Destê xwe yê qerêj
ji ser gelê me li rojhilatê Kurdistanê rakin
Cankurd
Efrin.net 30.07.2005
Weku sîstema şahê Iranê bûye qurbana hovbaziya xwe ye mezin û gelên
Iranê ew sîstem bi darê zorê roxandine, diyar e ev sîstema têrorî jî, ya
ku kurkekî derweîn li ser navê Islamê li xwe kiriye û ji zû ve rastîniya
wî bo hemî cîhanê diyar e, dikeve wan şaşiyên şah M. Riza, û wilo temenê
xwe kintir dike û roxandina xwe bi xwe nêzîktir dike.
Şahê Iranê ket şaşiyek mezin, dema hêzên xwe dij bi serhildana gelên
Iranê derxistin kolan û xiyabanan, wan hêz li hember fedekarî û biryara
gel jar bûn û nema dikarîn sîstema wî biparizin. Di dûrokê da jî her
wilo bûye, gava deselatdar û gel dij bi hev dibin, hêza leşkerî dest bi
bedkariyên xûnî dike, lê paş demekê dibîne, ku ji berjewendiyên wê hêzê
ye, xwe bide aliyê gel û dev ji deselatdar berde.
Lê belê wilo dibe, gava teviya gel li hember deselatdar bi hev re rabe,
hema gava parek seriyê xwe hilde û parên dî jî destgirêdayî û wek
temaşvan di mala xwe da rûnin, hîngê rewş wêran dibe û hêza leşkerî û
hêminî bi deselatdariyê re dimîne û hovbaziya wê bi cih tîne, wek acetek
xûnrijandinê kar dike. Ew parê gel, ku serê xwe hildaye, di xûna xwe da
digevize û ew serhildan tê vemirandin.
Em di dûroka nûjen da jî vê yekê dibînin. Çawa Kemalîstan hemî
serhildanên gelê me li bakurê niştê me yek û yek bi darê zorê, bi
xûnrêtinê û bi qirkirin û wêrankirinê pelixandin û vemirandin. Bo çi? Ji
ber ku parek ji gel radibû ser pêyan û para mezin jî di mala xwe da
bêliv daniştibû, weku ev kêşe hîç ne ya wan e.
Li Sûriyê jî sîstema Esed di sala 1980ê da serhildana bajarên Hema û
Helebê bi xûnrijandinek mezin şikandin û di sala 2004 da serhildana gelê
Kurd tepisand, ji ber ku dîsa parek ji gelê sûrî tev li serhildanê bû ne
teviya gel.
Iro li rojhilatê Kurdistanê, ji ber îşkencekirinê, wêrankirinê û
darvekirina mirovan bi şêweyekî hovane, ji ber nasnekirina nasnameya
neteweyî ya gelê me, ji ber talankirina xêr û bêrên Kurdistanê û ji ber
binpêkirina mafên mirov, êdî gelê me yê qehreman nema vê yekê
dipejirîne.
Ev serhildan terzek ji terzên bi cihanîna mafê çarenivîsê ye, ew mafê di
peymanên navneteweyî da hatiye paristin û dewleta Iranê jî îmze û
şeqleya xwe li binî daye.
Rewşa cîhanê hatiye guhartin. Di dema şah da du xendek stratîcî li
hember hev hebûn, ya Sosyalîst û ya Imperyalîst. Iro ne wilo ye. Di dema
şah da biryarek neteweyî ya bo ketina hindir welatekî bi egera paristina
mafên mirov tune bû. Paşku Seddam Huseyn ê har di sala 1991ê da hêrişa
xwe ya xûnî aniye ser gelê me li başûrê Kurdistanê, Neteweyên Yekbûyî di
encumana xwe ya hêminiyê da biryarek bo rawestandina wê hovîtiyê di nav
sînorên fermî yên dewleta Iraqê da stand û bi teherekî leşkerî ew biryar
bi cih anî. Ev biryar çavêd deselatdarên Iranê jî ditirsîne, lê gelek
pêwîste, ku bangeşîniya "mediya" kurdî hovîtiya va sîstema têrorê baş
bide ber çavêd cîhanê. Mixabin! Di vir da karê Kurdan wek hercar qels e
û bangeşîniya kurdî ketiye bin basikên partîniyê.
Hêzên ramyarî yên netewe ya Kurd, weku çawa piştvaniya serhildana başûrê
Kurdistanê di sala 1991-1992 kirine, ji sala 1984ê da bi histobariya xwe
ya neteweyî bo bakur rabûne û gelek şehîd di rêya azadiyê da dane û sala
2004ê li serhildana gelê me li rojavayê Kurdistanê derketine, wê bêguman
di ber gelê xwe da li rojhilatê Kurdistanê jî bi erkên xwe yên biratiyê
û hevmaliyê rabe. Ne di şahiyê da û ne jî di tengiyê da, çi hêz li
cîhanê nikane vê neteweyê paş dayîna evqas şehîd û paş evqas hişyarî ji
hev cihê bike.
Deselatdariya têrorî li Iranê destê xwe yê zorê daye ser gelê me, her û
her bizavê dike, ku bihna serhildanê di sîngê gelê Kurd da bifetisîne,
lê ew nema dikare, ji ber ku rewşa cîhanê bi tevayî hatiye guhartin û
neteweya Kurd jî di van bîst salên dawîn da pir gav ên mezin di
hişyariyê da avêtine. Paş wan gavên berçav ên li başûrê Kurdistanê, êdî
kêşeya kurdî di cîhanê da deng vedaye. Kurd bi hêz bûne, bêtir hatîne
naskirin, ku ewan bo azadiyê û demokratiyê dixebitin û derewêd neyarên
wan berbad bûne, yek û yek çarîkêd wan ên qerêj hatîne çirandin.
Raste ku gelên Iranê yên dî niho li gelê me destgirêdayî û bêliv û bêşiv
temaşa dikin, lê ewê binzor bibin, ku ciyê xwe diyar bikin, ka ewan li
gel serhildana azadiyê ne an li dij in.
Histobariya hêzên neteweyî û demokrat ên kurd jî eve, ku wan gelan û
hemî gelên cîhanê û azadîxwaz û aştîhezan bi ser xwe ve û bi ser
serhildana gelê xwe ve bikişînin. Hîngê wê deselatdariya têrorî ya Iranê
binzor bibe, ku destê xwe yê bi xûn ji ser gelê me rake.
|