Pêkhatiyên Kovara «Vate»:

Mînaka Hejmara 4an ya Bihara 2005an

 

Dr. Zorab Aloian

Efrin.net 05. 08. 2005

Pêşgotin
Xebatkarên kovara çandî “Vate” ji zû de barê standardkirin, bipêşxistin û berfirehkirina bikaranîna Dimilî-Kirmanckî-Zazakî hildane ser milên xwe. Hetha van yekezanayên hêja di jiyana rewşenbîriya kurdî de ber çavan e: Malmîsanij, Munzur Çem, Mehmet Uzun, Deniz Gündüz, J. Îhsan Espar, Şukrî Atîk û yên din. Cihê gotinê ye, ku berî çendekê navenda weşana “Vate”yê derbasî Stenbolê bûye, herçend nûnerên vê kovarê li Almaniya, Hollanda û dewletên Skandînaviyayê bi berhevkirina keresteyan ve mijûl in.
Eger em nivîsên hejmareke kovara “Vate”yê wek mînak li ber çavan bigirin, emê çêtir bikaribin pêvajoya parastin û nûjenkirina zaraveyê Dimilî-Kirmanckî-Zazakî  bibînin û binirxînin. Hêjayî gotinê ye, ku di vê nivîsê de wê yek ji van navan  -Kirmanckî, Dimilî yan Zazakî – bê biqelemkirin, lê belê di warê dîrokî de têgîna Kirmanckî kûrtir û dirûsttir e. Ev yek ji aliyê xebatkarên kovarê ve jî tê pejirandin.
Hejmara 4an ya sala 2005an, ya ku hejmara 24an ya kovarê ye, bi kurtenivîseke redaksiyonê ji xwendevanan re destpê dibe. Tê de pêdviya çapkirina gotar û berhemên curbicur ji bo zengînkirina vî zaraveyê kevnare tê destnîşankirin. Bi rastî jî, ev hejmara kovara kulturî (li gor xwebinavkirina “Vate”yê) 176 rûpelî ye û bi nivîsên cihêreng ve xemilandî ye. Bi dîtina min, mirov dikare serecema hejmarê li gor babetan weha dabeş bike:
 
1. Beşa zimanzanî
Nivîsa destpêkê encamgotara civîna rêk û pêk ya zanistî li Swedê ye, di kîjanê de pisporên ji hemû herêmên Dimilîaxiv yên Bakur civiyabûn û pirsên rastnivîsê û hinde tegînan gengeşe kiribûn (“Derheqê Kirmanckî de Kombîyayîşê Hîrêsine”, rûpelên 4-88). Ev ji bo hemû Kurdnas û Îranîstan deryayeke ferhenga Kirmanckî ye. Lê ezê bala berpirsyarên vê kovarê bikişînim ser pêşdestiyekê: Ji bo ku dewlemendiya vî zaraveyê han bi giştî û zimanê kurdî bi taybetî diyar bibin, wê baş bûya, eger li kêleka terîpên (parallelên) tirkî her weha terîpên Kurmanciya Jorîn jî xuya bikirana. Helbet, dil dixwest, ku Kurmanciya Jêrîn û zaraveyê nêzîk yê Hewramî-Goranî jî bihatana bibîranîn û aoya raberzînan firehtir bikirana. Bi çar nimûneyên li jêr ezê têbikoşim, ku mebesta xwe zelal bikim. Peyva veyveke (gelin bi tirkî) bi eşkere bi peyva bûk ya zaraveyên din ve hevkok e (rûpela 29). Mînaka diduyan li ser rûpela 48an tê xuyakirin: kışlık (bi tirkî) bi Kirmanckî yi zimistanî  ye. Yan formeya zimistan rastnivîsa zivistan (Kurmanciya Jorîn) û zistan/ zeystan (Kurmanciya Jêrîn) şirove dike, çûnke dibe belgeyeke hevguhartina dîrokî ya dengdêrên m û v/w . Balkêş e, ku etîmologiya vê peyvê bi van bêjeyan ve girêdayî ye: Zîma (“zivistan” di zimanên Slavî de) û Sommer/Summer (“havîn” di zimanên Germanî de) . Lewma li ser bingeha analîzeke weha meriv dikare formeya zivistan di Kurmanciya Jorîn de wek xwerû bipejirîne. Lê eger em bi tenê kışlık bixwînin, rêya zimanzanî dixetime. Mînaka sisiyan ji bona qenciya hevberkirina zaraveyên kurdî: Li ser rûpela 84an e yapmak (bi tirkî) nabêje me, ku lêkerên kerdene (Kirmanckî), kirdin (Kurmanciya Jêrîn) û kirin (Kurmanciya Jorîn) di mayeya xwe de yek in û digihijine lêkerên hemwate di zimanên îranî yên din de. Û mînaka çaran: yıl (bi tirkî) hîç peyewendiyeke digel serre (Kirmanckî) û sal (Kurmancî) nîşan nade. Lê ya hewas li vir ev e, ku di zimanê kurdî yê berê de hevguhastina dengdêrên r û l pêk dihat.
Keresteya din di vê beşê de analîza ferhenga “Türkçe-Dersimce Sözlük” ya Huseyîn Çakmak e. Xwediyê vê analîzê birêz Munzur Çem li ser rûpelên 108-115an li ser cîhanbîniya Huseyîn Cakmak radiweste, yê ku çarçoveya Kirmanckî tengtir dike û navê Dersimce (zimanê Dêrsîmê) bi kar diîne. Bê guman, di van mijaran de encamên dîrok û zanistê ji “qenaatê min o şexsî” (gotina Çakmak) giranbuhatir in. Lê îdeologiya Huseyîn Çakmak xwe di tîpa ğ tirkî re bera dike, ya ku ew dewsa tîpa x bi kar diîne. Huseyîn Çakmak bi xwe venaşêre, ku: “Çiqas ke destebera mi ra ame, ez çarçewa alfabeta tirkî de menda” (rûpela 111an ya gotara Munzur Çem û rûpelên 106-107an yên ferhengê). Her weha Munzur Çem li ser kêmasiyên zimanzanî jî radiweste, gelek ji wan lawaziya argumentên amadekarê vê ferhengê diyar dikin. Nimûneyeke berbiçav: Huseyîn Çakmak ji lêkerên kerdene û werdene suffîksa –dene- werdigire û ev yek şaşiyeke gelek mezin e, çunke suffîksa rast –ene- ye û kokên van lêkeran kerd û werd in. Dîsan jî Munzur Çem daxwaz dike, ku her rewşenbîrekî Kirmanc çi ji destê wî tê ji bona vejînkirina Kirmanckî bike.
Gotara Roşan Lezgîn “Terxcume û Averşîyayîşê Ziwanî de Rolê Tercumeyî” hinde pirsên teorî û praktîkî dike mijar  (rûpelên 117-121). Wek mînak, birêz Roşan Lezgîn wergeran agahdar dike, ku ew hevokên tirkî yan farsî bi rengekî mekanîk nekin Kirmanckî û cureyên vegotina kurdî bi qelem bikin: “Adınızı lütfeder misiniz?” (bi tirkî), “Êsmê şerîfet?” (bi farsî) û “Nameyê to bi xeyr?” (bi Kirmanckî).
Lêkolîna Ehmedê Dirihî “Kirmanckî de Namedayîşê Nebatan” li ser rûpelên 127-132 berdewama nivîsa wî ji hejmara berê ye. Agahiyên birêz Dirihî bi rastî xezîneyek in ji bona hevberkirina zarave û devokên kurdî. Gava min dît, ku hejmareke mezin ji peyvên Dimilî û bêjeyên devoka Serhedê (devera Qersê) yeksan in, ez pê re heyrîm. Rewa ye, ku beşeke van peyv û têgînan ji bilî Qersê û zaraveyê Kirmanckî di devokên din de nayê bikaranîn.
Gotin û îdiyomên Zazakî bûne mijara du nivîsên din. Serdar Bedirxan di “Tayê Îdyomî” de (rûpelên 148-149) weke 30 îdiyomên balkêş bi rêz dike û şirove dike. Mehmûd Nêşite jî xwe disipêre jêmayiyên devkî li derdora Licê: “Dorûverê Licê ra Tayê Vateyê Verênan” (rûpelên 157-159).
  
2. Beşa Wêjeyî
Di vê beşa han de wêjeya gel, wêjeya nûjen û werger cih digirin. Ji têkstên tomarkirî mirov dikare bi taybetî van cewherên çandî bi nav bike: “Haci” (ji sedsala çûyî, amadekar H. Giran, rûpelên 160-161),  “Semedê Qiçan a Vateyî” (amadekar Xezala Şarikî, rûpela 163) û “Rîpelê Fiqrayan” (henekên gel ji hêla çendîn kesan ve qeydkirî, rûpelên 166-173). 
Di kurteçîrok û helbestên wêjener û xwendevanên Dimilî re hesreta welêt û diltengiya bi şewat derbas dibin. Mînakeke helbesta ciwan û serkevtî:
Şewa tarî ya
Astarê hê ezman a kay kenî
Bêveng û bêpîyeci.
 
Xeyalan ramit mi ser
Xençeranê yin ra dejî rijênî.
Hûnê kenî aya derdî cîgera min a hare
Hûnê zerrîya min a veşayî
Hurdî-hurdî bermena heta siba.
 
Şewa tarî ya
Astarê hê ezman a kay kenî
Xemî înan ez nîya.
(Helbesta “Xeyalî” ya N. Celalî, rûpela 122).
 
Her carekê ku em berê xwe didine xezîneya wêjeya gel, em mêze dikin, ku tê de hêza hindurîn ya bedewbûnê xwe ditelîne. Ne dûr e, ku berxwedana me ya çandî jê tê:
Kuçey ma der û tengî
Qatlixê Hacî qahwerengî
Heywax, heywax, leminey!
Dayey korey, leminey!
(“Hacî”, rûpela 160).
 
Çawa baş tê zanîn, yek ji megerên pêşkevtina zimên wergerandina wêjeya biyanî ye. Cihê keyfxweşiyê ye, ku kovara “Vate” pencereya edebiyata cihanê vedike. Wisa, li ser rûpela 156an helbesteke Emily Dickenson (1830-1886) ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi Kirmanckî tê pêşkêşkirin. Ji bilî vê, ji pirtûkên teze, yên ku di dawiya kovarê de têne birêzkirin, wergerandina du berhemên payebilind ser Kirmanckî me dilşad dikin: “Notre-Dame a Parîsî” ya Victor Hugo û “Robinson Crusoe” ya Daniel Defoe. Cihê xweşhaliyê ye, ku ev du berhemên klasîkên ewropî bi piştgiriya Weqfa Kurdî ya Kulurî li Stockholmê ketine nav pirtûkxaneya me ya neteweyî.
 
3. Beşa Hevpeyvînan
Di vê hejmarê de sê hevpeyvînên watedar jî têne çapkirin. Du heb ji wan bi serhildana Dêrsîmê vê girêdayî ne û ji bo belgeparêziya dîrokê gelek giring in: “Ma uza de qir kerdîme” (reportaja Y. Barî Arslan, rupelên 91-94) û “1938 di Ez Dêrsim di Esker bîyo” (reportaja C. Zerduşt Pîranij, rûpelên 96-106). Sernavê hevpeyvîna sisyan “Çewlîgî ra Seydayo Namedar Mela Silêmanî Sipênî-i” (reportaja W.K. Merdimin, rûpelên 134-146) naveroka xwe belî dike.   
 
4. Beşa Agahî û Nûçeyan
Du wêneyên xerabeyên dêrên Ermeniyan (rûpela 89), agahdarî li ser pirtûkan, ku li jorê jî hatibûn bibîranîn (rûpelên 173 û 176) û hinde tiştên din dikarin li bi siya vê beşê de bêne bicihkirin. Mixabin, di van rojên dawî de nûçeya dadana (girtina) kursên taybetî yên kurdî li Amedê gihiştine me. Lewma kurtegotara “Akerdişê Merasimê Sertîfîkaya Kirmanckî (Zazakî)” (rûpelên 150-151) di rewşa îro de dibe şabûna berwext.
 
Paşgotin
Rêjeya pêkhatiyên vê hejmara “Vate”yê gelek balkêş e:
-         % 63 cih ji bo keresteyên zimanzanî hatine dayin;
-         % 18 ji bo wêjeyê;
-         % 16 ji bo hevpeyvînan û
-         % 3 ji bo agahî û nûçeyên din.
 
Bi gotineke din, armanca bikaranîna Kirmanckî wek zaraveyê nivîskî li pêşiya her tiştî ye û ji bo vê yekê xebata zimanzan û wêjeneran bêrawestan e. Têbîniyeke din belkî ne bi dilê rewşenbîran be, lê % 90 ji xwediyên nivîsan mêr in.
Zimanê ku di kovarê de tê xebitandin hêjayî pesn û serfiraziyê ye. Her hevokek li ser asta zanistî ye û her peyvek bi destrastî hatiye çapkirin. Heyf û mixabin, ku kêm kovarên kurdî hene, yên ku têsktên xwe di ber çavên pisporên zimên re didin derbaskirin. Lê xebatkarên kovara “Vate”yê xwe di vî warî de diwestînin û lewma Kurdên, ku bi Kirmanckî neaxivin jî, dikarin mêldariya vê kovarê bikin.
Li vir em têne ser pirsa bingehîn: Gelo rewşa yekgirtina zimanê kurdî wê çawa be? Ev pirseke dûr û dirêj e, lê xalên sereke têne zanîn:
-         Hemû zaraveyên kurdî divêt bi şanazî bêne xebitandin û geşkirin;
-         Cawa Kurmanciya Jêrîn (ango Soranî) êdî hatiye standardkirin, wisa jî divêt standardkirina Kurmanciya Jorîn û Dimlî-Kirmanckî-Zazakî jî (her yek di nav xwe de) bi zanistî biqedin;
-             Yekkirina alfabeta kurdî gerek e bikeve rojevê.
 
Di vê pêvajoya avakirinê de kovara “Vate” rêzaniyê dike. Ji ber vê yekê, ew hêja ye, ku bigihîje destê hemû kesên, ku serê xwe ji bo ziman û çanda kurdî diêşînin. Bi baweriya min, eger di her hejmarekê desê-çar rûpel bi Kurmanciya Jorîn û Kurmanciya Jêrîn bi kurtî basa naverokê bikirana, xwendevanên nû wê bihatana qazanckirin.
 
Ji bo daxwazkirinê:
Vate
Şehit Muhtar Mah.
Nane Sok. No: 5/5 Kat: 3
Beyoğlu/Istanbul
Telefon: (90 212) 244 94 14
E-mail: <butkan@mynet.com> û <espar@bredband.net>  

Jor

Çapkirin

© Copyright - All Right Reserved [ www.efrin.net ] [ webmaster@efrin.net ] [ info@efrin.net ]