RAST XWANDIN Û NIVÎSANDINA TÎPÊN KURDÎ


Kemal Tolan

 
Efrin.net 13. 08. 2005
 

Hêjayan,ez bi dilxweşî di gelek rûpelên malperên me Kurdan de dibînim ku piraniya wan gelek giringiyê didine çanda me, xwandin û nivîsandina Kurdî. Ez li gorî dîtina xwe dibêjim, ev karê wan erkekî netewiye û ji xwe li ser her kurdekî ferze ku berî her tiştî xwe fêrî nivîsandin û xwandina zimanê Kurdî bike. Bi dîtina min, ji ber ku her yekê ji me li goriya îmkan û zanîna xwe fêrî nivîsandin û xwandina zimanê dayîka xwe buye û hinek kêmasiyên xwandin û nivîsandina me hebin jî normal e.
 
Wekî dinê ez jî li goriya piratîk û teoriya xwe gelekî xema çanda me dikim û nabêjim ku ez jî ziman zane yek im. Lê, gava ez li goriya zanebûna xwe li hinek hevok anjî bêjeyên zargotinên me Êzdiyan û sîhûyek deng(tîp)ên di elfabeya Kurdî de didime ber hevûdinê, dibêjim, erê raste çend deng anjî herf ji elfabeya Kurdî kêmin. Ez na xwazim niha li ser hemû deng anjî herfên(weke: Hε=Ĥ-ĥ, kih- ke, teh-te, reh-re, a-ah-â ûwd.ê) ku di elfabeya me de kêmin rawestim. Lê, ez dixwazim vêga çend nimûnên navan li ber hevûdinê birêz bikim û li gorî gumana xwe tîpeke ku kême jî weke Є (eh) û Ĥ(ĥe)nîşan bikim (yanjî meriv dikare van dengan bi tîpekî dinê nîşan bike.) Û bi xêra hebûna Înternetê vê pirs û gumana xwe ya ku li ser fêrbûna tîp(herf), axaftin û nivîsandina Kurdî ye ji we hêjayan bikim.
 
Vêca, ji kerema xwe re ka hûn jî guh û bala xwe baş bidine axaftin û nivîsandina van nimûnan, gelo hûn çi cûdetiyê di nava van nimûnan de dibînî?
 

Єh-ε

E

Ĥe = Ĥ-ĥ

H

Li gorî ku ez dizanim di zargotinên me de, zelal xwanê ye ku, em nikarin van navan bi tîpa E bi nivisînin anjî bixwînin.

Birênên û guhdarî bikin, wexta em van navan bi tîpa E bi nivisînin anjî bixwînin, hingê mahna wan namîne anjî mahna wan tê guhastin.

Di zargotinên me de, zelal xwanê ye ku, em nikarin van navan bi tîpa H bi nivisînin anjî bixwînin.

Birênên û guhdarî bikin, wexta em van navan bi tîpa H bi nivisînin anjî bixwînin, hingê mahna wan namîne anjî mahna wan tê guhastin.

Єdûl, Єdlê, Єdûlê

Edûl, Edlê, Edûlê

Ĥeso

Heso

Єfer, Єfo

Efer, Efo

Ĥekîm

Hekîm

Єgît

Egît

Ĥeyder

Heyder

Єledîn

Eledîn

Ĥalêmin

Halêmin

Єlî

Elî

Riĥan

Rihan

Єlimdar, Єlimzan

Elimdar, Elimzan

Ĥesab

Hesab

Єlo

Elo

Ĥezo

Hezo

Єlûş

Elûş

Ĥezar

Hezar

Єmer

Emer

Ĥeqo

Heqo

Єreb

Ereb

Fesîĥ

Fesîh

Єslîxan

Eslîxan

Suĥûd

Suhûd

Єvdal, Єvdê

Evdal, Evdê

ûwd.

ûwd.

Єvdile, Єvdo

Evdile, Evdo

 

 

Єvşê

Evşê

 

 

Єwaş

Ewaş

 

 

Єwr, Єwrê, Єwrîn

Ewr, Ewrê ,Ewrîn

 

 

Єyşan

Eyşan

 

 

Єyşê

Eyşê

 

 

Єyşo

Eyşo

 

 

Єzedîn

Ezedîn

 

 

Єzidîn

Ezidîn

 

 

Єzep

Ezep

 

 

Єzman

Ezman

 

 

ûwd.

ûwd.

 

 

Gava hûn karibin şîrove û nêrîna xwe çi posîtiv anjî negativ ji bo raya giştî di malpera xwe de bi weşînin anjî ji min re bişînî, ezê gelekî dil xweş bivim.
 

Hêvîdarim hûn di saxî, kar û armancên xwe de her serketî bin.

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]