Dr. Zorab Aloian
efrin.net.30.06.2005
Nêrînên Giştî
Zorbeya lêkolînên li ser dîroka Kurdistanê di nav çarçoveyên "fesal"
de dimînin, ango raberzînên wan li ser bûyer, kesayetî û rewşa siyasî
ne. Ev nêzîkbûna teng bersiva pirsa sereke nade: Kîjan bingehên dîrokî
ji hebûna dirêjxayan ya Kurdan re bûne misoger? Bê ku dîroka kûr ya
Kurdistanê vekolînin, siyasetmedarên Kurd û biyanî wê der-dora
çareseriya kêşeyan biçin û bên, wê pêşveçûnan bikin cangoriyên teoriyên
giştî û wê di nav dirûşmeyên vala de armancên Kurdan veşêrin. Mînakên
van dirûşmeyan li ber çavan in: Biratiya Kurd û Tirkan, yekîtiya gelên
Misilman, federalîzma erdnîgarî, mafên kêmneteweyan, krîterên
Kopenhagenê… Mixabin, ji van bêkêrtir jî hene.
Ji aliyekî ve, şaşiyên siyasî hene û ew şaşî ji zanîna kêm tên. Ji
aliyê din ve, rûreşiya berhingaran bi mebest tiştan destepaçe û tevlihev
dike. Lê ji bilî van herdu tengasiyan, îdeologiya lîberalîzmê rê li ber
şirovekirina berdewamiya dîrokî (bi înglîzî continuity) digire.
Îro ramana lîberalîzmê cihê xwe di gengeşeyên teorî de girtiye û
kartekîneke mezin li ser pevajoya siyasî ya navneteweyî dihêle. Lewma
mirov dikare hebekî li ser vê pirsê raweste.
Lîberalîzm bala xwe dide sedema pirsgirêkan (ji bo çareseriya
dadmendî) û berjewendiyên aliyan (prensîpa bazara azad di siyasetê de).
Aloziyeke here mezin ya nêrînên lîberal ev e, ku deriyên sembolîk û
giyanî nayêne vekirin. Di çavên lîberalan de, bawerî, wateyên çîvanokên
gelan, peywendiya di navbera dîroka bûyî û dîroka şirovekirî de û bi
giştî her tiştekî mecazî ne hêjayî sohbetê ne. Lê belê, mînakên
neteweyên curbicur dibêjine me, ku ev deriyên girtî dikarin nasnameya
serzemanî (transtemporal) biafirînin û bibin sekoya konsepta
serbestiyê. Ji ber vê yekê çêtir e, eger em di warê hêmanên sembolîk ya
Kurdewariyê de agahdartir bibin. Hizrdarên lîberal wan hêmanan yekcar li
ber çavan nagirin. Nemaze çunke ew ji xwe ne lîberalên Kurd in.
Lê ramaneke xerabkar heye, ku hên berî lîberalîzmê xwe di nav sedsala
20an re bera kiriye û bûye prensîpa jiyana navdeweletî. Û bi vî awayî jî
bûye sedema kerasetên mezin. Ev raman daxwaz dike, ku çareseriya hemû
pirsên nav(neteweyî) li ser bingeha qanûnan pêk be, herçend ev qanûn li
gor kar û berjewendiyên desthilatdaran hatine afirandin û bi destê wan
têne parastin.
Peywira Dîroknasên Kurd
Pirsa sereke, çima Kurd cemawerekî dîrokî ye, gelek tişt di nav xwe
de veşartine. Eger em vê xalê bidin ser hev û berbiçav (konkret) bikin,
dîroknasên Kurd divêt hinde tiştên bingehîn bê tirs û şerm bi qelem
bikin:
- Zimanê kurdî xezîneya ferheng û rêzimanên hem ber-Hindo-Ewropî, hem
jî yên din ji herêmê ye;
- Dîn û olên Kurdan bi şeweyeke belî (çi erdnîgarî, çi jî li gor
pergalên aynî) digihîjine çavkaniyên dînên cîhanî;
- Çîvanokên Kurdan bi kêmanî herêmî ne, lê ne dûr e, ku di koka xwe
de serboriya mirovahiyê bi xwe re kaş dikin;
- Qeraçiyên (li hinde herêman ji wan re dibêjin "Mirtiv", ji peyva "Mirtib")
Kurdistanê bermayiyên vê pela mezin ya koçkirina Qeraçiyan ji Hindistan
heta Ewropayê ne. Balkêş e, ku pisporên Qeraçiyan basa 500 peyvên kurdî
di zimanê wan de li Ewropayê dikin; beşek ji wan - mîna gaziya "lê-lê" -
ketiye nav zimanên gelên Rojhilata Ewropayê;
- Bê Cihûd - ango Yahûdiyên Kurdistanê – wateya dîroka vî gelî kêmtir
dibe;
- Rojhilatzanê mezin Vladimir Minorsky di çavkaniyên serdema
Selaheddînê Eyûbî de nîşan dide, ku hên wê demê basa Kurdîtiyê – wek
hesteke taybetî – dihate kirin;
- Ji Şerefxanê Bedlîsî em fêr dibin, ku netewîtiya derebegî ya Kurdan
di sedsala 16an de wisa xurt bû, ku ev êdî çend sedsal in, ku ew
kolneder e (Şerefxanê Bedlîsî).
Bi ya min be, di nivîsên li ser dîrokê de, xalên weha, yên ku
berdewamiya dîrokî û xwezanîna Kurdan berpa dikin, gerek e bibin armanca
serpişik. Mebesta dawî ev e, kudelîveyên siyasetmedarên Kurd bêne
firehkirin. Çunke – li dij cîhanbîniya lîberalan – netewe ne mîna komeke
lîstokvanên şetrencan e û ne jî civakeke jiberxwederxistî ye (bi înglîzî
imagined community).
Bingeha fikira neteweyî li Dema Navîn, hebûn û xwezanîna çîna
arîstokratan bû. Ev çîn ne li ba hemû neteweyên hebû, yên ku îro bûne
xwedî dewlet. Lê rista vê çîna bi reçelek di nav Kurdan de belgeya
kûraya dîrokbûna Kurdan e. Ji ber vê yekê lêkolîna Rohat Alakom "Arîstokratên
Kurd: Torin" hêja ye, ku ji aliyê Kurdan û xêrxwazan ve bibe sedema
raberzînên bi nirx.
Naveroka Pirtûka Rohat Alakom
Hêz û giraniya pênûsa birêz Rohat Alakom hên di vê têbîniya wî de
xuya dike, gava ew karnameya xwe wek „cerbandina dîrokê" bi nav dike. Bi
vê gotinê ve, ew rexneyên zanistî dipejirîne (berevajî helwêsta wan
rewşenbîrên Kurd, yên ku rexnegirtinê wek pelamareke li dijî namûsê mêze
dikin).
Hêjayî gotinê ye, ku ev pirtûka 14mîn ya pisporê dîrok, wêje û civaka
Kurdan birêz Rohat Alakom e. Ev hejmara han bi serê xwe – eger em xebata
wî ya giştî jî li ber çavan bigirin (gotar, konferans, danûstandinên bi
awayên din) - keda Rohat Alakom ji bo Kurdzaniyê eşkere dike. Her weha,
ev lêkolîna teze diyar dike, ku lêkolîner metoda xebata xwe bi
keresteyan gihandiye asteke profesiyonel ya navneteweyî. Bi biryareke
rast, birêz Alakom, ji ber taybetmendiya Kurdistanê, çavkaniyên devikî û
nivîskî hevber kirine û ew bi kûrayî şirove kirine. Her wisa wî analîzên
xwe sipartine dokûmentên osmanî û rûsî, lêkolînên Kurdologên navdar mîna
Vladimir Minorsky, Emînê Evdal, Elena Vasilieva, Ismail Beşikçi, Cerkez
Bakayev, Michael Chyet û gelekên din. Pirtûk bi du zimanan di
weşanxaneya Apecê de hatiye weşandin: kurdî (% 75) û tirkî (% 25).
Dabeşkirina lêkolînê bi kurdî wisa ye: Pêşgotin; Çend Rûpel ji
Dîroka Serhedê; Torin Kî ne; Komên Torinan; Mezinên
Torinan; Coxrafiya Torinan; Notên Binî (Jêder) û
Albûma Torinan (digel wêneyên balkêş). Belê, Rohat Alakom
bîblîografiyeke berfireh bi rêz kiriye, lê xwezil di kutasiya pirtûkê de
Index (nîşana têgîn, nav û yekîniyên erdnîgarî digel rûpelan) jî
hebûya.
Naveroka pirtûkê zahf dewlemend e. Her pirseke şirovekirî me nêzîkî
rastiya têgihiştina dîrokê dike. Ne dûr e, ku hinde dîroknas kêmasiyeke
metodologî têderbixin: Pirtûk ne tevaya pêvajoya arîstokrasiyê li
Kurdistanê şirove dike û belkî bisînorkirina navê wê mîna "Arîstokratên
Kurd li Serhedê" wê dirûsttir bûya. Lê ez bi xwe digel biryara birêz
Alakom heşmend im, gava ew navekî weha giştî dide lêkolîna xwe. Çima? Ji
rûpelên pirtûkê eşkere dibe, ku di gelek tiştan de arîstokratên Serhedê
rêberên seranserî Kurdistanê bûn:
„Bi kurtî mirov dikare bêje ku di nav kurdên hemû Kurdistanê de,
kurdên ku cara pêşîn nasiya xwe dane çanda Ewrûpayê... û bûne
nîv-ewrûpayî ev tebeqeya Torinan bû. Mirov dikare mezinên Torina Serhedê
bi Kurdên Ewrûpayî bi nav bike... Wan zarokên xwe li Rûsyayê dane
xwendinê, zarokên wan hînî rûsî û zimanên mayin bûne. Piraniya mezinên
Torinan bi zanebûn û kiryarên xwe ve navdar bûne. Vê navçê li ser
prosesa medenîbûna (sîvîlbûna) kurdan bandoreke mezin hiştiye" (rûpelên
35-36).
Bi saya vê lêkolîna mijara basê, emê jî bizanibin, ku herêma Serhedê
– bi nav û fûnksiyona xwe ve - xwediya berdewamiya dîrokî ye. Em bala
xwe bidine çar vedîtinên birêz Alakom yên bi çerxên cure-cure ve
girêdayî:
„Destana bîzansî ya bi navê Digenis Basileios Akritas di
derbarê mîrekî sînorparêz de hatiye nivîsîn... Ev kesekî bavmisilman
bûye. Diya wî jî jineke yûnanî bûye... Çawa tê zanîn li derdorê sînoran
hertim çandên cihê hebûne... di nav hev de çandên nû, yên têkel (tevlihevbûyî)
pêk dianîn... Vê yekê bi salan û bi sedsalan ajotiye û bandora xwe ser
çanda kurdan jî hîştiye. Çandeke (kultur) têkil li Serhedê pêk hatiye" (rûpelên
16-17).
„Leşkerên kurd carina li Serhedê ji bo parastin û hin caran jî ji bo
firehkirina sînorên osmanî, îranî û rûsî xwe di nav gelek şeran de
dîtine. Wan wek leşkerên sînoran şer kirine. Ji wan re bi latînî
milites limitanei û bi tirkiya osmanî serhad kulu hatiye
gotin. Peyva serhad wek peyveke dîrokî ji bo deverên Qers, Agirî,
Wan û Muşê hatiye bi kar anîn" (rûpelên 17-18).
„Dema mirov wan peyvên ku ji rûsî ketine zimanê kurdiya vê navçê
berçav dike, mirov dibîne ku ev peyv di wan salan de nîşana malhebûnê,
kêfxweşiyê, rehetiyê û arîstokrasiyê bûne... peyvên rûsî cara pêşîn saya
tebeqeya Torinan ketine nav kurdiya vê deverê. Ev babeta weke babeteke
sosyolojiya zimên gelek bala mirov dikişîne" (rûpela 36).
„Di dokumanekê de (Nîzamnameya Îdara Eşîrên Kurd) çawa diyar dibe,
Rûsyayê xwastiye nîv-otonomîkê bide van eşîrên kurd yên ku di nav
sînorên wan de diman" (rûpela 41).
Her weha, Rohat Alakom çîvanokeke di derheqa Siltan Silêmanê Osmanî
de jî bi qelem dike, ya ku rista bêhempa ya sînorvanên Kurd nîşan dide.
Bi dû re, lêkolîner bibîranîna Kurdan ji hêla Marx û Engels ve jî
dixe nav pirtûkê. Ev belgeyeke baş e – ji ber ku dîrkozanî ye û li
derveyî mercên îdeologî dimîne.
Ji ber babeta pirtûkê etîmologiya (dîroka peyva) torin jî bala
xwendevanan dikişîne. Belê, çînayetiya arîstokrat di nav Kurdan de weha
zengîn û rengîn bû, ku di zimanê me de gelek têgînên ji bo arîstokratan
hene. Ji xwe birêz Alakom vê yekê bi nimûneyên Serhedê dixe nav pirtûkê
(ji rûpela 30an de u wê de). Belê, eger em agahiyên lêkolîner serzêde
bike, ew dibe mijareke bê serûbin: Navên giştî (mîna dûdmanza,
asîlzade, (bi) reçelek û cindî), peyvên berbiçav (wek
axa û beg) û tevaya hiyerarşiya desthilatdaran ji rojgara
kevinare domandî (Şah, Padişah, Mîr û heta dawiyê).
Li gor şirovekirina birêz Rohat Alakom (rûpelên 21-24an), gotina
torin bi koka xwe digihîje toximê rind. Lê ya here giring ev
e, ku birêz Alakom – wek dilsozê zanistê – vê peyvê digel têgînên
hemwate ji zimanên Hindo-Ewropî (yûnanî, fransî, almanî, swêdî û yên din)
hevber dike. Ew ronahiyê diavêje ser tiştê ku di zimanzaniyê de wek "kategoriyên
veşartî" (bi înglîzî covert categories) tê nasîn. Kategoriya
veşartî hizra li piş peyvê dide xanê (mînakeke sade: Baran û
barîn, ango baran tiştek e, ku dibare – di hinde
zimanên din de jî wisa ye).
Bê guman, mirov dikare du-sê têbîniyên birêz Alakom tije jî bike. Wek
mînak, peyva berek (klan) li ser rûpela 24an û wê de, ku bi rastî
wan kesan nigar dike, yên ku ji bavekî hatine. Ez di vê baweriyê de me,
ku ew ji peyva aramî (samî) - bar - hatiye. Eger wisa be, bar
ketibe nav zimanê kurdî. Belkî mirov dikare têke bîra xwe, ku Kurdologê
hêja Oleg Vilchevsky digot, ku di navbera zimanê kurdî û zimanê aramî de
peywendiyeke "întîm" heye. Wisa, di nav Yahûdî û
Asûrî-Kildanî-Sûriyaniyan de jî êpêce navên klanan û paşnav bi Bar
destpê dibin. Wateya peyva bar jî zelal e - kur, law. Balkêş e,
ku eger piraniya navên komên Kurdan (qebîle, hozî, eşîr)
ji erdnîgariyê tên, navê berekan hem dikare bibe nîşana navçeyekê, hem
jî dikare bighîje mirovekî.
Bi ser de, minê hîpotezeke din jî (ango fikireke bê belgeyên hişk)
pêşkêş bikira. Navê Silîva li ser rûpela 27an bi qelemkirî jî belkî bi
koka xwe digihîje Selîbî, ango Xaçparêzan. Ne dûr e, ku wate ew
Xaçaparêz bûn, yên ku di vir re derbas dibûn û diçûne Xaka Pîroz, li
dijî Misilmanan şer bikin. Lewma ne behetî ye, ku gava hinde Ermeniyên
Binxetê basa destana Xecê û Siyabendê Silîvî dikin, ew Kurdan wek
biraziyên xwe bi nav dikin (ango Siyabend mirovekî Selîbî-Xaçaprêz bû).
Ez jî mîna birêz Alakom dudil im, gava dixwînim, ku hemû arîstokratên
Kurd li Serhedê ji herêmên din hatine. Beşeke wan belkî ji herêmên
Kurdan yên din hatibin, çunke çûn-hatin di dîrokê de rewa ye. Lê divêt
bê zanîn, ku li gor Minorsky û pisporên din, zorbeya arôstokrasiya
Kafkasê – Gircistan, Ermenîstan û Azerbeycana îroyîn – bi kêmanî di
sedsalên 8-13an de bi koka xwe Kurd bûn. Carinan ew di nav gelên din de
- çawa jiyana arîstokratan vê yekê dixwaze – dibuhujîn (diheliyan), lê
pirê caran Kurdbûna wan diyar e. Lewma rewş berevajî xuya dike:
Arîstokratên Kurd li Serhedê beşeke mayî ji vê çîna mezin bû, ya ku di
nav sal-zemanan re serperêştiya civakên Ermenî, Gurcî, Faris û Tirkên
Azerî hildabû ser milên xwe. Em dûr neçin û bi tenê bibêjin, ku Kurdbûna
zorbeya arîstokratên gelên Kafkasê hên di çavkaniyên kevinare de (ji
hêla Ibn Xellîna ve û di çîvanokên Ermeniyan de) dihate eşkerekirin.
Rista binemaliyên Kurd – mîna Bagratî, Şeddadî, Merwanî, Rewadî û
pêşiyên Sefewiyan - di dîroka herêmê baş tê zanîn û pejirandin.
Hêjayî gotinê ye, ku taybetmendiyeke çîna arîstokratên Kurd li vê
herêmê ev bû, ku ew bawermendên dîn û olên cewaz bûn, herçend carinan ji
malbatekê jî derketibûna. Ji bona têkiliyên di navbera malbatên
arîstokratên Kurd de û ji bona pirsa desthilatdariyê, dîn nedibû asteng.
Vê kevneşopiya hewas toleransa torinên Kurd li himber çandên din xurt
dikir. Heta Vladimir Minorsky, bingeha dilronî, comerdî û mirovheziya
Selaheddînê Eyûbî li cem pêşiyên wî li Kafkasê didît. Lê di dawiya
sedsala 19an û destpêka sedsala 20an de rewş hate guhartin û bi tenê
arîstokratên Kurd yên Sunnî û Êzdî li herêma Serhedê mabûn. Birêz Alakom
digihîje vî encamî:
„Çawa tê zanîn kurdên êzdî ji ber bawerî û dîtinên xwe yên oldarî
gelek ezîyet, tade û lêdan dîtine. Ji wan pir malbat ji ber vê zilmê
revîne, xwe avîtine ber bextê Rûsyayê û li wir cîwar bûne. Dema mirov li
rewşa van salan dinêre, mirov dibîne ku di navbera rûsan, ermenî, kurdên
êzdî û Torinan de hevgirtinek pêk hatiye. Angorî rûsan vê yekê kurd ji
fanatîzma dînî bi dûr dixist" (rûpela 60).
Bi hevokeke gelemperî mirov dikare bibêje, ku têkstên devikî,
belawbûna torinên Serhedê û agahiyên li ser binemaliyên dûdmanza - ev
gişk xalên serkevtî yên pirtûka Rohat Alakom in.
Hinde serinc û amojgarî
Berî her tiştî, zimanê birêz Alakom li ser asteke bilind ya zanistî
ye. Hevokên xweşik, zelal û babetî (ne zêde dirêj – ne jî pir sade û
kurt) barê xwendevanan sivik dikin. Yanê ev pirtûk bi xwe dibe belgeya
vê yekê, ku îro bi Kurmanciya Jorîn lêkolînên dîrokî yên hemdem dikarin
bêne avakirin, weşandin û xwendin. Lê belê, li vir jî di kêm cihan de
qisûr û kêmanî hene: Yan tîpa "ş" diyar nake (bê guman, ev şaşiya çapê
ye), yan ergatîv ne bi rêk û pêk e, yan jî dewsa têgînên nûjen peyvên
tirkî-erebî têne xebitandin. Ji bilî van tiştan, daxwazeke giştî (ji
hemû rewşenbîr û zimanzanên Kurd) ev e, ku di Kurmanciya Jorîn de
qanûneke xişpîlane bê pejriandin: Bila navên biyanî (madem alfabeta me
latînî ye) bi cureya xwe ya ôrîgînal bêne nivîsîn. Li vir em dikarin çav
bidin zimanên din yên Hindo-Ewropî (beî her tiştî înglîzî, fransî,
almanî, ispanî û îtalî) û navên biyanî wek xwe binivîsin (mînaka here
diyar: Marx – ne Marks).
Serinca duyemîn jî ev e, ku wê gelek baş be, eger di dawiya lêkolînên
dîroknasên Kurd de kurteencamek (summary) bi înglîzî yan fransî
bê amadekirin. Me divêt-nevêt, îro înglîzî û fransî bûne zimanên sereke
ji bo lêkolînên humanîter. Bê guman, ji bona bandora praktîk li ser
Kurdan û pisporên Tirk, beşa tirkî di pirtûka Torin de gelek di
cih de ye. Nemaze ji ber ku mijarên li ser herêma Serhedê û dîrokbûna
Kurdan derewên dagîrkeran eşkere dikin. Lê bila li ber çav bê girtin, ku
îro % 83 ji weşanên duniyayê bi înglîzî ne. Eger naveroka pirtûkên wisa
hema li ser du-sê rûpelan bi înglîzî jî bê amadekirin, emê hemû
dîroknasên xwedî nav û deng, hemû xwendevanên balkêşdar ji xwe re qazanc
bikin.
Bi vê pirtûka "Arîstokratên Kurd: Torin" ve birêz Rohat Alakom gaveke
pîroz avêt, ji bo ku em bi xwe, ji bona xwe û li ser asta hemdem û
zanistî rabirdûya xwe binasin. Bangewaziya fîlosofê navdar jî ev bû: „Pêşê
xwe binase".
Ji bo daxwazkirinê:
Rohat Alakom
Arîstokratên Kurd: Torin
Stockholm: Apec Tryck AB, 2004
ISBN: 91-89-675-36-3
159 rûpel
Navnîşana weşanxaneyê: Apec Förlag AB, Box 8121, SE-163 08 Spånga,
Sweden
Malpera weşanxaneyê: www.apec.nu
E-mail: <apec.t@telia.com>