Rojhilata navîn û vekirina Dergehê Dojehê!
Werger ji erebî: Tariq Hemo
Efrin.net 24. 06. 2005
Berî demekê tirs ji "Lobnanîzekirina" Iraqê hebû,lê îro tirsa mezin
ji "Iraqîzekirina" rewsha Lobananê ye.Êdî dergehê dojehê yê ku birêz
Omer Mûsa, Serokê Encûmana Erebî bal dikşand ser,bi taybet jî piştî
rûxandina rejîma Sedam,vebû.
Gelo kî bû, yê ku Dergehê Dojeha teqîn û swîqasan bi ser Rojhilata Navîn
ve vekir?.Gelo ma ew kes emrîkî bûn?,ewên ku xwînmijtirîn rejîmên
serdema nû ji ser desthilatdariyê xist, û dayîna "Frsenda" lidarixstina
yekem hilbijartinên rasteqîn e, gerntî kir?.
Gelo kîjan hêz bû?, ma ne hêza emerîkayê bû, ya ku bi hevakriya Fernsayê
birayra 1559 ji Konseya Ewlekariya Navnetewî derxist, û serweriya
Lobnanê dîsa bi pashve, li xwediyê wê, vegerand?.Yan jî ew kes bûn, ewên
ku astengî derisxin pêş gelê Iraq û Lobananê, da ku wan ji mafên azadî û
serxwebûnê bêpar bihêle,lewa dest bi kuştina simbolên azadî û serxwebûna
van her do gelan kirin?.
Gelo kî berpirsyarê têkbirina prosesa serwerîwergirtinê ya li Iraq û
Lobananê ye?. Emerîkî ne, an jî şûnmayên Bassiyan û hevbendiyê wan ji
terorsît û rejîmên derdor in?.
Gelo kê bombe di erebeya Corc Hawî û berî wî jî Semîr Qesîr de bi cih
kir?.
Kîjan alî bû, yê ku berî van herdo cerîmetan Refîq El- Herîrî kuşt?.
Gelo ma tesaduf e,ku hemû kesên têne tesfiyekirin, sembolên serxwebûn û
rizgarkirina ji wesayetiya dewletên derdor in?
Kî sembolên serweriya iraqê ya nûjin dikuje?.Kî polîs û perlemnter û
berpirsyarên hilbijartî tesfiye dike?.
Bê guman, Nameya ku dixwest bighêje gelên rojhilata navîn, bi qirêjtirîn
û dijwartirîn şêwe,gihîşte hedefa xwe...
Nameya mijara gotinê, ya ku li Iraqê û Lobnanê hat ragihandin, dibêje:
Qedexe ye, ku li welatê ereban demokrasî û serweriya rasteqîn e derkeve
holê. Qedexe ye,ku gel xwe bi xwe rêve bibe û alîkariyê ji gelên cîhanê
yên pêşketî werbigre...
Heger rojekê imkanên sextekirina hilbijartinan nemîne, ji ber sedemên
cûrbicûr, ev hêzên tarî dest bi kuştin û tesfiyekirina sembolên
demokrasî û azadiya gel dikin.
Belavkirina teqîn û kuştinên tevayî,gerentîkirina dewamiya dektatoriyê
li welatê ereba ye.Têkbirina xewna welatiyê erebe ya ku xelasiya ji
rejîmên totalîter e.
Belê, pîroz be ji mêrkujana re. Wan derfeta demokrasiyê û sozên
veguherînê, ji Iraqa ku niha dişewite heya Lobnanê, têkbir.
Gotinên mîna Azadî,Reforim, bûne gotinên qedexekirî,bûne gotinên ku
mirinê ji xwediyê xwe re tîne,wek çawa ku bi serê rojnamevanê Lîbî Deyf
Xezal hat, yê ku bawerî bi "veguherînê" anî û kêlîkekê guman kir, ku
diniya êdî hatîye guhrtin û nema kesek dikare dengê wî qut bike. Lê ne
tenê dengê wî hat birîn, her weha hebûna wî jî têk chû!.
Weha dixuye,ku derfeta di destê gelên Iraq û Lobnanê de, baş e li gorî
rewşa erebên din, gelek hêz û alî destekê didin wan. Dibe ku ev hêz wan
ber bi azadiyê jî ve bibin. Lê erebên din rewşa wan weha ye: Her kesê ku
li ser riya azadiyê tekoşînê dike, bi binçavkirin û mirinê re rû bi rû
ye...
Selama Nûhmat
Rojnameya Al –Hayat 23/6/2005
|