ezê wan bi
kude bibim ?
_ Ew îşê teye . Işelle yekbe , tev divê derkevin .
_ Axe tê pezê xwe bi kûde û kengî bibe?
_ Pezê min !! ha – ha – ha kenî û got : pezê min bi cîkîde nare , ma hûn
li min dinerin . Ez axeme , kes nikare nêzîkî min bibe .
_ ê başe axe, pezê me, bera nav ê xwede, Xelefê Silto pirsî , bizin û
mik mine .
_ Ma ezê derewa li dewletê bikim , Pezê kesî namîne li gund . Gotin û
pirs neman, axe got û rabû serxwe . Rêncber pêve rabûn û pêre derketin .
Wê şevê pîreka Mihemedê Seyid , ket ber halê xwe , berê sibê , bi
arîkariya pîra Xensê , jêre law û keçek çêbû , zikê wê cêwîbû .
Mihemedê Seyid ponijî , go ka wê pezê xwe bi kude bibe , ev herdû
zarokên piçûk, jin hîn dinav ciyade .
Ban colika kir , got wan : Hûn pez sibê ji limêjeve bajon , herin
Tilsitîh , cem mala xuha min Perro . Va disê Rojande , kevani başbibe
ezê bigim we .
Roja din, şivan Selmanê Sofî Nayife Xelef Biro, pez derxist , Cemo û
Helîme Evdiko û Biroka dan kêleka pez û rê girtin .
Wê rojê xwedê wilokir , Eyşa xuha Hessîna û mêrê xwe Sofî ji ellawî
dihatin diçên doda , riya xwe bi Girsor xistin . Hessîna go: Xwako vê
keçikê bi xwere bibe , va her disê meha , heta em berxwe bibînin . Eyşê
zekokê Bir , paş sê roja , Mihemedê Seyid erebe girêda , livîn û firax û
kon û tiştê gerek xistinê , tenê Simko li gel xwe bir û ê din hemû li
mal hiştin . xuha wan Hemdiya ha jiwan hebû .
Bavo erebe ajot , çûn Kevrê Sipî - Girbawî _ Til- Mihemeda , li çem
xistin û rawestiya , hinkî xwe rehtkirin , Simko çû ber devê çem , dît
şivên şîn, dirêj û ciwan, devê çem zeftkirine, li wî alî qur qura beqa
dihat.
_ Tu nekeve çem lawo , dê gotê û lawkê piçûçik şir dida .
_ Ma me nav li vî lawkî nekir , Mihemed ji Hessîna pirsî .
_ Bavo ma ma , got navê wî bera Cemal be , ji bo em vê rojê ji bîr nekin
.
_ Vê rojê, yan va rojan , Hessîna kenî .
Piştî nîro giyan , li Xirbê Sebha danîn. Kon vegirtin , çêr pirbû , giya
û şînayî , bêhna gul û kulîlka hawîrdor difûriya , can kêfxweşdikir .
Tolik , strîzerk , qinêber , qîvar , gunkavirk, kulîlkê sor û zer û
herweha geşbûn didan buharê . Ezmanê şîn û zelal dil bi cî dikir . Simko
û hevalê xwe li dora kona digeriyan diçûn çûka . Ji nişkêve dît, bavê wî
û mala metka wî Perro û colkên gund tên, bazda pêşya wan , silav li wan
kir , carkî din weke berqê, berê xwe da bin kon, xeber da diya xwe.
êvara we bixêr , mêvana silav dan, dişa Hessîna Perro çû riwê wê gotê :
_ Ma çima hûn nehatin gund welê ?
_ Hessîna berî bersivê bidê li xwe zîvirî dît Helîmê Evdîko li ser
lawikê piçûk rûniştiye.
_ Waweylê , waweylê , Helîm te lawikê me fetisand , tu li ser Cemal
rûniştiye .
_ Helîm zû rabû , paçik ji ser çavê lawik hilda dîtin rehete . Helîm
kenî go : Te ew xistiye selkê wek pisîkîye . Em jiber Cemal divire
derketine , we hîn navê wî jî lêkiriye biken got.
Roj hêdî hêdî çû ava , reşê xwe bera ser erdê da , kon û tarî bûn yek,
tenê şewqa fanosa dibin rewakên konade dihatin dîtin û dida zanîn ku li
vê çolê kesin hene .
Bêdengiyek mirîtî şev li xwe pêçabû, navnavanre kewt kewta kuçika mêranî
peydadikir û şewqa fanosa hêvî dida jiyanê .
Simko dinav ciyade ziq li steyrikeke bi şewq dinerî , bavo çixare
dikşand, dado kurkê xwe şir dida .
Roja din bi taştiyare , şivan pez nêzîkî kon kir . pez komkirin wek gog
, heçî kavir , gîsk û nêrî berdan . Simko serê pez ji diya xwere digirt
bi alîkariya colkan , mêr û jin . Her sîtila şîr tijî dibû, diya Simko
berdida beroşên mezin . Carna bişkol ji dawa miya diketin , jina ew
tavêtin . pez têrbû kayîna xwe di kir .
Di konde , divê dê hinek şîr li ser papora gazê bi kelîne bike mast , û
yê din dikir penêr , her sibe , pîkab dihat ew penêr dibirin Qamişlo
difrotin .
Simko qeflek gulin zer komkir , dikir rext û kum , Bedranê Mele , hinek
ji dest revand . Simko çû têra wan avêt ser kera wan got : Bera ji cem
me barkin .
Sûriya ca Bedran banê kirê , lo Bedrano ma dîsa çi tu girrê xwe di Simko
dide ?
_ Diya Simko banê kirê , kurê min her tu û Bedran pevdikevin , tê têra
wan bavê ser kera boz , tê bê barkin , mane bi mere hatine lawo , şerme
.
Simko li diya xwe nerî beşişî , destê rastê di ser porê xweyê zer re bir
, têr ji ser kerê hilanî . Kerê dibin çavanre lê nerî û dîsa devê xwe
avêt giyê . çûk di ser hêlîna xwere bi dêhnîtî difiriya dikir çiv çiv ,
nerazîbûna xwe xuya dikir beramberî gavdirêjiyê li ser teyr û tilûrên
çolê .
Simko û Bedran bi dû çûkade diketin , hêlîn didîtin , qîvar dixwarin,
dilîstin . Rokê dûrî kona ketin, di binya xirbere bareşî kona kêf xweş
dibûn bi ciwanbûna erdê dinav gul û kulîlkan de, dema ji nişkave dîtin
komek zarokê ereba ji dora xirbe derketin û bi kanya hatin wan , xwestin
heyfê Ji wan hilînin, herdûk wek bê berê xwe dan kona , car carna kanî
tavêtin wan û dîsa direvîn , bêhn çikyayî gihiştin .
_ çiye lawo , çima wiha hûn bêhin çikyayîne,dê jê pirsî ?
_ Zarokê ereba bi kaniya hatin me , em revîn .
_ Wejî liwaxista lawo , ma hûn revyan .
_ Yadê , ew gelekbûn û em herdû bûn , du kanî çi dikin himberî deha .
_ Wilo xebera teye .
Simko di dilê xwede , digo qey ew zarokê erebane ewên yê sala buri ku
devê xwe anîbûn Girsor û rojekê şerekî mezin bi kaniya dinavbera wan û
zarokên Girsorde pêkhat .
Jiyana nû riya xwe dît , xelk fêrî cihê nû bûn , kon ketin cê xaniya ,
fanos ketin cê lempê , tifik ji xwere çêkirin , nanê sêlê ket cê nanê
tenûrê .
Li gel ku jiyan ne rehet bûjî , lê dilê wan pê xweşbû , çimkî intirnatîv
nebû . Lê rojê ciwan çûn xwê .
Roja din bêrya , cêba esker bi serwande girt . Li dora pez zîvirîn
zenbûrê xistin , pez li hevket ,beroşê şîr dan ber xwe bi erdê dakirin .
Esker xwe çemkirin piyawa ( zilama ) bi gotin û şor ew dan ber dara.
Wilo bavê Simko li ser hespê dihat , got : Ez xwedyê pezim, yê vana tu
sûcê wan tune .
_ Navê te çiye ? esker pirsî .
_ Mihemedê Seyid Silo .
_ Esker serê xwe hejand û pirsî : Tu ji kuwe?
_ Ji Girsorim .
_ Ev çi nave , bi erebî jêre çi dibêjin ?
_ jêre dibêjin “ til ehmer “ .
- Ha îca ez têgihiştim . Ne wek zimanê we yê çewte .
_ Başe , du roj din ez têm , divê ez we livir nebînim .
_ Ma emê bikude herin ?
_ Herin cehnemê, herin cem Barzanye xwe , ev ne îşê mine û cêb ajotin .
_ Ev segbavana bela xwe ji me na vekin, bi cîkîve em narin , ya em yan
ew ! hûn çi dibêjin ? Mihemed pirsî .
_ Ez dinamûsa wanim , em narin tu derê pismamê Mihemed, Mehmûdê Seyid
got .
_ Helîm keniya , got : Birako ewqas qîj qîja te bi derewa çû , roja
Nasir hat Qamişlo , te digot “ aş aş cemal “ ango “ bijî bijî Nasir “.
_ Ma ez ji ku zanim , min digot wê qezencê bigîne me , Mehmûd bersiv da
.
_ Nikarin tiştekî bikin , Biroka got .
_ Bê bavin karin hertiştî bikin , Recebê vegerand .
_ Ezê meznê van gunda bibînim , dibe bela wan ji me vekin . Divê em li
ber xwe bidin , ev çend roj derbasbin , zad bên çinîn , wê dev ji me
berdin, hingê em dikarin vegerin gundê xwe .
De ma xwedê , yekî got .
Wek polîs got, paşî diroja hatin , diyare li ser wan danîbûn . Vê derbê
çîtê kona dan alî, kon bi ser zaroka û jinan de berdan . Piyaw tev
girtin , di newalêde ew daxistin , tirs di wan firandin , zirt liwan
dikirin , gotin: Emê we bavên hebsê û zarok û pezê we li wê çolê bihêlin
.
Mihemedê Seyid got : Efendî , em hatine bo demeke kin , ma emê bikude
herin , hûn çI ji me dixwazin ?
Peren derxistin dan dest . Pere birin ew li wê çolê hiştin û çûn .
Zilama li hev nerîn tîq tîq bi wan ket . yekî got : Siwar çûn peya hatin
. Dan dû hev vegeriyan bin konên xwe . Bi wî rengî , lîska pisîk û mişk
heta demekê li gel polîs hate berdewamkirin . Lê paş demekê derdekî
mestir bi ser wande girt .
Rojekê ji rojê buharê, bê deng û ciwan, pişt nîro , bavê Simko ne li
malbû , apê wî Mehmûd û çend zilama çayê li bin kon vedixwarin û belabûn
, hîn nuh diya Simko qedeh û çaydanê çayê hilandin kêfxweş dibûn bi wê
roja xweş. Ji nişkêve , reş û taryê girt ezman, tirs peydakir , diya
Simko gotê : Were lawo alî min rewakê Kon deynin , li bareşê kon herdû
sekinîn , dê gotê : Her kurkêmi qurban tevşê me li cem mala apê te ye zû
bîn û wer .Simko wek berqê berê xwe da konê ku diket bakur rojavayî konê
wan .
Lê berî Simko bigê bi bîst gava , zîpikin mezin kesa nedîtî wek fîşeka
hatin xwarê . Simko her beziya û dest dida ser serê xwe û dihlanî ji êşa
zîpika, beri bighê bi çend gava apê wî Mehmûd xwe çemkirê rahiştê revand
. çawa li pişt xwe nerî , dît konê wan biser dê û birayê wî yê pêçekê
hate xwar . Tirsê girt ser kona . Dema tav derbas bu , roj derket , pêre
xelk jî ji bin kona derketin , lê kon û firax û cil tevde di bin avê de
man .
Hîn willo , dîtin hewar ji gund hat bi wanve, bavê Simko û xwarzyên xwe
û çend zilamên colik , bi rêde ji kona heta gund bi deha laşê pez
dirêjkirî wek cendekê leşker di erda şerde .
Xwedê mala Nasir xerabike ,
xwedê netebayî îşê wan be .
Bavê Simko bi qehr got .
Ma te nego Nasir û hevalên xwe weke me di bin zîpkadene , Biroka bi ken
got .
wilo giyan çemê lehiyê , nigê xwe hildan, kirasê xwe li xwe gerandin û
li çem xistin. Ebdilezîz rahişt lawê xalê xwe Simko û diya wî li hespê ,
çem qetandin çûn mala Perro , xwe dan ber soba germ ya tepika .
Derdê wan ma pezê wan , wê rojê û roja din , geryan ne geriyan , pez
nedîtin . Dibe tevde dibin zîpikê de hatibin kuştin , çimkî bi çavê xwe
seda pez kuştî dîtin .
Tebata Mihemedê Seyid nedihat , digot : Pez çû çû , lê lawkê xelkê hema
tişt pêneyê . Hîn willo Cemîlê xwarzê bi bazdan , mizgînî anî got : Va
pez dîtin . kêfê tev girtin, bazdan derve , dîtin siwarek li devê deriye
dipirse :
_ Kî Mihemedê Seyide ?
_ Ezim , Mihemed lê vegerand .
_ Mizgîniya min li te , pez û şivanê te li gundê mene , hemû saxin
selametin .
_ Mizgîniya te ya xêrêye .
_ Rabûn çend zilam li hespa siwar bûn , çûn pez û şivan : Selmanê Sofî
birê Evdîko anîn .
_ ê , Selman lawo , ka ji mere bêje , çawa tu rizgar bû , Mihemedê Seyid
jê pirsî .
Selman got : Beranê te yê kur , ez û pez rizgarkirin , bi zîpik û baranê
re , pez li hev komdibû , serê xwe dixist navhev , beranê kur jinav wan
derdiket û pez dida dû û bi vî rengî ezê aniya wî maçîkim , willo hete
em li gundekî rasthatin jêre digotin “ Idrîsî Doşo “ kesin seyidin ,
hatin bi meve , pez bi cîkirin , êm danê û cilê min guhertin û xwarin
dan min li ber agir , heta me ji were şand . Qey ocaxê te hatin bi
hewara meve !?.
Lawo qey rojekê me qencîk bi feqîrekîre kiriye , xwedê tu û pez
stirandin , em li ber te diketin . Divê em qenciya van camêra vegerînim
,qenciya wan mezine .
Paş du hevtiya , barkirin berê xwe dan Girsor , dîtin ku ava çemê ceqceq
piçkî daketiye . Ji dûrve girê gund hate dîtin .
_ Ew çi gire Simko ? bavo pirsî .
_ Wa ma ez nasnakim , bi xwedê ew girê Girsore .
_ Eferim .
_ ço ço bavê Simko qamçî avêt qantira .
Dolabê erebê , hêdî hêdî digeriyan , gav bi gav nêzîkî li gund dikirin .
Newala pişta gir tije avbû , lê tirabêlk peydadibû , çimkî dem , bi alî
havînîde diçû . Bênderê Girsor şîndikirin ji giya , li kêleka gir mekîna
zad di nav çaboxekêde zad diçinî . Kerekî mekîna sê dolab dikşand ,
gergerok zad dikir qefl û tavêt . Wilo xuh û birayê Simko hatin pêşiya
wan ,dê peya bû , zarokên xwe hêmêzkirin .
Gundî wek gêrikê dixebitîn , sibê ta êvarî. şev û roj , kar li pêşya wan
pirbû . Jina piştyê pûş ji çolê tanîn serbêndera , hineka bi erebê xwe
pûş dikşandin . Piştre gerek genim û ceh û nîska bidara bikotin , yan
dewara di ser re bibin û bînin , yan bi cencerê gêre bikin , piştre di
dêran , zad başqe dikirin ji pûş û kayê . Qût û bizir dixistin çala ,
zad biker û qantira û ereba dibirin aşên Topiz û Girbawî û Sinceqê,
dikirin ervan , bi şev keça ka bi şalka dikşandin kadîna bo pez , xortê
ku karîba qurîncekekê Ji qîzekê bide xwe pehlewan didît û nav dixwe dida
.
Paş demekê jina bi alîkariya mêra genim di distade dikelandin bo burxul,
dema ku çêdibû zaroka danûk dibirin . Karekî ne rehete , av ji bîra
dikşandin, kuîz bi kuîz dist tijî dikirin . Agir bi tepik û dep û pûş
dixistin bin dista kelandina danwa . Dûvre danûk der dixistin ser bana
radixistin , dor înekê tev didan heta ziwadibû , piştre dibirin êş .
Êvara, jina destar dihêran, qûtê xwe hazirdikirin wek nîsk û danik û
hûrik û savar. Carna xorta alî jina dikirin û stranê destara tavêtin ber
hev .
Di wê tevlevêde , Nofka û kurê xwe Biroka berê xwe dan bêndera Mihemedê
Seyid .
_ Qewet be qewet be , xwedê bistrîne genmê te wek zêre .
_ Rehmel bavê we , Mihemed li wan vegerand .
_ Xêre Nofka, Mihemed jê pirsî ? hûn ji xwe hatine ? ya gerekbûnek
(pêwestiyek ) we heye ?
_ Em bi îşekî hatine , Biro got û kenî .
_ Ser çava ku ez karibim , ez we vala venagerînim .
_ Em hatine ku tu erebê bide me , Nofka got .
_ Xêre gidi .
_ Mane emê herin yekê ji Birore bînin .
_ Serxêrê be , te çima wilo bê deng daweta kurê xwe çêdike, Hessîna
pirsî ?
_ Ne xwakê , ya ku em bînin qîza xalê wîye, emê ji serxetê ji
Cibilgirawê bînin emê Sêrînê bikin berdêlya Sikro . Em newêrin bêjin ,
ji hukûmetê ditirsin .
_ Yanî berdêliyê , Hessîna got ? û berdewam kir : Belengaza Sêrînê nema
tucarî vê binxetê dibîne , ji min bipirsin.
_ Ma em çibkin xwakê , ma tu , ma ez , ma yadin , yadin , xwedê wilo
kiriye , wilo li ser anya me nivîsîye .
_ Serçava hatine, Mihemed got , erebe ereba weye . Kengî dixwazin hazire
.
_ Me go berê sibê zû , Biro got , ezê xuha xwe bibim ber xetê , wê bûka
me daxin û ya xwe bibin .
_ Kengî tu tê were , serxêrêbe li xwe miqatebin .
Piştî ku çûn Bedîa ji diya xwe pirsî , gotê: Yadê berdêlî yanî çi ?
_ Du bûka pev dugherin , jêre tê gotin berdêlî .
_ Mane qîza xaltîka min Navê wê berdêlye! Bedîa dîsa pirsî ?
_ Erê keça min , mane ewjî dan bi jinekê Ji birê wêre , û ji wê çaxê ve
navê wê ma berdêlî .
_ Berdêlîtî bikêrnayê . Hessîna got , va mala kermêtî , her bûka wan
dixeyide , qîza wan jî tê . Eger yek û mêrê xwe li hev nekin , îşê Ya
din jî têk diçe , dikevin ber gunehê wan.
Roja din berî nîvro , dema gundiya karê rojane dikirin , ereba Nofka hat
dîtin ji aliyê gundê Kotyave , hîn negiyabûn serbêndera , Nofka xwe ji
erbê çemkir û bi dîlan û çepik û lîlandin da pêşya qantira , dismalk di
deste xwe tavêt viyalî alyê din , gundî çûn pêşya wan ,jina lîlandin .
_ Ax Nofka tu willo qotikiyê , tu hulqasî dibin erdê deye , te qîzek ji
Cibilgirawa me anî , Hussênê Hemê gotê .
_ Nofka çû bi alîde , lîland , gotê : quncir dîlanê bike .
_ Hey cegene , Hussên gotê û diranê wî beşkirin “ qîçkirin “.
Gava erebe giya devê derî , bûk û buxçika wê daxistin . Wê rojê şeva
gundiya li ber deryê mala Nofka ya belengaz û biçûk derbasbû .
Rojê germên havînî barkirin , cî dan payîzê . çûk û tilûr birefa ji
bakur difirîn başûr . şivana pez zû tanîn guhera , serme hêdî hêdî xurt
dibû .
Gundiya cê xwe ji derve guhertin (guhestin) hundira . dema cot hat.
Diya Simko gotê : Rabe lawo , taştiya bavê xwe bib jêre , li erdê meyê
aliyê gire , dema Simko giya , dît bavo bi destê çepê kiras girtiye û
bidestê rastê (tov )tavê erdê , xwarziyê wî Ebdilezîz bi dûde haletê bi
gîsin erdê radike .
Simko çû halet girt û çokir qantira , Ebilezîz halet berda û tîq tîq
pêket , dema dît halet bi alîkî bû . bavo ji wirde dibin simbêla re kenî
.
Qantir vekirin birin ser çem piştî av vexwarin anîn ceher xistin serê
wan , ew ji ser taştiya xwe rûniştin : Mast , nîvişk , hêkê kelandî ,
nanê tenûrê . Bavê Simko hêk diqeşartin û beşişî li Simko nerî gotê : Wê
salê apê te Hesso cot dikir , ji nişkêve bazda bû hewar hewara wî ,
bazda bazda , dûre dibin çavare li dû xwe nerî dît terîşka paçikê zad bi
dûde dikişkişe , kenî kenî , gotnê çi bela teye Hesso , got min digo qey
mare .
Nişkêve kerwanek cêbên sipî û ciwan riya gundê Nêf girtin . Ee..ew çiqas
tirimpêl , Simko got .
_ Ev Elemanin lawo, ev çend salin li vê beriya me dirin û tên ,
tirimpêlek jiwa bo xewêye û yek ji bo xwarinê ye .
_ Ma li çî xwe digerin xalo , Ebdilezîz pirsî.
_ Xwarzê , evana li erdê dinerin , dikolin , li kevira dinerin , heta
bizanibin çi li ku heye .
_ Ebdilezîz destê xwe li pişta Simko xist kenî û got : tijî wek Elmanaye
çav şîn û por zere .
Paş demekê ewra hev girtin , bû reqreqê tava , baran ji erd û ezman
dihat xwarê . Gêrik û kurmkên çolê , mar û marmarok tevde ketin qulê xwe
, dem dema xewêye . çûk li cihê gerim û ziwa digerin . Pez ma di hewşa
de , sê dan bi ka û ceh dihat êmkirin. Ger êdî zehmete ji av û heryê ,
gol û newal hêdî hêdî tiji av bûn . Zivistan li gunda tenê civatin .
şîvê zivistanê pirê cara kutilk û şamborek ya girar û goştê dermalabû .
Piştî şîvê civat li mala bavê Simko pêkdihat . Soba tepika germî dida
hundur diwê çixara ode dagirtibû , çayê hate berwan , civat diwenisî .
_ Ma îro baran hat ! , sal bixêr û bêre îşele , Ibrahîmê Hemo got .
_ Kuro bêxwediyê pezê min tu dibê qey ji mehlê Hatîyê , Turkî vegerand .
_ Sebrî kenî , got : Turkî qey tu pezê xwe têrnake kuro .
_ Welle yabo têrnake!!
_ Na a xweş xaniyê Biro ji anhade dilopa dike Helîm got .
Civat hinekî bêdeng ma , yekî ji wirde pirsî : Anha pîrebok vî çilî çawa
dikin ?
Mihemedê Izêro cê xwe xweşkir gotin bir û got : Mine birazî , pîreboka
ji me kêftir kirine , ewjî wek me malê wan hene , xwedî jin û zarokin .
wekî din ew dikarin xwe veşêrin , dibe ku anha pîrebok bimere dicivatê
dene , em wan nabînin , lê ew me dibînin . Dûre mala ku pîrebok tê hebe
xêr têde pirre , carna tê bibîne çewalê ardê te bereket ketê , ew ji ku
tê ? pîrebok bereketê dixinê mîna pîreboka mala Seyid Silo hebû, newlobû
xwakê ? berê xwe da Hessîna û pirsî.
_ Ma ez ji ku zanim keko , hîn berî ez bêm digotin pîreboka me hebû,
dibêjin şevekê pelê pêçayî ( heprax ) jêre xistibûn bin sifriye wek her
roj . Dibêjin wê şevê pîreboka me xeyidî , gotiye çima serkolê kera
jiminre danîne wek şîv .
Dîsa Mihemedê Izêro gotin girt : Carekê zilamek li mehîna xwe siwar ,
nêzîkî gundê Tilerbîd , ji nişkêve dît pîrekek xweşik li pêşya wî
rûniştiye .
_ Roja te bixêr xwakê , zilam silav lêkir .
_ Bixêr û ser çava .
_ Tu kiye ? bikude diçe ?
_ Ez dirim vî gundî , ez hinekî westiyame .
_ Were were siwarê , ezê pê bitere herim .
Dibê hîn wilo mêrik li xwe zîvirî ne jin û ne min . Dibê tirsê ew girt
li mehîna xwe siwarbû û ajot . li gund jêre gotin , xwedê ji te razî ew
pîrebok tim li wire . li vegerê mêrik riya xwe guhert . Dûre werin
newala Avgîrê û Hêrikê Elî- fero çiqas car pîrebok têde htine dîtin .
_ Mele Cemîl xwe avêt nav gotinê : Carekê ez li kera xweyî bozim , mi
dît pîrek li devê newala Avgîrê rûniştiye, min gotê : pîrê tu çidike li
vir ? got : çavnerîna kurê xwe dikim , gerek bihata pêşiya min , min
gotê : Pîrê tu dibîne ez seqetim , were li pişt min siwarê Hîn wilo pîra
min û te nebedî bû .
_ Berhê Izêro , keniya , got ew pîraya wek Sibhiyaye .
_ Nayifkê Kermêtî got erê bi navê xwedê bi zimanê xweyê lal got : lû lû
ew pîr wek jina min Sibhoye , ku tu anha Sibho bibe wê newalê , ê ku wê
bibîne wê dilê wî bêşe. mane kûçik bavê Erebe , reş wek pîrebokaye .
_ yabo bi mire cirya Turkî gotin girt : carekê ez giyam hêrkê Elî fero
midît karek diwê newalê deye . Ez daketim ku ez rajmê Go wer yabo wer bi
gûnê xalê xwe bilîz .
Mesela va cina tiştekî sêre , Ibrahîmko got : Min bixwe guh li çîroka
mala pîrê kiriye , we tevda bihîstiye , di bêjin peyakî mala pîrê ji
Hacî nasir dide rê , wê bê Girsor û xwe bera jêrda, dibê Kotiya
derbasdike , pêrgî sofîkî û qîza wî dibe û bihevre dibin heval .
Li newala Kotiya , hinekî xwe rehet dikin , destê xwe dişon . Sofî ji
Birê Pîrêre dibê , tu naxwaze qîza min li xwe mehrke . Biro bala xwe
dayê keçek wek heyvêye , dibê başe û lê mehrdike , Girsor derbasdikin ,
sofî dibêje îca riya min ji awe vedqete û berê xwe dide riya Girdêwan ,
Biro û keçik berê xwe didin riya Qotkê û nema xwe dibîne . Tu nabê dirin
çayê şingalê û diwêre derbasî çiyayê bagokê dibin û dikevin van çiyayê
me yên jor , sala wî diqede şevekê gur jina wî direvînin û keçik dike
qîj qîj hewardike, dibê diwirde Biro bixwe dihise , dibîne cil qetyayî
rî û por bûne yek , nenûkê wî bûne wek yê hova , xwe nêzîkî gundekî dike
jêre cila tînin , porê wî jêdikin û çîroka xwe ji wanre dibêje , paşî
vedgere gundê xwe .
_ Dibe mêjiyê wî lihev ketibû , lewra li ber çavê wî pîrebok çêbûne , ta
kengi van birubaweryen cewt texin serexwe , Hilalê botî got , tîq tîq bi
xorta ket .
_ Bixwedê te li dilê wê da , Berhê Izêro got.
Tiştek tiştekî tîne bîra mero Mihemedê Seyid got , di bêjin carekê yek
ji mala xwe derket bi keryê pezê xwere diçe , bi çi rengî di bîrekê
werdibe mehîna wî tê mal , lê geriyan ne geriyan ew nedîtin , xêra wî
dan , sala wî qediya , rojekê mar terya xwe xist bin û ew avêt derveyî
bîrê , ew jî wek yê mala pîrê potkê wî dirizin , rî û por yeker dibin
nenûkê wî wek yê hirça dirêj dibin , dibê ji bîrê derket dît pezê wî
ravedaye wek çarîka di bîrê werbû , ban şivan dike xwe pê dide naskirin
, dibêje ma ti min nasnake ez filankesim , dibêje here bêdeng cilna ji
minre bîne , porê wî dibire xwe pak dike û tê mal , wî nasnakin : Yan
bawernakin ku ew hîn saxbe . Radibe çîroka xwe ji wanre dibêje , dibê ez
ketim binê bîrekê kaniyek avê têde diherikî , li ser tehtekê min cih
girt , dibê ziyakî mara di binê wê bîrê debû min saw jê girt . Dibê wî
marî zimanê xwe li tehtekê dida û li min dinerî , ez tê gihiştim ku ji
minre dibê buxe . Dibê dema min tilya xwe li wê tehtê da min xist devê
xwe ez têr dibûm , hingî şêrîn û xweşbû û bi wî rengî ez mame sax , heta
mar îro ez avêtim derveyî bîrê .
_ çîrokek xweşe , Xelefê Silto got : mirov aqil je digre .
Dema civat belabû , hişê Simko ma li ser cin û pîreboka , nexasim yekî
ji civatê got , dibe ku pîrebok dinav mede hebin . Piştî lempe hûrkirin
û razan , dereng Simko dît di reşêde siyek di sere çû , bêhna xwe girt ,
bû kut kuta dilê wî nizane çawa dixewre çû , ew sî di mêjiyê wîde cî
girt heta demeke dûr û dirêj .
Roja din axe şand dû bavê Simko , di orta xwe û wîde gotê : Hinek xort
di gunde bi agir dilîzin , kesin ji derve dixwazin gundê me li hevxin ,
ez pişta xwe bi te xurtdikim , ez baş dizanim dema tu li pişta mibe , tu
kes nikare tiştekî bike . Bavê Simko tê gihişt ku axe naxwaze civata li
mala xwe kombike û tiliya xwe bi alî Hilalo vedike.
Bavê Simko got : Axe tu kes nikare li ber te rabe , em bi terene heta
dawî . Wilo got ji dil , ji ber kesin gelac di gunde li ser du werîsa
dilîstin , ji alîkî ve digyan partî û ji aliyê dive hertişt digihandin
axê ango du rû û du ziman bûn , ew meted ne ji meralê Bavê Simko bû .
Lê bavê Simko paşî demekê , aşkere mineta axê avêt , ji ber axe dixwest
kesna ji gund derbike . Paşî lawekî ji lawê axê yekî gundî da ber şiva
ji bo gundiya pê bitirsîne.
Bi wî rengî , ew bû berberê axê yê yekem, mala xwe ji gundiyare kir ode
, herkesê ku ketin benda wan dihatin civata wî . çayê , çixare , qehwe
dida gundiya , nema çûn oda axê .
Wekî din , bidizî diçûn civatên partî ê ku piraya wan di despêkêde li
çolê pêkdihat . Mihemed bû berpirsiyarê gundiya . piştî çend meha dema
dost pirbûn , şevekê dereng kadirekî ji partî simînarek gelekî bidizî bo
wan çêkir têde got :
Gelî gundiya , gelî hevala , em îro komdibin bihevre , da em bizanibin ,
kîne em û çi ji me tê xwestin ? ezê bi kurtî jiwere bêjim dûre yê pirsê
wî hebin dikare bipirse . Kadir rahişt pênûsekê û pelek danî ber xwe û
peyivî û got :
Em kurdin , welatê me kurdistan hatiye beşkirin di nav çar welata de ,
komara Mehabat li Kurdistana îranê paş şerê didwa dor salekê jiya , lê
ew jî hate perçiqandin . Miletê me jibo biserkeve û bigê mafê xwe divê
bi zanebûn û rêxistin bi xebite . Bo vê yekê ev du sê salên ku partî
hatiye damezirandin , em hîn di destpêkêdene, lê hêdî hêdî emê pêşve
herin .
Hinekî rawestiya û got : îro roj çi jiwe tê xwestin ? çavê civatê vebûn
û tevda guhdarî wî dikirin , eger derziyek avêtiba , wê deng bihata ,
cara yekêye tiştê wisa dibhîzin .
_ Berî her tiştî divê kes heta jinê we bi van civata nizanibin , ji ber
em hîn qelsin û dijmin xurte . Ji me tê xwestin , hevala pirbikin û ha
jihev hebin û hûnê mehê carekê rûnin , berpirsiyarê we ji anha pêve wê
Mihemedê Hessenê Mistê be yê ku pirsê wî hebin kerembikin .
Gelek pirs hatin kirin , ji wan yekî pirsî got : çima hûn gundiya tevde
komnakin û van tişta ji wanre na bêjin?.
kadir keniya hilmek li çixara bafra xist û got : Bine ezbenî di destpêka
gotina xwede ez ser rêxistinê rawestiyam . çima ? ji ber em ne eşkere
dixebitin ev gotinê me derkevin yanî em hatin naskirin , wê çaxê dijmin
dikare me tevda bi rehetî bide alî .
Dibe ku kesin ji we bixwazin bipirsin dijmin kîne ? ezê ji were bêjim ,
dijmin ewe yê ku naxwaze em şiyarbibin û bimînin bindest û razayî wek :
Rêjima serdest û hinek ji şêx û axa . Ev gotin gerek ji hev bêne vekirin
, lê hêdî hêdî , careke din çi pirsê we hebin wê ji were bên gotin . îca
bi destûra webe divê em herin .
_ Hûnê bikûde vê şeva reş û tarî herin, baran ji erd û ezman tê , hûn
tilya diçavê hevde rakin kes kesî nabîne .
_ çênabe em li gund xuyakin , sibe em bên naskirin , roja din wê mebahis
biser gunde bigre , tê têkeve pirka me .
_ Ji xwe şevê reş bi kêrî me tên , yekî ji kadirra got û pêre kenî .
_ Hûn dizanin wilo barê min sivik dikin, xwedyê malê bi ken got .
Qapût li xwe kirin dismal dan serê xwe , potîn û bot xistin lingê xwe û
derketin .
Bavê Simko ji gundiyare got : Mine kê pirsî tev jinê mejî , bê hûn li ku
bûn , emê bêjin , me bi oçliya dilîst .
_ Bixwedê te li dilda , ez mabûm heyirî ka ezê çi ji jina xwere bêjim ,
yekî ji wan got :
_ Heyla pepûkî erê welle .
Dema axe û kurê xwe naskirin go gundî roj bi roj ji dû wan vedgerin û
civata wan nema wek dema tê gerandin, xwestin tirsê di xelkê bifirînin .
Dest bi mehna kirin , her demekê yekî reben bê xwedî didan ber şiva, da
ku tirsê peyda bikin û tirsê têxin dilê gundiyan . Lê qet wan
bawernedikirin ku îca gundî wê dara di riwê wande rakin ( hildin) .
Wekî din , êvarekê , axe peyak şand dû bavê Simko . Piştî hinek pojandin
bavê Simko qundere li xwe kir , xincer xistberxwe , demaçe damilê xwe û
berî da odê . Lê berî derbasî odê bibe , navmalî çavnerîna wî dikir û
berê wî da xanyê malê bi xwe .
Axe hat pêşiyê , xêrhatin tê da , li rewşa wî û zarok û pez û dewarê wî
pirsî . paş qehwa tal vexwarin axe hinkî ponijî got :
Mine Mihemed mala we cîyekî taybetî didilê mede heye , ji dema Seyid
Silo rehmetî û ta îro roj . Tucarî min û zarokê xwe dilê we nehiştiye ,
gutina xerab ji were nekiriye , tim singa odê ji wereye û ez venaşêrim
ji te ku pişta min bite û mervê te xurte , jiminre hat gotin ku tu
serokatiya benda gund dijî min dike û dan û standinê Te bi partîre hene
, hîn tişt nebûye, ez dixwazim dîsa wek berê em lihev vegerin û cihê te
hîn parastiye û tu çi dixweze ez li ber teme, te erd divê , te çi divê
bêje , bes tu şerê min neke .
Mihemed zû bersiv neda , ponijî , nizane wê çi bersivê bide , ji aliyê
dive , gotina kadir hat bîra wî , ku hîn dem nehatiye em xwe eşkere
bikin , lê divê rastiyê bêje , belam (lê) çawa ? Mihemed got :
Tiştê te got axe , tev biserê xwene , ez te sipasdikim . Ez dizanim ku
em li cem te buhane , ji aliyê xwede , me jî kêmanî nexistine aliyê te ,
dema şer dijî dijminan yan dema me digirt ser gunda û ser eşîra tim me
xwe dida pêş . Lê dibe ku dem îro nema ew deme .
_ çilo ? axe biveciniqandin pirsî .
_ Ezê ji tere bêjim çilo , Mihemed gotê . Iro roj hukûmet dest tavêjê
problêmê me , carna kesna digrin , wekî din berî demekê pezê gundiya
tevde ji gund derxistin yê te ma û tu li ser gundiya nexeyidî.
Xuyaye dem tê guhertin û em nizanin çima!
Axe dest avêt simbêlê xwe û dûr nerî got : Tu guhertin çênebûne , xelk
bidû rewrewkade dibezin . Bêhnek da xwe û got: Bi tirba Birê Xelo yê li
ber min rabe wê bê perçiqandin .
Bavê Simko bêhêvîtî di nerînin axê de dîtin , di dilê xwede got : Ev
zirtên paçikîne.
Eger lehî rabe xurt û qels dide ber xwe .
_ Ha Mihemed tu bikûde çû , tu bîr li çi dike ? axe jê pirsî .
Mihemed veciniqî , na na ez bitereme axe . Ez guh li te dikim .
_ Başe , nerîna te çiye ?
_ Ma nerîna min wê çibe axe , dem nema demên êrîş û talan û sergirtinêye
, lê kengî metirsî hat ser gund , emê tevde bidestekî liber rabin .
Willo dengê bandana eşayê hat, axe got : Ka em herin mizgeftê . Mihemed
qundra (pêlava) xwe li xwe dikir û dil xwede ji xwere got : Mêj û
mizgeft mirtalên di dest wande , her qels dibin , milet pê dixin destê
xwe , Nofa xatûn , jina axe ya mezin , bîr û fikrin Mihemed birin dema
derbasbû û got : Bine Mihemed pişta me bite û merivê te xurte , em bi te
bawerin . Mihemed beşişî got : Tiştê xwedê kirye wê bibe . Xwedê mezine
.
Rêncberê axê Elyo bi fanosê da pêşya wan , berf bi qefla dihate xwarê .
mizgeftê Ji aliyê rojavade li odê dinerî . piştî mêjê , mêjkera berê xwe
dan odê . Dîtin xort bi hungolîskê dilîzin .
_ Di cê ku hûn bên mêjê , hûn bi hungulîsk dilîzin kalekî pirsî .
_ Sibe êvarî wê Nêfî bên bimere bi hungulîskê bilîzin , em pirova dikin
, Farisê botiya got .
_ Bê çiqasî qurebûne “ pirova “ axe bi qehr vegerand .
_ Xûziya xort diberde ma , xwe qurnisand .
Piştî civat rabû , Mihemed pez êmkir , derbasî hundirbû dît pîreka wî
hîn şiyare .
_ Te hîna xew nekiriye ?
_ Na , va min ji tere , gorak hiryê temam kir , sibe li xwek , dem sare.
_ Destê te saxbe , lê min digot qey te xewkiriye . Tu dibê qey ez hinekî
birçîme .
_ Pîreka wî rabû zû bapor gazê pêxist çayê danî ser , hinek qelî germkir
danî ber û jê pirsî :
_ Axe çi dixwest , çima şandibû dû te ?.
_ Axe naskiriye ku tejik ji bin nigê wî tê kişandin û dem tête guhertin,
ji min dixwaze em wî bernedin .
Dema qelsdibin xwe nêzîkî gel dikin , dema xurtdibin jê dûrdikevin .
_ Hima çibe tu tim xwe dide pêş .Te ha ji xwe hebe , bizanebûn her
meselê , jinê gotê.
Roja din sibê , Hesenê Mero çû ser bên, bankir ji gundiya xwest bên
xaniyên axê paqijkin ji berfê û gundor bikin .
Xort derketin jora xaniya bibêra berf ji ser waqas xaniya avêtin , ka
kirin , û gundorkirin , piştre gundiya yê xwe jî gundorkirin .
Zaroka bûkê berfê çêdikirin û sîpa xefk bi rêxê li ber çûka vedidan.
Nîrokî bavê Simko gotê her lawo bera apê te Sebrî bê firavînê bixwe ,
firavîna wan girar û goştê dermala bû , û hinek kutilkê duh mabûn .
Sebrî , got goştê çêleka we di devê merode dihile .
_ Xweşî be .
Ava germ ji ser soba tepika xistin misîn , Simko li destê ap û bavê xwe
kir, bi sabûnê dest û devê xwe şûştin , çaya xwe vexwarin , çixare dan
hev , dûre Mihemed got :
_ Tu zane Sebrî şevêdin axe şand dû min .
_ çi dixwest ?
_ bihna xwe fireke , ez pêde têm . Mihemed bersiva wî da û pêde çû got :
_ Tirs li axê peydabûye , li ber guhê wî ketiye ku tevgerek dijî wî tê
kirin , ji me dixwaze em jêre bibin mertal û pişt , ew baş dizane ku em
jêre bibêjin erê kes nikare serê xwe ji nîr derxe . Ez bi diblomasî çûmê
, lê em nikarin bi şûrê wî li gundyaxin û riya kadirin partî ji gund
bibirin û nexasim me dostanî daye wan .
_ Axe hîn xurte , divê em lezê Nekin û bizanebûn herin meselê , me serê
xwe ji kesîre nizimnekiriye û nizimnakin Sebrî got .
Piştî çend rojekî berf hilya , erd hinekî ziwabû , dereng dengê deryê
derve hat, bavê Simko çû deryê hewşê vekir dît deh siwar qaçaxçî li devê
derîne , xêrhatin diwande da , got wan kerembikin .
Serekê wan Enwer beg got : Bise heyra em gelekin , deh siwar û deh hesp
û qaçax . Ez û Misto û Yehya emê bên cem te û heval bera li gund bela
bibin . Hersi derbaskirin û berê yê din dan çend malan .
Mali bi mêvanave rabûn , ode jiwanre valakirin , zarok anîn hêwanê ,
sobe dadan, şîv danîn ser agir , hespê wan bicîkirin , êm dan wan ,
mêvana dest û çavê xwe şûştin , xwe germkirin , xwarin xwarin , Enwer
got :
Heyra barê me tutina xursêye , roj çû ava me xwe li sînorda , leşkerê
Turk dan dû me , me li hev teqand , em bi şer binxet bûn , têlê sînor me
birandin , me serxet û binxet kir yek , Enwer kenî û simbêlê xweyî zer
bijorde bada .
Ka ew roja em bibne yek , ji van Ereb û Turkan rizgarbibana Mihemed got
, te tiştê wilo dîtiye kuro , çilo miletek û erdek bi têla bê perçekirin
, dê û keç ji hev qutkirin, bira ji bira dûrkirin , hima va pismamê
Hasso li vire û mala birê wî li ( sêbînêye ) , malbat kirin di nêvî ,
hin li jor hin li jêr .
_ Kekê Enwer te ha ji mala bavê min tine li gundê Hatxê ? Hessîna pirsî
.
_ Birastî riya min bi Hatxê neket , lê hayê min ji wan heye , tev
rehetin .
_ çilo mero nikaribe here malbavana , Hessîna bi kerb got .
_ Dibe îsal dîsa gorişme hebe , Enwer dilê wê xweşkir .
_ Xwedê nehêle ji Kemal û hevalê wîre ev milet bindest û belengaz kirin
, Mihemed got .
_ Enwer kenî got : Hîn bisrde jî bavê min navê Enwer li min kiriye,
poşmanbû , lê çû.
_ Mihemed kenî destê xwe li piyê Misto xist got : Misto jî navê Mistefa
Kemal li xwe kiriye .
_ Misto beşişî , berî bersiva xwe bide , Enwer peyivî : Na heyra , şensê
Misto heye , dibêjin mirovekî kurd navnas derketiye binavê Mistefa
Berzanî , Misto binavê xwe şadibe .
_ Raste, me ev nav bihîstiye , hûn digerin , hûn dibihîzin , ev mêrxas
li kubû heta anha , Mihemed pirsî .
_ Dibêjin li nav Urosbû , li Mosqoyê , piştî Ebdilkerîm Qasim rêjîma
qeraliyê xist li Iraqê , dibêjin şand dû Berzanî _ serokê Kurdê Iraqê .
_ Hêjaye serokê hemû kurdabe Mihemed got û pirsî :Ev ji ku hûn van tişta
dizanin lo ? . Ma hûn dirin nav kurdên Iraqê ?.
_ Erê bavo , berî demekê em li Zaxoyê bûn.
_ Berê em jî diçûn Mûsilê , lê anha sînor asêkirin , xwe kirin dewlet ,
Mihemed got .
_ êh , dora me tev sînorin , em di zindanek mezindene , Enwer bikerb
got.
_ Cem we çawaye ? Mihemed pirsî , kes wek Berzanî li cem we jî tune ?
_ Li cem me milet bi piraniya xwe di xewdeye , piştî şoreşa şêx Seîd û
Seyid riza, Turko dest daniye ser milet, Turkiya xurte ji ber di paqta
Nato deye , wekî din zilm û zora axê kurda ji heye , lê dibinre , xortê
zane peyda dibin , Enwer got û hilmek kwîr li çixarê xist .
_ Bera xwedê nehêle , Mihemed got : Bine kuro em li ku û Misir li ku, tu
dizane ku mamostê vî gundî Misrîye . Me dixwin , me diguvêşin wek çêlekê
bidoşin , em wi bi nan û xewdikin , disere ji polisyê li medikin .
_ Kî dizane , dibe mamostê we , rehê wî kurdbe , dibe yek ji nevyên
Selah dîn be, serekê dewleta kurd ya Eyûbî . Enwer bi ken got .
_ Silav sifra hazire , Mihemed got , gotinê me xweş û giringin , lê şev
dereng ket û hûn westiyane , va xewa misto û Yehya tê , rabin xewkin û
sibe emê ji xwere dîsa deynkin .
Sibê zû mêvan şiyarbûn , ji ware sobe pêxistin , hîn çixare dipêçan
qehwa şêrîn hat berwan , nebgelekî taştê hat danîn : Hêkê qelandî ,
helaw , hun gov , penêr li gel qorîk çayê û nanê tenûrê .
Piştî taştê Mihemed got : Enewr beg ka tûtna te çawaye û bi çiye ? dibe
em ji tere kirîndarna peydakin , jiber tûtin qaçaxe û hiştina wê ne
duriste , ya ez şaşim ?
_ Na ezbenî , gotinê te di cê xwedene , çiqas zû em bidin û xwe karkin
çêtire , karê me lezê dixwaze , wek ku dibêjin “wext ji zêre” , Enwer
hinekî ponijî , destê çepê diser enya xwere bir û anî û got : Ji bo
buhaya tûtinê tu dizane , lê ev tûtin ji sinifê pake .
_ Mihemed hinekî ma û pirsî : kîlo bi heşt wereqa başe ?
_ Enwer di serê xwede ew pere beramberî perê Turkî kir , got bi hevta jî
dibe .
_ Mihemed kurê xwe Issa şand , gotê her lawo ban kirîvê xwe Emînko bik .
çixara xwe hîn nekişandbûn Emînê Rihê silavkir û rûnişt .
Kirîvê Emîno tûtinin baş li cem mêvanin min heye , keremke lê binere hîn
wilo Mehmûdê Seyid ket derî .
_ Va hevbeşê min jî hat, mine min digot ezê bişînim dû , mêrê çê li ser
navê xwe tê . Tûtinê nerîn kişandin ketin bazarê .
_ ê ka hûnê bi çi bidin ?
_ Mine kirîvo hûn ji malêne , tu kirîvê mine û Mehmûd pismamê mine ,
berî hûn bên min ji camêra pirsî , ji minre gotin tu dizane , tûtin
hêjaye heyşta .
_ çend kîlone ?.
_ Dora pênsedî heye , Enwer bersiv da .
_ Karekî mezin jêre divê , Mehemûd got û li hevbeşê xwe nerî , lê
tiştekî rehet tine , av bi tenha xwe nare zik . divê av bi dewlê Ji bîrê
bê kişandin , bîne mal , têxe tasê , hilde ber dev , gulp bi gulp vexwe
, Mehemûd got û bi destê rastê zendika çepê rastkir û gotin berdewamkir
: Wekî din dem zivistane , xelk giş bê tûtinin , çixarkêşek wê têra xwe
bikire , ev gundê dora me besî mene wek : Nêf _ Elîfero _ Sêhremka _
Melesibat _ Girbêjing _ Niqare _ Kevrêsipî _ Temoya _ Qotkê _ Girdêwan _
Girzîn _ Xirbê şêx ê qerqatya _ Xirbê kûtê _ Qoşanê _ Bîra bazin _
Kêstek _ şidî _ Kevrêsipî yê Ferzen _ Kotya _ Topiz _ Hacînasir _ ji xwe
Girsor me negot , sê çar roja emê tevdî bifroşin , lê divê em xwe
miqatebin ji gumrikê .
_ Yehya kenî gotê : ti distirê ti tewîne , tevde kenîn .
Lê pere , heta em bifroşin , Emînkê Rihê got . Teva li hev nerîn , Enwer
tilya mezin ya destê çepê xist bin çena xwe û tilya din da ber devê xwe
, serê xwe hejand got ne problême , tenê ji we dixwazim hûn hinekî
bilezînin , em deh siwar qaçaxçî di nav çavê gund dene , ma te go çi
birakê Misto ?
_ Ti dizane begê min , gotinê te biserê xwene .
_ Bi xwedê ezê bêjim , ez bixwe nikarim, gişa li Emînko nerî , beşişî li
çavê Enwer nerî gotê : Beg te bala xwe dayê ku hevalê min û hevalê te bi
çavekîne , tîq tîq bi civatê ket .
- Jiberêde bav û kala gotine : Ne lişûfa zilama biner, ne li çermê gê ,
hevalê min Misto leşker di sînorde xistin qelaqê Yehya bi beşişandin got
.
Ti dev ji qeşmeriyê xwe naberde Emino , Mehmûd got û ji bo kenê wan
bibire , got hema emê ji Girsor dest bi firotinê bikin .
_ êvarî werin tûtina xwe bibin , Enwer bihêdîka got .
Roja din tîrêjê rojê xwe berda ser riwê zemînê ( erdê ) , pêre jiyan
nûjen dibû , bi hizkirin gundya ew tîrêj himêzkirin , piyayên gund li
ber dîwara civat çêkirin, kal û pîra xwe dan ber rojê , hêviyên wan bi
jiyanê xurtirdibûn , xwîn di damarên xortade bi xurtî gerî . Rojê germî
da gund tevî , dilopên avê hêdî hêdî ji serê bana dihatin xwarê , xanî
di werivîn .
Enwer beg û hevalên xwe hesp derxistin derve , li bakurê Gund kêleka
mala Simko kombûn , fir fir bi hespa diket , hustê xwe nêzîkî erdê
dikirin û hildidan , nigek hildidan yek datanîn wek dîlanê bikin , teryê
Xwe çep û rast dihejandin , xwedyên wan bi rişmên wan girtin , destê xwe
diser wanre dibirin û tanîn , carna dest li singên hespa dixistin , wek
jiware bibêjin bêhna xwe firekin .
Bi deha gundî mêr û zarok li wan dinerîn.
_ Bala xwe bid kelha Mardînê , Hesen axa got û li Enwer beg nerî .
_ ê , eger ne ev sînorê gemarî ba , minê bi yek tûşê û bê rawestandin
berê xwe bida Mêrdîna şêrîn , yekî ji hevala got .
_ Sînor derdê herî mezin û girane bira , ev sînorê drûstkirî ( destgird
û dest çêkirî ) Enwer bi keser lê vegerand .
_ Heyra Mêrdîn dûre , lê bênder vane , wek dibêjin: Va şar û va mişar ,
ka mine bê kî ji we siwarvane , gundîkî ji wan xwest .
_ Ser sera bira , Enwer got û wî û hevalê xwe şerval xistin bin potîna ,
êlek rastkirin, şifqe asêkirin xwe avêtin ser hespa , li dor hev çûn û
hatin , bûn rêzek . Agedarbin , dengek hat : yek dû sê , teva ling li
zikê hespa xistin û qoşkirin ,ava ser bêndera li ber lingê hespa dihat
pijiqandin , giyan serê zada û wek berqê vegerîn , hespê Enwer ket
pêşiya wan û bînera ( nerîn van ) bi çepk çûn pêşiyê .
Piştre teva berî dan newala tije ava lehyê li bakurê rojavaê gund , bi
firça hesp şûştin , wilo dîtin pîra Fincê û şêxa kermêtî, li ser rêxê
dewara şerdikin . Fincê teneka rêxe di deste dibêje şêxa :
_ Nebxêr ji tere , niza ti jmere ji ku derket , ez nema ji ber te
debardikim , tu hîn deh saliye û te rêx li vî gundî nehiştîye .
Tîq tîq bi zilama ket , yekî ji wan got : Xwedê me bistrîne , em nebin
sebebê (hoyê) tu şera gidî , wê xelk bêjin ji bo rêxê hespê qaçaxçiya
gundî rabûn hev .
Enwer serê xwe hejand got : Gelî bira , dikeve serê we ku li şam yan li
Enqerê Li ser rêxa şerdikin , bê goman na , ji ber rêjîm ji wanre
jiyanek nazik peydadike , bala xwe bidinê , derdê gelê me li binxetê wek
derdê meye li serxetêye , yanî rêjîma şamê û rêjîma Enqerê yek polêtîkê
tajon beramberî gelê me , tu cawazî nav mede tine . Milet livir wek
milletê me li jor belengaz û nezane , dire camyê bidû melêde bê deng
limêjdike û bi şev dirin oda axê şevêrkê xwe liser pîrebok û reşkên şevê
û cina dibihêrin, derdê me kûr û girane .
Roja din piştî nîvro Enwer û Misto û Yehya û Mehmûdê Seyid û Simko li
oda biçûkbûn , Misto û Mehmûd beramberî hev rûniştin. Misto digot Mehmûd
: Ma tijî wek Enwere ? ma tu wek Enwer tê ? û go çelip şeqamek li alyê
çavê kor xist, tîq tîq bi wan ket , kenê Simko bi ser yê wan ket .
_ Mehmûd got Misto : ma tijî wek Yehya ye? ti wek Enwer mêre ? şeqam
avêt çavê Misto aliyê kor , wilo dengek ji hewşê hat , Simko li pencerê
nerî , dît leşker derbasî hewşê bûn , berê xwe da Enwer û got : Isker
hatin .
Enwer çengbû , perde hêdîka da alî,dît reste , lihevketin nema zanîbûn
wê çibikin! Enwer tiving ji dîwarê bareş hilgirt , zîvirî xist bin cila
, derî vebû , isker ketin odê , piyê wan girtin ew birin , Simko da dû
wan , dîtin hevalê wan li hewşa oda axê tev girtine . Ew xistin cêba û
birin hebsa Qamişlo , wê şevê dîsa berf hat , gundî gelekî liber wan
ketin , meha wan bûrî gundiya dîtin Enwer û hevalê xwe nêzîkyê li gund
dikin , wek tabûra leşker rêz , yek bi dû yekîde û Enwer bi bazdan
serkêşiya wan dike , berfa şil dibin lingê wan de dibû av . Bi berdana
girtiya , kêfxweşiyê wê şevê girt bi ser gundde . Simko silav li Enwer û
Misto û Yehya kir , ew jî çûn riwê wî . Simko li wan nerî û gotina bav
ya diho , dema pez li ser bêndera diçêrandin hate bîrê . Bavê Simko jêre
got : Ev belengazana bi xwe û hespê xweve li van sînora dan , zarok û
jinên xwe bi cî hiştin , ji bo piçek qezenc bikin, hatin girtin , pere û
keda wan jî çû û gelo wê çiqasî li hebsê bimînin . Xwedê mala wan
wêranbike , rojek xweş me nedît, t | |