DI ÊZDIYATIYE DE REFORMEN LI GOR XWASTIN AN JI
NE XWASTININ ME ÇEBUYI GELEKIN
Kemal TOLAN
Efrin.net 22. 08. 2005
Ji xwe gelek dîroknas, zane,
nivîskar, lêkolînvan û gelek kesên wekî dinê nivîsandin e, dibînin,
dixwînin û dizanin ku çiqas civak û dînê li ser ruyê vê erdê hene, di
tevan de li goriya dem û dewranan reform çêbûne û ji vir û pêde jî tû
evdên Xwedê nikaribin li hemberî van guhastinên xwezayî rawestin.
Gava ez bi vî çavî li rewşa civak û ola me
kurdên Êzdî dirênim, dibînim ku di nav civak û Êzdiyatiya me de jî timî
reform çêbûne û vêga li Ewrûpa yê jî li gor xwastin an jî ne xwastinin
me gelek reform di urf û adetên me de çêdibin.
Lê, ez bi xemgînî dibînim û dibihîzim vêga
hêjî hinek dîroknas, zahne, nivîskar, lêkolînvan û hwd. merivên Kurd û
xerîb ku Êzdiyatiyê nas nakin hene û dibêjin, „di Êzdiyatiyê de reform
çê nabin û divê di Êzdiyatiyê de reform çêbivin.“ anjî wan reformên çê
buhne nabînin. Lewma jî dixwazim niha ji bo agehdarî yê hinek guhastinên
ku di nava vî çihl salê (1964 -2005) derbas buyî de, bi taybetî yên ku
min li ewrûpa yê şopandine û çêbû ne birêz bikim.
|
EW
TIŞTÊN KU BERÊ JI BO JIN Û MÊRAN QEDEXE Û GUHNE BÛN ÎRO KÊM BÛNE |
|
Ji jin û mêrên Êzdî re gune ye ku;
-
bi dawa xwe bi şihête(bi kesên ne ji
dînê xwe û ne dirêya xwe de bikeve têkiliya cinsî ).
-
por, ser û ruyên xwe di roja çarşemê
de çêke û xwe bi aletên xerîban biqusîne,
-
tifî kesekî bike û xuzî yanjî tifa
xwe bavêje nava agir ,avê û êrdê ,
-
gotinên xerab ku weke
îblîs,nal, lanet, şeh, ahrî û hwd.ê yên bi şe.. dest pêdikin
bibêjin.
-
ji Xêzika êzîdî derketina
û tayekî tenê jî ji simbêlên xwe biqusîne,
-
di roja çarşemê de beravê
bike û xwe bişûşta yanjî bi kulfetê xwe re biketa têkîliya cinsî,
-
bitenê qelenê qîz-keça
xwe ji yên Êzdiyên dinê zêdetir bikira,
-
qîz anjî keça xwe bişîne
dibistanan,
-
keç û kur(lawik)ên meriv
bi şîreta bav û diya xwe nekra û weke xwastina xwe bikra,
-
di meha nîsanê de bûka ji
mala bavê derxîne û bizwiciya,
-
bi reza dilê xwe tenê dev
ji kulfetê xwe berde.,
-
li ser milê xwe re
bizivire li evdekî/e xerîb û ne dirêya xwe de birêne , çavê xwe jê
re bişkandina û awir bidana yê,
-
li merivên ku libasên
tenik lixwekirî anjî laşên wan tazî ye birêne,
-
ji salê carekê fitoh û
zekat ji nav malê xwe dernexîne,
-
lawikên xwe sinet nekin û
biska lawikê xwe bi destên şêxê xwe hilneniyne û whd.
|
|
Ji mêrên Êzdî re guhne bû ku ; |
Ji jina Êzdî re guhne bû ku ; |
|
·
xwe weke jinan derman bike û libasan lixweke,
·
kirasên ku Pêsîr(Tokê)a êzî tê de tûnebûna û binkirasê ne xurû spî
bûna, libasên ku rengê şîn tê de hebuna anjî yê jinan û yên tenik ku
laşe meriv têde xwanê bikira lixwekirina,
·
destava (tuwaleta)
bê hemet anjî li şipiyan avrijandinê(bimîze) bike,
·
ji salekê zêdetir
ji cem jin(kulfetê)a xwe dûr bikeve,
·
bi keseke ku
biryara dê û bavê hatî hilbijartin re ne zewice,
·
û whd. |
·
destên xwe bidana
destên hinek kesên xerîb,
·
bi tenê li ba
xerîban rûniştan, xwarin anjî vexwarin bi wan re bixwara û bi
xerîban re bileyîsta, kêf û henek bikra,
·
bi kesekî ku
biryara dê û bavê hatî hilbijartin re ne zewice,
·
çiqas libasên ku
rengê şîn tê de hebuya û binkirasê ne spî bûna, kincên mêran, mil û
bejin qut, yên tenik ku laşe meriv têde xwanê bikira û ji xeynî
rojên şînê pêve libasên xurû reş bûna lixwekirina,
·
kum, çahrik anjî
kevnikek ne avîtina ser serê xwe û serqot bigere,
·
zaroka xwe ji ber
xwe bike anjî li dijî çêbûna zarokan derkeve û whd.
|
HINEK URF
Û ADETÊN KU DOH FERZBÛN Û ÎRO NA
|
Heta van salên dawî jî, ji
jin û mêrên Êzdî re ferz bû ku; |
Vêga li Ewrûpa yê kêm jin û
mêrê Êzdî ; |
|
·
biçine ber ziyaretan û tuaf bibin,
·
destên kesên dûnav be paçû bikin,
·
bira û xwa axretê ji xwe re bigirin,
·
mahra zewaca xwe beyî şêxan nebirin,
·
her rojên êvara înê nanê miriyên xwe derxînin,
·
li herciyê ku gava tîrêjên rojê derdiketin û kesî xerîb ne li
wirbûna êrdê paçû bikin,
·
sond û adên xwe bi navên Rihaniyan(Siltan Êzî, Şêx Adî, û
hwd.ê)Kulik, Xerqe, Roj, Heyv, Stêrkan,Tahmên xwarinê, Ziyaretan û
hwd.ê bikin.
·
ji bo qisûmet, bela, teşqele û hwd.ê çênebin, timî rojiyan ji bo
Xas, Qelender, rihanî , Kulik, Xerqe, Roj, Heyv, Stêrkan, Ziyaretan
û hwd.ê bigrin û ji bo wan xêra bikin..
·
Hemû Dawetnebî û Cimayiyên ji bo Rihaniyan(Siltan Êzî, Şêx Adî, û
hwd.ê)Kulik, Xerqe, Berat, Roj, Heyv, Stêrkan hwd.ê çêbikin,
·
bi xêra rojên îd, erefat, cejnên pîroz û whd.ê biçine malên hevûdinê
û bi bihevûdinê re rûnên, nan bixwin, aşîtiyê di nava xwe de
çêbikin. û whd. |
·
Îd û erefatên xwe çêdikin û diçine ber ziyaretan tuaf dibin,
·
destên kesên dûnavên xwe paçû dikin,
·
ji xwe re bira û xwa axretê digirin,
·
mahra zewaca xwe bi şêxê xwe dibirin,
·
di rojên êvara înê de nanê miriyên xwe derdixînin,
·
li herciyê ku gava tîrêjên rojê derdikevin paçû dikin,
·
êdî bi navên Rihaniyan(Tawisî-Melek Siltan Êzî, Şêx Adî, û
hwd.ê)Kulik, Xerqe, Roj, Berat, Heyv, Stêrkan,Tahmên xwarinê,
Ziyaretan û hwd.ê sond û adên xwe dixwin.
·
Xwarin û vexwarina ji bo xêra Xas , Qelender, Milyaket û hwd.ê
derdixînin, Dawetnebiyan û Cimayiyan çêdikin,
·
di rojên îd, erefat û pîroz de diçine malên hevûdinê û bi
bihevûdinê re rûdinên, dawet dikin û aşîtiyê di nava xwe de çêdikin.
.
·
Kêm kesên dûnav ji bona olê ruyê xwe berdidin, Xerqe li xwe dikin
anjî dikarin Xerqe çêkin,
·
Îbadet û duha yê xwe dikin, û whd. |
HINEK REFORMÊN LI
SER XWARIN Û VEXWARINÊ |
|
|
HETA
VAN SALÊN DAWÎ JÎ |
ÎRO
DI SALA 2005 DE |
|
·
Tû evdê Êzdî goştê xenzîl(beraz) ne dixwar û ji xeynî wê her kesekî
pêle şûna cîhê lingê xenzîl bikira guhne bû
·
Hinek qismên Êzdiyan goştê dîk, masî, xezal(Pezê Şêşims) û whd. qet
ne dixwarin.
·
Êzdiyan zêde araq(alkol) venedixwarin, ne diçune sînema, meyxana û
lokalan. Kelem, xas(marol), fasule, şiklekî kundir(bi taybetî hinek
şêxên-Fexran) û whd. ne dixwarin.
·
Êzdiyan destkujê jinan, mêrên ku ne sinetkirî, heywanên
(fetisî)heramçuyî û xwarina ji ber xerîban dima ne dixwarin û whd. |
Ez bawerim li
Kurdîstanê hêjî gelek ji van kevneşopên me berdewam dikin. Lê, li
Ewrûpa yê îro gelek evdên Êzdî încar van tiştan dixwin û vedixwin
anjî kesên ku nexwin û nekin hebin jî kes bi wan dernaxîne.
Li aliyê dinê îro
gelek dost û nasên Êzdiyan jî çêbûne, ew jî êdî nahêlin ku kes weke
berê urf û adetên Êzdiyan piçûk bike anjî henekên xwe bi Êzdiyatiyê
bike. |
| |
|
|
Bi dîtina min hêja ji kevn de jî tû dîn,
evd û rêxistinan nikarîbune li hemberî van buyerên ku li gorî dewran
anjî xwezayî têne guhastin derkevin û ewê ji îro pêde jî nikaribin hinek
guhastinen çêbivin rawestînin. Ji xwe ji bo ku Êzdiyatî karîbe mîna
dewranê berê di pêşerojê de jî bêye saxkirin û xwedî bive, divê tifaq û
rêxistbûna me li goriya zeman hêjî gelek mezin bive û em xwe ji bo hinek
guhastinên xwezayî ye dinê jî amade bikin. Weke em dibînin, reform jî ne
bi gotinan tenê û ne li gor daxwaziya çend evdan çêdibin. Pêşiyên me
hêja di demên kevn de li ser evdên bixwe ne bawer jî weha gotine :
„Kesê ku bi kerî dînê xwe neyê, ew bi kêrî dînekî dinê jî nayê“.
Hêvîdar im ku min bi van berhevkirinan tû
kesek ne êşandi be û eger kêmasî çêbubin jî ne bihemdin. |