Fenteziya nîjadperestan bêsînor e: “Kesk, sor û zer,
rengên çanda Tirk in"
MUHAMMED TAŞDEMÎR
Efrin.net
AMED (02.07.2005) MHA- Di pirtûka bi navê 'Em, Em Hemû, Yek in...'
ku
ji hêla “Komeleya Piştgirî û Alîkariya Mafên Mirovan û Malbatên
şehîdên Amedê” (YURT-SAV) hate weşandin de, li dijî çand,
dîrok û zimanê kurdî êrîşên neteweperest hatin kirin. Di pirtûkê
de ji kurdan wekî 'civakeke ku ji peyva berfê (kar) tê' hate
behskirin û hate îdîakirin ku koka kurdî ji zimanê oguzî tê.
Di gotina pêşî ya pirtûkê de, "Armanca me raxistina li ber çavan
a rastiyên folklor, antropolojî, ziman û dîroka kurdî ye" hate gotin
û der barê rengên kesk, sor û zer de jî tespîteke wiha hate kirin:
"Rengên kesk, sor û zer, rengên çanda tirk, rengên dîroka tirk a bi
rûmet e."
“Komeleya Piştgirî û Alîkariya Mafên Mirovan û Malbatên
şehîdên Amedê” (YURT-SAV) dîsa ji heman weşanxaneya
komeleyê pirtûkeke bi navê 'Em, Em Hemû, Yek in..' weşand û 10
hezar heb li Amedê bê pere belav kirin. Di pirtûkê de li dijî çand,
dîrok û zimanê kurdî peyvên neteweperest û şoven hatine
bikaranîn û propagandaya neteweperestiya Tirk hate kirin.
Wekî çavkaniya pirtûkê, pirtûkên wekî; Bi Her Awayî Dosyaya Kurd,
Rastiya Anatolîaya Rojhilat, Tirkiyeya Kurdan, Nivîsên Tirk ên Berê,
Rewşa Etnîk a Tirkiyeyê, Ji Civakên Hemnetew Kurd, Nasnameya
Rojhilata Başûr û Sosyolojiya Netew ku li dijî realîteya kurd
hatiye amadekirin, hatine nîşan dan. Di gotina pêşî ya
pirtûkê de "Armanca me raxistina li ber çavan a rastiyên folklor,
antropolojî, ziman û dîroka kurdî ye" dibêje û bi vî awayî tê xwestin
ku 'nînbûn'a gelekê bê îspatkirin.
Di destpêka pirtûkê de ji bo pêşî li ber şovenîzma ku tê
kirin gotina "Ger tirkek ku ji kurdan hez neke hebe ne tirk e, ger
kurdek ku ji tirkan hez neke, ne kurd e" ya Ziya Gokalp ku ji Amedê
ye û wekî neteweperestê Tirk tê zanîn, hatiye bikaranîn. Di beşa
bi sernava 'Em dixwazin çi bidin îspatkirin' de jî "Hin nivîskar û
siyasetmedar 'bi riyên dij zanistî', 'bi riyên bo propagandayê'
dixwazin 'Dîrokeke Kurd' derxînin holê" hatiye gotin. Bi vî awayî
baş nîşan didin ku dixwazin dîroka kurd ji holê rakin. Der
barê dîroka kurd de jî "Ji bo ku ji civakên ku dixwazin bi navê
'Kurd' hev berhev bikin, çêkirina dîrokeke neteweyî derketiye holê"
hatiye gotin û tespîtên wiha hatine kirin: "Dîroka kurd bi giştî
tarî ye. Xebatên Dîroknasên wekî Vladîmîr Mînorsky û Bazîl Nîkîtîn ne
bi zanistî ne. Di tu çavkaniyên wekî; dîrok, arkeolojî, antropolojî,
erdnîgarî, etnografya, fîlolojî û zanistiyên civakî de der barê
'Dîroka Kurd' de nîşaneyek nîn e."
Ji bilî van yekan di beşa 'Wateya Peyva Kurd' de jî "Peyva kurd
di tu civakên Îran û Aryanî de nîn e. Tenê di qewmên tirk û oguzan de
heye. Ev qewm ji ber ku li ser zozanên bilind ku ser girên wan berf
(kar) heye dijîn, navên wan 'Kurd' maye" hatiye gotin û bi vî awayî
hatiye tespîtkirin ku navê kurd ji "berfa hişk ku direng dihele"
hatiye. Bi vî awayî piştgirî didin angaşta ku dibêjin kurd
ji dengên 'Kar-kurt'ê hatine û di dîsa heman beşê de ji bo
kurdan wiha tê gotin: "Li Anatolîayê wateya peyva kurd wiya ye;
çiyayî, kesên ku di bazarên qezayan de mast, rûn, hêk hwd
difroşin."
”Kesk, sor û zer ên osmaniyan e”
Der barê Cejna Newrozê de jî di beşa bi navê 'Kevneşopiyên
Kurdan' de wiha hatiye gotin: "Dema ku kevneşopiya Nevruzê tê
lêkolînkirin ku wekî cejna neteweyî ya kurdan tê nîşan dan,
derdikeve holê ku 'Nevruz' peyveke farisî ye û di tirkî de tê wateya
'Roja Nû'. Bi vî awayî nîqaşên der barê Cejna Newrozê de jî
hatine domandin. Di heman beşê de ji bo rengên kesk, sor û zer
ku ji ber bikaranîna kurdan salên dirêj hate qedexekirin wiha tê
gotin: "Rengên kesk, sor û zer, rengên çanda tirk, rengên dîroka tirk
a bi rûmet e." Ev yek bi gotina, "Di Împaratoriya Osmaniyan de
sancak, al û tug bi rengên kesk, sor û zer bûye" hatiye xwestin bê
îspatkirin.
'Kurdî amurekî lehevhatina xwecihî ye'
Di pirtûka ku tê xwestin çand û dîroka kurdî wekî ku nîne, bê
îspatkirin de di beşa 'Zimanê Kurdan' de vê carê ji bo kurdî
"Zimanê kurdî ne zimanekî çandî ye" hatiye gotin û bi vî awayî hatiye
îdîakirin ku kurdî amurekî lehevhatina xwecihî ye. Di vê beşê de
hatiye angaştin ku kesên ku bi devokên kurdî diaxivin hev fêm
nakin û dîsa hatiye gotin ku di navbera kurdî, zazakî û altayî de
nêzikî heye. Ev îdîa wiha hatiye xwestin ku bê îspatkirin: "Li ser
kurdî bi giranî bandora farisî û oguzî heye. Zêdetir ji peyvên tirkî,
farisî û erebî pêk tê."
Di pirtûkê de kurdî bi gotinên, "Di 'Dîvan-u Lugat-it Tirk' ya
Mehmûdiye Qaşqarî de, tê gotin ku zimanê kurdî, bi hemû
taybetiyên xwe ji zimanê oguziyan tê" hatiye xwestin ku zimanê kurdî
ji oguziyan hatiye. Dîsa di pirtûkê de li gorî lêkolînên Sefîrê Rûsî
Alexsander Jaba hatiye gotin ku di kurdî de 8 hezar û 307 peyv hene û
ji van 3 hezar û 80 heb ji Tirkmenî, 2 hezar û 640 ji farisiya kevn û
2 hezar jî ji erebî hatine. Ji bo peyvên mayî jî "Nivîskar xwestiye
ku bibêje kurdî tenê 300 peyv e. Di van 300 peyvan de jî bandora
tirkî heye. Bi zimanekî ku ji 300 peyvan pêk tê jî wekî ku zimanekê
nayê qalkirin." Her wiha di pirtûkê de kurdî wekî 'peyvên ku di
zimanê eşîran tê bikaranîn' hatiye nasandin û bi nêzikiya tirkî
hatiye xwestin bê îspatkirin.
Di beşa encam a pirtûkê de hatiye îdîakirin ku îdîakirina hebûna
netewa kurd nepêkan e û ev yeke bi zanistî jî nemumkun e. Di dawiya
pirtûkê de tespîtên wiha hatine kirin: "Bûyer tenê 'kurdbûna'
tirkmenên ku li Anatolîaya Rojhilata Başûr û Rojhilatê dijîn e.
'Tirkbûn' ne serdestbûna netewek e. Bi gotina 'Ez tirk im' tu kes, tu
netew an jî kom nasnameya xwe red nakin. Em ji birayên xwe yên ku
kokên wan ji Asyaya Navîn tê bi gotina Ataturk bang dikin; 'Amedî,
wanî, erziromî, trabzonî, stenbolî, trakyayî û makedonyayî kurên yek
netewê ne û damarên heman cewherê ne'."
MHA NEWS AGENCY
|