BIBÎRANÎN , WELATPAREZÎ Û MÊRXASIYA
PÊŞÎMAM ÎSMAIL DENIZ

Kemal
Tolan
Efrin.net 07.09.2005
Li gorî
zargotina me Êzdiyan ya li ser rêûresmên şînê têne gotin, dema evdeke/î
Êzdî kiras diguhêr(Êzdî nabêjin dimir)e û şûnde, divê merivên nas,
heval, mal û malbata kesê ku çuyî ber dilovaniyê Xwedê(miriye) di sê
, heft û çil roja mirî de ji bo xwarina zad û qurbanên xêra miriyan
bi hevûdinê re bixwin û miriyên xwe li bîra xwe binîn li hevûdinê kom
bivin.
Li Kurdîstanê jî
neferên di nav mal û malabata evdê/a mirî de bihindikayî heta çil rojî
şîn dikirin. Ji xwe li hinek herêman jî heta çil roja kesa/ê mirî ne
diqediya, evdên mêr por(muh- pirç) û ruyên xwe ne diqusandin û jinan jî
ji xeynî libasên xurû reş pêştir tû libasekî ji rengên dinê li xwe ne
dikirin.
Gelek ji me
dizanin di mîtolojiya me
ye kevn de jî hatiye gotin û em
vêga hêjî dibêjin ku, ruhê miriyan tûcarî namire. Ez bawerim ew 300-400
jin û mêrên ku di civîna çil rojiya bibîranîna
Pêşîmam Îsmail Deniz
de amade bûbun, ewan jî ev zindîbûna
miriyan bi çavên xwe dîtin.
Niha ez dixwazim
li goriya dîtinên xwe hinekî ji bo wan kesên ku hêjî ji vê zindîbuna
miriyên Êzdiyan bawernakin anjî ew heval û nasên ku nikarîbûn werin
beşdarî vê rêûremsa ola Êzdiyatiyê bivin, bahsa rewşa vê civîna bibîranîna
çil rojiya Pêşîmam Îsmail Deniz
ya ku di roja 04.09.2005
de di nav mala Êzdiyan ya li bajarê
Oldenburgê de çêbuyî bikim.
Bibîranîn
1 Civîna bibîranînê bi gotinên van herdû sebeqên Qewlê„Miskîno
jaro“ dest
pêkir.

„Ev erda xane, evd û beşer bazirgane,
hineka mala xwe barkir û hina nû danî
Bin
Ademo hezar salî temamkî,
Mîrantiyê li şerq heta şamkî,
Dumahiyê her tê ji kassa mirinê tamkî”
“Binî Adem livê diniyayê mebe tema,
Ev
zêr û malî gelek meke cema,
Diniya bo Resulê Xudê nema.”
Ev
text ji aliyê Soniya Karaca keçeke mirîda
Pêşîmam Îsmail
Deniz
ve bi sewt û Kurdî yeke zelal
hate xwandin.
2 Di pey
van gotinan re Pêşîmamê Xaltiya û biraziyê Pêşîmam Îsmail Deniz,
Berkat Çengil derkete ser dikê, ewî jî bi dengekî keser û kovan çend
malikên/sebeqên beyta “ Lavijê Pîrê” ji bo bibîranîna apê xwe bistran
got. Bêşadrên amadebûn jî dizanin, gava Pêşîmam Berkat bi sewteke dilêşî
ev stran got, hingê girî kete gewriya gelek beşdaran, hinek berketiyên
jin bi dengê bilind lîrandin û meriv stêrkên ji çavan dihatine xwarê
didît.
3 Dûre
Pêşîmam Hesen yê birayê Îsmail Deniz û hersê biraziyên xwe derketine
ser dikê. Li hemberî heval, nas, pismam, zeyî, mirîd, şêx û hemî
mêvanên xwe sekinîn. Hemî beşdarên amade yeko yeko silav kirin û ew ji
bo rêzgirtina olî û vî qedrê didine Bira û bavê wan spas kirin.
Bira û lawên
Pêşîmam Îsmail Deniz (Ekrem û Şêxmûs) sozdane nas, heval, oldar û
mirîdên xwe û gotin:”heta ji me were emê di rêya Pêşîmam Îsmail Deniz de
bimeşin û ji we dost, heval, nas û pismaman jî hêvîdikin ku hûn
alîkariyê bi me re bikin.
Em dibêjin gerek
ji vê gavê pêde êdî tû kes ji bo me şînoyî ne mîne. Hêvîdikin încar hemû
berketiyên me kêf û şahiyên xwe dîsa bidomînen. Jin libasên xweyî reş
deynin. Her weha divê tû kes bê xwarina xêra Pêşîmamê xwe ne xwo ji vê
malê dernekeve. Qedir û rûmeta we dayî me li ser serê me. Înşallah em ê
jî layiqî vê rêzgirtin û rûmeta we bimeşin,,……………”
Mêrxasî û
welatparezî
Belê li ser
mêrxasî û welatpareziya Pêşîmam Îsmail Deniz jî gelek camêran
axivîn û beşdaran gelek buyerên Pêşîmam yên ji bo xizmeta Êzdiyatî,
parastina Kurd û Kurdiyatiyê anîne ser ziman.
Weke nimûne navên
hinek axiftvanan wehane:
Şewqî
Şemo Îsa, Dr.Cemal Nebez, Nezîr
Şebikanlî,Çelikê Mala Seran, Cînarên Pêşîmam e Alman, Berpirsyarê Mala
Êzdiya ya li Oldenburgê Şehab Dag , Nûnerê Komergeha Kurdên Suriyê yên
Berlîn, Komelgeha Aremiyan ya Delmenhorst û whd.
Ez nikarim li virê
cîh bidime axaftinên wan tevan. Lê , hêvîdar im ku ew kesên ji bo
mêrxasî û welatpareziya Pêşîmam Îsmail Deniz axivîn bi xwe wan gotinên
xwe ye hêja bi weşînin. Anjî gava yek bixwaze wan axaftinên dost, heval,
nas û pismaman Pêşîmam Îsmail Deniz guhdarî bike, dikare seriyekî bide
kur û malbata Pêşîmam û kassetê hatî girtin guhdarî bike.
Belê wekî ez
dizanim tû kesî mîrî ji
goristanan ranekirine, lê
dost, heval, nas û
pismamên
Pêşîmam Îsmail
Deniz
bi vê xêr, civîna bibîranîna
çil rojî û mêrxasiya Îsmail Deniz
zindîkirina ruhê Pêşîmam Îsmail Deniz
hêjî mezintir kirin.
Ez wer
bawerim ku ev xizemta malbata pêşîmaman ji bo parastina Êzdiyatiyê kirî
û dikin, wê ji virûpêde jî dîsa ji bo gelek şînên Êzdiyan bive pêşengî.
Dawiyê
de dibêjim Xwedê û Tawisî-Melek xizmeta heval, nas, malbata pêşîmam û
hemû Êzdiyên ku keda wan di vê bibîranînê de çêbuye qebûl bike.
Bila
rahma Xwedê û hemû xasên Xwedê li ser Pêşîmam Îsmaîl Deniz be û
ez sersaxyê ji malbet, hemû dost û pismamên
wî re dixwazim.
06.09.2005 |