ADNAN MENDERES Û ABDULLAH ÖCALAN
Efrin.net 22.08.2005
Beriya ku mirov siyaseta
Îmralî ya Abdullah Öcalan bi destê generalên Tirk ve şîrove bike, pêwist
e hinek li ser dîroka serokwezîrê Tirkan yê kevin Adnan Menderes, ku di
pê cunta-înqilaba 1960an de li Tirkiyê hate girtin û li Îmralî ji aliyê
generalên Tirk ve wek di pirsa Abdullah Öcalan de jî bi awayekî mostere
hate mehkemekirin û di dawî de ku hate xenikandin bisekine. Heta niha
Tirkan gellek tişt li ser Adnan Menderes nivîsandine, lê mixabin ez
rastê nehatime, ku bi zimanê Kurdî li ser Adnan Menderes tiştek hatibe
nivîsandin, loma hêja ye mirov beriya rûreşiya siyaseta Abdullah Öcalan
li Îmralî, li ser pirsa înqilab û xeniqandina Adnan Menderes û hevalên
wî bisekine, ku bikaribe meselê baş fêhm bike. Çima generalên Tirk
derfetê didin Abdullah Öcalan, ku ew bi parêzerên xwe ve hemû
daxuyaniyên xwe bigihijîne derve.
Lê hêjayî gotinê ye, Adnan
Menderes di nav gelê Tirk de mirovekî gellek hezkirî bû û ev heskirin hê
jî li Tirkiyê berdewam e; loma ger li Tirkiyê lêkolînek li ser navên
Adnan û Menderes bêye kirin, dê derkeve holê, ku ev herdu nav dê yan
Adnan bibe navê yekemîn yan jî Menderes. Kîjan nav bibe yê yekemîn jî
navê din jî dê bibe duwemîn.
Adnan Menderes di sala
1931an de ji bajarê Aydinê dibe mepûsê partiya CHP ya kalên Tirkan ku
Tirk jêre dibêjin “Atatürk”. Adnan Menderes heta sala 1945an di partiy
CHP de wek mepûs û raportorê komîsyona parlamena Tirkan karê xwe
berdewam dike. Ji ber ku Adnan Menderes di sala 1945an de li dijî
derketina qanûna erdê-axê ya hukumeta Saracoglû derdikeve, loma ew di
heman salê de ji partiya CHPê tê avêtin. Li ser vê bûyerê gellek hevalên
Adnan Menderes jî partiya CHP protesto dikin û bixwe ji vê partiyê
vediqetin. Adnan Menderes di sala 1946an de bi hevalên xwe re partiyek
bi navê “Demokrat Partî” (Partiya Demokirat)
ava dike. Partiya Adnana Menderes di sala 1950î, di hilbijartinan de ji
sedî 53,5 % dengan digire û heta 27.05.1960î wek serokwezîrê Tirkan li
ser text dimîne.
Cunta leşkerî înqilab çêkir,
hemû mepûsên Partiya Demokrat hatin mehkeme kirin û di dawî de îdama
Adnan Menderes û 14 hevalên wî hate dayîn. Ji wan 14 kesan, ji 12 kesan
re efû derket, lê Adnan Menderes, Zorlu û Polatakan ber bi afûyê neketin
û li Îmralî ji aliyê generalên Tirk ve hatin xeniqandin.
Di dema mostera mehkemê de
li ser pir gilî û gazinanên mepûs û ji gelê Tirk, ku çima Adnan Menderes
û hevalên wî hatine girtin tê pirsîn. Li ser vê pirsê serokê dîwana dadê
ya bilind Salim Başol
wiha bersivê dide “Bana
bunu sormayın. Sizi buraya tıkan idare böyle istiyor”
(Vê pirsê ji min nekin. Ew rêvebiriya hûn
di vir de asê kirine wisa dixweze)
Leşkerên Tirkan dijminê
demokrasiyê ne. Dewleta kûr-nehênî bi çavê ehmeqiyê li gelê xwe dinê re.
Çimkî ew bixwe jî dibêjin gelê me (TIRK) sedî 70-80 xwendin û nivîsndinê
nizanin û cahîl in, loma esker xwe şefê gelê Tirk dibîne û wan dike
dewsa ehmeqan.
Ji ber
ku Adnan Menderes bi guhertinên qanûnan hefsarê leşkeriya Tirkan, yên
generalan şidandibû û kiribû bin siyaseta sivîl, loma kîna leşker û
generalan li dijî wî gellek dijwar bû û di dawî de cunta bi destê zorê
hate ser text, Adnan Menderes û 2 hevalên wî li Îmralî hatin xeniqandin.
Di cihê xwe de ye, ku mirov
bêje, qaşo ronakbîr û rewşenbîrên Tirkan her demê hatina cunta,
generalên xwe wek cejn pîroz kirine, ji pergalê re qelemşorî kirine û
hên jî dikin. Generalan li dijî Adnan Menderes û hevalên wî senaryoyek
çêkiribûn û li gorî wê senaryoyê ji gelê xwe re derew dikirin, ku Adnan
Menderes û hevalên wî ji Tirkiyê re îxanetî kirine, loma ji ser text de
hatine xistin û paşê jî bi mehkûma îdamkirinê hatine bi dardekirin.
Adnan Menderes nêzîkî 19
mehan di zîndanê de dimîne. Generalên Tirk destûr ne didan, ku Adnan
Menderes û jina wî nameyên ji 50 gotinî
zêdetir ji hevdu re binivîsînin. Ew gotinên Adnan Menderes û yên jina
wî, ku ji hev re dinivîsîn jî, di bêjinga generalan re derbas dibûn,
hîngê digihîşt herduyan. Generalên Tirk di nav 19 mehan de tenê du caran
(her carê nîv saetî) destûr daye jin û zarên Adnan Menderes ku wî di
zîndanê de bibînin.
Van gotinên li jor hemû bi
delîl û îspat in. Hemû jî di çapemeniya Tirkan de cîh girtine û ez li
jêr wek çavkanî jî didim. Belê generalên Tirk Adnan Menderes xeniqandin,
lê di salên 80î de Turgut Özal (berê serokwezîr bû, paşê bû serokkomar)
înîsiyatîva xwe bi kar anî û bi biryara parlamenê rûmeta û îtibara Adnan
Menderes lê hate vegerandin. Niha li Tirkiyê navê balafirgeha-firokxana
Izmirê Adnan Menderes e. Bi navê Adnan Menderes Zanîngehek(Zanko) heye.
Yanê Adnana Menderes niha li Tirkiyê wek leheng-qehreman têye
hesibandin. Turgut Özal bi kirin û gotinên xwe yên li ser federasyona
Kurd û Tirkan, li ser komkujiya Ermeniyan û hwd. de dijminahî û kîna
generalan qezenç kir û di dawiyê de bi canê xwe bedel da. Heta niha jî
nehatiye tespît kirin, ku çawa Turgut Özal di nav çend seatan de ji
aliyê generalan ve bi jehriyê hate kuştin. Jin û zarên Turgut Özal
gellek lê xebitîn, ku kuştina Turgut Özal bi jehriyê têkin rojeva
Tirkiyê, lê bi ser neketin.
Adnan Menders jî wek
siyasetmedarên dewleta Tirk yên din dijminê gellê Kurd bû. Apê Mûsa
(Musa Anter) di pirtûka xwe ya li ser jinenîgariya xwe bi zimanê Tirkî
“Hatıralarım” (r. 149-151) de dinivîsîne, ku hukumeta Adnan Menderes di
civîneke bi dizî de li ser xebitîne, ku bi yek carî 1000 rewşenbîrên
Kurd bikujin, da ku tevgera Kurd 30 salî paşve bixîn in. Ji ber ku van
siyasetmadarên wê demê, Adnan Menderes, Celal Bayar, Cevdet Sunay,
Tevfik İleri û Fatih Rüştü Zorlu li ser bi hev nakin, paşê Adnana
Menderes di civînê de dibêje, divê em carê 50 ronakbîrên Kurd derînin
mehkemê, wan bixeniqînin û bi vî awayî dawiya ronakbîrên Kurdan bînin.
Apê Mûsa di pirtûka xwe de dinivîsîne, ku di pê înqilaba cunta de li
dijî hukumeta Adnan Menderes, ew di hepsê de vê rapora hukumeta Adnan
Menderes di der mafê ronakbîrên Kurdan de di kovara bi navê “Yön
dergisi” de dixwîne.
Siyaseta Tirkan siyaseta tirajedî û komîk e. Du sal di pê vê civîna
hukumeta Adnan Menderes re, ew û du hevalên wî yên li ser xebitîn, ku
Kurdan bixeniqînin, bi xwe hatin xeniqîn.
Çavkanî:
http://www.kimkimdir.gen.tr/kimkimdir.php?id=1480
http://www.yenisafak.com/diziler/mah/
http://www.yenisafak.com/diziler/mah/mah2.html
http://www.yenisafak.com/diziler/mah/mah3.html
http://www.yenisafak.com/diziler/mah/mah4.html
http://www.yeniasya.com.tr/2005/05/27/roportaj/default.htm
Kurdistaniyên hêja !
Va ye
her tiştên ku min li ser Abdullah Öcalan, hevalên wî û partiya wî
nivîsîne eşkere ne û yekî çewtiya van gotinên ku min li jêr nivîsîne
dike û cesareta wî/wê/wan heye, ku van gotinên min pûç bike, bila
derkeve meydanê. Yek armancek min tenê hey e, û ew jî di tevgera Kurd û
Kurdistanê de ji gelê Kurd re rastî û duristiye.
Hukumeta Amerîka ya Bill
Clinton bi destê ajanê CIA Abdullah Öcalan di 15ê Sibatê sala 1999an de
bi korsanî, bi destê zorê li paytextê Keniya, li Nayrobî girt û teslîmî
Tirkan kir. Di cîhanê de belkî bêhiqûqiyek wiha bêemsal tine be, ku him
Amerîka, him Ewrûpa û him jî Yûnanê ku qaşo şaristanî li cîhanê bela
kirine bi hev re tev geriyan û Abdullah Öcalan girtin teslîmî Tirkan
kirin. Heta niha hezar carî li ser hatiye nivîsandin û tespît kirin, ku
Amerîka Abdullah Öcalan teslîmî Tirkan kiriye, ku goya Tirk jî di pirsa
Kurdan de hin guhertinan çê bikin. Lê tikes di
pirsa teslîmkirina Abdullah Öcalan de li ser hesasiyetên Kurdan
nesekinîn, ne fikirîn, ku dê bihayê wê ji gelê Kurd re çi be û dê gelê
Kurd çi tiraûmayan derbas bike. Tiraûmaya yekemîn bi rencîdekirina
Kurdan teslîmkirina Abdullah Öcalan û traûma duwemîn jî teslîmbûna
Abdullah Öcalan bixwe li hember generalên Tirk û îxanetiya wî bi gelê
Kurd re ye.
Ji ber ku Abdullah Öcalan li
Îmralî teslîmî generalan bû û di pê re bi gotinên generalên Tirk
tevgeriya û wisa jî daxuyanî da, loma serokatiya Konseya PKKê bi
daxuyaniyekê di 23.04.1999an de îlan kir û di çapemeniya xwe de weşand,
ku ew êdî guh nadin Abdullah Öcalan, çimkî ew di esaretê de ye û loma
nikare bi îrade û vîna xwe tevbigere.
Ji meha nîsanê heta meha
hezîranê sala 1999an di navbera Abdullah Öcalan û Konseya serokatiya
PKKê de gellek mijûlî bi rêya parêzeran çêbû û Konseya serokatiya PKKê
di dawî de xwe mecbûr dît, ku di 02.06.1999an de bi daxuyaniyeke nû
girêdayiya xwe bi Abdullah Öcalan ve eşkere bike. Ev daxuyanî di
03.06.1999an de di rojnama ÖP de bi zimanê Tirkî hate weşandin.
(Çavkanî rojnama ÖP.)
http://www.ozgurpolitika.org/1999/06/03/index.html
Belê
êdî çerx hate gerandin û dema roja reş ji Kurdan re roj bi roj berdewam
kir.
Nizametin Taş (endamê
serokatiya konseya PKK û KADEKê yê kevin) ku bi Osman Öcalan, Kani
Yilmaz û bi gelek kesên din re ji PKK-Kongra Gel veqetiyan, di malpera
partiya xwe (PWD) de di 22.01.2005an de li ser Abdullah Öcalan wiha
dibêje:
PKK
önderliğinin esir düştükten sonra yaptığı tüm değerlendirmeler Türk
istihbarat birimlerinin süzgecinden geçtikten sonra yayınlanmaktadır.
Kongra Gel yönetiminin, faaliyetlerine ilişkin olarak verdiği tüm
raporlar güvenlik biriminin denetiminden geçtikten sonra Abdullah
Öcalan’a sunulmaktadır.
(Piştî
ku serokê PKKê bi dîl (esîr) ket, hemû axavtin û nirxandinên wî di
parzûna mirovên istixbarata Tirkan de debas dibe û paşê tê weşandin.
Hemû Raporên ku li ser çalakiyên Kongra Gel berê di bin destê kesayetên
ewleyiyê (emniyetê) de derbas dibin û di pê re jî ji Abdullah Öcalan re
têye pêşkêşîkirin.)
Û Nizametin Taş wiha
berdewam dike:
Abdullah Öcalan sorgusunda sadece PKK’ye ilişkin bilgi vermekle
yetinmemiş, aynı zamanda yönetim üyelerinin her biri hakkında ayrıntılı
çözümlemelerde bulunmuştur. Başkanlık konseyi ve merkez komitesinin
tanınan bazı üyelerinin kişilik özellikleri, yetersiz yanları, ruh
halleri ve yetenekleri konusunda ayrıntılı değerlendirmeler yapılmıştır.
Kendisini sorgulayan sorgu ekiplerinin karşısında arkadaşlarını
aşağılamaktan çekinmeyen PKK önderliği; daha sonra çözülmenin verdiği
hırçın ruh hali ile tüm parti yapısını suçlamaya devam etmiştir.
(Abdullah Öcalan di jêpirsên (îfadên) xwe de li ser PKKê bi agahdariyan
tenê qîma xwe neanî û herwiha li ser endamên rêveberiyê yeko yek
berbifireh tehlîl (analîz) kir, sekinî. Ewî him hin hevalên Serokatiya
Konseyê û navenda komîtê, li ser taybetiyên şexsên wan, kêmaniyên wan,
halê wan yên rih, û li ser zanebîna wan berbifireh nirxand. Serokê PKKê
xwe ji şûn de nekişand, ku li hemberî ekîba ku jêpirsên (îfada) wî
girtin, hevalên xwe biçûk bixîne û di pê re bi nexezariya bi halê rihê
xwe partî bi tevayî hemû tawanbar kir.)
(Çavkanî malpera Partiya
Welatparêzên Demokratên Kurdistan)
http://www.pwdnerin.com/modules.php?name=Content&pa=showpage&pid=83
Evan gotinên Nizametin Taş
hemû yeko yeko rast in û di belgên dadigeha Tirkan û li ba parêzerê
Abdullah Öcalan in û herwiha malperek heye, ku ev belge hemû bi zimanê
Tirkî di malpera ku ez li jêr didim de hene.
ÎFADE Û
BELGÊN SAWCÎ Û DADIGEHA TIRKAN LI SER ABDULLAH ÖCALN
http://d-cizgi-savascilari.com/belgeler.htm
http://www.ozgurpolitika.org/1999/05/07/index.html
http://www.welatparez.com/tr/arsiv/gorusmenotlari/2004-02-25-KADEK-TumKadroveCalisanlara.php
Hey ya star mirov çawa ji
dijminên xwe re li ser şexsên hevalên xwe tiştên xerab dibêje û wan
biçûk dixîne, aqil dide dijminan. Ev bê ehlaqî û ehmeqî nîne çi ye? Qet
di dîroka mirovatiyê de mirovek ku xwe serokê gelekî îlan bike bi vî
awayî derketiye holê?
Abdullah Öcalan tenê ne
berpirsiyarê ewqas tahrîbatan e. Yên îmkan dane wî, ku ew ewqas
hilweşandinan li ser Kurdan û bi navê Kurdan çê bike, PKK, KADEK, KONGRA
GEL û berpirsiyarên wan in. Dema Abdullah Öcalan kete nav lepên Tirkan,
PKKê Kongreyek amade kir û navê xwe guhert, kire KADEK û Abdullah Öcalan
jî wek serokê KADEKê hate hilbijartin. Bûyerek wiha di cîhanê de ne
bûye, ku serokê partiya mirovan di zîndanê de be û ew dîsa wek serokê
partiyê bêye hilbijartin û partî bi gotina wî rabe û rûnê. KADEKê jî
nikaribû ji ber nakokiyên nav xwe pêşde here û wan jî nav û naveroka xwe
guhert, kire Kongra Gel û vê carê jî Kongra Gel bi neberpirsiyariyek
wisa mezin tevgeriya û Abdullah Öcalan wek serokê gelê Kurd îlan kir. Tu
dibê qey Kurdan her tiştê xwe qedandiye, çareser kiriye, tenê serokê wan
maye. Min berê jî di gotareke xwe de gotibû, ku serokên gelan tine ne.
Serokên dewletan, hukumetan, partiyan, komelan û civatan hene. Mantiqê
serokatiya gelan, mantiqê dîktator û ehmeqên wek Mistefa Kemal, Hîtler,
Mosolînî, Hafis Esad, Sadam Huseyîn û yên din bû, ku Psîkolojiya wan
hemûyan xerab bû û kompileksên wan yên biçûk hebûn. Loma wan ewqas
xerabî li ser gelên xwe û li ser gelên xelkê kirin. Bi kurtayî mantiqê
serokatiya gelan mantiqê Şivan û Gavanan e. Ez bi van gotinan ne ku
Şivan û Gavanan biçûk dixînim. Naxêr, rêz û hurmeta min ji Şivan û
Gavanan re heye, lê ji mirovên wek Abdullah Öcalan re, ku pirensîbên xwe
firotine tine ye. Çimkî ew dijminên Kurdan diparêze, li dijî dewleta
Kurdî dertê û bi navê Kurdan ji Kurdan re îxanetiyê dike. Xwezil her kes
wek Şivan û Gavanan bê zerar bana û ji heywanan hez bikirana. Belê
Abdullah Öcalan bi çavê bira pez û naxira dewaran li Kurdan dinêre. Ger
wiha neba dê nikarîba bigota, ku zerara Misto Kemal ji bo Kurdan çê
nebûye û serhildana Şêx Seîd, ya Seîd Riza û yên din li Kurdistanê jî
wek lîstikên Îngilîzan û paşverû bi nav nedikir. Abdullah Öcalan hema
hema di her hevdîtinên xwe û parêzerê xwe de dibêje, ku Kurdistaneke
serbixwe li Başûr Îsraîleke nû ye. Armanca
Abdullah Öcalan di vir de ne tenê ew e, ku xwe ji zîndanê û ji
xeniqandinê xelas bike, ew ji dil de ji xwediyê xwe re bê sînor xizmetê
dike, ku tevgera Kurd bişkîne. Û di tevgera Kurd û Kurdistanê de
îxanetiya herî mezin û bêemsal Abdullah Öcalan bi Kurdan re dike.
Abdullah Öcalan di
hevdudîtina li gel parêzerên (avûkatên) xwe di
19.01.2005an
de ku vê carê jî dîsa kîna xwe li dijî Kurdan direşîne,
tevgera Kurd ji 1806an virde wek netewperestiya Kurdî rayê dide
xuyakirin,
dijî dewleta Kurdî dertê û
dewleta Kurdî wek
talûkeke pir mezin li Rojhilata Navîn dibîne,
çenebaziyê û zimandirêjiyî
dike, aqil dide dewleta Tirk, gotinan sero bino dike, dewleta ferealî û
konfederalîzimê tevlihev dike û wiha dibêje:
ABD,
İngiliz ve Batı el attı. Ortadoğu ne petrolüne sahip çıkabilir, ne de
demokratikleşebilir. 1806'da temeli atılan Kürt milliyetçiliği üçlü
aşamadan geçerek devletleşiyor. İki yüz yıl önce Süleymaniye'de
Abdurrahman Paşa ile Kürt milliyetçiliğinin temeli atıldı. 1945'te
örgütlenme aşamasına geçti, KDP'ler kuruldu. Ve gelinen üçüncü aşama
devletleşmedir.Kürt milliyetçiliği ayağı yere bastığında, adam akıllı
Ortadoğu'da direnir. Nüfusu İsrail'den fazla. Toplam elli milyon nüfusu
var. Muazzam bir savaş çekirdeği doğuyor. Bu savaş çok kanlı gelişir,
kan deryası akar. Bütün Ortadoğu kan deryası olur. Elli yıl daha bu
güçle savaşı götürebilir. Bütün Ortadoğu Irak gibi olur.
(DYA,
Îngilîz û rojava (Ewropa) dest avêtê. Rojhilata Navîn, ne dikare li
petrola xwe xwedî derê û ne jî dikare bibe demokratîk. Netewperestiya
Kurdî, ku di sala 1806an de hîmê (temelê) wê hate avêtin di sê qedeman
re derbas dibe, ku bibe dewlet. Ji vir dused sal berê hîmê
netewperestiya Kurdî li Sulêymaniyê ji aliyê Abdurrahman Paşa ve hate
avêtin. Di 1945an de di qedema partîtiyê de derbas bû, PDK (Partiya
Demokrata Kurdistanê) û her wekî din hatine damezirandin. Û hatina
qedema sisiyan jî dewletbûne. Dema lingê netewperestiya Kurd erd bigire,
dikare wek mirovan li Rojhilata Navîn li berxwe bide. Nifûsa wan ji ya
Îsraîl zêdetir e. Li ser hev pêncî mîliyon nifûsa wan heye. Dê şerekî
mezin, xurt wek dendik bêye welidandin. Ev şera dê pir bi xwînê pêşde
here, dê wek behra xwînê birije. Rojhilata Navîn hemû, dê bibe behra
xwînê. Dê bikaribin şer bi vê quwetê pêncî salî berdewam bikin. Hemû
Rojhilata Navîn dê bibe wek Iraqê.
(Çavkanî rojnama ÖP, Ajansa
Mezopotamya û malpera Kurdistan Post)
http://www.ozgurpolitika.org/2005/01/22/hab01.html
http://kurdistan-post.com/modules.php?name=News&file=article&sid=3113
http://www.mhanews.com/modules.php?name=News&file=article&sid=%2011206&mode=&order=0&thold=0
Beriya ku ez van gotinên
Abdullah Öcalan şîrove bikim, hêjayî gotinê ye, ku bêjim, mirovek bi hiş
û aqil be, demokrat û aştîxwaz be, van gotinên li jor ti carî nabêje, ku
xwînê wek behrê birije.
Adolf Hitler li ser derew û hovîtiyên xwe wiha dibêje:
Je größer die Lüge, desto
mehr Menschen folgen ihr.
(Adolf Hitler, dt. Reichskanzler u. Führer d. 3. Reichs, 1889-1945
(Tu çiqas derewên mezin bikî, mirovên ewqas
li pê te werin)
Dawiya derewçîn û virekan,
cihê ku Adolf Hitler çû wê derê ye.
Mirov dikare tevgera Kurd
rexne bike, li ser şaşî û kêmasiyên wan jî bisekine. Ne fedî ye jî, ku
mirov şaşiyên xwe jî bêje, dersan jê derxîne, ku careke din şaşiyan
neke. Lê tiştek heye, ku ne ez û ne jî welatparêzekî Kurd ti carî
napejirîne, ku bi vî awayî êrişî Kurdan bêye kirin; ku Kurd wek
netewperest bêne binavkirin. Ji ber ku bi taybetî netewperestî di nav
Tirkan û di nav Almanan de her dem bûye kul û derdê wan welatan, ku
netewperestiya wan bûye bela serê wan û di nav netewperestiya wan de
nijandperestî û faşîzim derketiye holê û di dawiya faşîzma
Osmaniyan-Tirkan de bi mîlyonan Ermenî, Kurd û milletên din hatine
qirkirin û faşîzma Almanya jî bi serokatiya sexte, ya Adolf Hîtler, di
şerê cîhanê yê duwemîn de nêzîkî dused mîlîyon însan qetil kirine, loma
bi taybetî dewleta Tirka Kemalîst, çepên Tirkan û ger mirov bêje, ku
civata Tirkan sedî nod û neh dê ne şaş be, ku ew tevgera Kurd û
Kurdistanê her dem bi zanetî wek netewperest dîtine û dibînin, ku bi vî
awayî tevgera me reş bikin û ji xelkê re bêjin, ku Kurd netewperest in,
dîrekt û an jî îndîretk wek faşît rayê bidin, da ku tikes jî ji me
Kurdan û daxwazên me bawer nekin. Ev neheqiyek pir mezin e, ku him
dewleta Tirk ev 80ê sale bixwe û him jî van gotinên xerab ji bo Kurdan
niha bi destê Abdullah Öcalan dide gotin, ku goya Kurd netewperest in û
netewperestî ji bo gelan talûke ye; bila Kurd dest ji daxwazên xwe yên
netewî berdin. Lê pir mixabin, ku hên gelek Kurdên kêmaqil hene, bi van
gotinên derew û vala bawer dikin. Nabe ku mirov netewperestiya Tirkan,
Almanan û ya Kurdan wek hev bigire û têxe kirasekî. Gelê Kurd
dijminahiya ti kesî nake û malê xelkê ji destê wan negirtiye û ti kes di
qetliyaman re derbas nekiriye. Gelê Kurd ji bo netewa xwe, nasname û
rûmeta xwe li dijî cinawiran tekoşînê dide. Kurdistan him ji aliyê xelkê
ve hatiye perçekirin, gelê Kurd bindest hatiye xistin, ziman û çanda wî
hatiye qedexekirin û dijminan hemû heyiyên Kurdistanê bi destê zorê
kirine malê xwe. Ev mafê gelê Kurd yê rewa ye (meşrû ye) ku bi hemû
metodan ji bo serxwebûn û azadiya xwe şer bike, ku gelê xwe rizgar bike.
Ew mafê ku ji bo her miletan heye, gelê Kurd jî wan mafan dixweze. Loma
ti kes nikare gelê Kurd ji bo serxwebûn û azadiyê şûn de vegerîne. Ew
Kurdên ku dixwezin bi gotinên generalên Tirkan tevgera gelê Kurd reş
bikin - navê wan Abdullah Öcalan dibe, çi quzilqirt dibin bila bibin, ew
dijmin in û herwiha teres û îxanetçî ne.
Di pê ewqas çewtî û
tevlihevî re, hên jî Apocî xelkê dikin dewsa dînan û dibêjin, ku goya ew
û serokên wan Abdullah Öacalan taktîkan çê dikin. Serê Abdullah Öcalan
bixwe di ser wî û taktîkên wî de. Ma çima Abdullah Öcalan û emir qûlên
wî bi duristî û bi mêrxasî doza gelê Kurd biparêzin nabe?! Lê ew wisa
tevliheviyan dikin, ku bi canbaziya peyvan seriyan gêj bikin. Ew ji îro
şûnde çi jî bikin êdî Kurdên welatparêz ji wan bawer nakin.
Hêjayî gotinê ye, ku li ser çapemeniya
Apociyan bêjim, ku ew çawa gotinên serokên xwe Abdullah Öcalan bi Kurdî
sero bino dikin û ji raya Kurdistanê re şêrîn didin xuyakirin. Eger
xwendevan ji kerema xwe li malpera Înternetê ya KONGRA GEL û li malpera
Înternetê ya Azadiya Welat ku ez li jêr wek çavkanî didim binêrin, ku
van malperan gotinên Abdullah Öcalan yên ku di
hevdudîtina li gel parêzerên (avûkatên) wî di
19.01.2005an
de
çewtî rayê dane û ew gotinên
Abdullah Öcalan ku goya ji gotinên wî yên ku bi Tirkî di rojnama ÖP de
ku min li jor wek çavkanî daye bi Kurdî hatiye wergerandin, di herdû
malperan de jî ji aliyê mirovekî hatiye nivîsandin, çimkî gotin di herdu
malperan de, ji serî heta dayî yek e. Wek min di nivîsên xwe yên din de
jî gotibû, ku Apocî gorî kesan şerbetê didin ber devê wan. Çapemeniya
Apociyan van dawiyana qet destên xwe nadin gotinên wî yên ku bi Tirkî ku
ji Îmralî tên, lê Kurdiya wan bi awayek wisa bi mixenetî, pexîlî û
sextetî rayê didin, ku serokê wan li ber çavê Kurdan reş ne be.
http://www.kongra-gel.net/index.php?option=content&task=view&id=205&Itemid=
http://www.azadiyawelat.com/modules.php?name=News&file=article&sid=1219
Emin Çölaşan qaşo
rojnamegerekî Tirk e û dijminê Kurdan yê sondxwarî ye, di her derfetê de
êrişî Kurdan dike û Kurdan biçûk dixîne. Ji qelema wî li dijî Kurdan
jehrî dirije. Dema Abdullah Öcalan kete destê Tirkan, yê ku bi tundî
(şidet) li dijî xeniqandina wî derket yek ji wan jî Emin Çölaşan e. Ewî
di destpêkê de got, ku divê Tirk Abdullah Öcalan nexeniqînin, wî li dijî
tevgera Kurd bi kar bînin. Emin Çölaşan hên jî vê ramana xwe diparêze û
gotinên Nizametin Taş li jorê, ku Abdulla Öcalan bi gotina dewletê
tevdigere tesdîq dike. Û Emin Çölaşan di gotara xwe de
(16.02.2005-Hürriyet) dibêje, ku dema Abdullah Öcalan bi rê de li hewa
got, ku diya wî Tirk e û li Tirkiyê ala Tirkan maç kir û wiha berdewam
dike:
Hem kısa, hem
de uzun vadede bütün bildiklerini en küçük ayrıntısına kadar anlattı.
(Him di deme kurt de û him jî di
demek dirêj de, hemû tiştên wî dizanîbû
biteferûat got)
Bülbül gibi
şakıyordu. Bazı şeyleri kendiliğinden, sorgucuların sormasına bile gerek
kalmadan anlatıyordu. Gizlediği bir tek şey bile olmadı.
(Wek bilbilan dikir
şiqînî. Ewî hin tişt bixwe digot, ku qet hewceyî kesên
jê pirs dipirsîn nedima)
Yaşaması
gerekiyor!
Sık sık
avukatlarıyla görüşüyor. Her seferinde avukatları aracılığı ile dışarıya
mesaj gönderiyor. Ağzından çıkan her sözcük bu şahıslar tarafından
oracıkta not alınıyor ve PKK’nın Almanya’da yayınlanan gazetesinde yer
buluyor.
Avukatlar
gelmeden önce devlet görevlileri kendisine, ziyaret sırasında ‘dışarıya
vermesi gereken mesajları’ anlatıyor. O da kendinden bir şeyler katıp
aynen tekrar ediyor.
(Jiyana wî pêwist e!
Tim
parêzerên xwe dibîne. Her car bi rêya parêzerên xwe ve ji derve re mesaj
birê dike. Hemû gotinên ji devê wî dertên, ji aliyê van kesan li wê derê
not têye girtin û di rojnama PKKê de, ku li Almanya têye weşandin cihê
xwe digire.
Beriya hatina parêzeran, erkedarên dewletê jêre, di dema ziyaretê de
‘pêwistiya mesajên ku ew ji devre re bêje’ têye gotin. Ew jî jiberxwe
hin tiştan pêde dike, eynî dubare dike.)
Û Emin
Çölaşan wiha berdewam dike:
Bülbül gibi
şakıyan, çok sayıda yoldaşını ele veren, kendisinin ve örgütünün bütün
sırlarını devlete açıklayan bir Abdullah Öcalan! Önder... Lider!
Allah
kurtarsın!
(Şiqîniya wî ye wek bilbilan, mirovek gelek rêhevalên xwe bide dest, him
sira xwe û him jî sira partiya xwe ji dewletê re da xuyakirin. Ew mirova
Abdullah Öcalan e! Rêber…Serok!
Xwedê xelaske!)
(Çavkanî rojnama Hürriyet)
http://www.hurriyetim.com.tr/yazarlar/yazar/0,,authorid~5@sid~2@nvid~537650,00.asp
Mesela Abdullah Öcalan û
serokatiya wî û çewtiyên PKK-KADEK û KONGRA GEL wek mesela Qiralê tazî
ye. Qiralek pir despot hebûye, ku li ser her kesî xerabî, tade û zordarî
kiriye û loma ti kesî nikaribûye, ku li hemberî wî dîtin û nêrînên xwe
bêje. Rojekê Terziyek, ku kincan didirû ji Qiral re dibêje, Qiral ezê ji
Te re qatek kinc bi qumaşekî gelek bedew bidirûm, ku ji bilî kesên bi
taybet pir baqil in, ti kes nikaribe bi çavê xwe bibîne. Ji ber ku Tu
mirovekî pir bi taybet baqilî dê ji bilî te ti kes vî qumaşê bedew, ku
ez ji Te re didirûm nikaribe bi çavan bibîne. Û paşê dema ku Terzî ji
Qiral re dibêje, Qiral va ye ew kincê min dirût li ser milê min e, divê
Tu xwe tazî rût bikî, ku ez vî qumaşê bedew li te bikim. Qiral xwe tazî
rût dike û Terzî jêre dibêje, Qiral ez niha vî kincî li te dikim û lê
binê re ka çawa li te hat. Ji ber ku Qiral xwe taybet baqil dibîne û qet
xwe nezan nabîne dibêje, ev kinca baş li min hat û paşê dihere nav
bajêr. Ji ber ku her kes jê ditirse, loma ti kes cesaret nake, ku ji
tirsan jêre bêje, ku Qiral tazî ye. Lê zarokek bi diya xwe re bûye û bi
destê diya xwe digire, diqêre û dibêje, dayê Qiral tazî ye, Qiral tazî
ye.
Belê Qiral tazî ye, lê hin
Kurd hene, ku bi çavkoriya xwe nabînin.
Lê pir ne dûr e, ku dewleta
Tirk rojekê ji Abdullah Öcalan re bêje, êdî karê te li ba me qediya û wî
jî wek Kurdên berê bi gelên xwe re îxanetî kiribûn bike. Dewleta Tirk û
Kalê wan, di pê qirkirina Dersimê re, vegeriyan dora Kurdên ji Seyîd
Riza re îxanetî kiribûn. Wan îxanetçiyan ji Kalê Tirkan tika kirin, ku
bila ew neyên kuştin. Kalê Tirkan ji wan re dibêje:
Kesên bi miletê xwe û netewa
xwe re îxanetiyê bikin, ew bi kêrî me nayên û em bi wan bawer nakin; ewê
rojekê bi me re jî îxanetiyê bikin, loma wan kesên ku bi Seyîd Rizayê
nemir re îxanetî kiribûn, hemûyan dide ber guleyan û dikuje.
Ezê ne matmayî bimînim, ku
aqîbeta Abdullah Öcalan wek îxanetçiyên din be.
Kurdistaniyên hêja!
Mirov hin caran di
polîtîkayê de û di daxwazên xwe yên siyasî de dikeve şaşiyan û xetayan
jî dike, û mirov hin caran jî di tekoşînê de winda dike. Her çiqas bi
daxwaza dilê mirovan nebe jî û her tişt her dem gorî daxwaz kar û
tekoşîna mirovan nameşe. Di tekoşînê de wendakirin jî heye û serkeftin
jî heye. Ev hemû sirûştî ne. Lê di jiyana mirovatiyê de ya herî girîng
pirensîb e. Mirov bi dijmin re dikare li ser her tiştî biaxive û gorî
rewşê li ser hin daxwazên mînîmûm û li ser daxwazên maksîmûm jî
bisekine. Yekcarî ne mimkûn e, ku mirov xwe bigihîne daxwazên xwe yên
maksîmûm jî, û ger mirov mecbûr bimîne daxwazên xwe yên mînîmûm jî
dipejirîne, ku bi hêsanî xwe bighîne daxwazên xwe yên maksîmûm. Bê guman
mirov dikare di siyasetê de û di jiyana xwe de her dem guhertinên
pozîtîv jî çêbike û ev gorî rewşan pêwist e jî. Lê, nabe ku mirov xwe
180 derece bizivirîne. Kesên di siyasetê de serserkî qilopaniyan didin,
zû an jî dereng winda dibin û dawiya sîyaseta wan tê.
Niha bi salan e ji bo Kurdan
li Tirkiyê û bakûrê Kurdistanê çi hatiye guhertin, ku Abdullah Öcalan,
Leyla Zana û hevalên wê pêşa xwe ji Tirkan re ve kirine û wek serok û
rêberê Kurdan diaxivin?. Tenê ji bo çavgirêdanê û xapandinê hin tiştên
ku Tirk Ewropiyan û cîhanê bixapînin hatine kirin. Ji bilî hin awarteyan
(îstisna) di piratîkê de rewş ji beriya sala 1984an xerabtir bûye.
Kurdistan wêran bûye, sê
mîlyon Kurd ji axa xwe hatine derxistin û li ber der û dertûlê xelkê
perîşan bûne. Li Kurdistanê çar hezar gund vala bûne û ji bilî ordiya
Tirkan bi sed hezaran Qoriciyên Kurd hene, ku di xizmeta Tirkan de ne.
Îro li Kurdistanê di hin malên Kurdan de gerîlak, Qoricîk, hîzbûlahek û
Tîmek Tirkan heye (Özel Tim-Timê taybet). Kurd di cîhanê de wek terorîst
û kirmînel hatin naskirin, ku ti kes êdî bi Kurdan îtîbar nake, ku derê
xwe ji Kurdan re vebike. Ev rewşa xerab gişk di saya Abdullah Öcalan de
bû qedera gelê Kurd. Û Apocî jî bi vê rewşê kêfxweş in û bi
hilweşandinên xwe him li welat û him jî li tevaya cîhanê berdewam dikin.
Lê, ne
talaşa Abdullah Öcalan e û ne jî ya hevalên wî ye. Ew cahîl e û bi
pirensîbên gelê Kurd re dilîze. Ew karê wî berê ji Kurdan re kiriye ji
carekî ve qîmeta wan nemaye û divê Kurd mudaxile bikin, ku ew êdî
nikaribin bi navê Kurdan biaxivin.
Xwezil di nav Kurdan de,
navên wan Abdullah Öcalan an jî çi dibe bila bibe, bikarîba û bizanîba
wek qehreman, şêr û piling li ber xwe bida û bi pirensîbên gelê Kurd
nelîsta, ku me Kurdan jî bi serbilindî ew di cîhanê de biparêza, ku wî
xelata aştiyê ya Nobelê jî bistanda. Lê mixabin, rewş ne wisan e û
Abdullah Öcalan şansa xwe winda kir. Û bila Abdullah Öcalan vî tiştî jî
baş bizanibe, ku ne tenê Kurd, herwiha raya giştî hemû dizanin, ku ew û
rantçiyên li pê wî dimeşin jî di xizmeta Tirkan de ne û çapemeniya
cîhanê henekên xwe bi wan dikin. Tiştê herî xerab ew e, ku ew wek Kurd
tên binavkirin û naskirin.
Çapemeniya Apociyan çiqas jî lê bixebite, ku emrê Abdullah Öcalan dirêj
bikin û wî şirîn rayê bidin, ku gelê Kurd bixapînin, dê nikaribin
serbikevin. Ez ji kûraniya dilan di wê baweriyê de me, ku gelê Kurd
rastiyê dizane û dê di demeke pir nêzîk de bersivê jî bide wan rantçî û
belengazan. Apo êdî ji gelê Kurd re bibe ferîştah jî, dawî li serok û
merokatiya wî ya sexte hatiye.
Bang
Bang,
gazî, hawar, gazî û rica min bi taybetî ji ronakbîr û ji rewşenbîrên
Kurd, hemû welatparêzan li her çar perçên Kurdistanê ew e, ku dengê xwe
li hemberî vî mirovê bê pirensîb bilind bikin û ji vê rewşa xerab re
bêjin Na! Ev bêdengiya li hemberî rûreşiya Abdullah Öcalan, ne erê be
jî, lê nîv erê ye. Loma ev bi taybetî karê me Kurdan e, ku li dijî
xerabiyên ji aliyê kê dibe bila bibe li Kurdistanê derkevin û jêre bêjin
Na! Divê her kes helwesta û rola xwe nîşan bike, ku paşê di bin
tawanbariyan de nemîne û li sedemên vala negere û nebêje, min nizanîbû,
haya min jê tinebû, çima ji me re nehat gotin, ez tirkî nizanim, ez
nizanim bixwînim û her wekî din. Va ye her tiştên ku min heta niha
nivîsîne eşkere ne û yekî çewtiya van gotinên ku min li jor nivîsîne
dike û cesareta wî/wê heye, ku van gotinên min pûç bike, bila derkeve
meydanê.
Rewşenbîr ew mêrxas in, ku di rojên wiha xerab de bizanibin rola xwe
bilîzin û navê meselê çi dibe bila bibe, lê bikin, ger ji bo wî/wê/wan
talûke jî hebe û ger gotinên wî/wê/wan pir kesan biêşîne jî, divê ji
rastî û duristiyê dûr nekevin û rengê xwe bê tirs eşkere bikin û ne tenê
li dijî xerabiyên xelkê û herwiha li dijî xerabiyên navxweyî jî derên,
îxanetçî û îxanetçiyan bi nav bikin, wan mehkûm bikin, da ku gelê me jî
rastiyê bizanibe û dengê xwe bilind bike. Rewşenbîrên Kurd mecbûr in
rola xwe bilîzin û vê mij û dûmana ku li ser Kurdistanê girtiye bi
dengên xwe û bi qelema xwe ra bikin. Ewên ku ji xwe re ronakbîr,
rewşenbîr dibêjin û ger çavên xwe li dijî van xerabiyan digrin, guhên
xwe ker dikin, zimanên xwe lal dikin û li pê hêsabê biçûk diherin, bê
deng dimînin, dê di pêşerojê de nikaribin hesab bidin gelê Kurd û dê
winda bikin. |