REJÎM TERORÎST, SEROKKOMAR TERORÎST TAM LAYÎQÎ HEV HATINE
FÛAD SÎPAN (AKPINAR)
fuadsipan@yahoo.de
Efrin.net 13.08.2005
Ev qedera gelê Kurd e, ku bi sedsalan e li Rojhilata Navîn ji destên
rejimên çavsor dikşînin. Dijminên Kurdan hemû xwînxwar in û Kurdistanê
wek milkê bavên xwe dibînin. Dema dilê wan bixwaze û her tişt ne li gorî
daxwaza wan be dikarin pir bi hêsanî li dijî Kurdan qetliyaman jî bi kar
bînin. Dijminên Kurdan doh li Mihabad, li Agirî, li Dêrsim, li Geliyê
Zîlan, li Helabçe, li Qamîşlo, li Hewlêr û îro dîsa li Mehabad, li Seqiz
û deverên din li Rojhilatê Kurdistan ji gelê Kurd re kirine gola xwînê.
Ti ferqek biçûk jî di nav dijminên gelê Kurd de nîne, lê rejima Îranê ya
faşîst û terorîst heta niha bi kirinên xwe li tevaya cîhanê eşkere daye
îspatkirin, ku ew xwe ji terorê şûnde venagirin, serok û rêberê Kurdan
yên wek Dr. Abdurrahman Qasimlo û Dr. Şerefkendî bi qeleşî û bêbextî
qetil kirine.
Rejima îslam ya Îranê bi destê Xumeyniyê paşverû û kevneperest di sala
1979an de hate damezirandin. Di pê damezirandinê re rejimê zêde dem
wenda nekir û êrişî Rojhilatê Kurdistanê kir. Pêşmergeyên Partiya
Demokrata Kurdistanê di bin serokatiya şehîdê nemir Dr. Abdurrahman
Qasimlo de bi lehengî li dijî rejimê di ber xwe dan. Lê felek xayîn e,
dijmin bêbext e, ji bilî teresiyê ti tiştekî nizane.
Bê guman mirov dikare li ser bûyerên niha li Rojhilatê Kurdistan li ser
kêmasiyên Kurdan bisekine û bêje, agahdarî di der mafê bûyerên van rojan
de li Rojhilatê Kurdistan dibin ne wisa zelal in. Lê li aliyê din ew
dewletên dikarin kamera têxin karxana ku li Îranê, li Îsfahanê ku têde
madeya ûranyûm ku pê bomba atomê tê çêkirin, ger ew dewletana bixwezin
dikarin hay hay der mafên Kurdan de agahdarî ji rejimê bigirin û li dijî
wê têkevin dewrê.
Dema sola hemwelatiyên Amerîka û Ewrûpiyan li derveyî welatên wan xwar
dibe, ew dewletana di heman demê de çapemeniya xwe dikin dewrê, qiyametê
radikin ser piyan û gelên xwe teşfîkî çalakiyên aştiyane dikin. Lê li
Kurdistanê bi dehan û sedan kesên bê sûc û aştîxwaz di kolanan de têne
gulebarankirin û kuştin, deng ji ti kesî dernayê. Li milê din, nayê
fêhmkirin ku çima Kurdistana azad wisa bêdeng maye û li gorî agahdariyan
destûr nayê dayîn, ku çalakvan van bûyerên rûreş li ser axa welatê xwe
yê azad, mafên xwe yê demokratîk bi kar bînin, li dijî rejima Îranê
protestoyan çêbikin. Belkî mafê herkesî heye, ku ji bo mafê xwe, Kurdan
bikin qurbana berjewendiyên xwe, lê mafê Kurdistana azad tine, ku mafê
Kurdan têke qurbana menfeatên xwe.
|