Hinek pirsgirêkên hatin, ... û helandina Êzdiyên
li almaniyayê

Kemal TOLAN
Efrin.net 15. 06. 2005
Bi dîtina min, eger fersenda meriv hebe û karibe vêga jî ji ilm(qewl,
duha, lawij û whd.) û zargotinên Êzdiyan fahm bike û wan baş şîrove bike,
merivê bivîne ku Êzdî hêja gelekî beriya dewletên li mezopotamiya yê
hatine afirandin de jî li gelek herêmên bakurê Kurdîstanê de weke
desthilatdar(xwedî ocax, mîr, axa, beg, karker, cotkar, û whd.)ên herêma
xwe jiyane. Ji xwe min li ser vî babetî di lêkolîna xwe ya bi
navê“Êzdiyatî haveynê mirovatiya li mezopotamiya yê ye“ de nêrîna xwe
diyarkiriye. Gava ew dîroka kevnar zelal bive, merivê bivîne ku Êzdî
hingê di nav Kurdîstanê de ne hindik bûne.
Vêca di nav dem û dewranan de hêjmara Êzdiyan ji ber gelek zilm û zora
dagikirên Kurdîstanê ku hinek dîroknas û ilmdarên xerîb û Kurdan anînine
ser ziman kêm dibe û em yên li bakurê Kurdîstanê mabûn jî reviyan hatine
derveyî welat. Min di lêkolînkên xwe ya di bin navê“ Ji ber çê me
Êzdiyên li bakurê Kurdîstanê dev ji welatê xwe berdaye“ de hinek
pirsgirêken me anîne ser ziman. Dîsa dibêjim, mala malper û kovrên
Êzdî-Kurdan ava be, geleka ji wan jî ev lêkolînên min weşandin e û hêjî
ev di gelek cîhan de dalqandî ne.
Dema hinek karkerên me Êzdiyan di destpêka sala 1964-5 de weke
koçber(muhacir)an hatine rojava almaniya yê, ewan hingê zêdeyî jiyana
gundîtiya li Kurdîstanê pê ve, haj ji gelek buyerên li ser ruyê dinya yê
di qewimîn tûne bûn û ew hingê ji jiyana kapîtalîzmê û bajarvaniya li
welatê xwe re jî gelekî xerîb bûn. Ji xwe hingê tû kesên rewşenbîr û
xwandevan di nava wan de tûne bûn e. Hinga ew hatine, ew weke pezê bê
şivan û ji hevûdinê belabuyî ketine nava şûxil û karên jiyaneke gelekî
nenas û welatekî nû. Ew hingê bi gelek zahmetan re mahne rûve rû û bi wê
belangaziya xwe gelek alîkarî dane wan kesên xwe yên ku li Kurdîstanê di
bin zilma dewleta tirk û paşweruyên kurdan de diperçiqîn.
Dûre em nivşê diduyan di sala 1974 an şûnde de hatin gehîştine meriv û
pismamên xwe. Hinga me jî li virê dît, êdî kes hew seba dîn û netew me
zordestiyê li me dike, piçekî bîhna me derket. Di pey re her yekê ji me
li goriya mecalên xwe alîkarî şand da wan merivên xwe, yên ku li welat
mabûn û ew jî di rêyên gelekî zahmet de hatin li virê bûne penaber.
Vêca her yekê ji me li goriya îmkanên xwe neferên mal û malbata xwe di
bajarekî de bi cîh û kar kirin. Weha azadiya li vî welatî hinekî
fersenda jiyaneke serbuxwe da me. Zarokên me çûne dibistanan û gelek ji
me bûne xwediyê hinek karê pak. Li goriya ku gelek dahin û standinên me
bi Lalişa nûra nî re tûne bûn, dîsa çûhin û hatina di nava me de zêde bû
û heta ji me hat me çanda bav-kalan li virê jî berdewam kir. Geleka ji
me xwe ji wan urf û edetên feodalîzmê ku me bi xwere anîbûne virê
dûrkirin û fahm kirin ku, êdî em hew dikarin încar zûbebizû cardinê
vegerine ser axa bav-kalan.
Hinga hukumeta alman mafê penaberîtiya me naskir û şunde me jî fahm kir
ku încar hinek mafê me jî li vî welatê tê naskirin. Me jî bi xêra van
destketiyên xwe gelek pirsgirêkên hebûn û tûnebûna netew û ola xwe
naskirin. Dûre fikra ku em bixwazin, em dikarin weke karkerên Kurd li
virê jî bigihînine ser hevûdinê, tevlî refên tevgera rizgarî xwazên
netewa xwe bivin û ji urf-edetên mala xwe re jî xwedî derkevin, hate pêş.
Weha gelek ji me Êzdiyan ketine nava komel, dezgeh û partiyên Kurdan yên
hingê heyî û geleka ji me alîkariyeke madî û manevîye mezin dane tevgera
rizgarî xwazên Kurdîstanê. De hingê jî tû stratejiyeke zane û
rebwşenbirên Kurdan ji bo jiyana me ye li virê tûne bû, me jî li goriya
zanîna xwe astengiyên ku bêne pêşiya malbat, civak, ol û zimanê xwe ne
didîtin. Ji ber van kêmasiyan jî gelek pirsgirêk û şaşîtiyên mezin
ketine nava mal, urf û edetên civaka me.
Di peyre hineka ji me pêderxistn ku, gelek pirsgirêkên ol û civata
Êzdiyan hene û eger Êzdî bi fahmdariya xwe bixwe ji van astengî, nenasîn
û bêtifaqiyan re xwedî dernekevin, dê tû kesên Kurd anjî xerîb nikarîbe
van kêmasiyên me bivîne anjî çareser bike. Lewma jî di dîroka ola
Êzdiyatiyê de cara yekemîn fikra damezirandina mal - komelên Êzdiyan û
rêxistbûna nû hate pêş.
Li gorî dîtina min armancên vekirin û avakirina komel - malên civata
Êzdiyan û rêstbûna nû ev in:
divê em di nava çerçova zagonên vî welatê de ji bo rêxistinbûn û jiyana
xwe ye nû dahin û standinên xwe li ser tomarkirina qewl, duha, naskirina
dînhebandinê(ji bo baweriya nivşên nû derxistina pirtûkên dînî ), zewacê,
şîn-şahiyan, şopandina kultûra netewî(bi taybetî jî xwendin, nivîsandin
û axaftina bi zimanê zikmakî) û whd. bi jin, mêr, ciwanên xwe, bi
rêvebirên li Lalişa nûranî(Meclisa rûhaniyên Êzdiyan) û bi hemû ilimdar.
Dxîrokzanê nas-xerîbên dostên Êzdiyatiyê re herroj zêdetir bikin.
Lê mixabin, ji ber ku heta vêga hêjî ev armancên vekirin û avakirina
komel û malên Êzdiyan di nav tevgera Kurd û Êzdiyan de baş ne hatine
fahm kirin, êdî navbera evdên nivşê me yê yekemîn, duyemîn hatine û
cûwanên me ku li vî welatî çêbûne de nefahmîtî û ji hevûdinê dûrbûn jî
mestir dibe.
Bi dîtina min, ji ber vê qelsîtiya me hinek partî û perpirsyarên dewleta
alman jî di hinek cîhan de bi mexsed mafên hebûna kesayetiya
wekîhev(idendität) û nasîna jiyanê ye hevpar (integrationê) tevlî
hevûdinê dikin. Ez dibînim gelek şexis û partiyên alman eşkere dixwazin
bi xêra vê nefahmî û jiyana me ye tevlîhev buyî, serê zarokên me jî
zêdetir biêşînin. Ew jî gelek zarokên me xerîban li hemberî netew, çande,
dê û bavên wan derdixînin. Heta hinek jê li ber çavên zarokan heqaretan
û rûmet şikandinan li çande û kultura dê û bavên zarokên xerîban dikin.
Belê em dikarin gelek nimûnên li ser vê kampaniya wan di çapemeniya
alman de jî bivînin. Nimûne yek herî balkêş birênin li nivîsa
min(17.01.2003)e li ser buyera di çapemeniya alman û Êzdiyan de
(Negative Presse über Yeziden: http://yeziden.de/forum/thread.php?threadid=400&sid=cd4fd2402744dc0ff5a900e3b20a5e94&hilight=Negative+presse+%FCber+yeziden
). Wekî dinê ez bixemgînî dibînim ku hejmareke mezin ji zarokên xerîban,
di nav wan de piranî jî yên me êzdiyan bi xêra vê siyaseta nijadperestên
alman asîmîla bûne.
Bi dîtina min yek ji şaşîtiya me Kurd û Êzdiyan ew ku hêjî hinek kesên
rêvebirên van rêxistin, mal û komelan, rewşenbîr û xwandevanên me fedî
dikin ku bi Kurdî biaxifin. Gelek ji me(zêde jî yên dibêje ez rêber,
xwandevan, ronakbîr, rewşenbîr, zane û whd.) hêjî pêşiyên xwe yên ku li
Kurdîstanê bi her hawayî ve ji çand û ola xwe re xwedî derketine, ji bo
vê rewşa em tê dene guhnekar dikin û em jî vêga barên xwe ji ciwanên xwe
re dihêlin. Dema yek li çapemenî û civînên me bişopîne, dê bivîne ku
axlebên me Kurd û Êzdiyan hêjî bi zimanê tirkî anjî încar zêde bi almanî
bikaratînin û di gelekan de jî tû agehdarî li ser vê helandina me ye li
almaniya tûne. Ji xwe ji ber van kêmasiyane ku niha li almaniya yê
hejmara zarok û ciwanên kurdên Êzdî ku sed û hedên xwe nasdikin û bi
Kurdî dizanin her diçe kêm dibe. Min ji zûde li ser van erkên me yi
netewî nivîsandiye. Birênen li nêrîna min e ”Êzdiyatî û erkên
rewşenbîrên Kurd-2000”.” Em keda dê û bavên xwe ji bîra nekin -2001“,
”Bİ ELFABE YA TÎPÊN KURDÎ BİNİVİSÎNEN Û BİXWÎNEN!” û whd.
Lê ez vêga dîsa dibêjim, çewa em Êzdî li her deverê de bi ser bilindî
dibêjin “Kurdên resen Êzîdî ne”, divê wusa jî di hemû mal, komel, malper
û kovarên me Êzîdiyan de, ji yên her Kurdî zêdetir bi elfabaya Kurdî ya
bi tîpên latînî biye xwandin û bê nivîsandin.
Hinek çareseriyên dinê jî weke hevalê M. Şefîq ONCU gotî ev in :
”divê neyê jibîrkirin ku ziman ji xususîyetên neteweyetîyê ê herî girîng
e. Milletekî zimanê wî ji dest biçe lawaz dibe û êdî ê nikaribe tu
xususîyetên xwe yên neteweyî biparêze. Beyî ziman mafê neteweyî jî nayên
paraztin. Têkçûna ziman despêka têkçûna wî milletî ye.
Divê em çi bikin?
Divê em rabin ser pîya û ev zimanê ku Xwedayê dilovan bexşî me kirîye û
bapîrên me bi hezaran salan bikar anîne û ragihandine me, biparêzin.
Divê em ji bo hebûna kurdayetîyê û pêşeroja zarokên xwe zimanê xwe ji
êrîşên dijmin biparêzin.
Ji bo wê jî em gazî û hewar dikin yeko yeko bangî we her kurdekî dikin û
dibêjin ku:
Li malê, li sikakan, li derva, li kar her bi kurdî biaxife!
Bi kurdî binivîse, bifikire û bixwîne !
Eger tu nizanî fêr bibe!
Navên kurdî li zarokên xwe bike !
Çapemenîya kurdî mecbûrî bikarnîna kurdî bike !
Li daîreyên dewletê bi kurdî bi axife !
Doza perwerdeya bi zimanê kurdî bike !
Dazgeh, sazî û rêxistinên kurdî mecbûrî bikaranîna kurdî bike !
Jibîr meke zimanê kurdî hebûna me ye! ”*
Gava em van erkên xweyî netewî neynine cih, em jî dibine alîkarê
helandina çand û ola Kurdî ye herî kevnar.
Kemal Tolan Oldenburg 13.05.05
*= Ji ber reşenivîs a ku kekê M. Şefîq ONCU ji bo malpera Netkurd ê
nivîsandiye : ”Zimanê me hebûna me ye”.
|