XEWNÊN REVOK
efrin.net. 26.08.2005
Ji berî çar salan ve û piştî ku, serok Beşar EL-ESED li şûna bavê
xwe rûnişt û destlatiya Sûryê bi dest wî xistin û ewî di hundirê
xwendina sûnda xwe de hinek soz ji miletê Sûryê re berdabûn û ta roja
îro ev gotin, çêrok tête guftûgokirin. Ew carina sar dibe û hema-hema
yek dibêje hate vemrandin, lê tu yê bibînî û nemaze di piş derketina
hinek bûyer û pirsgirêkan de ku, ew careke din hate beloqkirin û ev yeka
bi xwe jî cihê lêpirsînê ye; gelo kî evê yekê di dest xwe de dilivîne û
çi xwestekên wan jê heye û ka ew çi sûdeyan ji evê ton konevaniyê
dibînin.
Cara pêşîn ku, ev nirîn li ber me hate dayîn, ew ji aliyê dostekî pispor
ku, di Zanîngeha Helebê de weke mamosteyekî aboriyê dersan dide bû; ew
bûbû demek ku serok Beşar cihê bavê xwe girtibû û ew sûnda wî jî, ji
piraniya rewşenbîr û heya siyasetmedaran re, weke heyameke nuh bû û hêşt
weke dibêjin, “Buhara Şamê” li pey xwe bîne. Ev dostê min jî yek ji ewan
kesên ku, hemû hêvî-hêkên xwe xistibûn ewê selekê de û camêr kar û barên
xwe dikirin ku, di wan çend rojan de ewê berê xwe bidin Şamê, helbet
weke zaneyekî Kurd di hundirê giropekî de û ewê çêroka pirsgirêka kurdî
ne tenê bidin guftûgo kirin, lê dê bête çareserkirin.
Cara dudiwan jî ku, ev meseleya û bi reng û radeyeke bilindtir hate
guftûgokirin, di rûniştineke şevbuhêrkî ya Partiya Demoqrata Pêşverû ya
Kurd de bû, ewa ku ji bo rewşenbîr û siyasetmedarên bajarê Efrînê li
darxistibûn. Di ewê hîngê de du sal di ser xwendina sûndê re borî bûn û
“Buhara Şamê” jî bi xêra hin biryarên destlatên Sûrî hatibû rewisandin û
çend hevalên çivaka sêvîl jî hatibûn binçavkirin û di nav wan de hin
endamên perlemana Sûrî jî û evê yekê hêştibû ku, xwediyên evê nirînê
hinek firk bidin xwe û dîtinên xwe careke din bînin zimên, lê bi şêw û
tewriyeke nuh.
Di ewê rûniştina ku, me gotî de jî û careke din ev nirîn ji aliyê
siyasetmedarekî Kurd ve hate dîtin û pejirandin; li gor nirîn û dîtinên
wî, ku destlatên Sûrî bûne du pêl, yek bi guhartin û pêşxistina civakê
bang dike û ew jî di bin serkêşiya serok BEŞAR de ne û pêle dudiwan jî
xwediyên konevaniya kevin in û ew weke pasvanên kevin bi nav dikirin. Wî
– wan digot ku, serokê nuh dixweze civaka Sûrî ber bi pêş ve bide û wê
têxe hundir civaka hemdewletî û Sûryê bike yek ji dewletên modêrin, lê
hertim evên bi navê pasvanên kevin têtin naskirin li pêş xwestek û
pirojeyên guhertinê radiwestin, lew re ti kavên ber bi pêş ên girîng
nehatine avêtin.
Cara sêyemîn jî li evê dawiyê bû û nemaze piştî bûyerên Qamişlo û hemû
deverên Kurdan ên dîtir ku têde miletê me nerazîbûna xwe ya ji
konevaniya dewletê anîbû zimên û hêştibû ku, em careke din li pir çêrok
û mesleyan vegerin û yek ji wan, mijara evê gotara me bû. Vê carê jî û
mixabin ji sekretarekî partiyeke Kurd bû ku, em digel hev û di riya
telefonê de ku, radiyoke kurdî nirînên me li ser biryara rawestandina
Partiyên Kurd û pejirandina Komeleyên Civakî û Rewşenbîrî ji aliyê
deslata Sûrî ve, ku werdigirt. Ewî hevalî jî û weke hemû xwediyên ewê
dîtinê got: Partiya Beis du pêlan di hundirê xwe de hildigre û ewa bi
serok BEŞAR re daxwaza guhartinan dike, lê pasvanên kevin weke kelem li
pêş wan derdikevin.
Helbet ev nirîn û çêroka pir carên din, li ber me, hatiye guftûgokirin,
lê emê bi van hersê caran tenê razîbibin û ew besin ku, bi xwendevan
bide naskirin ka ev dîtin heya kuderê rehên xwe di nav me de berdaye û
hatiye pejirandin û mixabin di mejiyê xelkê me yê di rêza pêşîn de, vêca
miletê xizan û perîşan dê çi bêje û dîtina wî yê çibe.
Piştî evê şirovekirina ji tonheyameke ku, di nav civaka Sûrî de tête
gurkirin, em dikarin pipirsin çima û ka xwediyên evan dîtinan li ser çi
jipiyan dimînin û helwestên xwe li ser çi ava dikin. Weke ku di cara
pêşîn de jî û ji aliyê ewî hevalê pispor de hatibû gotin, xwediyên evan
nirîn û dîtinan hertim bi ser hinek tişt û kaniyan de pal ve didin û
dibêjin: Ew jêder û lêvegerîn dê bihêlin cudhiyek di navbera konevaniya
law û bavê de derkeve û ewê li ser şopa berê neçê û dê bihêle ku, bayê
guhertinê derbasî nav civaka Sûrî bibe û ew ewan sedem û bingehan jî di
evan xelekan de digerînin:
1- Ew ji nifşê nuhe û hertim ewê nuh bi guhertin û pêşxistinê re ye.
2- Ew ne ji dibistaneke leşkerî weke bavê xwe derketî, law re dê pal ne
de ser sazûmana leşkerî û ev yek dê bihêle ev cureyên pir ji hêzên
awarte kêm bibin û bişkên.
3- Ew ne lawê raman û hizra Beis e, law re ewê dûrî ewan dîtin û nirînên
şoven û nijadperest be.
4- Xwendina û derbaskirina hinek dem di nav civaka Ewropî de, dê bihêle
ew bizavên xwe bike ku, civaka Sûrî nêzîkî ya Ewropiyan bike.
5- Dem û heyama îro ne ya şerê sare ku, bihêle her serokek di “dewleta
xwe” de weke ku, di bistanê xwe de be û tiştê ew bixwezê ew dikare bike.
Weke em dibînin bêtirî ewan bingehan, heyştê ji sedî, bi kesîtiya wî ve
girêdayîne û ev bi xwe jî cihê lêpirsîn û guftûgoyê ye; Bi gotineke din,
ew bi me dide naskirin ku mejiyê me hîne li ser stûnê oliyê dizîvire û
weke ku, çawa Xwedê di “gerdûna xwe” de dikare her tiştî bike, eynî
serokên êlan, partiyan .. û heya serok komar jî dikare her tiştî di
“kişwera xwe” de bike, ev ji aliyekî ve û ji aliyê din jî ewana ji bîr
kir ku, ev kes li ser destê sazûmana kevin û di ewê heyamê de hatiye
perwerdekirin û weke ku, pisporên pisîkolojî dibêjin: Pênc salên pêşîn
di jiyana mirov de yên herî girîngin di perwerde û kesiyetiya wî ya
paşeroj de.
Ango ev kes dê heya pileyeke bilind bi konevaniya berê re be. Lê tiştê
herî girîng ku, wan nedixwest bidîta da ku xewnên wan weke rasteqînên
jiyanê bimînin, ev hatin û girtina serokê nuh ji destlatiya Sûryê re; Me
tevan dît ku, di navbera şev û rojekê de qanûn û yasana Sûryê hate
guhartin da ku, li gor bejin û temenê serokê nuh be û ewê ku, bi
qeşmeriyeke wilo razî bibe û li xwe bi pejrînê ku, bi evê ton pertavê
bête ser daniştoka serokatiya komarê, dê qet bi pêşketin û guhartin û
demokrasiyê ne bawer be, weke dibêjin: Ewê ku tişt li ba wî tinebe dê
nikaribe tiştî bide.
Tiştê din ku, em dixwezin bibêjin, ku roja îro û piştî destberdana evan
hêzên awerte û asayêşî di hundirê civaka Sûrî de û rêdana ji wan re ku,
tiştê ew dixwezin dê bikin, bêyî ku, ti sazûman karibin li pêş wan
rawestin an jî wan bidin ber lêpirsînê û evê yekê hêşt ew weke kunêreke
pençeşêrî bi werime, dê nehlibe zû-zû civaka Sûrî ji nav lepên wan
derkeve, ta ku hin merc û dilxwez jî hebin tevî ku, konevanî ne li ser
hest û dilxweziyan ava dibe weke ku li ser kêrtêgirtinanê ye, lê mixabin
û weke ku, ji heyam û “konevaniya” partî û siyasetmedar û dîtin û
vekolînên rewşenbîrên me xûya dibe ku, emê heya demeke dîtir di bin
akama ewê mejiyê olî de bimînin û baweriyên xwe bi “Xwedê” yan bînin ku,
ew dikarin bi gotinekê guhertinan pêk bînin û civaka me ya li şûn û
paşmayî bighênin radeya ya Ewropî û wilo emê hertim bidin dû xewnên
revok.
Cindirês-2004.
|