DU TOFANÊN MEZIN - BEXDA Û LOUISIANA

 

FÛAD SÎPAN (AKPINAR)

fuadsipan@yahoo.de

 

Efrin.net  03 .09. 2005 

IRAQ-BEXDA, 31.08.2005 
Bi deh hezaran Erebên Şiî doh (31.08.2005) bi merasimeke olî xwestin li Bexdayê herin mizgefta Qadmiya. Beriya ku ew xwe bigihînin mizgeftê li ser pirê panîk çêbû, ku goya hatibû gotin, yek an jî hin kes wê bi bombeyan xwe li ser pirê biteqînin. Li ser vê bûyerê bi hezaran kes xwestin jiyana xwe bi lez û bez xelas bikin, lê mixabin, ku bi sedan kes xwe ji ser pirê de avêtin nav çemê Dîcle û bi pelixandinan di vê tofana bi tirajedîk de heta niha ji hezar mirovî zêdetir kes jiyana xwe ji dest dane. 
TERORÎZMA LI IRAQÊ SEDEMA VÊ TIRAJEDIYÊ YE 
Roxandina rêjîma Sadam Huseyîn li Kurdistanê û Iraqê bi hesabên pir dewlet û kesan nehat. Ji wan dewletana yên ku ne dixwestin Uris, Fransa, pir dewletên Ereb û bi taybetî jî yên ne dixwestin ku Sadam ji holê rabe Almanya  û Tirkiyê bûn. Çapemeniya Alman û Tirkan ji terorîstên Bees re, ku li Iraqê û Kurdistanê mirovan dikujin, xelkê ditirsînin û ji holê ra dikin re wiha dibêjin “Insurgenten”, “Rebellen”, “Aufständischen” û “isyancılar” û hwd. wergera van gotinên Almanî û Tirkî hemû wiha ye, yanê “îsyankar” Tirk û Alman ji destpêka şerê dijî rejima Sadam heta niha ji terorîstan re îsyankar dibêjin. Ev çewtiyeke pir mezin e. Kesên ji terorîstan re bêjin îsyankar di wijdan û moralên wan de şupheyên pir mezin hene. Bi rastî bûyera li Bexdayê ji sînorê sebra mirovatiyê derbas dibe. 
DYA-LOUISIAN
Bager û bahoza ku bi coş û hêz dizivire û çi li pêşiyê be xerab dike, ku jê re li Amerîka “HURRIKAN” dibêjin, li herêma Lousiana û Mississippi nêzîkî 2 mîlyon însan bê mal û xanî hîşt. Heta niha bi sedan mirov mirine û têye gotin, ku dê hejmara kesên jiyana xwe wenda kirine ji hezarî zêdetir be. 5 mîlyon însan bê ceyran(kerebe) û av mane. Herêma Louisiana sedî heyştê di bin avê de maye. Bajar, gund û kolan hemû 7 metre di binê avê de ne. Bajarên li herêma Louisiana yên mezin, ku di binê avê de man e, bajarên wek New Orleans, Mississippi û Alabama ne. Serokê DYA George W. Bush herêma Louisiana wek warê tofaneke mezin îlan kir û daxuyanî da, ku him bi alîkariya leşkeran û him jî ji aliyên sivîlan ve alîkarî bêye kirin. Tirsa herî mezin jî ew e, ku ji ber pîsî û qirêjiyê nexweşiyên tîfo û kolera peyda bibin. Çimkî av pîs e, rawil, mar û mişk di nava avê de ne, mirov bê ava paqij in û nikarin tiştekî bikin. Amerîka bi hemû derfetên xwe lê dixebite, ku kesên bê mal û xanî mane barbike û bibe herêmeke din. Yanê bi kurtahî tofaneke mezin hatiye serê mirovên ku li herêma Louisiana û derên din dijîn.
HURRIKEN 
Koka gotina Hurrikan ji zimanê Hindî tê û mana wê “bayê Xwedê” ye. Lê êdî di zimanê Îngilizî de cih girtiye û tê wateya bager û bahoza bi hêz û coş, ya ku li ser behrê çêdibe û dizivire. Hurrikan li Atlantîk û Pasîfîk cihên bi tiropîkal di navbera meha 5an û ya 12an de çêdibe. Di salê de kêm zêde 15 caran tofana Hurriken pêk tê. Hêza bagera Hurriken ji 118 km zêdetir e û hin caran jî hêza wê heta 300 km berjor diçe. Sedemên vê bagerê ew in, ku dema germa ava behra Atlantîk û Pasîfîk ji 27-30 dercan berjor dibe. Ji ber ku atmosfera me her diçe germ dibe, loma germa avê jî zêde dibe û hêza tofanê jî di pey re zêde dike.
Belê mirov nikare li pêşiya tofanên suriştî wek Hurrikan, Tsunami, Erdhej û Volkanan bisekine. Jixwe tofana ku hê mirovatiyê nedîtiye kevirê Astroid e, ku dê rojekê were li zemîna me bixe û belkû mirovatiyê bi carekê ve ji holê rabike. Mirovatî li hemberî tofanên suriştî belengaz e, bê çare ye û nikare li dijî çênebûna wan tiştekî jî bike. Ev dinya ku ti kes naxwaze varve bike, dê rojekî nebe milkê ti kesî jî.
Çavkanî:
http://de.wikipedia.org/wiki/Hurrikan
http://www.wissen.de/xt/default.do?MENUNAME=Suche&SEARCHTYPE=topic&query=hurrikan

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]