LI TIRKIYÊ TENÊ YEK HÊZ XWEDIYA DESTHILATIYÊ YE, NAVÊ WÊ JÎ
SERLEŞKERIYA TIRKAN E
Efrin.net 30. 08. 2005
Gotinên serokwezîrê Tirkan Recep Tayyip Erdoğan li Amedê û helwesta hin
Kurdan
Ew Kurdên li ser gotinên serokwezîrê Tirkan Recep Tayyip Erdoğan, ku
goya êdî ew pirsa Kurdî qebûl dike, niha bi lez û bez çepikan lê dixin,
bi îmzeyan, nameyan û kampanyayan piştgiriyê dikin, di şaşiyeke pir
mezinde ne. Kurdên ku çepikan ji Recep Tayyip Erdoğan re lê dixin, divê
berî her tiştî gotinên wî yên van sê salên dawîn bînin bîra xwe, ku ewî
di her derfetê de digot, pirsa Kurdî li Tirkiyê tine ye. Wî heta doh na
pêr pirsa Kurdî nas nedikir û ew di hevpeyvînekê de bi rojnameya Libnanî
re li Beyrûtê di meha yekê ya sala 2004an de dibêje, ku ger Kurd li
Arjantînê jî dewletekê damezirînin, dê herin wê derê û li dijî dewleta
Kurdî li Arjantîn jî şer bikin.
Li Tirkiyê, yê ku di pirsa siyasetê de xwedî gotin e, serleşkeriya Tirk
e. Generalên Tirk her carê hukumeteke kûkla tîne ser text û diceribîne;
dema dinêrin, ku ew hukumet êdî ji wan re nabe, hin gotinan di pirsa
Kurdî de bi wan dide gotinê û paşê xelkê xwe, çapemeniya xwe û qaşo
nivîskarên xwe girr û tûj dike, û bere hukumetê û rayadarên hukumetê
dide, derên wan dide ber bayê sayî û hin caran jî derê wan mor dike.
Generalên Tirk heta niha hemû serokwezîr û serokkomar ji bo
berjewendiyên xwe bi kar anîne û paşê ew wek çopê avêtine ser sergo.
Hukumetên li Tirkiyê gava di destpêkê de têne ser text, wek gurên har
êrişî Kurdistanê dikin, Kurdan bi zanetî tine dikin û dixwezin bi vî
awayî ji şefên xwe, ji generalan re bidin îspat kirin, ku ew çawa ji bo
wan loyal in (sadiq in).
Serleşkeriya Tirkan wisa bê wicdan û bê însaf e, ku ji siyasetmedarên bi
destûra wan têne ser text, sedî sed loyalîtê, sadiqbûnê ji wan dixwaze.
Kesên, serokkomar an jî serokwezîr, dema hinekê ji xeta wan der tên,
dibin nîşana êrişê û di dawî de bedelê bi jiyana xwe didin.
Hemû hukumet û siyasetmedarên Tirkiyê bi biryara serleşkeriyê têne ser
text û dema ku ew hukumet ji demek şûn de helwesta xwe di hin mijaran de
diguherînin, ne ku bi serên xwe wan tiştan dikin. Ji ber ku serleşkerî
ji wan wisa dixweze, loma ew hukumet, serokwezîr û hwd. wisa dikin.
Çimkî dema li Tirkiyê, li Kurdistanê û di siyaseta Tirkan ya derve de
hin tengasiyên mezin ji dewlet û hukumetê re dertên holê, serleşkeriya
Tirkan bi hukumetên xwe ve, bi zanetî şaşiyan, yanê tiştên ku raya
Tirkan pê aciz dibe dide kirin, ku wan ji ser text dûr bixe û hukumeteke
din bîne ser text. Ev 80 sal e wisa berdewam e. Min berê di gotareke xwe
de bi dirêjahî behsa hukumeta Adnan Menderes û aqûbeta wî kiribû. Ez
dixwezim vê carê jî hinekê behsa Turgut Özal bikim.
Stêrka Turgut Özal di pê cûnta-înqilaba sala 1980î de çurisî. Ew di
1983an de bû serokwezîrê Tirkiyê û paşê jî bû serokkomar. Xerabiyên di
sala 1983an de li dijî Kurdan hatin pêkanîn di binê hemû biryaran de
îmza Tugut Özal heye. Pergala, sîstema waliyê herêma rewşa awarte ku bi
Tirkî dibêjin ”Olağanüstü Hal Bölge Valisi” bi destê Turgut Özal ve hate
avêtin, hîmê sîstema qoriciyan û hemû tîmên taybet û hwd. ji bo kuştin û
terorkirina Kurdan di dema Turgut Özal de hate avêtin. Tew Turgut Özal
wê demê wisa pêşda çû, ku di 06.08.1986an de nameyek ji Konseya Ewropa
re bi sedema hilanîna mafê mirovan birê kir, ku Tirkiye bi awayekî fermî
dide îlan kirin, Tirkiye mafê mirovan êdî nasnake. Ji ber ku Tirkiye
endama Konseya Eropayê ye û qaşo peymana Konseya Ewropayê îmza kiriye,
ku ew ji mafê mirovan re rêzê digire.
Lê Turgut Özal di pê ewqas xerabiyan de li dijî Kurdan cara yekem li
Tirkiyê tabûyek şikand û di çapemeniya cîhanê de jî got, ku li Tirkiyê
12 mîlyon Kurd hene, Kurd dikarin bibin serokwezîr û serokkomar jî û ew
bixwe jî Kurd e. Divê li Tirkiyê federasyona Kurdan û Tirkan çêbibe. Û
Turgut Özal behsa Ermeniyan jî kir, divê Tirkiye bipejirîne, ku
Osmaniyan mîlyonek û nîv Ermenî qir kirine. Ji ber ku Turgut Özal ji
xeta serleşkeriyê derket, loma wî ew bedel bi jiyana xwe da. Generalan
lîstikek anîn serê wî, jehrî danê û ew kuştin. Malbat, jin, zar û
birayên Turgut Özal pir lê xebitîn, ku derînin meydanê Turgut Özal
hatiye qetilkirin, lê bi ser neketin.
Guhertina siyasetan bi gotinên vala nabe. Û bi hegemoniya siyasetê jî
nabe. Hukumeta Tirk û hemû rayadarên wê hên jî di wê îdîayê de ne, ku
Tirkiye welatekî ûnîtr e. Ûnîter, yanê welatkî bi yek ziman, yek nijad û
yek ol. Tirk hên jî dibêjin, ji bilî Tirkan ti kes li Tirkiyê tine ye.
Tenê bi daxuyaniyekê nabe, ku goya ew pirsa Kurdî qebûl dikin,
serokwezîr, dewlet û hukumeta Tirkan çiqas jî pirsa Kurdî qebûl bikin,
lê ji ber ku hê jî di pirsa netewa Kurd û Kurdistanê de bi mantiqê teng,
di çerçova terorîzmê de dinêr in. Loma heta guhertinên bi duristî çê
nebin ti kes bi gotinên wan yên vala bawer nake, heya dewleta Tirk ji
dil de ji ber xirabiyên xwe ji gelê Kurd û hindikayiyên din uzir û
lêborînê nexweze, û heta dewleta Tirk nebêje, ku ew hazir û amade ye bi
Kurdan re rûne û li ser pirsa çareseriya gelê Kurd gengeşî û nîqaşan
nekin û neaxivin, mirov nikare bêje, ku tenê li ser çend gotinên şirîn,
ew êdî pirsa Kurdî qebûl dike û her tişt gul û gulîstan e. Ji îro şûnde
êdî ti kes ji Tirkan pirs nake, ku ew pirsa Kurdî dipejirînin an na?. Ji
xwe pir fedî ye, ku mirov li ser vê pirsê bisekine. Ev 80 sal e ku
Tirkan xwe di pirsa tinebûna Kurdan de rezîl û kepaze kiribûn û hên jî
dikin. Kî êdî guh dide gotinên wiha, ku ew Kurdan qebûl dikin an jî na?
Gotinên Tirkan êdî di pirsa Kurdî de bê mane ne û ti kes jî guh nadiyê.
Ka binêrin, dewleta Tirk vîna, îradeya Abdullah Öcalan di destê xwe de
zeft kiriye û hema hema her tiştî di pirsa netewa Kurdistanê de bi
desthilatdarên PKKê, Apociyan dide qebûlkirin. Ew dewlet, ew hukumet û
ew serokwzîrê ku qaşo pirsa Kurdî qebûl kiribûn, hên çend roj di pê wan
gotinên xwe re tehemûl nekirin û di heman demê de midaxele kirin, ku
qaşo serokê Kongra-Gel Zübeyir Aydar li Brûkselê Konferansa çapemeniyê
bide. Zübeyir Aydar dê goya di Konferansa çapemeniyê de îlana agirbestê
ji bo mehekê li dijî Tirkiyê bikira. Belkî ev bûyer hemû jî senaryo bin,
ku bi tevliheviya serê gelê Kurd siyaseta qirêj li dijî Kurdan berdewam
bibe. Siyasetmedar û nivîskarê Kurd birêz Yaşar Kaya li ser vê bûyerê di
20.08.2005an de di malpera xwe de
http://www.kurdistan-post.com/modules.php?name=Sections&sop=viewarticle&artid=422
wiha dibêje:
Belçika Parlementosu bize bahçesinde altı adet sandelye koyarak tören
yaptı, şunu söylediler; “Sizin Ankara´daki Parlemento´da siyaset yapma
imkanınız kalmamıştı, burası emrinize amadedir” Sonra bize kucak açan bu
ülkenin polisi Televiziyonu ve parlamentoyu bastı, şimdi Belçika´da
Kürtlerin bir basın toplantısı yapmalarına müsaade etmiyorlar. Nereden
nereye geldik. Bunun müsebbibi yahut müsebbibleri kimlerdir? Uzundur
hikayesi bu sayfalara sığmaz, ama bu Kürdistan´ın yakın tarihidir.
Üstelik toplantının yapılacağı yeri polis basıyor ve basın mensublarını
dışarıya atıyor. Başbakanlık ve içişleri bakanlığı basın toplantısı
yapacak kişini tutuklanmasını karar altına alıyor.
(Parlamena Belçîka di baxçê xwe de ji bo me şeş kursî danîn, merasîm
çêkir, ji me re gotin, ‘Derfeta we di parlamentoya li Enqerê nemabû, ku
hûn siyasetê bikin, vê derê ji emrê we re amade ye’ Paşê polêsên wê
dewleta ku hemêza xwe ji me re vekiribû, êriş anî ser televîzyon û
parlamenê, niha jî li Belçîka derfet nayê dayîn, ku Kurd konferanseke
çapemeniyê bidin. Em ji kû derê hatin kû derê. Berpirsiyar an jî
berpirsiyarên van bûyeran kî ne? Çîrok dirêje, ev rûpel têrê nakin, lê
belê ev dîroka Kurdistanê ya nêzîk e. Di ser de jî polês êriş dibe ser
cihê ku lê civîna çapemeniyê çê dibû û berpirsiyarên çapemeniyê davêje
derve. Wezareta serokwezîr û ya wezîrê hundir biryara girtinê didin ku
ew kesê civîna çapemeniyê bide.) Û birêz Yaşar Kaya wiha berdewam dike:
“Ağla ey sevgili memleket, bizi törernle karşılayanlar şimdi Kürtleri
kapı dışarı ediyor.” (De bigirî hey welatê minî delal, ewên ku em bi
merasîman pêşwazî kirin, niha Kurdan davêjin ber derî)
Bu sadece sefaletimizin bir parçasıdır. Biz bunları kendimiz yazıp
kendimiz okuyalım diye yazmıyoruz. Geçmişten ders almayan zavallı
politikacıların artık halka verecekleri ne bir yön, nede bir fikir
vardır. (Ev bi tenê perçek ji perîşaniya me ye. Ez van dibêjim, ne ji bo
em tenê bixwe binivîsînin û bixwînin. Ew siyasetmedarên reben, ku ji
demên bihurî ders negirtin, êdî ne dikarin rê rayê gel bidin, ne jî
raman û fikir)
Belê ji gotinên birêz Yaşar Kaya jî kifş dibin, ku ev xişm e, tofan e,
felaket e hatiye serê Kurdên Bakur. Lê hêjayî gotinê ye, ku bila birêz
Yaşar Kaya jî bizanibe berbirsiyariya wî û gellek hevalên wî jî di vê
meselê de ne hindik e. Çimkî wan heta niha jî hê bi awayekî eşkere
helwesta xwe di pirsa îxaneta Abdullah Öcalan û desthilatdarên PKKê qaşo
Kongra-Gel de vekirî, zelal negotine. Heta ew bêdeng û sergirtî bimînin,
dê him Abdullah Öcalan û him jî desthilatdarên PKKê qaşo Kongra-Gel di
siyaseta xwe de serserkî qilopaniyan bidin û ji generalên Tirk re
xizmetê bikin.
Heta li Bakur di nav Kurdan de konsept û stratejiyek li ser esasên
neteweyî çênebe, heta ji gelê Kurd re rastî neyê gotin, dewlet û
hukumeta Tirk dê bi pirensîbên gelê Kurd bilîze, henekên xwe pê bîne û
hemû mafên me binpê bike. Û heta hin qaşo rewşenbîrên Kurd û hin
partiyên wan yên mirî dest ji hêsabên biçûk bernedin, bi kampanya îmza û
nameyên ku binê wan vala ne, ji dewleta Tirkan re birê dikin bernedin,
ew nikarin du gavan jî pêş de herin. Ew Kurdên li pê hêsabên biçûk
dimeşin, wan berçavkên hespan dane ber çavên xwe an jî wek roviyan di
pûsê de xwe veşartine û bawer in, ku dewleta Tirk dê rojekê bangî wan
bike û ji wan re bêje, de werin em pirsa Kurdî bi we re parve bikin.
Dewleta Tirk dê bixwe ti tiştekî jî ji Kurdan re neke û ji xwe nake jî.
Dema ku dewlet bixwaze tiştekî bike, dê berî her tiştî bi Kurdên wek
Kamûran Înan, Hîkmet Çetin û hwd re, ku bi salan e di hemêza wan de ne
bike. Dê çima hewce bi partiyên Kurd yên mirî û qaşo hin rewşenbîrên
Kurd yên bê hesab re bikin.
Lê ger li bakurê Kurdistanê alternatîveke bi hêz û quwet derê meydanê dê
bikaribe feleka Tirkan şaş bike. Çimkî potansiyeleke wisa mezin û bê
xwedî heye, ger hêzeke nû bikaribe xwedî li wê potansiyelê derê dê
bikaribe dinyayê rake ser piyan. Eger ew alternatîv bikaribe wê
potansiyelê ji Apociyan rizgar bike, dê bikaribe li Kurdistanê bibe hêza
yekemîn jî.
|