KURD .. Û GUHERTIN DI SÛRIYÊ DE
Şêrgo SIRÛCÎ
Efrin.net 16. 07 2005
Kurd , wek neteweya duwemîn di Sûriyê de, bi rola xwe ya dîrokîn, û
heyina xwe ya nihayîn, nabe ku bihe qetandin û dûrxistin ji her
kiryareke guhertinê di Sûriyê de. Û ji ber vê yekê em dixwazin di vê
gotarê de bisekinin li ser guhertina ku xuyadibe di asoya ayindeya nêzîk
de sebaret bi Sûriyê, û rola ku dihe xweztin ji sûriyan bi gelemperî, û
ya kurdên Kurdistana Sûriyê (Rojavayî Kurdistanê) bi taybetî, di vê
guhertinê de.
Dêmek , guhertin diheye bê guman, wek ku rewş û rejîma cîhanî ya nû divê,
û wek ku dewletên mezin (û bi taybetî USA) proje û bernameyên siyasî û
teknîkî jê re amade kirine û bikardihînin, ji bo ku – li dawiya dawiyê –
qezencê li berjewendiya wan bike, di radeya yekemîn de, û ne xem e ku
qezenc ji gelan re, an ji rejîman re hebe.. Û li dawiyê, ev tişta dimîne
li encamên xweamadekirina her aliyekî ji bo guhertinê.
Sûrî , wek rejîmek di herêma rojhilata navîn de, hîroj di bin siha
projeya guhertinê de ye. Û wek em dibînin çawa ti kes nemaye ku
piştgiriya wê bike, piştî ku hemû pelên wê yên li derveyî sînorên welatî
hatine şewitandin, û helbet pela hundirîn jî ji berê de şewitî ye. Ango
ev welata amade ye ji bo guhertinê, di her halî de, û wek hev e ku
rejîma desaletdara sûrî vê guhertinê bixwaze an na.
Lê weku xuya ye ji çavdêran re, guhertina ku kar jê re dibe li derveyî
sînorên welatî , ji aliyê dewletên xwedî berjewendî de, ne ew e
guhertina ku ji hundirê sîrorên welatî de dihe xweztin. Heya hîroj em
dibînin ku dewletên mezin ti daxwazên gewherî ji rejîma sûrî nekirine,
di warê demoqrasiyê û mafên merov û çareserkirineke dadmend ji bo doza
kurdî de. Tevaya daxwazên wan dewletan dikevine warê xwekişandina
leşkerî û asayêşî ji Libnanê (ew jî pêkhat), û bi dawîanîna piştgiriyê
ji rêxistinên terorîst re, çi li Libnanê û Felestînê û çi jî li Îraqê..
di gel hindek daxwazên din yên sêrek.
Dêmek , heya niha , ev dewletina dev ji rejîma sûrî neberdane, û xistin
û avêjtina wê nekirine movikek di projeya xwe ya guhertinê de. Helbet,
sedem jî ew e ku: Heya roja hîroj, hîn van dewletan şûngirê vê rejîmê
nedîtine. Û di tunnebûna evî şûngirê niştimanî yê demoqrat de, hêviya
sûriyan di guhertinê de li paş dimîne, û daxwazên wan di warê
demoqrasiyê de nikarin xwe bi rengekî serkevtî berdine nav bernameyên
guhertinê yên hatine kêşandin li derveyî sînorên Sûriyê..
Barê herî mezin hîroj li ser mila welatparêzên sûrî bi giştî, ew e ku
karbikin ji bo avakirina şûngirekî niştimanî û demoqrat. Û barê herî
mezin hîroj li ser mila welatparêzên kurd li Kurdistana Sûriyê bi
taybetî, ew e ku bilezînin ji bo avakirina amrazeke xebatkar ku karibe
nûnertiya gelê kurd li Sûriyê bike, û karibe xwe pêşkêşbike wek beşekî
bihêz ji şûngirê niştimanî yê demoqrat wek ku dihe xweztin.
Wek vî karî ji kurdên sûriyê dihate xweztin di sala 1946 ê de, lê kurd
wê çaxê ne amadebûn, û fersend ji destê xwe berdan. Hîroj jî di sala
2005 ê de, dîse ku kurd ne amadebin, ev fersenda hîroj vê carê jî ew ên
ji destê xwe berdin. Û kes nizane kengî wê fersendeke din, wekî vê,
bikeve destê wan.
|